Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 9

Birayên Ciwan – Hûn Çawa Dikarin Îtibara Xwişk û Birayan Qazanc Bikin?

Birayên Ciwan – Hûn Çawa Dikarin Îtibara Xwişk û Birayan Qazanc Bikin?

“Wek xunava ku di seherê de dikeve, ... wê xortên te li pey te werin” (ZEBÛR 110:3).

KILAM 39 Li ber Xwedê Navekî Baş Qazanc Bike

PÊŞGOTIN a

1. Daxwaza gelek birayên ciwan çi ye, û ew çawa dikarin bigihîjin vê armancê?

 BIRAYÊN ciwan, qeweta we ji bo civatê pir bifeyde ye (Methelokên Silêman 20:29). Ma hûn naxwazin rojekê bibin alîkarên xizmetê? Lê belê, hûn belkî difikirin ku xwişk û bira we wek kesên bêtecrûbe yan pir ciwan dibînin, û bi dîtina wan, hûn hazir nînin ku mesûliyetên muhîm bistînin. Lê bizanibin ku hûn her çi qas ciwan bin jî, hûn dikarin gelek tiştan bikin ku ji niha ve îtibara xwişk û birayan qazanc bikin.

2. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çi?

2 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin serpêhatiyên Dawid Padîşah, Asa Padîşah û Yehoşafat Padîşah. Emê bibînin ku ew rastî çi cure tengasiyan hatin û ku birayên ciwan dikarin ji van serpêhatiyan çi hîn bibin.

DAWID PADÎŞAH

3. Birayên ciwan çawa dikarin alî xwişk û birayan bikin?

3 Dawid xortekî jîr û jêhatî bû. Wekî din, wî ji Yehowa pir hez dikir. Kesên din jî qîmet dida hunerên wî. Mesela, Dawid stranbêjekî hoste bû, û Saûl Padîşah ji stranên wî pir kêf distand (1. Samûyêl 16:16, 23). Birayên ciwan, hûn jî dikarin hunerên xwe ji bo kara civatê bi kar bînin. Mesela, hûn belkî dikarin alî hin xwişk û birayên extiyar bikin ku ew telefon û tabletên xwe ji bo lêkolîna şexsî û ji bo civînan bi kar bînin.

Dawid keriyê bavê xwe diçêrand û rind xwedî dikir. Carekê, gava hirçekî hicûmî miyan kir, Dawid ew kuşt (Li paragrafa 4an binêre)

4. Birayên ciwan dikarin kîjan sifetên Dawid ji xwe re bikin emsal? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

4 Di xortaniya xwe de, Dawid yekî bixîret û pêbawer bû. Mesela, wî keriyê bavê xwe ji talûkeyan diparast. Dawid ji Saûl Padîşah re wisa got: “Ezxulam, kengê min pezê bavê xwe diçêrand, gava şêr an jî hirç dihat û pez ji kerî dibir, li pey diçûm, min lê dixist û berx ji devê wî derdixist” (1. Samûyêl 17:34, 35, Mizgînî). Dawid xwe ji kerî mesûl hesab dikir, û wî ew bi mêrxasî diparast. Wek Dawid, wê baş be ku birayên ciwan jî hemû wezîfeyên ku ji wan re tên dayîn bi dil û can bînin cih.

5. Li gor Methelokên Silêman 3:32, pir muhîm e ku birayên ciwan çi bikin?

5 Gelo ji bo Dawid, tiştê herî muhîm çi bû? Rast e, ew yekî mêrxas bû û stranbêjekî hoste bû. Lê ji bo wî, tiştê herî muhîm, dostaniya Yehowa bû (Methelokên Silêman 3:32 bixwîne). Birayên ciwan, eger hûn jî dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikin, hûn jî dikarin zêdetir îmtiyazan bistînin.

6. Hin kesan Dawid çawa didît?

6 Gava Dawid dixwest hin tiştan bike, kesên li derdora wî difikirîn ku ew pir ciwan e û nikare van tiştan bike. Mesela, wexta ku Dawid xwest bi Golyat re şer bike, Saûl Padîşah ji wî re wisa got: “Tu hê ciwan î” (1. Samûyêl 17:31-33, Mizgînî). Wekî din, birayê Dawid ê mezin ew wek kesekî bêxem didît (1. Samûyêl 17:26-30). Lê belê, Yehowa Dawid wek kesekî negihîştî û bêxem nedidît. Wî ew rind nas dikir. Ji ber ku Dawid xwe dispart Dostê xwe Yehowa, ew li dijî Golyat bi ser ket (1. Samûyêl 17:45, 48-51).

7. Tu dikarî ji serpêhatiya Dawid çi hîn bibî?

7 Tu dikarî ji serpêhatiya Dawid çi hîn bibî? A yekê, gerek tu bisebir bî. Carinan wext lazim e ku kesên ku tu wek zarok nas dikirî qebûl bikin ku tu êdî mezin bûyî. Lê belê, tu dikarî bawer bî ku Yehowa tenê li bejn û bala te nanêre. Ew dizane ku tu yekî çawa yî û dikarî çi bikî (1. Samûyêl 16:7). A diduyan, dostaniya xwe ya bi Xwedê re xurttir bike. Ji bo ku Yehowa baştir nas bike, Dawid bala xwe dida karên wî û kûr difikirî ku tebîet di heqê Xwedê de çi dielimîne (Zebûr 8:3, 4; 139:14; Romayî 1:20). A sisêyan, xwe bispêre Yehowa. Mesela, gelo hin hevaldersên te qerfên xwe bi te dikin ji ber ku tu Şahidê Yehowa yî? Eger wisa ye, ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Wekî din, şîretên ji Kitêba Pîroz û ji weşan û vîdeoyên me bi kar bîne. Her ku tu dibînî ku Yehowa çawa alî te dike, baweriya te wê xurttir bibe. Bi ser de, gava kesên din dibînin ku tu xwe dispêrî Yehowa, ewê îtibara xwe bi te bînin.

Bi dilnizmî alî kesên din bike (Li paragrafên 8 û 9an binêre)

8-9. Berî ku Dawid bû padîşah, wî çi dikir, û birayên ciwan dikarin ji mîsala wî çi hîn bibin?

8 Dawid rastî zehmetên din jî dihatin. Mesela, piştî ku ew hat meshkirin, gelek sal derbas bûn heta ku ew bû padîşah (1. Samûyêl 16:13; 2. Samûyêl 2:3, 4). Li wexta ku Dawid li bendê disekinî, gelo çi alî wî dikir ku ew sebir bike? Dawid boş û betal rûnedinişt, lê wî îşên bifeyde dikirin. Mesela, gava ew wek penaber li welatê Filîstiyan dijiya, wî bi dijminên Îsraêl re şer dikir. Bi vî awayî, wî sînorên herêma Cihûda diparastin (1. Samûyêl 27:1-12).

9 Birayên ciwan, gelo hûn dikarin ji mîsala Dawid çi hîn bibin? Li fersendan bigerin ku ji xwişk û birayan re xizmet bikin. Serpêhatiya birayekî bi navê Ricardo b bînin ber çavê xwe. Gava ew hê zarok bû, wî ji kalên civatê re got ku ew dixwaze bibe pêşengê daîmî, lê wan ji wî re got ku ew hê ne hazir e. Dîsa jî, ew bi zêdeyî aciz nebû û wî dev ji armanca xwe berneda, lê xizmeta xwe zêde kir. Ricardo wisa dibêje: “Bi rastî jî îhtiyaca min hebû ku zêdetir bi pêş ve herim. Loma, min xîret dikir ku hemû kesên eleqedar dîsa ziyaret bikim û ji bo van ziyaretan rind haziriyê bikim. Heta, min ji xwe re xwendekarekî Kitêba Pîroz dît. Her ku tecrûbeya min zêde dibû, xwebaweriya min jî zêde dibû.” Ricardo niha pêşengê daîmî û alîkarê xizmetê ye û van mesûliyetan bi awayekî baş tîne cih.

10. Carekê, berî ku Dawid qerareke muhîm bidaya, wî çi kir?

10 Bala xwe bide bûyereke din, a ku hatibû serê Dawid. Gava Dawid û leşkerên wî penaber bûn, ew carekê çûn seferê. Gava ew ji bajêr dûr ketin, dijminan malên wan talan kirin û malbatên wan revandin. Dawid her çi qas şervanekî gelekî bitecrûbe bû jî, ew nedifikirî ku ew dikare malbata xwe bi aqlê xwe xelas bike, lê ew li rêberiya Yehowa geriya. Bi alîkariya kahînekî bi navê Abîatar, Dawid ji Yehowa wisa pirsî: “Ez bidim pey êrîşkarên siwarî, gelo ezê bigihîjim wan?” Yehowa wisa cewab da: “Bide pey wan tê bigihîjî wan û tê êsîran rizgar bikî” (1. Samûyêl 30:7-10, Mizgînî). Ji vê serpêhatiyê, em dikarin çi hîn bibin?

Ji rîspiyan rêberiyê bixwaze (Li paragrafa 11an binêre)

11. Berî ku em qeraran bidin, wê baş be ku em çi bikin?

11 Berî ku tu qeraran bidî, wê baş be ku tu jî li şîretê bigerî. Mesela, tu dikarî ji dê û bavê xwe yan ji kalên civatê şîretê bixwazî. Yehowa van rîspiyên bitecrûbe wek “hediye” dibîne û îtibara xwe bi wan tîne (Efesî 4:8, NWT). Loma tu jî dikarî îtibara xwe bi wan bînî. Baweriya wan ji xwe re bike emsal û guh bide tewsiyeyên bihîkmet. Niha emê bala xwe bidin serpêhatiya Asa Padîşah, û emê bibînin ku em dikarin ji vê serpêhatiyê çi hîn bibin.

ASA PADÎŞAH

12. Di destpêka hikumdariya xwe de, Asa Padîşah yekî çawa bû?

12 Di xortaniya xwe de, Asa Padîşah yekî dilnizm û cesûr bû. Mesela, piştî mirina bavê xwe Abiya, gava Asa bû padîşah, wî dest bi micadeleya li dijî pûtperestiyê kir. Wekî din, wî ji xelkê Cihûda re got ku bila ew li Yehowa bigerin û guh bidin qanûnên wî (2. Dîrokan 14:1-7). Gava Zerahê Etyopyayî bi yek milyon leşkerên xwe ket welatê Cihûda, Asa Padîşah ji Yehowa alîkarî xwest. Wî fehm dikir ku eger Yehowa alîkariya wan bike, hejmara wan qet ne muhîm e. Loma, Asa ji dil bawer dikir ku Yehowa dikare wî û miletê wî bifilitîne. Asa xwe dispart Bavê xweyî ezmanî, û Yehowa dijminên wî bin dest kirin (2. Dîrokan 14:8-12).

13. Çi hat serê Asa, û çima?

13 Gava yek milyon leşker li dijî Asa Padîşah derketin, ev yek bi rastî jî problemeke mezin bû. Asa ji Yehowa alîkarî xwest, û ev yek qerareke baş bû. Lê çi heyf e ku gava problemeke hê biçûktir derket meydanê, Asa ji Yehowa alîkarî nexwest. Wexta ku padîşahê Îsraêl Baaşa dixwest hicûmî Cihûda bike, Asa ji padîşahê Sûriyeyê alîkarî xwest. Netîceya vê qerarê pir xerab bû. Yehowa bi navgîniya Hananî pêxember ji Asa re wisa got: “Madem ku te xwe sipart qiralê Sûriyê û te xwe nesipart Xwedayê xwe XUDAN, ji ber vê yekê artêşa qiralê Sûriyê ji destê te ve reviya û xelas bû.” Ji wê demê û pê ve, Asa Padîşah bi dewamî mecbûr bû ku şer bike (2. Dîrokan 16:7, 9; 1. Qiralan 15:32). Gelo ders çi ye?

14. Tu çawa dikarî xwe bispêrî Yehowa, û li gor 1. Tîmotêyos 4:12, netîce wê bibe çi?

14 Dilnizm bimîne û bi dewamî xwe bispêre Yehowa. Wexta ku tu hatî binavkirin, te baweriyeke mezin eyan dikir û te xwe dispart Yehowa. Bi vî awayî, Yehowa tu di malbata xwe de qebûl kirî. Niha jî pir muhîm e ku tu bi dewamî xwe bispêrî wî. Gava tu qerarên pir muhîm didî, helbet hêsan e ku tu baweriya xwe bi Yehowa bînî. Lê belê, gava tu qerarên herrojî didî, gelo tu li rêberiya Yehowa digerî? Mesela, gava tu li îşekî digerî, mijûliyên xwe hildibijêrî yan ji xwe re hedefan datînî, xwe nespêre hîkmeta xwe. Li prensîpên Kitêba Pîroz bigere, yên ku wê alî te bikin ku tu qerarên rast bidî, û li gor wan hereket bike (Methelokên Silêman 3:5, 6). Eger tu wisa bikî, tuyê dilê Yehowa şa bikî û ji xwişk û birayan re bibî emsal (1. Tîmotêyos 4:12 bixwîne).

YEHOŞAFAT PADÎŞAH

15. Li gor 2. Dîrokan 18:1-3; 19:2, Yehoşafat çi şaşî kir?

15 Wek her kes, helbet tu jî carinan şaşiyan dikî. Lê belê, ev yek gerek ji xizmeta te re nebe asteng. Serpêhatiya Yehoşafat Padîşah bîne ber çavê xwe. Gelek sifetên wî yên baş hebûn. Gava ew xort bû, ew “li Xwedayê bavê xwe geriya û ... di emirên Xwedê de meşiya”. Wekî din, wî hin serok şandin bajarên Cihûda, da ku ew xelkê di heqê Yehowa de hîn bikin (2. Dîrokan 17:4, 7). Yehoşafat her çi qas mirovekî dilpak bû jî, wî carinan qerarên şaş didan. Carekê, piştî ku Yehoşafat qerareke şaş dabû, Yehowa bi destê xizmetkarekî xwe şîret da wî (2. Dîrokan 18:1-3; 19:2 bixwîne). Gelo tu dikarî ji vê serpêhatiyê çi dersê bistînî?

Bixîret û pêbawer be (Li paragrafa 16an binêre)

16. Serpêhatiya Rajeev çi rêyî me dide?

16 Gava ji te re şîret tê dayîn, li gor vê şîretê hereket bike. Belkî li te zor tê ku rind bala xwe bidî xizmeta Yehowa. Eger wisa ye, cesareta xwe winda neke. Birayekî bi navê Rajeev li ser ciwantiya xwe wisa dibêje: “Li wan salan, min carinan nedizanibû ku çi bikim. Wek gelek ciwanên din, min ji civînan û ji xizmetê zêdetir ji sporê û ji mijûliyên din kêf distand.” Çi alî Rajeev kir? Rîspiyek bi nezaket bala wî kişand ser prensîpa li 1. Tîmotêyos 4:8. Rajeev ev şîret bi dilnizmî qebûl kir. Ew wisa dibêje: “Min qerar da ku herî zêde bala xwe bidim armancên ruhî.” Belê, Rajeev fehm kir ku di jiyana wî de tiştê herî muhîm bi rastî çi ye. Netîce bû çi? Rajeev dibêje: “Çend sal bi şûn de, ez bûm alîkarê xizmetê.”

DILÊ BAVÊ XWEYÎ EZMANÎ ŞA BIKE

17. Xwişk û bira çima qîmetê didin birayên ciwan?

17 Birayên ciwan, xwişk û bira pir qîmetê didin we ji ber ku hûn bi wan re “mil bi mil” ji Yehowa re xizmet dikin (Tsêfanya 3:9, Mizgînî). Xîret û dilxwaziya we li wan pir xweş tê. Bawer bin, ew ji we pir hez dikin! (1. Yûhenna 2:14).

18. Li gor Methelokên Silêman 27:11, xizmeta birayên ciwan li ser dilê Yehowa çawa tesîr dike?

18 Birayên ciwan, tu caran ji bîr nekin ku Yehowa ji we hez dike û îtibara xwe bi we tîne. Ji berê ve li Kitêba Pîroz hatibû nivîsîn ku li rojên dawîn, gelek xort wê bi dilxwazî ji Yehowa re xizmet bikin (Zebûr 110:1-3). Xwedê dizane ku hûn ji wî hez dikin û dixwazin bi dil û can ji wî re xizmet bikin. Hem li hemberî xwe hem jî li hemberî kesên din bisebir bin. Gava hûn seba şaşiyeke xwe tên serrastkirin, vê yekê wek şîreteke ji Yehowa qebûl bikin (Îbranî 12:6). Hemû wezîfeyên xwe bi xîret bînin cih. Wekî din, bi hemû hal û hereketên xwe dilê Bavê xweyî ezmanî şa bikin (Methelokên Silêman 27:11 bixwîne).

KILAM 135 Yehowa Dibêje: “Lawê Min, Bihîkmet Be!”

a Gelek birayên ciwan dixwazin ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin û ji Yehowa re zêdetir xizmet bikin. Ji bo ku ew rojekê bibin alîkarên xizmetê, gerek ew îtibara xwişk û birayan qazanc bikin. Gelo ew çawa dikarin vêya bikin?

b Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.