Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 13

Gelo Yehowa Me Çawa Diparêze?

Gelo Yehowa Me Çawa Diparêze?

“Xudan dilsoz e, ewê we qayîm bike û ji yê Xerab biparêze” (2. SELANÎKÎ 3:3).

KILAM 124 Dilsoz Be

PÊŞGOTIN a

1. Îsa Mesîh çima ji Yehowa rica kir ku ew şagirtên wî biparêze?

 LI ŞEVA dawîn berî mirina xwe, Îsa Mesîh li ser zehmetên ku şagirtên wî wê rastî wan bihatana, difikirî. Ji ber ku Îsa Mesîh ji dostên xwe hez dikir, wî ji Bavê xwe rica kir ku bila ew ‘wan ji Yê Xerab biparêze’ (Yûhenna 17:14, 15). Îsa Mesîh dizanibû ku piştî ku ewê vegere ezmanan, Îblîs wê zilmê li xizmetkarên Yehowa bike. Loma, şagirtên Îsa Mesîh hewceyî parastinê ne.

2. Em çima dikarin bawer bin ku Yehowa wê guh bide duayên me?

2 Ji ber ku Yehowa ji Îsa Mesîh hez dike, wî guh da vê duaya wî. Eger em jî çi ji destê me tê bikin ku dilê Yehowa şa bikin, ewê ji me jî hez bike, û gava em rica bikin ku ew alî me bike û me biparêze, ewê guh bide duayên me. Wek bavekî dilovan, Yehowa xema zarokên xwe dixwe. Bi vî awayî, Yehowa navê xwe jî diparêze.

3. Em çima hewceyî parastinê ne?

3 Îro, em gelekî hewceyî parastinê ne, çimkî Îblîs ji ezmên hatiye avêtin û “bi xezebeke mezin” daketiye dinyayê (Peyxam 12:12). Ew hin kesan dide bawerkirin ku gava ku ew zilmê li me dikin, ew “xizmetê ji Xwedê re” dikin (Yûhenna 16:2). Hin kesên ku bi Xwedê bawer nakin jî zilmê li me dikin ji ber ku em ne wek mirovên vê dinyayê ne. Lê çi dibe bila bibe, ne lazim e ku em bitirsin. Gelo çima? Çimkî Peyva Xwedê wisa dibêje: “Xudan dilsoz e, ewê we qayîm bike û ji yê Xerab biparêze” (2. Selanîkî 3:3). Gelo Yehowa me çawa diparêze? Niha emê cewaba vê pirsê bistînin.

ÇEKÊN XWEDÊ

4. Li gor Efesî 6:13-17, Yehowa me bi saya çi diparêze?

4 Yehowa hin çekên ruhî tedarek kirine, yên ku dikarin me ji hicûmên Îblîs biparêzin (Efesî 6:13-17 bixwîne). Ev çekên ruhî pir qewî û tesîrdar in! Lê belê, ji ber ku em ji wan feydeyê bistînin, gerek em wan li xwe bikin û ji xwe nekin. Niha emê bibînin ku her yek ji van çekan tê çi maneyê.

5. Kemera rastiyê çi ye, û çima muhîm e ku em pişta xwe bi rastiyê bipêçin?

5 Kemera rastiyê rastiyên Kitêba Pîroz temsîl dike. Gelo çima muhîm e ku em pişta xwe bi rastiyê bipêçin? Çimkî Îblîs “bavê derewan e” (Yûhenna 8:44). Wî bi hezaran salan derew kirine û “hemû dinya xapandiye” (Peyxam 12:9). Lê belê, rastiyên Kitêba Pîroz me çawa diparêzin, da ku em neyên xapandin? Gelo em çawa dikarin pişta xwe bi vê kemera sembolîk bipêçin? Ji bo vê, gerek em rastiya di heqê Yehowa de hîn bibin, “bi ruh û bi rastiyê” ji wî re îbadetê bikin û di her tiştî de durist bin (Yûhenna 4:24; Efesî 4:25; Îbranî 13:18).

Kemer: Rastiyên Peyva Xwedê

6. Zirxê rastdariyê çi ye, û çima muhîm e ku em vî zirxî li xwe bikin?

6 Zirxê rastdariyê qanûnên Yehowa temsîl dike. Gelo çima lazim e ku em vî zirxî li xwe bikin? Çawa ku zirx dilê leşker diparêze, zirxê rastdariyê dilê me ji bandorên xerab ên vê dinyayê diparêze (Methelokên Silêman 4:23). Yehowa dixwaze ku em “bi hemû dilê xwe” ji wî hez bikin (Metta 22:36, 37). Loma, Îblîs dixwaze li ser dilê me bandor bike, da ku em ji tiştên ku dinya pêşkêşî me dike, yên ku Yehowa ji wan nefret dike, hez bikin (Aqûb 4:4; 1. Yûhenna 2:15, 16). Gava Îblîs bi vê metodê nikare me bixapîne, ew zordariyê li me dike, da ku em qanûnên Yehowa binpê bikin.

Zirx: Qanûnên rast ên Yehowa

7. Em çawa dikarin zirxê rastdariyê li xwe bikin?

7 Gava em qebûl dikin ku bi dîtina Yehowa çi rast e û çi nerast e û li gor qanûnên wî dijîn, em nîşan didin ku me zirxê rastdariyê li xwe kiriye (Zebûr 97:10). Hin kes belkî difikirin ku qanûnên Yehowa azadiya me kêm dikin. Lê belê, eger em li gor prensîpên Kitêba Pîroz nejîn, emê bişibin leşkerekî ku li dema şer zirxê xwe ji xwe dike ji ber ku ew difikire ku zirx bi zêdeyî giran e. Ev yek wê tiştekî pir bêaqil bûya, ne wisa ye? Ji bo yên ku ji Yehowa hez dikin, qanûnên wî giran nînin. Ew fehm dikin ku qanûnên Yehowa wan diparêzin (1. Yûhenna 5:3).

8. Çima muhîm e ku em her tim hazir bin ku mizgînê belav bikin?

8 Wekî din, Pawlos gotibû ku gerek lingên me ji bo îlankirina mizgîna aştiyê hazir bin. Yanî, gerek em her tim hazir bin ku ji mirovan re behsa mizgîna Padîşahiyê bikin. Wexta ku em di heqê Kitêba Pîroz de sohbetê dikin, baweriya me qewîtir dibe. Li seranserê dinyayê, xizmetkarên Yehowa li fersendan digerin ku mizgînê belav bikin – li cihê îş, li mektebê, mal bi mal, li dema kirîn û firotinê, ji merivên xwe re û gava ew nikarin ji malê derkevin. Eger em bitirsin û dev ji belavkirina mizgînê berdin, emê bişibin leşkerekî ku çaroxên xwe li dema şer ji xwe dike. Eger ew wisa bike û lingên wî birîndar bibin, ewê êdî nikaribe li gor emrên fermandar şer bike.

Çarox: Hazirbûna ji bo belavkirina mizgînê

9. Çima muhîm e ku em mertalê baweriyê hildin?

9 Mertalê baweriyê baweriya me temsîl dike. Em bawer dikin ku Yehowa wê hemû sozên xwe bîne cih. Ev bawerî alî me dike ku em “hemû tîrên agirî yên Yê Xerab bitemirînin”. Gelo çima lazim e ku em vê mertalê mezin bigirin? Çimkî ew me diparêze, da ku gotinên kesên ku li dijî rastiyê serî hildidin baweriya me sist nekin û qerfên mirovan cesareta me sist nekin. Gava mirov dixwazin me îqna bikin ku em qanûnên Yehowa binpê bikin, bê bawerî nabe ku em saxlem bisekinin. Ji aliyê din ve, her ku em li cihê îş yan li mektebê li gor qanûnên Yehowa hereket dikin, em mertalê xwe hildidin (1. Petrûs 3:15). Her ku em îşekî ku dikare ji xizmet û îbadeta me re bibe asteng, red dikin, em mertalê xwe hildidin (Îbranî 13:5, 6). Wekî din, her ku em li gel muxalefetê ji Yehowa re xizmet dikin, mertalê baweriyê me diparêze (1. Selanîkî 2:2).

Mertal: Baweriya me ya bi Yehowa û bi sozên wî

10. Kumzirxê xelasiyê çi ye, û çima muhîm e ku em vî kumzirxî li xwe bikin?

10 Kumzirxê xelasiyê hêviya ku Yehowa dide me temsîl dike – hêviya ku ewê me ji mirinê azad bike û ku ewê her kesê ku daxwaza wî pêk tîne, xelat bike (1. Selanîkî 5:8; 1. Tîmotêyos 4:10; Tîtos 1:1, 2). Çawa ku kumzirx serê leşker diparêze, hêviya xelasiyê hişê me diparêze. Gelo çawa? Ev hêvî alî me dike ku em bala xwe bidin sozên Xwedê û li hemberî probleman bi zêdeyî ber xwe nekevin. Ji bo ku em vî kumzirxî li xwe bikin, gerek em fikrên xwe li gor fikrên Xwedê eyar bikin. Mesela, gerek em “hêviya xwe bi dewlemendiya bê ewlehî ve girênedin, lê bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin” (Zebûr 26:2; 104:34; 1. Tîmotêyos 6:17).

Kumzirx: Hêviya jiyana herheyî

11. Şûrê ruh çi temsîl dike, û çima muhîm e ku em vî şûrî bi kar bînin?

11 Şûrê ruh Peyva Xwedê, yanî Kitêba Pîroz temsîl dike. Ev şûr dikare derewan jêke û mirovan ji bindestiya baweriyên sexte û adetên xerab bifilitîne (2. Korîntî 10:4, 5; 2. Tîmotêyos 3:16, 17; Îbranî 4:12). Bi destê lêkolîna şexsî û perwerdeya ku em ji teşkîlata Xwedê distînin, em dielimin ku vî şûrî bi hosteyî bi kar bînin (2. Tîmotêyos 2:15). Ji xeynî çekên ruhî, Yehowa tiştekî din jî dide me, yê ku me diparêze. Gelo çi?

Şûr: Peyva Xwedê, yanî Kitêba Pîroz

EM TENÊ NÎNIN!

12. Wekî din, em hewceyî çi ne, û çima?

12 Leşkerekî bitecrûbe rind dizane ku ew nikare bi tena serê xwe li dijî ordiyeke mezin bi ser bikeve. Ew dizane ku ew hewceyî alîkariya leşkerên din e. Mîna vê, em nikarin bi tena serê xwe li dijî Îblîs û alîgirên wî bi ser bikevin. Em hewceyî desteka xwişk û birayan in. Belê, Yehowa bi destê xwişk û birayên li seranserê dinyayê alî me dike (1. Petrûs 2:17).

13. Li gor Îbranî 10:24, 25, hin feydeyên civînan çi ne?

13 Ji bo ku em vê alîkariyê bistînin, gerek em herin civînan (Îbranî 10:24, 25 bixwîne). Gava ku em xwe sist hîs dikin, cesareta me bi saya civînan zêde dibe. Li civînan, em ji cewabên xwişk û birayan teşwîqê distînin. Gotar û pêşkêşiyên wan dikarin motîvasyonê bidin me ku em dev ji xizmeta Yehowa bernedin. Sohbetên berî û piştî civînan jî dikarin cesareta me zêde bikin (1. Selanîkî 5:14). Ji xeynî vê, civîn fersendê didin me ku em alî hevdû bikin, û ev yek dilê me şa dike (Karên Şandiyan 20:35; Romayî 1:11, 12). Belê, feydeyên civînan pir in. Bi saya civînan, em dikarin bibin mamosteyên baş. Mesela, em dielimin ku em çawa dikarin Hacetên Elimandinê bi hosteyî bixebitînin. Loma, ji bo civînan rind haziriyê bike. Li dema civînan rind guh bide. Piştî civînan perwerdeya ku te standiye bi kar bîne. Bi vî awayî tuyê bibî “leşkerekî qenc ê Mesîh Îsa” (2. Tîmotêyos 2:3).

14. Yehowa çawa alî me dike?

14 Bi ser de, bi milyonan melekên biqudret li kêleka me ne. Bîne ber çavê xwe ku tenê yek melek dikare çi bike! (Îşaya 37:36). Û niha, bîne ber çavê xwe ku bi milyonan melek dikarin çi bikin! Însan be yan cin be, tu kes nikare li hemberî ordiya Yehowa bi ser bikeve. Eger Yehowa bi me re be, hejmara dijminan qet muhîm nîne (Serweran 6:16). Eger hevalkar, hevalders yan merivekî te muxalefetê li te bike, vê rastiyê bîne bîra xwe. Di vê micadeleyê de, tu tenê nînî. Heta ku tu guh bidî rêberiya Yehowa, ewê piştgiriya te bike.

YEHOWA WÊ ME HETA DAWIYÊ BIPARÊZE

15. Li gor Îşaya 54:15, 17, Îblîs û alîgirên wî çima nikarin dengê xizmetkarên Xwedê qut bikin?

15 Ji ber gelek sebeban, dinyaya Îblîs ji me nefret dike. Yek ji sebeban ev e ku em ji aliyê siyasetê ve bêteref dimînin û şer nakin. Em navê Xwedê didin naskirin, em îlan dikin ku tenê Padîşahiya Xwedê dikare aştiya rastîn bîne, û em li gor qanûnên Yehowa dijîn. Em eşkere dikin ku hikumdarê dinyayê – yanî Îblîs – derewçîn û mêrkuj e (Yûhenna 8:44). Wekî din, em îlan dikin ku di demeke nêzik de, dinyaya Îblîs wê bê helakkirin. Îblîs û alîgirên wî nikarin dengê me qut bikin! Emê bi dewamî çi ji destê me tê bikin ku pesnê Yehowa bidin. Îblîs her çi qas xurt be jî, ew nikare ji belavkirina mizgîna Padîşahiyê re bibe asteng. Ma ev yek îsbat nake ku Yehowa me diparêze? (Îşaya 54:15, 17 bixwîne).

16. Li tengahiya mezin, Yehowa wê xizmetkarên xwe çawa xelas bike?

16 Li tengahiya mezin, Yehowa wê xizmetkarên xwe du caran xelas bike: Ewilî, gava padîşahên dinyayê wê Babîla Mezin – yanî împaratoriya dîn û baweriyên sexte – helak bikin, Yehowa wê xizmetkarên xwe yên dilsoz xelas bike (Peyxam 17:16-18; 18:2, 4). Paşê, gava Xwedê wê qismên din ên sîstema Îblîs li şerê Harmegedonê helak bike, ewê xizmetkarên xwe dîsa xelas bike (Peyxam 7:9, 10; 16:14, 16).

17. Çima muhîm e ku em nêzikî Yehowa bimînin?

17 Eger em nêzikî Yehowa bimînin, Îblîs wê nikaribe zerara daîmî bide me. Bi eslê xwe, zerara daîmî wê bê serê wî! (Romayî 16:20). Loma, hemû çekên Xwedê li xwe bike, û ji xwe neke! Nefikire ku tu dikarî di micadeleya ruhî de bi tena serê xwe bi ser bikevî! Piştgiriya xwişk û birayan bike, û guh bide rêberiya Yehowa. Bawer be ku eger tu wisa bikî, Bavê teyî ezmanî wê qewetê bide te û te biparêze! (Îşaya 41:10).

KILAM 149 Kilama Zaferê

a Kitêba Pîroz sozê dide ku Yehowa wê qewetê bide me û me biparêze. Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin: Em çima hewceyî parastinê ne? Gelo Yehowa me çawa diparêze? Ji bo ku em alîkariya Yehowa bistînin, gerek em çi bikin?