Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 7

Serê Civatê Mesîh e

Serê Civatê Mesîh e

“Mesîh serê Civînê ye, ... û Mesîh bi xwe Xilaskarê Civînê, yanî bedenê ye” (EFESÎ 5:23).

KILAM 137 Xwişkên Dilsoz

PÊŞGOTIN a

1. Yek ji sebebên yekîtiya malbata Yehowa çi ye?

 EM GELEKÎ şa ne ku em para malbata Yehowa ne. Gelo sebeba aştî û yekîtiya di nav me de çi ye? Yek ji sebeban ev e ku em prensîpa serîtiyê qebûl dikin, ya ku Yehowa daniye. Bi eslê xwe, her ku em vê prensîpê baştir fehm dikin, yekîtiya me zêde dibe.

2. Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

2 Li vê meqaleyê, emê bibînin ku di civatê de, maneya prensîpa serîtiyê çi ye. Wekî din, emê cewabên van pirsan bistînin: Rola xwişkan çi ye? Gelo her bira serê her xwişkê ye? Gelo otorîteya kalên civatê ya li ser xwişk û birayan wek otorîteya serên malbatan e? Ewilî, emê bibînin ku gerek em xwişkan çawa bibînin.

GEREK EM XWIŞKAN ÇAWA BIBÎNIN?

3. Ji bo ku em zêdetir qîmetê bidin keda xwişkan, wê baş be ku em çi bikin?

3 Em qîmetê didin xwişkên ku bi dil û can malbatên xwe xwedî dikin, mizgînê belav dikin û piştgiriya civatê dikin. Ji bo ku em hê jî zêdetir qîmetê bidin wan, wê baş be ku em bînin ber çavê xwe ku Yehowa û Îsa Mesîh wan çawa dibînin. Wekî din, emê bînin ber çavê xwe ku Pawlosê şandî xwişk çawa didîtin.

4. Em ji ku dizanin ku Yehowa qîmetê dide jinan?

4 Kitêba Pîroz nîşan dide ku Yehowa qîmetê dide jinan. Mesela, li sedsala yekê, Yehowa ruhê pîroz ne tenê li ser mêran, lê li ser jinan jî dirijand û qudret dida wan ku ew mucîzeyan bikin. Mesela, hem jin hem jî mêr bi cure cure zimanan dipeyivîn (Karên Şandiyan 2:1-4, 15-18). Hem jin hem mêr bi ruhê pîroz dihatin meshkirin, da ku ew bibin hempadîşahên Îsa Mesîh (Galatî 3:26-29). Hem jin hem mêr wê heta bi hetayê li ceneta li rûyê erdê bijîn (Peyxam 7:9, 10, 13-15). Wekî din, wezîfeya belavkirina mizgînê ne tenê ji mêran re, lê ji jinan re jî hatiye dayîn (Metta 28:19, 20). Kitêba Karên Şandiyan behsa xwişkeke bi navê Priskîla dike, ya ku tevî zilamê xwe Akîlas alî zilamekî xwendî yê bi navê Apolos kir ku ew rastiyê zelaltir fehm bike (Karên Şandiyan 18:24-26).

5. Li gor Lûqa 10:38, 39, 42, Îsa Mesîh jin çawa didîtin?

5 Îsa Mesîh qedrê jinan digirt. Li sedsala yekê, Fêrisiyan jin nizm didîtin, loma wan di nav mirovan de bi jinan re xeber nedida û bi wan re li ser Nivîsarên Pîroz sohbet nedikir. Îsa Mesîh ne wek Fêrisiyan bû. Wî ne tenê bi mêran re, lê bi jinan re jî di heqê mijarên ruhî de sohbet dikir b (Lûqa 10:38, 39, 42 bixwîne). Wekî din, gava wî mizgîn mal bi mal û gund bi gund belav dikir, wî îzin dida ku jin jî bi wî re herin (Lûqa 8:1-3). Wexta ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, wî ji hin jinan re got ku bila ew mizgîna rabûna wî bigihînin şandiyan (Yûhenna 20:16-18).

6. Çi nîşan dide ku Pawlosê şandî qedrê jinan digirt?

6 Pawlosê şandî bi eşkereyî ji Tîmotêyos re got ku bila ew qedrê jinan bigire. Pawlos ji Tîmotêyos re got ku bila ew jinên extiyar “wek diyên xwe” û jinên ciwan “wek xwişkên xwe” bibîne (1. Tîmotêyos 5:1, 2). Berî ku Pawlos alî Tîmotêyos kir ku ew ji aliyê ruhî ve xurttir bibe, yên ku rastîya Nivîsarên Pîroz xistibû dilê Tîmotêyos, dayik û pîrika wî bûn, û Pawlos jî ev yek dizanibû (2. Tîmotêyos 1:5; 3:14, 15). Li nameya ji Romayiyan re, Pawlos bi xisûsî silav şandin hin xwişkan. Ji xeynî vê ku wî bala xwe dida keda wan, wî pesnê wan jî dida (Romayî 16:1-4, 6, 12; Filîpî 4:3).

7. Niha emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

7 Wek me li paragrafên berê dît, Kitêba Pîroz nabêje ku xwişk ji birayan nizmtir in. Xwişkên me yên ezîz ji bo civatê pir biqîmet in, û kalên civatê dizanin ku xwişk dikarin bi kirinên xwe yên baş aştî û yekîtiya civatê bi pêş bixin. Dîsa jî, çend pirs tên meydanê. Mesela, Yehowa çima dixwaze ku xwişk di hin rewşan de serê xwe binixumînin? Madem ku tenê bira wek kalên civatê û alîkarên xizmetê tên tayînkirin, gelo ev yek tê maneya ku di civatê de, her bira serê her xwişkê ye?

GELO HER BIRA SERÊ HER XWIŞKÊ YE?

8. Li gor Efesî 5:23, gelo her bira serê her xwişkê ye?

8 Gelo her bira serê her xwişkê ye? Na! Li civatê, serê hemû xwişkan tenê Mesîh e (Efesî 5:23 bixwîne). Li malbatê, serê jinê, mêr e. Lawikekî binavkirî serê diya xwe nîne (Efesî 6:1, 2). Li civatê, otorîteya kalên civatê ya li ser xwişk û birayan bisînor e (1. Selanîkî 5:12; Îbranî 13:17). Xwişkên azib, ên ku êdî li cem dê û bavê xwe namînin, helbet qedrê dê û bavê xwe û kalên civatê digirin. Lê belê, çawa ku serê birayan Mesîh e, serê xwişkan jî tenê Îsa Mesîh e.

Kesên azib, ên ku êdî li cem dê û bavê xwe namînin, di bin serîtiya Îsa Mesîh de ne (Li paragrafa 8an binêre)

9. Carinan çima lazim dibe ku xwişk serê xwe binixumînin?

9 Yehowa dixwaze ku civat rêk û pêk be. Ji ber vê yekê, wî Îsa Mesîh wek serê her zilamî tayîn kiriye. Wekî din, di civatê de, Yehowa wezîfeya hînkirinê daye destê mêran. Ev otorîte ji jinan re nehatiye dayîn (1. Tîmotêyos 2:12). Eger lazim be ku xwişk îşê birayan bikin, gerek ew serê xwe binixumînin c (1. Korîntî 11:4-7). Yehowa xwişkan bi vî awayî nizm nake, lê fersendê dide wan ku ew nîşan bidin ku ew prensîpa serîtiyê qebûl dikin. Niha emê bala xwe bidin vê pirsê: Gelo rola serên malbatan û rola kalên civatê çi ne?

ROLA SERÊN MALBATAN Û ROLA KALÊN CIVATÊ

10. Hin kalên civatê çima difikirin ku heqê wan heye ku ji bo civatê qaîdeyan deynin?

10 Kalên civatê hem ji Îsa Mesîh hem jî ji “miyên” ku Yehowa û Îsa Mesîh emanetî wan kirine hez dikin (Yûhenna 21:15-17). Bi niyeteke pak, hin kalên civatê xwe belkî wek “bavê civatê” dibînin. Ew belkî difikirin ku madem ku heqê serên malbatan heye ku ji bo parastina malbatê qaîdeyan deynin, heqê kalên civatê jî heye ku ji bo parastina civatê qaîdeyan deynin. Bi ser de, hin xwişk û bira carinan dixwazin ku kalên civatê li şûna wan qeraran bidin. Lê belê, gelo otorîteya kalên civatê bi rastî wek otorîteya serên malbatan e?

Kalên civatê bi dilgermî alî xwişk û birayan dikin ku ew nêzikî Yehowa bimînin. Yehowa mesûliyet daye wan ku ew civatê ji aliyê exlaqê ve biparêzin û kesên ku tobe nakin ji civatê derxînin (Li paragrafên 11 û 12an binêre)

11. Rola serên malbatan çawa dişibe rola kalên civatê?

11 Wek Pawlosê şandî nîşan da, rola serên malbatan ji hin aliyan ve dişibe rola kalên civatê (1. Tîmotêyos 3:4, 5). Mesela, Yehowa dixwaze ku ferdên malbatê guh bidin serê malbatê (Kolosî 3:20). Mîna vê, ew dixwaze ku civat guh bide kalên civatê. Gerek hem serên malbatan hem kalên civatê destek bidin kesên ku ew ji wan mesûl in, da ku ew nêzikî Yehowa bin. Wekî din, gerek ew bi kesên ku di bin otorîteya wan de ne, bi hezkirin eleqedar bibin. Gava problem derdikevin, gerek ew piştgiriya wan bikin (Aqûb 2:15-17). Wekî din, Yehowa dixwaze ku kalên civatê û serên malbatan bi qanûnên wî ve girêdayî bimînin û “dernekevin derveyî ya nivîsandî” (1. Korîntî 4:6).

Serên malbatan ji Yehowa otorîte stendiye ku rêberiya malbata xwe bikin. Berî ku serên malbatan qeraran bidin, wê baş be ku ew fikra malbata xwe bipirsin (Li paragrafa 13an binêre)

12-13. Wek Romayî 7:2 nîşan dide, rola serên malbatan çawa ji rola kalên civatê cuda ye?

12 Lê belê, rola kalên civatê ji gelek aliyan ve ji rola serên malbatan cuda ye. Mesela, Yehowa kalên civatê wek hakim tayîn kirine, û ew dixwaze ku ew kesên ku guneh dikin û tobe nakin, ji civatê derxînin (1. Korîntî 5:11-13).

13 Ji aliyê din ve, Yehowa otorîteya ku wî daye serên malbatan nedaye kalên civatê. Mesela, heqê serê malbatê heye ku ji bo malbata xwe qaîdeyan deyne û ji malbata xwe bixwaze ku ew li gor van qaîdeyan hereket bikin (Romayî 7:2 bixwîne). Mesela, serê malbatê dikare ji zarokên xwe re bibêje ku gerek ew êvarê di saet çendan de vegerin malê. Eger zarok guh nedin vê qaîdeyê, bav dikare wan terbiye bike (Efesî 6:1). Zilamekî ku ji malbata xwe hez dike wê helbet ji pîreka xwe bipirse berî ku ew ji bo malbatê qaîdeyan deyne, çimkî ew her du jî “bedenek” in d (Metta 19:6).

SERÊ CIVATÊ ÎSA MESÎH E

Îsa Mesîh di bin serîtiya Yehowa de rêberiya şagirtên xwe dike (Li paragrafa 14an binêre)

14. (a) Li gor Marqos 10:45, çima minasib e ku Yehowa Îsa Mesîh wek serê civatê tayîn kiriye? (b) Rola Koma Rêberiyê çi ye? (Li çarçoveya “ Rola Koma Rêberiyê” binêre.)

14 Bi saya fîdyeyê, Yehowa jiyana her kesê ku ji wî re xizmet dike û baweriya xwe bi fîdyeyê tîne, kirî (Marqos 10:45 bixwîne; Karên Şandiyan 20:28; 1. Korîntî 15:21, 22). Loma minasib e ku wî Îsa Mesîh, ê ku canê xwe wek fîdye da, wek serê civatê tayîn kiriye. Ji ber ku Îsa Mesîh serê me ye, heqê wî heye ku qaîde û qanûnan deyne û şîretê bide kesên ku guh nadin van qanûnan (Galatî 6:2). Lê belê, Îsa Mesîh ne tenê qanûnan datîne; ew ji me hez dike û me xwedî dike (Efesî 5:29).

15-16. Tu ji gotinên Marley û Benjamin çi dersan distînî?

15 Gava xwişkên me guh didin rêberiya zilamên ku ji aliyê Îsa Mesîh ve hatine tayînkirin ku wan xwedî bikin, ew nîşan didin ku ew qedrê Îsa Mesîh digirin. Xwişkeke bi navê Marley, ya ku li Amerîkayê dijî, nêrîna gelek xwişkan tîne zimên: “Ez ji dil qîmetê didim rola xwe wek jineke zewicî û wek xwişkeke li civatê. Gerek ez bi dewamî xîret bikim ku ez otorîteya ku Yehowa daye zilamê min û kalên civatê, qebûl bikim. Lê belê, zilamê min û birayên li civatê ev yek ji bo min hêsan kiriye, çimkî ew qedrê min digirin û ji min re dibêjin ku ew qîmetê didin keda min.”

16 Gava birayên me qedrê xwişkan digirin û qîmetê didin xwişkan, ew nîşan didin ku ew prensîpa serîtiyê fehm dikin. Birayekî bi navê Benjamin, ê ku li Îngilistanê dijî, wisa dibêje: “Ez ji cewabên ku xwişk li civînan didin û ji tewsiyeyên wan ên di heqê belavkirin û hînkirina mizgînê de gelek tiştan hîn bûme. Bi dîtina min, îşê wan pir biqîmet e.”

17. Çima muhîm e ku em prensîpa serîtiyê qebûl bikin?

17 Eger di civatê de xwişk, bira, serên malbatan û kalên civatê prensîpa serîtiyê fehm bikin û qebûl bikin, aştî wê hebe, û kesên din jî wê pesnê Bavê meyî dilovan Yehowa bidin (Zebûr 150:6).

KILAM 123 Guh Bide Rêberiya Teokratîk

a Di civatê de, rola xwişkan çi ye? Gelo her bira serê her xwişkê ye? Gelo otorîteya kalên civatê û otorîteya serên malbatan wek hev e? Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin.

b Li paragrafa 6an a li meqaleya “Piştgiriya Jinên Bawermend Bike” binêre (Birca Çavdêriyê, Îlon 2020).

c Li çarçoveya “ Kengê Lazim e ku Xwişk Serê Xwe Binixumînin?” binêre.

d Ji bo muzakereya pirsa ku gerek kî qerarê bide ku malbat aîdî kîjan civatê be, li paragrafên 17 heta 19an a meqaleya “Di Civatê de Qedrê Her Kesî Bigire” binêre (Birca Çavdêriyê, Tebax 2020).

e Ji bo zêdetir melûmata li ser rola Koma Rêberiyê, li kovara The Watchtower, 15 Tîrmeh 2013, rûp. 20-25 binêre.