Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 8

Li gel Tengasiyan Dilxweşiya Xwe Winda Neke

Li gel Tengasiyan Dilxweşiya Xwe Winda Neke

“Birayên min, kengê hûn bikevin ceribandinên cûr bi cûr, vê yekê şahiyeke temam hesab bikin” (AQÛB 1:2).

KILAM 111 Sebebên Dilxweşiya Me

PÊŞGOTIN a

1-2. Li gor Metta 5:11, gerek em li tengasiyan çawa binêrin?

 ÎSA MESÎH soz dabû şagirtên xwe ku ewê dilşad bin. Wekî din, wî gotibû ku yên ku ji wî hez dikin wê rastî tengasiyan bên (Metta 10:22, 23; Lûqa 6:20-23). Em dilxweş in ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in. Lê gava malbata me li me muxalefetê dike, gava dewlet zilmê li me dike yan gava hevalkar yan hevaldersên me zorê li me didin ku em tiştekî xerab bikin, gelo ev yek li ser me çawa tesîr dike? Tiştên wisa helbet dikarin me aciz bikin.

2 Bi normalî, însan zilmê wek sebebeke ji bo şabûnê nabînin. Li gor Peyva Xwedê, gelo gerek em li zehmetan çawa binêrin? Mesela, Aqûbê şagirt nivîsîbû ku gava em zehmetan dikişînin, gerek em bi zêdeyî dilteng nebin, lê dilxweş bin (Aqûb 1:2, 12). Wekî din, Îsa Mesîh gotibû ku eger mirov zilmê li me bikin, gerek em dîsa jî dilşad bin (Metta 5:11 bixwîne). Gava em dikevin tengasiyê, gelo em çawa dikarin dilxweşiya xwe xwedî bikin? Di vî warî de, nameya ku Aqûb li sedsala yekê ji şagirtên Îsa Mesîh re nivîsîbû dikare alî me bike. Lê pêşî, ka em bibînin ku li wê demê, xwişk û bira rastî çi cure tengasiyan dihatin.

LI SEDSALA YEKÊ, ŞAGIRTÊN ÎSA RASTÎ ÇI CURE TENGASIYAN DIHATIN?

3. Wexteke kin piştî ku Aqûb bû şagirtê Îsa Mesîh, çi qewimî?

3 Wexteke kin piştî ku birayê Îsa Mesîh Aqûb bû şagirtê wî, li bajarê Orşelîmê li dijî xwişk û birayan muxalefetê dest pê kir (Karên Şandiyan 1:14; 5:17, 18). Piştî kuştina Steyfan, gelek şagirtên Îsa Mesîh ji bajêr reviyan û “ji hev hatin belavkirin, çûn herêmên Cihûstan û Sameryayê”. Hin kes heta Qibris û Entakyayê çûn (Karên Şandiyan 7:58–8:1; 11:19). Bîne ber çavê xwe ku halê wan çi qas zor bû! Dîsa jî, wan mizgîn li her derê bi xîret belav dikir, û li temamiya Împaratoriya Romayê gelek civat hatin saz kirin (1. Petrûs 1:1). Lê belê, çendek bi şûn de, ew rastî tengasiyên hê jî girantir hatin.

4. Li sedsala yekê, şagirtên Îsa Mesîh rastî çi cure zehmetan dihatin?

4 Li sedsala yekê, şagirtên Îsa Mesîh rastî gelek zehmetan dihatin. Mesela, weke sala 50yan a P.M., Împaratorê Romayî “Klawdyos ferman dabû ku hemû Cihû ji Romayê derkevin”. Loma, Cihûyên ku şagirtên Îsa Mesîh bûn bi mecbûrî ji malên xwe derketin û li cihên din cihwar bûn (Karên Şandiyan 18:1-3). Weke sala 61ê ya P.M., Pawlosê şandî nivîsî ku xwişk û birayên li ber her kesî hatibûn şermezarkirin, hebskirin û talankirin (Îbranî 10:32-34). Ji xeynî vê, hin şagirtên Îsa Mesîh jî wek mirovên din feqîr bûn û nexweş diketin (Romayî 15:26; Filîpî 2:25-27).

5. Niha emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

5 Aqûb nameya xwe berî sala 62yan a P.M. nivîsî. Wî rind dizanibû ku xwişk û bira diketin tengasiyan. Bi îlhama Yehowa, Aqûb hin şîretên baş dan wan, da ku ew li gel tengasiyan dilxweşiya xwe winda nekin. Niha emê nameya Aqûb lêkolîn bikin û cewabên van pirsan bistînin: Aqûb behsa çi cure dilxweşiyê dikir? Çi dikare bibe sebeb ku şagirtekî Îsa Mesîh dilxweşiya xwe winda bike? Hîkmet, bawerî û cesaret çawa dikarin alî me bikin ku em li gel zehmetan dilxweşiya xwe winda nekin?

SEBEBA DILXWEŞIYA ŞAGIRTÊN ÎSA MESÎH ÇI YE?

Wek alava ku di hundirê fenerekê de tê parastin ku venemire, dilxweşiya ku Yehowa dide di dilê me de venamire (Li paragrafa 6an binêre)

6. Li gor Lûqa 6:22, 23, şagirtên Îsa Mesîh çima dikarin li gel tengasiyan dilxweş bin?

6 Hin kes difikirin ku bes eger siheta wan baş be, pereyê wan pir be û malbata wan bihizûr be, ewê dilşad bin. Lê belê, dilxweşiya ku Aqûb behsa wê dikir, pareke “berê Ruh” e û bi hal û rewşa me ve girêdayî nîne (Galatî 5:22). Şagirtên Îsa Mesîh dilxweş û dilşad in ji ber ku ew wî dişopînin û dizanin ku Yehowa ji wan razî ye (Lûqa 6:22, 23 bixwîne; Kolosî 1:10, 11). Wek alava ku di hundirê fenerekê de tê parastin ku venemire, ev dilxweşî di dilê şagirtên Îsa Mesîh de dişewite. Gava siheta wan xera dibe yan pereyê wan namîne, ev dilxweşî venamire. Wekî din, muxalefet û qerfên mirovên din nikarin vê alavê vemirînin. Bi ser de, gava muxalif dikin ku vê alavê vemirînin, ev alav hê jî gurtir dibe. Wexta ku em seba baweriya xwe rastî tengasiyan tên, ev yek îsbat dike ku em bi rastî şagirtên Îsa Mesîh in (Metta 10:22; 24:9; Yûhenna 15:20). Loma, Aqûb wisa nivîsî: “Birayên min, kengê hûn bikevin ceribandinên cûr bi cûr, vê yekê şahiyeke temam hesab bikin” (Aqûb 1:2).

Tengasî çawa dişibe agirê hesinger? (Li paragrafa 7an binêre) b

7-8. Baweriya me ji tengasiyan çawa feydeyê distîne?

7 Aqûb behsa sebebeke din jî kir ku şagirtên Îsa Mesîh çima hazir in ku li hemberî tengasiyên giran jî sebat bikin. Wî got: “Ceribandina baweriya we ragirtinê pêk tîne” (Aqûb 1:3). Ceribandin û tengasî wek agirê hesinger e. Gava şûrek di êgir de tê sorkirin û paşê di avê de tê sarkirin, şûr serttir dibe. Mîna vê, gava em li hemberî tengasiyan sebat dikin, baweriya me xurttir dibe. Loma, Aqûb wisa nivîsî: “Bila ragirtin karê xwe temam bike, da ku hûn bibin mirovên temam û gihîştî û di tiştekî de kêmahiya we tune be” (Aqûb 1:4). Wexta ku em dibînin ku tengasiyên me baweriya me xurttir dikin, em dikarin li hemberî wan bi dilxweşî sebat bikin.

8 Nameya Aqûb bala me dikişîne ser hin zehmetên ku dikarin dilxweşiya me xera bikin. Gelo ev problem çi ne, û em çawa dikarin serî bi wan re derxînin?

GEREK EM ÇI BIKIN KU DILXWEŞIYA XWE WINDA NEKIN?

9. Em çima hewceyî hîkmetê ne?

9 Problem: Tu nizanî ku çi bikî. Gava em dikevin tengasiyê, gerek em ji Yehowa alîkariyê bixwazin, da ku em qerarên baş bidin, ên ku li dilê wî xweş tên, ji bo xwişk û birayên me bifeyde ne, û alî me dikin ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin (Yêremya 10:23). Ji bo ku em bizanibin ku çi bikin û ji muxalifan re çi bibêjin, em hewceyî hîkmetê ne. Eger em nizanin ku çi bikin, em dikarin cesaret û dilxweşiya xwe zû winda bikin.

10. Li gor Aqûb 1:5, gerek em çi bikin ji bo ku em hîkmetê bistînin?

10 Çare: Ji Yehowa hîkmetê bixwaze. Ji bo ku em bi dilxweşî li hemberî tengasiyan sebir bikin, gerek em ewilî ji Yehowa hîkmetê bixwazin, da ku em karibin qerarên baş bidin (Aqûb 1:5 bixwîne). Eger em difikirin ku Yehowa cewaba duaya me hê nedaye, gerek em çi bikin? Gerek em dev ji duakirinê bernedin. Gava em bi dewamî ji Yehowa hîkmetê dixwazin, ew ji me aciz nabe û hêrs nakeve. Eger em ji bo hîkmetê dua bikin, da ku em karibin li hemberî tengasiyan sebir bikin, Bavê meyî ezmanî wê “bi camerî” hîkmetê bide me (Zebûr 25:12, 13). Ew tengasiyên me dibîne, dilê wî bi me dişewite, û ew her tim hazir e ku alî me bike. Ma ev yek dilê me şa nake? Lê belê, pirseke din jî tê meydanê: Gelo Yehowa çawa hîkmetê dide me?

11. Wekî din, gerek em çi bikin ku hîkmetê bistînin?

11 Yehowa bi destê Kitêba Pîroz hîkmetê dide me (Methelokên Silêman 2:6). Ji bo ku em vê hîkmetê bistînin, gerek em Kitêba Pîroz û weşanên li ser Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Helbet ne bes e ku em tenê zanîna xwe zêde bikin. Gerek em guh bidin şîretên Xwedê û li gor hîkmeta wî bijîn. Aqûb wisa nivîsî: “Nebin yên ku tenê peyvê dibihîzin, lê peyvê bînin cih” (Aqûb 1:22). Her ku em li gor şîretên Xwedê hereket bikin, emê bibin mirovên hê aştîhez, maqûl û dilrehm (Aqûb 3:17). Ev sifet wê alî me bikin ku em li gel tengasiyan dilxweşiya xwe winda nekin.

12. Çima muhîm e ku em Kitêba Pîroz rind lêkolîn bikin?

12 Mîna neynikekê, Peyva Xwedê alî me dike ku em tê derxin ku kêmasiyên me çi ne û li ser wan bixebitin (Aqûb 1:23-25). Mesela, gava em Peyva Xwedê lêkolîn dikin, dibe ku em fehm bikin ku gerek em hêrsa xwe kontrol bikin. Bi alîkariya Yehowa, em hîn dibin ku li hemberî mirov yan problemên ku dikarin hêrsa me rakin, sernerm bimînin. Sernermî alî me dike ku em li hemberî zehmetan serwext bimînin û qerarên baş bidin (Aqûb 3:13). Belê, pir muhîm e ku em Kitêba Pîroz rind lêkolîn bikin!

13. Wê çima baş be ku em serpêhatiyên ku li Kitêba Pîroz hatine qeyd kirin, lêkolîn bikin?

13 Carinan, em ancax piştî ku me şaşiyek kiriye fehm dikin ku gerek em çi bikin û çi nekin. Lê belê, ev rê ne riyeke baş e. Riyeke baştir ev e ku em ji serkeftin û şaşiyên kesên din dersan bigirin û hîkmetê bistînin berî ku em serê xwe bixin belayê. Ji ber vê yekê, Aqûb em teşwîq kirin ku em bala xwe bidin serpêhatiyên kesên wek Birahîm, Rexab, Eyûb û Êlyas (Aqûb 2:21-26; 5:10, 11, 17, 18). Van xizmetkarên dilsoz ên Yehowa li hemberî tengasiyan sebir dikir û dilxweşiya xwe winda nedikir. Emsalên wan rêyî me didin ku bi alîkariya Yehowa, em jî dikarin li hemberî tengasiyan sebir bikin û dilxweşiya xwe xwedî bikin.

14-15. Çima muhîm e ku em ji şikên xwe bifilitin?

14 Problem: Hin şik ketine dilê te. Carinan dibe ku em gotineke Kitêba Pîroz rind fehm nakin. Yan jî dibe ku Yehowa bi awayê ku em hêvî dikin cewabê nade duayên me. Seba vê, şik dikarin bikevin dilê me. Eger em hay ji xwe nebin, ev şik dikarin baweriya me sist bikin û dostaniya me ya bi Yehowa re xera bikin (Aqûb 1:7, 8). Bi ser de, ew dikarin bibin sebeb ku em hêviya xwe winda bikin.

15 Pawlos hêviya me şiband lengerekî (Îbranî 6:19). Li dema firtoneyekê, lenger gemiyê qayîm digire, da ku ew nekeve ber pêlan û li zinaran nekeve. Lê belê, eger zincîra ku lenger digire biqete, qet feydeya lenger tune. Çawa ku zeng dikare zincîra lenger sist bike, şikên ku ji hiş û dilê me naçin dikarin baweriya me sist bikin. Li dema muxalefetê, şik dikarin baweriya me ku Yehowa wê sozên xwe bîne cih, sist bikin. Eger em baweriya xwe winda bikin, emê hêviya xwe jî winda bikin. Wek Aqûb got, “yê ku dudilî dibe, wek pêla deryayê ye ya ku ba lê dixe” (Aqûb 1:6). Ma mumkin e ku kesekî wisa dilxweşiya xwe biparêze?

16. Eger şikên me hebin, gerek em çi bikin?

16 Çare: Şikên xwe ji dilê xwe derxe, baweriya xwe qewî bike. Li rojên Êlyas pêxember, xizmetkarên Yehowa dudilî bûn. Êlyas ji wan re wisa got: “Hûnê heta kengê bêqerar bimînin? Eger Xwedayê rastîn Yehowa ye, bikevin pey wî, lê eger Baal e, bikevin pey wî!” (1. Qiralan 18:21, NWT). Îro jî, gerek em bêqerar nemînin. Ji bo ku em dudilî nebin, gerek em rind lêkolîn bikin û ji xwe re îsbat bikin ku Xwedayê rastîn Yehowa ye, ku Kitêba Pîroz Peyva wî ye û ku Şahidên Yehowa xizmetkarên wî ne (1. Selanîkî 5:21). Bi vî awayî, em dikarin ji şikên xwe bifilitin û baweriya xwe qewîtir bikin. Eger ji me re alîkarî lazim e ku em ji şikên xwe bifilitin, em dikarin bi kalên civatê re xeber bidin. Belê, ji bo ku em bi dilxweşî ji Yehowa re xizmetê bikin, gerek em zû bikevin hereketê.

17. Eger em cesareta xwe winda bikin, çi wê biqewime?

17 Problem: Bêcesaretî. Peyva Xwedê wisa dibêje: “Eger tu cesareta xwe li roja tengasiyê winda bikî, qeweta te wê kêm be” (Methelokên Silêman 24:10, NWT). Eger tu cesareta xwe winda bikî, tuyê dilxweşiya xwe jî zû winda bikî.

18. Peyva “ragirtin” tê çi maneyê?

18 Çare: Bi Yehowa bawer be ku ewê qewetê bide te. Cesaret ji me re lazim e, da ku em karibin li hemberî tengasiyan ragirin (Aqûb 5:11). Peyva “ragirtin”, a ku Aqûb bi kar anî, tê maneya kesekî ku li cihê xwe saxlem disekine. Mesela, leşkerekî ku li hemberî hicûma dijminan saxlem disekine û nareve, bîne ber çavê xwe.

19. Em dikarin ji emsala Pawlosê şandî çi hîn bibin?

19 Pawlosê şandî ji aliyê cesaret û ragirtinê ve emsaleke baş bû. Carinan, wî jî xwe zeîf hîs dikir. Lê ji ber ku wî xwe dispart qeweta ku wî ji Yehowa distend, wî dikaribû sebat bike (2. Korîntî 12:8-10; Filîpî 4:13). Eger em bi dilnizmî qebûl bikin ku em hewceyî alîkariya Yehowa ne, em jî dikarin vê qewet û cesaretê bi dest bixin (Aqûb 4:10).

NÊZIKÎ XWEDÊ BIBE Û DILXWEŞIYA XWE XWEDÎ BIKE

20-21. Em dikarin ji çi emîn bin?

20 Gava em rastî tengasiyan tên, gerek em nefikirin ku Yehowa me ceza dike. Aqûb wisa got: “Gava ku tê ceribandin, bila tu kes nebêje: ‘Ez ji aliyê Xwedê ve têm ceribandin.’ Çimkî Xwedê bi tiştên xerab nayê ceribandin û ew bi xwe jî tu kesî naceribîne” (Aqûb 1:13). Eger em bi vê rastiyê bawer bin, emê xwe hê jî nêziktirî Bavê xweyî dilovan hîs bikin (Aqûb 4:8).

21 Yehowa tu car naguhere (Aqûb 1:17). Gava şagirtên Îsa Mesîh, ên ku li sedsala yekê dijiyan, rastî tengasiyan dihatin, Xwedê piştgiriya wan dikir, û ewê alî me jî bike. Ji dil ji Yehowa re dua bike ku ew hîkmet, bawerî û cesareta te zêde bike. Bawer be ku ewê guh bide duayên te. Loma, emîn be ku ewê alî te bike ku tu li hemberî tengasiyan bi dilxweşî sebat bikî!

KILAM 128 Heta Dawiyê Dilsoz Bimîne

a Nameya Aqûb rêyî me dide ku gava em rastî tengasiyan tên, em dikarin çi bikin. Ev meqale wê bala me bikişîne ser hin şîretên Aqûb. Bi saya van tewsiyeyan, emê bikaribin li gel zehmetan bi dilxweşî ji Yehowa re xizmetê bikin.

b RESIM: Birayek li ber çavê pîrek û qîza xwe ji aliyê polîsan ve tê girtin. Gava birayê me li hebsê ye, xwişk û birayên civatê tevî pîrek û qîza wî îbadeta malbatê derbas dikin. Dayik û qîz gelek caran ji Yehowa qewetê dixwazin, da ku ew karibin li hemberî vê tengasiyê sebir bikin. Yehowa hizûr û cesaretê dide wan. Di netîceyê de, baweriya wan xurttir dibe, loma ew dikarin bi dilxweşî sebat bikin.