Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 10

Alî Xwendekarên Mizgînvanên Din Bike ku Ew ber bi Binavbûnê ve Herin

Alî Xwendekarên Mizgînvanên Din Bike ku Ew ber bi Binavbûnê ve Herin

“Her endam li gor qeweta xwe dixebite û bi vî awayî beden mezin dibe” (EFESÎ 4:16).

KILAM 85 Hevdû Qebûl Bikin

PÊŞGOTIN a

1-2. Kî dikare alî xwendekarên Kitêba Pîroz bike ku ew ber bi binavbûnê ve herin?

 JINIKEKE bi navê Amy, ya ku li Fîjiyê dijî, wisa dibêje: “Min ji kursa Kitêba Pîroz pir kêf distand. Min fehm kir ku riya rast ev e. Dîsa jî, heta ku min bi xwişk û birayan re hevaltî nekir, min jiyana xwe neguherand û ez ber bi binavbûnê ve nediçûm.” Serpêhatiya Amy’yê nîşanî me dide ku alîkariya xwişk û birayan pir muhîm e, da ku xwendekarekî Kitêba Pîroz ber bi binavbûnê ve here.

2 Her mizgînvan dikare piştgiriya mezinbûna civatê bike (Efesî 4:16). Pêşengeke bi navê Leilani, ya ku li Vanûatuyê dijî, wisa dibêje: “Dibêjin ku zarok ji aliyê temamiya gund ve tê mezinkirin. Bi dîtina min, îşê şagirtkirinê jî wisa ye. Ji bo ku kesek bibe Şahidê Yehowa, alîkariya temamiya civatê lazim e.” Gava zarok mezin dibe, malbat, heval û mamoste gişt alîkariyê dikin. Ew zarok teşwîq dikin û dersên muhîm hînî wî dikin. Mîna vê, hemû mizgînvan dikarin bi tewsiye, teşwîq û emsala xwe alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin ku ew ber bi binavbûnê ve herin (Methelokên Silêman 15:22).

3. Em dikarin ji gotinên xwişkên me Ana û Leilani û birayê me Dorîn çi hîn bibin?

3 Gelo wê çima baş be ku mizgînvanê ku kursa Kitêba Pîroz îdare dike, alîkariya mizgînvanên din qebûl bike? Xwişkeke bi navê Ana, ya ku li Moldovayê wek pêşenga xisûsî xizmet dike, wisa dibêje: “Ji bo ku xwendekarekî Kitêba Pîroz bi pêş ve here, tenê alîkariya mamoste ne bes e.” Birayê me Dorîn jî li Moldovayê wek pêşengê xisûsî xizmet dike. Ew wisa dibêje: “Gelek caran, gava mizgînvanekî din tê kurseke min, ew tiştekî xweş dibêje, yê ku ji hişê min re qet derbas nebûbû, û ev gotin dilê xwendekar digire.” Leilani behsa sebebeke din jî dike: “Gava xwendekar hezkirin û dilgermiya xwişk û birayan dibîne, ev yek dikare rêyî wî bide ku xizmetkarên Yehowa bi rastî kî ne” (Yûhenna 13:35).

4. Li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

4 Tu belkî meraq dikî: “Madem ku îdarevanê kursê ez nînim, gelo ez çawa dikarim alî xwendekar bikim ku ew bi pêş bikeve?” Niha emê bibînin ku gava em ji bo kursên mizgînvanên din tên dawetkirin yan gava xwendekarên nû tên civînan, em çawa dikarin alî wan bikin. Wekî din, emê bibînin ku rîspiyên civatê çawa dikarin alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin ku ew ber bi binavbûnê ve herin.

LI KURSA KITÊBA PÎROZ

Gava tu ji bo kursa mizgînvanekî din têyî dawetkirin, ji bo dersê rind haziriyê bike (Li paragrafên 5 heta 7an binêre)

5. Gava tu ji bo kurseke Kitêba Pîroz têyî dawetkirin, rola te çi ye?

5 Li kursa Kitêba Pîroz, herî zêde mamoste mesûl e ku alî xwendekarê xwe bike ku ew Kitêba Pîroz fehm bike. Ji bîr neke ku eger tu ji bo kursa kesekî din têyî dawetkirin, tu tenê alîkar î (Waiz 4:9, 10). Gelo tu çawa dikarî li dema kursê bibî alîkarekî baş?

6. Gava tu ji bo kurseke Kitêba Pîroz têyî dawetkirin, wê baş be ku tu çi bikî?

6 Ji bo kursa Kitêba Pîroz haziriyê bike. Di serî de, ji mamoste rica bike ku ew hebekî behsa xwendekar bike. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Plan bi saya şêwirkirinê serkeftî dibin” (Methelokên Silêman 20:18, NWT). Mesela, tu dikarî wisa bipirsî: “Xwendekar yekî çawa ye? Baweriya wî çi ye? Hûnê li ser kîjan mijarê xeber bidin? Tu dixwazî ku xwendekar ji vê dersê çi hîn bibe? Li dema kursê, gelo tiştek heye, yê ku gerek ez nebêjim yan nekim? Ez çawa dikarim xwendekar teşwîq bikim ku ew bi pêş bikeve?” Helbet ne lazim e ku mamoste di heqê xwendekarê xwe de her tiştî eşkere bike, lê ew dîsa jî dikare hin melûmatan bide xwişk û birayên ku bi wî re tên kursê. Mizgînvaneke wezîfedar a bi navê Joy wisa dike. Ew dibêje: “Ev sohbet alî mizgînvanê din dike ku ew xwendekar baştir nas bike û bizanibe ku ew dikare li dema kursê çi bibêje.”

7. Çima muhîm e ku mizgînvanê din xwe ji bo kursê hazir bike?

7 Gava mizgînvanek te ji bo kursa xwe dawet dike, wê baş be ku tu xwe ji bo dersê hazir bikî (Esra 7:10). Birayê me Dorîn wisa dibêje: “Wê baş be ku mizgînvanê din jî xwe ji bo kursê hazir bike. Bi vî awayî, ewê bikaribe baştir piştgiriya kursê bike.” Bi ser de, xwendekar wê bibîne ku we her diduyan jî rind hazirî kiriye, û ev yek wê ji bo wî emsaleke baş be. Eger fersenda te tune be ku tu xwe hûr û kûr hazir bikî, wê dîsa jî baş be ku tu nuqteyên muhîm ên dersê bizanibî.

8. Wê çima baş be ku tu xwe ji berê ve ji bo duayê hazir bikî?

8 Dua pareke muhîm a kursa Kitêba Pîroz e. Loma, ji berê ve bifikire ku tuyê çi bibêjî eger lazim be ku tu dua bikî. Bi vî awayî, duaya te wê zêdetir jidil û bimane bibe (Zebûr 141:2). Xwişkeke bi navê Hanae, ya ku li Japonyayê dijî, tîne bîra xwe ku duayên xwişka ku tevî mamosteya wê dihat kursê, li ser wê çawa tesîr dikir: “Min dît ku ew pir nêzikî Yehowa ye, û min dixwest bibim mîna wê. Wekî din, vê yekê ku wê di duayên xwe de behsa navê min dikir, dilê min germ dikir.”

9. Li gor Aqûb 1:19, tu çawa dikarî li kurseke Kitêba Pîroz bibî alîkarekî baş?

9 Piştgiriya mamoste bike. Xwişkeke bi navê Omamuyovbi, ya ku li Nîjeryayê pêşenga xisûsî ye, wisa dibêje: “Wê baş be ku mizgînvanê din li dema kursê rind guh bide, bi zêdeyî xeber nede û ji bîr neke ku yê ku kursê îdare dike, mamoste ye.” Li dema kursê, gelo gerek tu kengê û çawa xeber bidî? (Methelokên Silêman 25:11). Gava mamoste û xwendekar dipeyivin, rind guh bide (Aqûb 1:19 bixwîne). Bi vî awayî, tuyê hazir bibî ku li wexta rast destek bidî. Rind bifikire berî ku tu tiştekî bibêjî. Bi zêdeyî xeber nede, xeberdana mamoste nebire û derbasî mijareke din nebe. Lê belê, tu belkî dikarî bi cewab, mîsal yan pirseke kin alî xwendekar bikî ku ew dersê baştir fehm bike. Ji bo hin mijaran, li te belkî zor tê ku tu tiştekî bibêjî. Dîsa jî, eger tu bi dilgermî pesnê xwendekar bidî, ev yek wê bêguman dilê wî bigire û alî wî bike ku ew bi pêş ve here.

10. Serpêhatiya te çawa dikare alî xwendekarekî bike?

10 Behsa serpêhatiya xwe bike. Eger minasib be, bi kurtasî ji xwendekar re bibêje ku tu çawa hatî ser riya rastiyê, Yehowa çawa alî te kiriye û te çawa serî bi tengasiyan re derxist (Zebûr 78:4, 7). Serpêhatiya te dikare cesaretê bide xwendekar, baweriya wî xurttir bike û alî wî bike ku ew ber bi binavbûnê ve here yan jî serî bi tengasiyeke xwe re derxîne (1. Petrûs 5:9). Birayekî bi navê Gabriel, ê ku li Brezîlê dijî û pêşeng e, tîne bîra xwe ku wî ji serpêhatiyên mizgînvanên din çawa feyde dîtibû: “Gava min serpêhatiyên xwişk û birayan dibihîstin, min fehm kir ku Yehowa tengasiyên me dibîne. Wekî din, ez difikirîm ku madem ku xwişk û birayên din bi ser ketin, ez jî dikarim bi ser bikevim.”

LI CIVÎNAN

Em gişt dikarin xwendekaran teşwîq bikin ku ew bi dewamî bên civînan (Li paragrafa 11an binêre)

11-12. Wê çima baş be ku em ji dil silavê bidin xwendekarên ku nû tên civînan?

11 Ji bo ku xwendekar ber bi binavbûnê ve herin, pir muhîm e ku ew bên civînan û ji wan feydeyê bistînin (Îbranî 10:24, 25). Xwendekar bi gelemperî ji aliyê mamosteyên xwe ve cara pêşîn tên dawetkirin. Gava ew nû tên civînan, em gişt dikarin wan teşwîq bikin ku ew bi dewamî bên Salona Îbadetê. Gelo em çawa dikarin vêya bikin?

12 Li civînan, ji dil silavê bide xwendekaran (Romayî 15:7). Eger xwişk û bira bi dilgermî silavê bidin xwendekaran, ewê kêfxweş bibin û bi îhtimaleke mezin dîsa bên Salona Îbadetê. Ji dil silavê bide xwendekaran û wan ji kesên din re jî bide naskirin, lê serê wan neêşîne. Carinan, dibe ku mamosteyên wan hê nehatine Salonê yan ku ew bi tiştekî din mijûl in; loma, wê baş be ku tu bi wan re sohbetê bikî. Gelo eleqeya te çawa dikare li ser wan tesîr bike? Serpêhatiya birayekî me yê bi navê Dmîtriy bîne ber çavê xwe. Ew çend sal berê hatibû binavkirin û niha alîkarê xizmetê ye. Dmîtriy di heqê civîna xwe ya pêşîn de wisa dibêje: “Wexta ku ez hatim ber Salona Îbadetê, dilê min hebekî nerihet bû. Lê belê, birayekî ez dîtim û tevî min ket hundir. Gelek kes nêzikî min bûn ku silavê bidin min. Ez pir kêfxweş bûm. Min ji xwe re got ‘Xwezî ku her roj civîn hebûya’. Min li tu dereke din tiştekî wisa nedîtibû.”

13. Rabûn û rûniştina te dikare li ser xwendekarên Kitêba Pîroz çawa tesîr bike?

13 Bibe emsaleke baş. Rabûn û rûniştina te dikare nîşanî xwendekaran bide ku em bi rastî şagirtên Îsa Mesîh in (Metta 5:16). Birayekî bi navê Vîtaliy, yê ku niha li Moldovayê pêşeng e, wisa dibêje: “Min dît ku xwişk û bira çawa dijîn, çi difikirin û çawa hereket dikin. Vê yekê ez îqna kirim ku Şahidên Yehowa bi rastî jî xizmetkarên Xwedê ne.”

14. Emsala te çawa dikare alî xwendekaran bike ku ew bi pêş ve herin?

14 Ji bo ku xwendekar karibin bin av bibin, lazim e ku ew li gor tiştên ku ew hîn dibin, bijîn. Ev yek carinan hêsan nîne. Lê belê, gava ew dibînin ku tu ji prensîpên Kitêba Pîroz çawa feydeyê distînî, ev yek dikare wan dehf bide ku mîna te bikin (1. Korîntî 11:1). Xwişka me Hanae, ya ku me berê behsa wê kiribû, wisa dibêje: “Xwişk û bira li gor tiştên ku ez hîn dibûm, dijiyan. Min didît ku ez çawa dikarim cesaretê bidim mirovan, efûkar bim û hezkirina xwe nîşan bidim. Wan her tim di heqê kesên din de pozîtîf xeber dida. Min jî dixwest mîna wan bim.”

15. Li gor Methelokên Silêman 27:17, çima muhîm ku em bi xwendekarên ku tên civînan re hevaltiyê bikin?

15 Bi xwendekaran re hevaltiyê bike. Her ku xwendekar tên civînan, bi wan re eleqedar be (Filîpî 2:4). Bi wan re sohbetê bike. Mesela, tu dikarî pesnê wan bidî ji ber ku ew di kursa Kitêba Pîroz de bi pêş dikevin. Wekî din, tu dikarî di heqê malbat yan îşê wan de pirsan bipirsî. Bi saya sohbetên wisa, tu dikarî bi wan re hevaltiyê bikî û alî wan bikî ku ew ber bi binavbûnê ve herin. Lê belê, pozê xwe nexe meseleyên şexsî (Methelokên Silêman 27:17 bixwîne). Hanae niha pêşenga daîmî ye. Ew di heqê wexta ku ew nû dihat civînan de wisa dibêje: “Her ku min di civatê de ji xwe re heval didîtin, min ji civînan ew qas hez dikir ku gava ez westiyayî bûm, ez dîsa jî diçûm civînan. Min ji hevaltiya bi xwişk û birayan re pir kêf distand, û vê yekê alî min dikir ku ez dev ji hevaltiya bi kesên ku ji Yehowa re îbadetê nakin re berdim. Min dixwest nêziktirî Yehowa û xwişk û birayan bibim, loma min qerar da ku bin av bibim.”

16. Tu çawa dikarî alî xwendekaran bikî ku ew xwe li civatê rihet hîs bikin?

16 Her ku xwendekar bi pêş ve diçin û jiyana xwe diguherînin, alî wan bike ku ew xwe aîdî civatê hîs bikin. Loma, wê baş be ku tu ji wan re mêvanperwer bî (Îbranî 13:2). Birayekî bi navê Dênîs, ê ku li Moldovayê xizmet dike, dema ku ew hê xwendekar bû wisa tîne bîra xwe: “Ez û pîreka min, em çend caran dihatin dawetkirin ku bi xwişk û birayan re wext derbas bikin. Wan ji me re digot ku Yehowa çawa alî wan kiribû. Vê yekê em teşwîq dikirin û daxwaza me zêde dikir ku ji Yehowa re xizmet bikin. Me fehm kir ku jiyana me wê pir xweş be.” Piştî ku xwendekar dibin mizgînvan, tu dikarî bi wan re derkevî xizmetê. Mizgînvanekî Brezîlî yê bi navê Diego wisa dibêje: “Gelek birayan gazî min dikir ku ez bi wan re herim xizmetê. Bi vî awayî, min ew rind nas dikirin. Ez gelek tiştan hîn dibûm, û min xwe nêziktirî Yehowa û Îsa Mesîh hîs dikir.”

RÎSPIYÊN CIVATÊ ÇAWA DIKARIN ALÎ XWENDEKARAN BIKIN?

Rîspîno, eleqeya we dikare alî xwendekaran bike ku ew bi pêş ve herin (Li paragrafa 17an binêre)

17. Rîspî çawa dikarin alî xwendekaran bikin?

17 Ji bo xwendekarên Kitêba Pîroz wext veqetîne. Rîspîno, hezkirin û eleqeya we dikare alî xwendekaran bike ku ew ber bi binavbûnê ve herin. Mesela, wê baş be ku hûn li civînan bi wan re sohbetê bikin. Wekî din, wê baş be ku hûn navên wan ji bîr nekin, bi xisûsî gava ew cewabê didin. Gelo hûn dikarin carinan bi mizgînvanên din re herin kursên wan? Tesîra we dikare ji bo wan pir mezin be. Xwişkeke bi navê Jackie, ya ku li Nîjeryayê dijî, wisa dibêje: “Gava xwendekar dibihîzin ku birayê ku bi min re hat kursa wan rîspiyekî civatê ye, ew şaşmayî dimînin. Yek xwendekar wisa got: ‘Keşîşê min naçe mala xelkê. Ew tenê diçe mala dewlemendan, û tenê eger ewê pere bidin wî!’” Ev xwendekar êdî tê civînan.

18. Rîspiyên civatê çawa dikarin mesûliyeta xwe, ya ku li gor Karên Şandiyan 20:28 ji wan re hatiye dayîn, bînin cih?

18 Mamosteyên Kitêba Pîroz perwerde û teşwîq bike. Rîspîno, yek ji mesûliyetên we yên muhîm ev e ku hûn alî mizgînvanan bikin ku ew bibin mamosteyên serkeftî (Karên Şandiyan 20:28 bixwîne). Eger mizgînvanek fedî bike ku kursa Kitêba Pîroz li ber te îdare bike, teklîf bike ku tu kursê îdare bikî. Jackie wisa dibêje: “Rîspî her tim dipirsin ku halê xwendekarên min çawa ye. Gava ez nizanim ku çawa alî xwendekarên xwe bikim ku ew bi pêş ve herin, ez ji şîretên rîspiyan pir feydeyê distînim.” Belê, teşwîqa rîspiyan ji bo mamosteyan pir bifeyde ye (1. Selanîkî 5:11). Jackie dibêje: “Gava rîspî min teşwîq dikin û dibêjin ku ew qîmetê didin keda min, ez pir şa dibim. Wekî ku li rojeke germ, ava sar li mirov xweş tê, gotinên wisa jî li min xweş tên. Pesnê wan xwebaweriya min zêde dike û alî min dike ku ez ji îdarekirina kursên Kitêba Pîroz zêdetir kêfê bistînim” (Methelokên Silêman 25:25).

19. Çi dikare me kêfxweş bike?

19 Eger niha xwendekarekî me tune be jî, em dikarin alî xwendekarên xwişk û birayan bikin ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin. Li dema kursê, em dikarin bi gotinên xwe piştgiriya mamoste bikin, lê gerek em îdareya kursê hilnedin destê xwe. Gava xwendekar tên civînan, em dikarin bi wan re hevaltiyê bikin, û em dikarin ji wan re bibin emsal. Wê baş be ku rîspiyên civatê ji bo teşwîqkirina xwendekaran wext veqetînin. Wekî din, wê baş be ku ew mamosteyan perwerde bikin û pesnê wan bidin. Rola me her çi qas biçûk be jî, ma em kêfxweş nabin gava em dikarin alî kesekî bikin ku ew ji Bavê me Yehowa hez bike û ji wî re xizmet bike?

KILAM 79 Bila Xwendekarên Me Serkeftî Bibin

a Eger kursa Kitêba Pîroz a me tune be jî, em dikarin alî xwendekarên xwişk û birayên din bikin ku ew ber bi binavbûnê ve herin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin ku ew bigihîjin vê hedefê.