Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 7

Serê Civatê Mesîh e

Serê Civatê Mesîh e

“Mesîh serê Civînê ye, ... û Mesîh bi xwe Xilazkarê Civînê, yanî bedenê ye” (EFESÎ 5:23, ÎM).

KILAMA 137 Kulfetên Amin

VÊ GOTARÊDA *

1. Gelo menîk çi ye ku malbeta Yehowada yektî heye?

EM GELEK şa ne ku em para malbeta Yehowa ne. Gelo çira edilayî û yektî nav meda heye? Menîk ev e ku em prînsîpa serîtiyê qebûl dikin, ya ku Yehowa daniye. Em vê prînsîpê çiqas baş fem dikin, haqas yektiya me zêde dibe.

2. Vê gotarêda, emê cabên kîjan pirsa bistînin?

2 Vê gotarêda, emê bivînin ku civatêda, nêta serîtiyê çi ye. Usa jî, emê cabên van pirsa bistînin: Rola xûşka çi ye? Gelo her bira serê her xûşkê ye? Gelo hukumê rûspiyên civatê li ser xûşk û bira wek hukumê serên malbeta ye? Ya pêşin, emê bivînin ku nihêrandina me ser xûşka gerekê çawa be.

NIHÊRANDINA ME SER XÛŞKA GEREKÊ ÇAWA BE?

3. Seva ku em diha zêde şixulên xûşka bişêkirînin, wê baş be ku em çi bikin?

3 Em qîmet dikin xûşkên ku bi dil û can malbetên xwe xwey dikin, mizgînê bela dikin û piştgiriya civatê dikin. Seva ku em hê zêde wana qîmet bikin, wê baş be ku em bînin ber çevê xwe ku Yehowa û Îsa Mesîh çawa ser wana dinihêrin. Usa jî, emê pêbihesin ku Pawlosê şandî hindava xûşkada ça bû.

4. Em ji ku zanin ku Yehowa jina qîmet dike?

4 Kitêba Pîroz nîşan dike ku Yehowa jina qîmet dike. Mesele, qirna yekêda, Yehowa ruhê pîroz ne tenê li ser mêra, lê li ser jina jî dirijand û qewat dida wan ku ewana keremeta bikin. Mesele, him jin him jî mêr bi cûre-cûre zimana xeber didan (Karên Şandiya 2:1-4, 15-18). Çawa jin usa jî mêr bi ruhê pîroz dihatin kifş kirin, wekî ewana bibin hempadşên Îsa Mesîh (Galatî 3:26-29). Him jin him mêr wê heta-hetayê cinetêda li ser erdê bijîn (Eyantî 7:9, 10, 13-15). Usa jî, şixulê belakirina mizgînê ne tenê mêrara, lê jinara jî hatiye dayînê (Metta 28:19, 20). Kitêba Karên Şandiya besa xûşkeke bi navê Priskîla dike, ya ku tevî mêrê xwe Ekîla alî merivekî xwendî bi navê Apolos kir, ku ew rastiyê diha zelal fem bike (Karên Şandiya 18:24-26).

5. Li gora Lûqa 10:38, 39, 42, Îsa Mesîh hindava jinada ça bû?

5 Îsa Mesîh qedrê jina digirt. Li qirna yekê, Fêrisiya jin nimiz hesab dikirin, lema jî wana nav merivada tevî jina xeber nedidan û derheqa Nivîsarên Pîroz tevî wan şêwir nedikirin. Îsa Mesîh mîna Fêrisiya nîbû. Ewî ne tenê tevî mêra, lê tevî jina jî derheqa tiştên ruhanî xeber dida * (Lûqa 10:38, 39, 42 bixûne). Usa jî, gava ewî mizgîn mal bi mal û gund bi gund bela dikir, ewî îzin dida ku jin jî tevî wî herin (Lûqa 8:1-3). Wexta ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, ewî hine jinara got ku bira ewana mizgîna rabûna wî bigihînin şandiya (Yûhenna 20:16-18).

6. Çi nîşan dike ku Pawlosê şandî qedrê jina digirt?

6 Pawlosê şandî Tîmotêyora got ku bira ew qedrê jina bigire. Pawlos Tîmotêyora got ku bira ew jinên emirda mezin “çawa diya xwe” û “kulfetêd cahil çawa xûşkêd xwe” hesab ke (1 Tîmotêyo 5:1, 2). Pêşiya ku Pawlos alî Tîmotêyo kir ku ew ruhanîda gihîştî be, dayîk û pîrika wî rastiya Nivîsarên Pîroz kirine dilê Tîmotêyo, û Pawlos jî ev yek zanibû (2 Tîmotêyo 1:5; 3:14, 15). Li nema Romayara, Pawlos bi nava hine xûşkara silav şandin. Xêncî vê yekê, ku ewî dîna xwe dida şixulên wan, ewî payê wan jî dida (Romayî 16:1-4, 6, 12; Fîlîpî 4:3).

7. Niha emê cabên kîjan pirsa bistînin?

7 Çawa me ji abzasên jorê dît, Kitêba Pîroz navêje ku xûşk ji bira nimiztir in. Xûşkên meye delal bona civatê gelek qîmet in, û rûspiyên civatê zanin ku xûşk dikarin bi kirên xweye baş edilayî û yektiya civatê xwey kin. Dîsa jî, çend pirs pêşda tên. Mesele, Yehowa çima dixwaze ku xûşk hine derecada serê xwe girêdin? Rast e tenê bira ça rûspiyên civatê û berdestiyên civatê têne kifşkirinê, gelo ev yek tê hesabê ku civatêda her bira serê her xûşkê ye?

GELO HER BIRA SERÊ HER XÛŞKÊ YE?

8. Li gora Efesî 5:23, gelo her bira serê her xûşkê ye?

8 Gelo her bira serê her xûşkê ye? Na! Civatêda serê hemû xûşka tenê Mesîh ye (Efesî 5:23 bixûne). Malbetêda, serê jinê, mêr e, lê kurê nixumandî serê dê nayê hesabê (Efesî 6:1, 2). Civatêda, hukumê rûspiya ser xûşk û bira bi sînor e (1 Têsalonîkî 5:12; Îbranî 13:17). Xûşkên azep, yên ku îda li cem dê û bavê xwe namînin, hilbet qedrê dê û bavê xwe û rûspiyên civatê digirin. Lê civatêda çawa ku serê bira Îsa ye, serê wan xûşka jî tenê Îsa ye.

Kesên azep, yên ku îda li cem dê û bavê xwe namînin, bin serîtiya Îsa Mesîhda ne (Abzasa 8 binihêre)

9. Carna çima lazim dibe ku xûşk serê xwe girêdin?

9 Yehowa dixwaze ku civat bi organîze be. Lema, ewî Îsa Mesîh ça serê her mêrî kifş kiriye. Usa jî, di civatêda, Yehowa şixulê hînkirinê daye destê mêra. Ev hukum jinara nehatiye dayînê (1 Tîmotêyo 2:12). Heger lazim be ku xûşk îşê bira bikin, gerekê ewana serê xwe girêdin * (1 Korintî 11:4-7). Lê ew nayê hesabê ku Yehowa xûşka nimiz hesab dike, lê mecalê dide wan, wekî ewana nîşan kin ku prînsîpa serîtiyê qebûl dikin. Niha emê dîna xwe bidin vê pirsê: Gelo rola serên malbeta û rola rûspiyên civatê çi ne?

ROLA SERÊN MALBETA Û ROLA RÛSPIYÊN CIVATÊ

10. Hine rûspiyên civatê çima difikirin ku îzina wan heye wekî bona civatê qeyda daynin?

10 Rûspiyên civatê him Îsa Mesîh him jî “pezên” ku Yehowa û Îsa tesmîlî wan kirine, hiz dikin (Yûhenna 21:15-17). Dibeke bi nêteke baş, hine rûspiyên civatê xwe ça “bavê civatê” hesab dikin. Ewana diqewime difikirin ku heger îzina serên malbeta heye ku bona xweykirina neferên xwe qeyda daynin, îzina rûspiyên civatê jî heye ku bona xweykirina civatê qeyda daynin. Serda jî, hine xûşk-bira carna dixwazin ku rûspiyên civatê dewsa wan safîkirina bikin. Lê gelo hukumê rûspiyên civatê bi rastî mîna hukumê serên malbeta ye?

Rûspiyên civatê aliyê êmosiyalî û ruhanîda alî xûşk û bira dikin. Yehowa cabdarî daye wan ku ewana civatê ji aliyê namûsiyêda xwey kin û kesên ku tobe nakin, ji civatê derxin (Abzasa 11 û 12 binihêre)

11. Rola serên malbeta çida mîna rola rûspiyên civatê ye?

11 Çawa Pawlosê şandî nîşan kir, rola serên malbeta hine aliyava mîna rola rûspiyên civatê ye (1 Tîmotêyo 3:4, 5). Mesele, Yehowa dixwaze ku neferên malê guh bidin serê malbetê (Kolosî 3:20). Mîna vê yekê, ew dixwaze ku xûşk-birên civatê jî gura rûspiyada bin. Gerekê him serên malbeta him rûspiyên civatê alîkariyê bidine wan, bona kê jî ewana cabdar in, wekî ewana nêzîkî Yehowa bin. Usa jî, gerekê ewana bona kesên ku bin hukumê wanda nin, bi hizkirin xem bikin. Gava cem xûşk-bira problêm pêşda tên, rûspî gerekê alî wan bikin (Aqûb 2:15-17). Usa jî, Yehowa dixwaze ku rûspiyên civatê û serên malbeta qanûnên wî xwey kin û “ji nivîsarê derneyên”, û vê yekêda alî civatê û neferên xwe jî bikin (1 Korintî 4:6).

Serên malbeta ji Yehowa hukum standine ku rêberiya malbeta xwe bikin. Pêşiya ku serên malbeta safîkirina bikin, wê baş be ku ewana fikrên jinên xwe hildin hesab (Abzasa 13 binihêre)

12-13. Çawa Romayî 7:2 nîşan dike, rola serên malbeta çawa ji rola rûspiyên civatê cude dibe?

12 Lê rola rûspiyên civatê gelek aliyava ji rola serên malbeta cude ye. Mesele, Yehowa rûspiyên civatê ça hekîm kifş kirine, û ew dixwaze ku ewana kesên ku gune dikin û tobe nakin, ji civatê derxin (1 Korintî 5:11-13).

13 Aliyê dinva jî, Yehowa hukumê ku ewî daye serên malbeta, nedaye rûspiyên civatê. Mesele, îzina serê malbetê heye ku bona malbeta xwe qeyda dayne û ji malbeta xwe bixwaze ku ewana van qeyda bînin sêrî (Romayî 7:2 bixûne). Mesele, îzina serê malbetê heye zarên xwera bêje, ku gerekê ewana êvarê siheta çenda vegerin malê. Heger zar guh nedin vê qeydê, bav dikare wana şîret ke (Efesî 6:1). Mêrê ku malbeta xwe hiz dike wê hilbet şêwira xwe tevî jina xwe bike pêşiya ku bona malbetê qeyda dayne, çimkî ewana her du jî “bedenek” in * (Metta 19:6).

QEDIRÊ MESÎH ÇA SERÊ CIVATÊ BIGIRIN

Îsa Mesîh bin serîtiya Yehowada rêberiya şagirtên xwe dike (Abzasa 14 binihêre)

14. (a) Li gora Marqos 10:45, çima Yehowa Îsa Mesîh ça serê civatê kifş kiriye? (b) Rola Koma Rêberiyê çi ye? (Çargoşe bi navê “ Rola Koma Rêberiyê” binihêre.)

14 Bi saya qurbana Îsa, Yehowa kirî jîyîna her kesê ku wîra xizmet dike û baweriya xwe qurbana Îsa tîne (Marqos 10:45 bixûne; Karên Şandiya 20:28; 1 Korintî 15:21, 22). Lema jî femdarî ye çira Yehowa Îsa, yê ku emirê xwe çawa kirîn da, ça serê civatê kifş kiriye. Ew yek ku Îsa Mesîh serê me ye, îzina wî heye wekî qeyda û qanûna dayne û şîretê bide kesên ku guh nadin van qanûna (Galatî 6:2). Lê Îsa Mesîh ne tenê qanûna datîne, ew me hiz dike û me xwey dike (Efesî 5:29).

15-16. Tu ji gotinên Marlî û Bênjamîn çi dersa distînî?

15 Gava xûşkên me guh didin rêberiya mêrên ku ji aliyê Îsa Mesîhva hatine kifşkirinê, wekî wana xwey kin, ewana nîşan dikin ku qedrê Îsa Mesîh digirin. Xûşkeke bi navê Marlî, ya ku li Amêrîkayê dijî, nihêrandina gelek xûşka dibêje: “Ez ji dil qîmet dikim rola xwe ça jineke mêrkirî û ça xûşkeke li civatê. Gerekê ez berdewam bikim hukumê ku Yehowa daye mêrê min û rûspiyên civatê, qebûl bikim. Lê mêrê min û birên civatêda ev yek bona min hêsa dikin, çimkî ewana qedrê min digirin û minra dibêjin ku ewana şixulên min dişêkirînin.”

16 Gava birên me qedrê xûşka digirin û xûşka qîmet dikin, ewana nîşan dikin ku prînsîpa serîtiyê fem dikin. Birakî bi navê Bênjamîn, yê ku li Înglîstanê dijî, usa dibêje: “Ez ji cabên ku xûşk civatêda didin û ji dersên wan, yên derheqa belakirin û hînkirina mizgînêda, gelek tişt hîn bûme. Ez difikirim ku şixulê wan gelek qîmet e.”

17. Çima ferz e ku em prînsîpa serîtiyê qebûl bikin?

17 Heger civatêda xûşk, bira, serên malbeta û rûspiyên civatê prînsîpa serîtiyê fem bikin û qebûl bikin, edilayî wê hebe, û kesên din jî wê pesnê Yehowa, Bavê meyî dilovan bidin (Zebûr 150:6).

KILAMA 123 Pey Rêberiya Teşkîleta Yehowa Diçin

^ abz. 5 Civatêda, rola xûşka çi ye? Gelo her bira serê her xûşkê ye? Gelo hukumê rûspiyên civatê û hukumê serên malbeta wek hev e? Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin.

^ abz. 5 Gotara bi navê “Piştgiriya Jinên Bawermend Bike” abzasa 6 binihêre (“Birca Qerewiliyê”, Îlon 2020).

^ abz. 9 Çargoşe bi navê “ Kengê Lazim e ku Xûşk Serê Xwe Girêde?” binihêre.

^ abz. 13 Bona hê zêde înformasiya ku gerekê kî safî bike ku malbet derbazî kîjan civatê be, li abzasa 17 heta 19 ya gotara “Civatêda Qedrê Her Kesî Bigire” binihêre (“Birca Qerewiliyê”, Tebax 2020).

^ abz. 59 Bona hê zêde înformasiya ser vê pirsê, binihêre kitêba “Xwe Nava Hizkirina Xwedêda Xwey ke”, rûp. 209-212.

^ abz. 64 Bona hê zêde elametiyê derheqa rola Koma Rêberiyê, li jûrnala “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Tîrmehê sala 2013, rûp. 20-25 binihêre.