Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 11

Em Çawa Dikarin ji Kitêba Pîroz Qewetê Bistînin?

Em Çawa Dikarin ji Kitêba Pîroz Qewetê Bistînin?

“Ji berê ve her çi hatibe nivîsîn, ji bo perwerdebûna me hatiye nivîsîn, da ku bi sebir û bi handana Nivîsarên Pîroz hêviya me hebe” (ROMAYÎ 15:4).

KILAM 94 Em ji bo Peyva Xwedê Şikurdar in

PÊŞGOTIN a

1. Hin xizmetkarên Yehowa rastî çi cure tengasiyan tên?

 GELO tengasiyên te hene? Belkî xwişk yan birayekî dilê te êşandiye (Aqûb 3:2). Yan jî, dibe ku hevalkar yan hevaldersên te qerfên xwe bi te dikin ji ber ku tu xizmetkarekî Yehowa yî (1. Petrûs 4:3, 4). Belkî hin merivên te naxwazin ku tu herî civînan yan ji kesên din re behsa baweriya xwe bikî (Metta 10:35, 36). Gava tengasiyên me yên giran hene, carinan pir zor e ku em dilsoz bimînin. Lê belê, em dikarin bawer bin ku çi tengasiyên me hebin jî, Yehowa wê hîkmet û qewetê bide me ku em sebir bikin.

2. Li gor Romayî 15:4, xwendina Kitêba Pîroz dikare li ser me çawa tesîr bike?

2 Di Kitêba Pîroz de, Yehowa nîşanî me dide ku mirovên qisûrdar çawa li hemberî tengasiyên giran dilsoz diman. Wek Pawlosê şandî nivîsîbû, Yehowa dixwaze ku em ji serpêhatiyên wisa dersan bistînin (Romayî 15:4 bixwîne). Xwendina van serpêhatiyan dikare teselî û hêviyê bide me. Lê belê, ji bo ku em bi rastî feydeyê bistînin, ne bes e ku em Kitêba Pîroz tenê bixwînin. Gerek em îznê bidin ku Nivîsarên Pîroz li ser fikrên me tesîr bikin û dilê me bigirin. Eger problemeke me hebe, gelo em dikarin çi bikin? Ji bo ku em rêberiya baş bistînin, gerek em (1) dua bikin, (2) serpêhatiyên ku em dixwînin xeyal bikin, (3) kûr bifikirin û (4) tiştên ku em hîn dibin pêk bînin. Niha emê şêwir bikin ku em çawa dikarin ji van gavan feydeyê bistînin. b Paşê, emê bi alîkariya van gavan bala xwe bidin hin serpêhatiyên Dawid Padîşah û Pawlosê şandî.

1. DUA BIKE

Berî ku tu dest bi xwendina Kitêba Pîroz bikî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu ji xwendinê feydeyê bistînî (Li paragrafa 3yan binêre)

3. (a) Berî ku tu dest bi xwendina Kitêba Pîroz bikî, wê baş be ku tu çi bikî? (b) Li gor ayetên nîşankirî, ev yek çima muhîm e?

3 (1Dua bike. Berî ku tu dest bi xwendina Kitêba Pîroz bikî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu ji xwendinê feydeyê bistînî. Mesela, eger problemeke te hebe û tu nizanî ku vê problemê çawa safî bikî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu prensîpên bifeyde bibînî, yên ku dikarin rêberiya te bikin (Filîpî 4:6, 7; Aqûb 1:5).

2. XEYAL BIKE

Gava tu li Kitêba Pîroz di heqê kesekî de dixwînî, xwe li şûna wî deyne (Li paragrafa 4an binêre)

4. Em çawa dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bistînin?

4 (2Xeyal bike. Ev yek ku em dikarin tiştan xeyal bikin, hediyeyeke ji Xwedê ye. Gava tu li Kitêba Pîroz di heqê kesekî de dixwînî, halê wî xeyal bike. Xwe li şûna wî deyne û bîne ber çavê xwe ku wî çi didît û çi hîs dikir. Ev yek wê alî te bike ku tu ji xwendina Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bistînî.

3. KÛR BIFIKIRE

Li ser ayetên ku tu dixwînî kûr bifikire û tê derxe ku gotinên wan ji bo te çima muhîm in (Li paragrafa 5an binêre)

5. Em çawa dikarin kûr bifikirin, û ev yek çima muhîm e?

5 (3Kûr bifikire. Li ser ayetên ku tu dixwînî kûr bifikire û tê derxe ku ew ji bo te çima bifeyde ne. Ev yek wê alî te bike ku tu mijarê baştir fehm bikî. Gelo çawa? Bîne ber çavê xwe ku tu dixwazî xwarineke xweş çêkî. Ne bes e ku hemû malzeme hebin. Lazim e ku tu malzemeyan bi awayekî rast bi kar bînî. Mîna vê, ji bo ku tu ji gotinên Kitêba Pîroz feydeyê bistînî, gerek tu li ser wan kûr bifikirî û wan bi hev ve girêdî. Ji bo fikirîna kûr, ji xwe hin pirsan bipirse û li ser cewabên wan bifikire, mesela: “Mirovê ku serpêhatî behsa wî dike çi kir ku problema xwe safî bike? Yehowa çawa alî wî kir? Dersên ku min ji vê serpêhatiyê standine çawa dikarin alî min bikin ku ez li hemberî tengasiyan dilsoz bimînim?”

4. PÊK BÎNE

Tiştên ku tu hîn dibî bi kar bîne, da ku qerarên te baştir bin, hizûr bikeve dilê te û baweriya te xurttir bibe (Li paragrafa 6an binêre)

6. Çima muhîm e ku em tiştên ku em hîn bûne pêk bînin?

6 (4Pêk bîne. Îsa Mesîh gotibû ku eger em tiştên ku em hîn dibin pêk neynin, emê bişibin mirovekî ku xaniyê xwe li ser qûmê ava dike. Ew her çi qas xîret bike jî, keda wî badîhewa ye. Gelo çima? Çimkî eger firtone û sêlav li xaniyê wî bikeve, xanî wê hilweşe (Metta 7:24-27). Mîna vê, eger em dua bikin, xeyal bikin û kûr bifikirin, lê tiştên ku em hîn bûne pêk neynin, keda me wê badîhewa be. Hingê gava em rastî zilm yan tengasiyan bên, emê nikaribin dilsoz bimînin. Ji aliyê din ve, eger em lêkolînê bikin û tiştên ku em hîn bûne pêk bînin, emê qerarên baştir bidin, hizûr wê bikeve dilê me, û baweriya me wê xurttir bibe (Îşaya 48:17, 18). Ka em bibînin ku em bi saya van çar gavan ji serpêhatiyeke Dawid Padîşah dikarin çi dersan bistînin.

EM DIKARIN JI DAWID PADÎŞAH ÇI HÎN BIBIN?

7. Niha emê li serpêhatiya kê binêrin?

7 Qet dost yan merivekî te dilê te êşandiye? Wek emê niha bibînin, tiştekî wisa hatibû serê Dawid Padîşah jî. Kurê wî Abşalom li wî îxanet kir û dixwest padîşahiyê ji destê wî bigire (2. Samûyêl 15:5-14, 31; 18:6-14). Gelo tu dikarî ji vê serpêhatiyê çi dersan bistînî?

8. Tu çawa dikarî alîkariya Yehowa bistînî?

8 (1Dua bike. Wek Dawid Padîşah, dilê xwe ji Yehowa re veke û ji wî re bibêje ku tu çima xemgîn î (Zebûr 6:6-9). Paşê, ji Yehowa rica bike ku ew alî te bike ku tu prensîpên bifeyde bibînî, yên ku dikarin rêberiya te bikin.

9. Çi hatibû serê Dawid?

9 (2Xeyal bike. Serpêhatiya Dawid bîne ber çavê xwe. Kurê wî Abşalom bi gelek salan bi durûtî xwe li ber xelkê şîrin dikir (2. Samûyêl 15:7). Gava ew difikirî ku wext êdî gihîştiye, wî casûsên xwe şandin çar goşeyên welêt, da ku ew mirovan hazir bikin ku ew wî wek padîşah qebûl bikin. Bi ser de, wî şêwirmendekî Dawid ê bi navê Ahîtofel jî xapand ku ew piştgiriya wî bike û li hemberî Dawid serî hilde. Piştî ku Abşalom xwe wek padîşah îlan kir, wî hewl da ku bavê xwe bikuje. Bi ser de, wisa tê fehmkirin ku Dawid li wê demê nexweş bû (Zebûr 41:1-9). Gava Dawid plana Abşalom bihîst, ew ji Orşelîmê reviya. Paşê, ordiya Abşalom bi ordiya Dawid Padîşah re şer kir û bin ket, û Abşalom hat kuştin.

10. Gava Dawid Padîşah rastî tengasiyan hat, wî çi nekir?

10 Bîne ber çavê ku Dawid Padîşah seba van tengasiyan çi qas xemgîn bû. Wî ji kurê xwe Abşalom hez dikir û îtibara xwe bi şêwirmendê xwe Ahîtofel dianî. Lê belê, wan her diduyan jî li wî îxanet kir. Wan dilê wî pir êşand, û bi ser de, wan dixwest wî bikujin. Dîsa jî, Dawid îtibara xwe bi dost û hevalên xwe yên din winda nedikir û nedifikirî ku her kes bûye dijminê wî. Wekî din, wî tenê bala xwe nedida menfaeta xwe û bi tena serê xwe ji welêt nereviya. Belê, Dawid cesareta xwe winda nekir, lê serî bi tengasiyan re derxist. Gelo çawa?

11. Gava serê Dawid ket belayê, wî çi kir?

11 (3Kûr bifikire. Gelo serpêhatiya Dawid Padîşah bala te dikişîne ser kîjan prensîpan? Ji xwe bipirse: “Dawid çi kir ku problema xwe safî bike?” Dawid nediket panîkê û bi lez qerar nedida. Ji aliyê din ve, wî seba tirsê qerarên muhîm nediavêtin paş. Wî hem ji Yehowa hem ji dostên xwe alîkarî xwest. Piştî ku wî qerar da, ew zû ket hereketê. Dawid her çi qas xemgîn bû jî, wî îzin nedida ku dilê wî bi nefretê ve tije be. Wekî din, wî baweriya xwe ya bi Yehowa û bi dostên xwe winda nedikir.

12. Yehowa çawa alî Dawid kir?

12 Gelo Yehowa çawa alî Dawid Padîşah kir? Kitêba Pîroz nîşan dide ku Yehowa qewet da Dawid, da ku ew karibe li hemberî vê tengasiyê sebir bike (Zebûr 3:1-8; sernivîs). Yehowa qerarên Dawid bibekeret kirin û alî dostên Dawid ên dilsoz kir.

13. Eger kesekî dilê te pir êşandibe, tu çawa dikarî Dawid Padîşah ji xwe re emsal bigirî? (Metta 18:15-17)

13 (4Pêk bîne. Ji xwe bipirse: “Ez çawa dikarim Dawid Padîşah ji xwe re emsal bigirim?” A yekê, wê baş be ku tu zû bikevî hereketê û problema xwe safî bikî. Eger lazim be, tu dikarî li gor şîreta ku li beşa 18an a kitêba Metta nivîsî ye, hereket bikî (Metta 18:15-17 bixwîne). Lê belê, di hêrsê de zû bi zû qeraran nede. Ji Yehowa rica bike ku ew dilrihetî û hîkmetê bide te, da ku tu karibî qerarên baş bidî. Îtibara xwe bi dostên xwe winda neke, û alîkariya wan red neke (Methelokên Silêman 17:17). Ji her tiştî zêdetir jî, guh bide şîretên ku Yehowa bi navgîniya Peyva xwe dide te (Methelokên Silêman 3:5, 6).

EM DIKARIN JI PAWLOSÊ ŞANDÎ ÇI HÎN BIBIN?

14. Gotinên li 2. Tîmotêyos 1:12-16; 4:6-11, 17-22 dikarin cesaretê bidin kê?

14 Gelo maliyên te muxalefetê li te dikin? Yan jî, gelo fealiyetên Şahidên Yehowa li welatê te hatine qedexekirin? Eger wisa ye, gotinên li 2. Tîmotêyos 1:12-16 û 4:6-11, 17-22, ên ku Pawlos li hebsê nivîsîbûn, dikarin cesaretê bidin te. c

15. Tu dikarî ji Yehowa çi rica bikî?

15 (1Dua bike. Berî ku tu van ayetan bixwînî, bi zelalî ji Yehowa re behsa problema xwe bike û ji wî re bibêje ku ev problem çawa li ser te tesîr dike. Paşê, ji Yehowa rica bike ku ew alî te bike ku tu ji serpêhatiya Pawlos hîn bibî ku çawa serî bi tengasiyên xwe re derxînî.

16. Çi hatibû serê Pawlos?

16 (2Xeyal bike. Halê Pawlosê şandî bîne ber çavê xwe. Ew li Romayê li hebsê bû û bi zincîran girêdayî bû. Ew berê jî ketibû hebsê, lê îcar, wî dizanibû ku ewê bê îdamkirin. Hin hevalên wî ew terk kir, û ew bêtaqet ma (2. Tîmotêyos 1:15).

17. Pawlosê şandî dikaribû çi bikira?

17 Pawlosê şandî dikaribû seba qerarên xwe poşman bûya û bifikiriya ku eger ew şagirtê Îsa Mesîh nebûya, ewê nehata avêtin hebsê. Wî dikaribû li mirovên li herêma Asyayê, yên ku ew terk kiribû, hêrs biketa û îtibara xwe bi dostên xwe yên din winda bikira. Lê belê, Pawlos wisa nekir. Gelo çi alî wî kir ku ew bawerî û hêviya xwe xwedî bike?

18. Pawlos çawa serî bi tengasiya xwe re derxist?

18 (3Kûr bifikire. Li ser vê pirsê bifikire: “Gava Pawlosê şandî rastî tengasiyan hat, wî çi kir?” Gava ew li ber mirinê bû, Pawlos dîsa jî ji bîr nedikir ku tiştê herî muhîm ev e ku ew rûmetê bide Yehowa. Wekî din, ew difikirî ku ew çawa dikare kesên din teşwîq bike. Wî xwe dispart Yehowa û “hergav şev û roj” dua dikir (2. Tîmotêyos 1:3). Wî bi zêdeyî bala xwe nedida kesên ku ew terk kiribû, lê seba desteka dostên xwe yên dilsoz şikurdar bû. Wekî din, Pawlosê şandî Peyva Xwedê bi dewamî lêkolîn dikir (2. Tîmotêyos 3:16, 17; 4:13). A herî muhîm jî, ew bawer bû ku Yehowa û Îsa Mesîh ji wî hez dikin. Belê, wan ew terk nedikir, û Pawlos dizanibû ku ewê xelata xwe bistîne.

19. Yehowa çawa alî Pawlos dikir?

19 Yehowa bi navgîniya Hagabos pêxember ji berê ve ji Pawlos re gotibû ku ji ber ku ew şagirtê Îsa Mesîh e, ewê zilmê bibîne (Karên Şandiyan 21:11-13). Gelo Yehowa çawa alî Pawlos dikir? Wî cewab da duayên Pawlos, û wî bi dewamî qewet dida wî (2. Tîmotêyos 4:17). Ji Pawlos re hat gotin ku ewê bigihîje xelata xwe. Wekî din, Yehowa bi destê dostên dilsoz ên Pawlos alî wî dikir.

20. Em çawa dikarin baweriya Pawlos, a ku wî li Romayî 8:38, 39 eyan kir, ji xwe re bikin emsal?

20 (4Bi kar bîne. Ji xwe bipirse: “Gelo ez çawa dikarim Pawlosê şandî ji xwe re emsal bigirim?” Wek Pawlos, gerek em hazir bin ku seba baweriya xwe zilmê bibînin (Marqos 10:29, 30). Ji bo ku em li hemberî tengasiyan dilsoz bimînin, gerek em bi dewamî ji wî re dua bikin û Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Gerek em tu caran ji bîr nekin ku yek ji tiştên herî muhîm ev e ku em rûmetê bidin Yehowa. Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê me tu caran terk neke û tu tişt nikare me ji hezkirina wî biqetîne (Romayî 8:38, 39 bixwîne; Îbranî 13:5, 6).

JI SERPÊHATIYÊN KESÊN DILSOZ HÎN BIBE

21. Çi alî Aya û Hector kir ku ew serî bi tengasiyên xwe re derxînin?

21 Hal û rewşa me her çi be jî, em dikarin ji serpêhatiyên kesên dilsoz, ên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike, qewet û cesaretê bistînin. Mesela, serpêhatiya Ûnis alî xwişkeke Japonî ya bi navê Aya kir ku ew ji xizmeta umûmî netirse. Serpêhatiya Rûtê daxwaza xortekî Endonezyayî yê bi navê Hector – ê ku dê û bavê wî Şahidên Yehowa nînin – zêde kir ku ew di heqê Yehowa de hîn bibe û ji wî re xizmet bike.

22. Tu çawa dikarî ji serpêhatiyên ji Kitêba Pîroz feydeyê bistînî?

22 Li ser jw.org û li weşanên me, tu dikarî gelek serpêhatiyên ji Kitêba Pîroz bibînî. Vîdeo, qeydên deng, kitêb û kovarên me dikarin alî te bikin ku tu van serpêhatiyan xeyal bikî û ji wan qewet û cesaretê bistînî. d Berî ku tu dest bi xwendin, guhdayîn yan temaşekirinê bikî, dua bike ku Yehowa alî te bike ku tu nuqteyên bifeyde bibînî. Kûr bifikire ku gava xizmetkarên Yehowa yên berê rastî tengasiyan dihatin, wan çi kir û Yehowa çawa alî wan kir. Tê derxe ku tu çawa dikarî hin dersên ji van serpêhatiyan di jiyana xwe de bi kar bînî. Ji bo alîkariya Yehowa şikurdar be. Kesên din teşwîq û destek bike û bi vî awayî şikurdariya xwe nîşan bide.

23. Li gor Îşaya 41:10, 13, Yehowa wê çawa alî me bike?

23 Ji ber ku dinya di bin kontrola Îblîs de ye, jiyan carinan pir zehmet e (2. Tîmotêyos 3:1). Lê belê, ne lazim e ku em bi zêdeyî bitirsin. Yehowa halê me rind dizane. Wî soz daye ku eger em bikevin jî, ewê me bi destê xweyî rastê bigire (Îşaya 41:10, 13 bixwîne). Belê, em dikarin emîn bin ku Xwedê wê alî me bike. Tengasiyên me her çi bin jî, em dikarin ji Kitêba Pîroz qewetê bistînin, da ku em karibin sebir bikin û ji Yehowa re dilsoz bimînin.

KILAM 96 Kitêba Pîroz Xezîne ye

a Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku Yehowa ji xizmetkarên xwe hez dike û alî wan dike ku ew li hemberî tengasiyan dilsoz bimînin. Ev meqale wê rêyî me bide ku em çawa dikarin ji lêkolîna Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bistînin.

b Metoda lêkolînê, ya ku li vê meqaleyê tê nîşandayîn, tenê yek ji gelek metodan e. Ji bo pêşniyazên din, li meqaleya “Hezkirina Xwedê û Cîranan – Em Çawa Dikarin vê Hezkirinê Bînin Meydanê?” binêre (Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike, Adar 2018, rûp. 8).

c Van ayetan li dema Lêkolîna Birca Çavdêriyê li civatê nexwîne.

d Mesela, li ser jw.org (bi zimanê Îngilîzî), here BIBLE TEACHINGS > FAITH IN GOD > IMITATE THEIR FAITH—MEN AND WOMEN IN THE BIBLE.