Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 13

Gelo Yehowa Me Çawa Xwey Dike?

Gelo Yehowa Me Çawa Xwey Dike?

“Xudan xwexa amin e, wê we bişidîne û ji Yê Xirab xwey ke” (2 TÊSALONÎKÎ 3:3).

KILAMA 124 Timê Amin in

VÊ GOTARÊDA *

1. Îsa Mesîh çira ji Yehowa hîvî kir ku ew şagirtên wî xwey bike?

ŞEVA paşin pêşiya mirina xwe, Îsa Mesîh li ser çetinayên ku wê rastî şagirtên wî bihatana, difikirî. Îsa dostên xwe hiz dikir, lema jî ewî ji Bavê xwe hîvî kir ku Ew wana “ji Yê Xirab xwey ke” (Yûhenna 17:14, 15). Îsa zanibû çaxê ew wê vegere ezmana, Şeytan wê pey xizmetkarên Yehowa keve. Lema jî şagirtên Îsa Mesîh hewceyî xweykirinê ne.

2. Em çima dikarin bawer bin ku Yehowa wê guh bide duayên me?

2 Yehowa Îsa Mesîh hiz dike, lema jî guh da vê duayê wî. Heger em jî çi ji destê me tê bikin ku dilê Yehowa şa bikin, ewê me jî hiz bike, û gava em reca bikin ku ew alî me bike û me xwey bike, ewê guh bide duayên me. Mîna bavekî dilovan, Yehowa bona zarên xwe xem dike. Bi vî cûreyî, Yehowa navê xwe jî diparêze.

3. Em çima hewceyî xweykirinê ne?

3 Îro, em gelekî hewceyî parastinê ne, çimkî Şeytan ji ezmên hatiye avîtinê ser erdê û “ew ji hêrsê xwe dixwe” (Eyantî 12:12). Ew hine kesa dide bawerkirinê ku gava ewana pey me dikevin, ew tê hesabê ku ewana ‘Xwedêra qulix dikin’ (Yûhenna 16:2). Hine kesên ku Xwedê bawer nakin jî zulmê li me dikin, çimkî em ne mîna merivên vê dinyayê ne. Lê çi jî hebe, ne lazim e ku em bitirsin. Gelo çima? Çimkî Xebera Xwedê usa dibêje: “Xudan xwexa amin e, wê we bişidîne û ji Yê Xirab xwey ke” (2 Têsalonîkî 3:3). Gelo Yehowa me çawa xwey dike? Niha emê caba vê pirsê bistînin.

ÇEKÊN XWEDÊ

4. Li gora Efesî 6:13-17, Yehowa me bi saya çi xwey dike?

4 Yehowa hine çekên ruhanî daye me, yên ku dikarin me ji hicûmên Şeytan xwey kin (Efesî 6:13-17 bixûne). Ev çekên ruhanî gelek qewî û kêrhatî ne! Lê seva ku em ji wan karê bistînin, gerekê em wana li xwe bikin û ji xwe neêxin. Niha emê bivînin ku her yek ji van çeka çi tê hesabê.

5. Kembera rastiyê çi ye, û çima ferz e ku em bi vê kemberê pişta xwe girêdin?

5 Kembera rastiyê, tê hesabê rastiyên ji Kitêba Pîroz. Gelo çira ferz e ku em bi vê kemberê pişta xwe girêdin? Çimkî Şeytan “bavê derewa ye” (Yûhenna 8:44). Ewî bi hezara sala derew kirine û “temamiya dinê xalifandiye” (Eyantî 12:9). Lê rastiyên Kitêba Pîroz me çawa xwey dikin, wekî em neyêne xapandin? Gelo em çawa dikarin pişta xwe bi vê kembera sîmbolîk girêdin? Bona vê yekê, gerekê em rastiya derheqa Yehowada hîn bibin, “bi ruh û rastiyê” wî bihebînin û di her tiştîda helal bin (Yûhenna 4:24; Efesî 4:25; Îbranî 13:18).

Kember: Rastiyên Xebera Xwedê

6. Ziriha heqiyê çi ye, û çima ferz e ku em vî zirihî li xwe bikin?

6 Ziriha heqiyê tê hesabê qanûnên Yehowa. Gelo çima lazim e ku em vî zirihî li xwe bikin? Çawa ku zirih dilê esker xwey dike, ziriha heqiyê dilê me ji hukumên xirab yên vê dinyayê xwey dike (Metelok 4:23). Yehowa dixwaze wekî em “bi temamiya dilê xwe” wî hiz bikin (Metta 22:36, 37). Lê Şeytan dixwaze ser dilê me hukum bike, wekî em tiştên vê dinyayê hiz bikin, yên ku ber çevê Yehowa reş in (Aqûb 4:4; 1 Yûhenna 2:15, 16). Çaxê bal Şeytan nayê standinê ku bi vê mêtodê me bixapîne, ew zorê me dike, wekî em qanûnên Yehowa biteribînin.

Zirih: Qanûnên rast yên Yehowa

7. Em çawa dikarin ziriha heqiyê li xwe bikin?

7 Gava em nihêrandina Yehowa ser rastiyê û xirabiyê qebûl dikin, û li gora qanûnên wî dijîn, em nîşan dikin ku me ziriha heqiyê li xwe kiriye (Zebûr 97:10). Hine kes belkî difikirin ku qanûnên Yehowa azaya me kêm dikin. Lê heger em li gora prînsîpên Kitêba Pîroz nejîn, emê bibin mîna eskerekî, yê ku wedê şer zirihê xwe dêxe, çimkî difikire ku zirih gelek giran e. Ev yek wê tiştekî bêaqilayî bûya, usa nîne? Bona wan kesa yên ku Yehowa hiz dikin, qanûnên wî giran nînin. Ewana fem dikin ku qanûnên Yehowa wana xwey dikin (1 Yûhenna 5:3).

8. Çira ferz e wekî em hertim hazir bin ku mizgînê bela bikin?

8 Usa jî, Pawlos gotibû ku gerekê nigên me bona elamkirina mizgîna edilayê hazir bin. Dêmek, gerekê em hertim hazir bin ku merivara besa mizgîna Padşatiyê bikin. Çaxê em derheqa Kitêba Pîroz xeber didin, baweriya me diha qewî dibe. Ser temamiya dinyayê, xizmetkarên Yehowa mecala digerin ku mizgînê bela kin. Mesele, ewana mizgînê bela dikin ciyê xebatê, mektebêda, mal bi mal, dikanada, merivên xwera, û hela hê gava ewana nikarin ji malê jî derkevin. Heger em bitirsin û belakirina mizgînê bidine sekinandinê, emê mîna vî eskerî bin, yê ku solên xwe wedê şer dêxe. Heger ew usa bike û nigên wî birîndar bin, ewê îda nikaribe li gora temiyên fermandar şer bike.

Sol: Hazirbûna bona belakirina mizgînê

9. Çima ferz e ku em mertalê baweriyê hildin?

9 Mertala baweriyê tê hesabê baweriya me hindava Yehowa. Em bawer dikin ku Yehowa wê hemû sozên xwe bîne sêrî. Ev bawerî alî me dike ku em “hemû tîrêd agiriye ku Yê Xirab davêje, bitemirînin”. Gelo çima lazim e ku em vê mertala mezin bigirin? Çimkî ew me xwey dike, wekî hînkirinên rabera baweriya me sist nekin û qerfên meriva mêrxasiya me sist nekin. Gava meriv me def didin ku em qanûnên Yehowa biteribînin, bê baweriyê emê nikaribin qewî bisekinin. Ji aliyê dinva jî, her car gava em ciyê xebatê yan mektebêda her tiştî li gora qanûnên Yehowa dikin, em mertala xwe qewî digirin (1 Petrûs 3:15). Her car, gava em xebatekî ku dikare riya me bigire wekî em diha zêde xizmet bikin, qebûl nakin, em mertala xwe digirin (Îbranî 13:5, 6). Usa jî, her car gava em wedê peyketina dîsa jî Yehowara xizmet dikin, mertala baweriyê me diparêze (1 Têsalonîkî 2:2).

Mertal: Baweriya me hindava Yehowa û sozên wî

10. Kumziriha xilazbûnê çi ye, û çima ferz e ku em vî kumzirihî li xwe bikin?

10 Kumziriha xilazbûnê tê hesabê hêviya ku Yehowa dide – hêviya ku ew wê me ji mirinê aza bike û ku ew wê her kesê ku xwestina wî pêk tîne, xelat bike (1 Têsalonîkî 5:8; 1 Tîmotêyo 4:10; Tîto 1:1, 2). Çawa ku kumzirih serê esker diparêze, hêviya xilazbûnê jî hişê me xwey dike. Gelo çawa? Ev hêvî alî me dike ku em dîna xwe bidin sozên Xwedê û himberî problêma bi zêdeyî berxwe nekevin. Seva ku em vî kumzirihî li xwe bikin, gerekê fikrên me li gora fikrên Xwedê bin. Mesele, gerekê em “gumana xwe nedine ser hebûka pûçe derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi merdanî dide me” (Zebûr 26:2; 104:34; 1 Tîmotêyo 6:17).

Kumzirih: Hêviya jiyana herheyî

11. Şûrê ruh çi tê hesabê, û çira ferz e ku em vî şûrî bidine xebatê?

11 Şûrê ruh tê hesabê Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz. Ev şûr dikare derewa “jêke” û meriva ji xulamtiya baweriyên qelp û edetên xirab xilaz ke (2 Korintî 10:4, 5; 2 Tîmotêyo 3:16, 17; Îbranî 4:12). Bi saya lêkolîna şexsî û hînbûna ku em ji teşkîleta Xwedê distînin, em hîn dibin ku vî şûrî bi hostetî bidine xebatê (2 Tîmotêyo 2:15). Xêncî çekên ruhanî, Yehowa tiştekî din jî dide me, yê ku me diparêze. Gelo çi?

Şûr: Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz

EM TENÊ NÎNIN!

12. Em dîsa hewceyî çi ne, û çima?

12 Eskerekî cêribandî rind zane ku ew nikare tenê himberî ordîke mezin serkeve. Ew zane ku ew hewceyî alîkariya eskerên din e. Mîna vê yekê, em nikarin tenê himberî Şeytan û piştgirên wî şer bikin û serkevin. Em hewceyî alîkariya xûşk-bira ne. Belê, Yehowa bi saya xûşk-birên li temamiya dinyayê alî me dike (1 Petrûs 2:17).

13. Li gora Îbranî 10:24, 25, em ji civata çi karê distînin?

13 Seva ku em vê alîkariyê bistînin, gerekê em herin civata (Îbranî 10:24, 25 bixûne). Gava em dilteng in, civat dikare qewatê bide me û me geş bike. Civatêda, em ji cabên xûşk û bira hêlanê distînin. Gotar û dersên wan dikarin xwestina me ku berdewam kin Yehowara xizmet bikin, qayîm bike. Xeberdana pêşiya û paşî civîna jî dikarin mêrxasiya me zêde bikin (1 Têsalonîkî 5:14). Xêncî vê yekê, civîn mecalê didin me ku em alî hevdu bikin, û ev yek dilê me şa dike (Karên Şandiya 20:35; Romayî 1:11, 12). Belê, kara civîna gelek e. Bi saya civîna, em dikarin bibin dersdarên baş. Mesele, em hîn dibin ku em çawa dikarin Hacetên Sereke bona Hînkirinê bi hostetî bidine xebatê. Lema jî bona civata rind hazir be. Wedê civîna rind guh bide. Paşî civîna çi tu hînbûyî bide xebatê. Bi vî cûreyî tuyê bibî “eskerê Mesîh Îsayî qenc” (2 Tîmotêyo 2:3).

14. Yehowa çawa alî me dike?

14 Serda jî, bi mîlyona melekên qewat kêleka me ne. Bîne ber çevê xwe ku tenê melekek dikare çi bike! (Îşaya 37:36). Û niha, bîne ber çevê xwe ku bi mîlyona melek dikarin çi bikin! Însan be yan cin be, tu kes nikare himberî ordiya Yehowa serkeve. Heger Yehowa tevî me be, hejmara dijmina qet tiştek nîne (Hakimtî 6:16). Heger hevalxebatçî, hevaldersxan yan merivekî te miqabilî te radibe, bîr neke ku di vî şerîda tu tenê nînî. Heta ku tu guh bidî rêberiya Yehowa, ewê piştgiriya te bike.

YEHOWA WÊ BERDEWAM KE ME XWEY BIKE

15. Li gora Îşaya 54:15, 17, Şeytan û piştgirên wî çima nikarin xizmetkarên Xwedê bidine kerkirinê?

15 Gelek menî hene ku çira dinya Şeytan me nefret dike. Yek ji meniya ev e ku em piştgiriya polîtîkê nakin, çek hilnadin û naçine şer. Em merivara navê Xwedê didin naskirin, em elam dikin ku tenê Padşatiya Xwedê dikare edilaya rast bîne, û em li gora qanûnên Yehowa dijîn. Em eşkere dikin ku serwêrê vê dinyayê – dêmek Şeytan – derewîn û mêrkuj e (Yûhenna 8:44). Usa jî, em elam dikin ku demeke nêzîkda, dinya Şeytan wê bê qirkirin. Şeytan û piştgirên wî nikarin me bidine kerkirinê! Emê berdewam kin çi ji destê me tê bikin ku pesnê Yehowa bidin. Şeytan çiqas qewî be jî, ew nikare belakirina mizgîna Padşatiyê bide sekinandinê. Eşkere ye ku Yehowa me xwey dike (Îşaya 54:15, 17 bixûne).

16. Wedê tengasiya mezin, Yehowa wê xizmetkarên xwe çawa xilaz bike?

16 Wedê tengasiya mezin, Yehowa wê xizmetkarên xwe bi du cûrê mexsûs xilaz bike: Ya pêşin, gava padşên dinyayê wê Babîlona Mezin – dêmek împêriya rêlîgiya qelp û baweriyên qelp – qir bikin, Yehowa wê xizmetkarên xwe yên amin xilaz ke (Eyantî 17:16-18; 18:2, 4). Paşê, gava Xwedê hemû tiştên din ku para sîstêma Şeytan in, wedê şerê Harmegedonê qir ke, ewê hingê jî xizmetkarên xwe xilaz bike (Eyantî 7:9, 10; 16:14, 16).

17. Çima ferz e ku em nêzîkî Yehowa bin?

17 Heger em nêzîkî Yehowa bin, Şeytan wê nikaribe zirara herheyî bide me. Bi rastî, zirara herheyî wê bê serê wî! (Romayî 16:20). Lema jî hemû çekên Xwedê li xwe bike, û ji xwe neêxe! Nefikire ku tu dikarî şera ruhanîda tenê serkevî! Piştgiriya xûşk-bira bike, û guh bide rêberiya Yehowa. Bawer be ku heger tu usa bikî, Bavê teyî ezmanî wê qewatê bide te û te xwey bike! (Îşaya 41:10).

KILAMA 149 Kilama Serketinê

^ abz. 5 Kitêba Pîroz soz dide ku Yehowa wê qewatê bide me û me biparêze. Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin: Em çima hewceyî xweykirinê ne? Gelo Yehowa me çawa diparêze? Seva ku em alîkariya Yehowa bistînin, gerekê em çi bikin?