Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 9

Birên Cahil – Hûn Çawa Dikarin Îtbariya Xûşk-Bira Qazanc kin?

Birên Cahil – Hûn Çawa Dikarin Îtbariya Xûşk-Bira Qazanc kin?

“Xortêd Teyê jî mîna qiravîya berbangê bûyî bin, ewê bêne cem Te ser çîyayêd pîroz” (ZEBÛR 110:3).

KILAMA 39 Qazanc kin Navê Qenc cem Yehowa

VÊ GOTARÊDA *

1. Xwestina gelek birên cahil çi ye, û ewana ça dikarin bigihîjin vê nêtê?

BIRÊN cahil, qewat û xîreta we gelek kêrî civatê tê (Metelok 20:29). Hûn bona alîkariya xûşk-birên civatê gelek tişt dikin. Dibeke hûn dixwazin rojekê bibine berdestiyên civatê. Lê diqewime hûn difikirin ku xûşk-bira we hesab dikin ça kesên necêribandî yan gelek cahil, û bi dîtina wan, hûn hazir nînin ku cabdariyên ferz bistînin. Lê bizanibin ku hûn çiqas cahil bin jî, yeke hûn dikarin gelek tişt bikin, wekî nihada îtbariya xûşk-bira qazanc bikin.

2. Vê gotarêda emê dîna xwe bidin çi?

2 Vê gotarêda emê dîna xwe bidin serhatiyên Dawid Padşa, Asa Padşa û Yehoşefat Padşa. Emê bivînin ku ewana rastî çi cûre tengasiya hatin û ku birên cahil dikarin ji van serhatiya çi hîn bin.

DAWID PADŞA

3. Birên cahil çawa dikarin alî xûşk-bira bikin?

3 Dawid xortekî jîr û zên bû. Ewî Yehowa gelek hiz dikir. Merivên din jî feresetên wî qîmet dikirin. Mesele, Dawid stranbêjekî hoste bû, û stranên wî Şawûl Padşa gelek xweş dihatin (1 Samûyêl 16:16, 23). Birên cahil, hûn jî dikarin feresetên xwe bona kara civatê bidine xebatê. Mesele, hûn dibeke dikarin alî hine xûşk û birên emirda mezin bikin, ku ewana têl û planşêta xwe bona lêkolîna şexsî û bona civat bidine xebatê.

Dawid keriyê bavê xwe diçêrand û rind xweyî dikir. Carekê, gava hirçekî hicûmî peza kir, Dawid ew kuşt (Abzasa 4 binihêre)

4. Birên cahil gerekê çev bidine kîjan hunurên Dawid? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

4 Xortaniya xweda, Dawid yekî xîret bû û meriv îtbariya xwe wî dianîn. Mesele, ewî keriyê pezê bavê xwe diparast. Dawid Şawûl Padşara usa got: “Ezxulam, kengê min pezê bavê xwe diçêrand, gava şêr yan jî hirç dihat û pez ji kerî dibir, li pey diçûm, min lê dixist û berx ji devê wî derdixist” (1 Samûyêl 17:34, 35). Dawid cabdariya xwe ku miqatî keriyê pêz be, ferz hesab dikir, û lema jî ewî bi mêrxasî kerî diparast. Mîna Dawid, wê baş be ku birên cahil jî hemû cabdariyên ku wanra têne dayînê bi dil û can bînin sêrî.

5. Li gora Metelok 3:32, gelek ferz e ku birên cahil çi bikin?

5 Gelo bona Dawid, tiştê herî ferz çi bû? Rast e, ew yekî mêrxas bû û stranbêjekî hoste bû, lê bona wî tiştê herî ferz, dostiya tevî Yehowa bû (Metelok 3:32 bixûne). Birên cahil, heger hûn jî dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kin, hûn jî dikarin diha zêde cabdariya bistînin.

6. Hine kesa ser Dawid çawa dinihêrîn?

6 Gava Dawid dixwest hine tişta bike, kesên li der-dora wî difikirîn ku ew gelek cahil e û wê nikaribe van tişta bike. Mesele, wexta ku Dawid xwest tevî Golyat şer bike, Şawûl Padşa wîra usa got: “Tu hê cahil î” (1 Samûyêl 17:31-33). Usa jî, birê Dawid yê mezin, wî neheq kir ku ew yekî bêtalaş e (1 Samûyêl 17:26-30). Lê Yehowa Dawid ça kesekî negihîştî û bêtalaş hesab nedikir, çimkî Yehowa wî rind nas dikir. Dawid xwe disparte Yehowa, Dostê xwe, lema jî ew şerê tevî Golyatda serket (1 Samûyêl 17:45, 48-51).

7. Tu dikarî ji serhatiya Dawid çi hîn bî?

7 Tu dikarî ji serhatiya Dawid çi hîn bî? Ya pêşin, gerekê tu bi sebir bî. Carna wext lazim e wekî kesên ku ji biçûktayê te nas dikirin, qebûl bikin ku tu îda mezin bûyî. Lê tu dikarî bawer bî ku Yehowa tenê bejn-bala te nanihêre. Ew zane ku tu yekî ça nî û dikarî çi bikî (1 Samûyêl 16:7). Ya duda, dostiya xwe tevî Xwedê diha qewî bike. Dawid seva ku Yehowa diha nêzîk nas bike, dîna xwe dida çêkirina destên wî û kûr difikirî ku tebiyet derheqa Xwedê çi hîn dike (Zebûr 8:3, 4; 139:14; Romayî 1:20). Ya sisiya, xwe bispêre Yehowa. Mesele, dibek hine hevaldersxanên te qerfên xwe te dikin, çimkî ku tu Şedê Yehowa yî. Heger usa ye, ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Usa jî, şîretên ji Kitêba Pîroz, ji edebyet û vîdêoyên me bide xebatê. Her gav çaxê tu divînî ku Yehowa çawa alî te dike, baweriya te diha qewî dibe. Serda, gava kesên din divînin ku tu xwe dispêrî Yehowa, ewê îtbariya xwe te bînin.

Bi milûktî alî kesên din bike (Abzasa 8 û 9 binihêre)

8-9. Pêşiya ku Dawid bû padşa, ewî çi dikir, û birên cahil dikarin ji mesela wî çi hîn bin?

8 Dawid rastî zemetên din jî dihat. Mesele, paşî ku ew hate rûnkirinê ku bibe padşa, gelek sal derbaz bûn heta ku ew bû padşa (1 Samûyêl 16:13; 2 Samûyêl 2:3, 4). Wexta ku Dawid hîviyê vê yekê bû, gelo çi alî wî dikir ku ew sebir bike? Dawid boş-betal rûnedinişt, lê ewî şixulên kêrhatî dikirin. Mesele, gava ew ça koçber welatê Filistiyada dijît, ewî tevî dijminên Îsraêliya şer dikir. Bi vî awayî, ewî sînorên herêma Cihûda diparastin (1 Samûyêl 27:1-12).

9 Birên cahil, gelo hûn dikarin ji mesela Dawid çi hîn bin? Mecela bigerin ku alî xûşk-bira bikin. Dîna xwe bide serhatiya birakî bi navê Rîkardo *. Gava ew hê zar bû, ewî rûspiyên civatêra got ku ew dixwaze bibe pêşengê hertim, lê wana wîra got ku ew hê hazir nîne. Dîsa jî, ew bi zêdeyî eciz nebû, nêta xwe neguhast û xizmeta xwe zêde kir. Rîkardo usa dibêje: “Bi rastî jî min fem kir ku ez gerekê diha pêşda herim. Lema min xîret dikir ku hemû kesên ku guh dane min, dîsa teseliya wan bikim û bona serlêdana wan rind hazir bim. Bi saya vê yekê min xwera xwendekarekî Kitêba Pîroz dît. Çiqas cêribandina min zêde dibû, haqas hê zêde ez xweda bawer dibûm”. Rîkardo niha pêşengê hertim û berdestiyê civatê ye û cabdariyên xwe rind tîne sêrî.

10. Carekê, pêşiya ku Dawid safîkirineke ferz bikira, ewî çi kir?

10 Dîna xwe bide qewimandineke din, ya ku hatibû serê Dawid. Gava Dawid û eskerên wî koçber bûn, ewana çûne şer. Çaxê ewana ji bajêr dûr ketin, dijmina malên wan talan kirin û malbetên wan revandin. Dawid çiqas eskerekî gelekî cêribandî bû jî, ew nedifikirî ku ew dikare malbeta xwe bi aqlê xwe xilaz ke, lê ewî rêberiya Yehowa geriya. Bi alîkariya kahînekî bi navê Abîatar, Dawid ji Yehowa usa pirsî: “Ez bidim pey êrîşkarên siwarî, gelo ezê bigihîjim wan?” Yehowa usa cab da: “Bide pey wan tê bigihîjî wan û tê hêsîra rizgar [xilaz] bikî” (1 Samûyêl 30:7-10). Ji vê serhatiyê, em dikarin çi hîn bin?

Ji rûspiya rêberiyê bixwaze (Abzasa 11 binihêre)

11. Pêşiya ku em safîkirina bikin, wê baş be ku em çi bikin?

11 Pêşiya ku tu safîkirina bikî, wê baş be ku tu jî şîretê bigerî. Mesele, tu dikarî ji dê û bavê xwe yan ji rûspiyên civatê şîretê bixwazî. Yehowa van rûspiyên cêribandî ça “pêşkêş” hesab dike û îtbariya xwe wan tîne (Efesî 4:8). Lema tu jî dikarî îtbariya xwe wan bînî. Baweriya wan xwera bike mesele û guh bide şîretên wane bi  bîlanî. Niha emê dîna xwe bidin serhatiya Asa Padşa, û emê bivînin ku çi dikarin ji vê serhatiyê hîn bin.

ASA PADŞA

12. Destpêka hukumdariya xweda, Asa Padşa yekî çawa bû?

12 Cahiltiya xweda, Asa Padşa yekî milûk û mêrxas bû. Mesele, paşî mirina bavê xwe Ebîya, gava Asa bû padşa, ewî destpêkir pûtparistiyê kuta ke. Usa jî, ewî cimeta Cihûdara got ku bira ewana Yehowa bigerin û guh bidin qanûnên wî (2 Dîrok 14:1-7). Gava Zerahê Etyopî tevî mîlyonekî eskerên xwe kete welatê Cihûda, Asa Padşa ji Yehowa alîkarî xwest. Ewî fem dikir ku heger Yehowa alî wan bike, hejmara wan qet ne ferz e. Lema Asa ji dil bawer dikir ku Yehowa dikare wî û miletê wî xilaz ke. Asa xwe dispart Bavê xweyî ezmanî, û Ewî dijminên wî bin dest kirin (2 Dîrok 14:8-12).

13. Çi hat serê Asa, û çima?

13 Gava mîlyonek esker miqabilî Asa Padşa derketin, ev yek bi rastî jî problêmeke mezin bû. Asa ji Yehowa alîkarî xwest, û ev yek safîkirineke baş bû. Lê sed heyf ku gava problêmeke biçûk pêşda hat, Asa ji Yehowa alîkarî nexwest. Wexta ku padşê Îsraêl Baaşa dixwest hicûmî Cihûda bike, Asa ji padşê Sûryayê alîkarî xwest. Axiriya vê safîkirinê gelek xirab bû. Yehowa bi saya Hananî pêxember Asara usa got: “Madem ku te xwe sipart qiralê [padşê] Sûriyê û te xwe nesipart Xwedayê xwe Xudan, lema artêşa qiralê Sûriyê ji destê teva reviya û xilaz bû”. Ji wê demê, Asa Padşa mecbûr bû ku timê şer bike (2 Dîrok 16:7, 9; 1 Padşatî 15:32). Ji serhatiya wî em çi hîn dibin?

14. Tu çawa dikarî xwe bispêrî Yehowa, û li gora 1 Tîmotêyo 4:12, axiriya vê yekê wê çi be?

14 Milûk bimîne û timê xwe bispêre Yehowa. Wexta ku tu hatî nixumandinê, te bawerîke mezin eyan dikir û te xwe dispart Yehowa. Û Yehowa tu di malbeta xweda qebûl kirî. Niha jî gelek ferz  e ku tu berdewam kî xwe bispêrî wî. Gava tu safîkirinên gelek ferz dikî, hilbet hêsa ye ku tu baweriya xwe Yehowa bînî. Lê gava tu safîkirinên herrojî dikî, tu hingê jî rêberiya Yehowa digerî? Mesele, gava tu xwera xebatekî digerî, wedederbazkirinê dijbêrî yan ji xwera nêta datînî, tu car xwe nespêre aqilê xwe. Prînsîpên Kitêba Pîroz bigere, yên ku wê alî te bikin wekî tu safîkirinên rast bikî, û pey wan prînsîpa here (Metelok 3:5, 6). Heger tu usa bikî, tuyê dilê Yehowa şa bikî û bona xûşk-bira bibî mesela baş (1 Tîmotêyo 4:12 bixûne).

YEHOŞEFAT PADŞA

15. Li gora 2 Dîrok 18:1-3; 19:2, Yehoşefat çi şaşî kir?

15 Ça her kes, hilbet tu jî carna şaşiya dikî. Lê ev yek gerekê riya te negire ku xizmetiya xweda xîret bî. Serhatiya Yehoşefat Padşa bîne ber çevê xwe. Gelek hunurên wî yên baş hebûn. Gava ew xort bû, ew “li Xwedayê bavê xwe geriya û . . . di emirên Xwedêda meşiya”. Usa jî, ewî hine serok şandin bajarên Cihûda, wekî ew cimetê derheqa Yehowa hîn bikin (2 Dîrok 17:4, 7). Yehoşefat çiqas merivekî dilpak bû jî, ewî carna safîkirinên nerast dikir. Carekê, paşî ku Yehoşefat safîkirineke nerast kir, Yehowa bi saya xizmetkarekî xwe şîret da wî (2 Dîrok 18:1-3; 19:2 bixûne). Tu dikarî ji vê serhatiyê çi dersê bistînî?

Xîret û û bi îtbar be (Abzasa 16 binihêre)

16. Serhatiya Racêv çi me hîn dike?

16 Gava tera şîretê didin, li gora vê şîretê bike. Dibeke tera çetin e ku rind dîna xwe bidî xizmeta Yehowa. Heger usa ye, mêrxasiya xwe unda neke. Birakî bi navê Racêv derheqa cahiltiya xwe usa dibêje: “Cahiltiyêda min carna nizanibû ku çi bikim. Mîna gelek cahilên din, min ji civîna û xizmetê zêdetir, ji sportê û ji mijûliyên din şabûn distand”. Çi alî Racêv kir? Rûspîk bi nermî dîna wî kişande ser prînsîpa ji 1 Tîmotêyo 4:8. Racêv ev şîret bi milûktî qebûl kir. Ew usa dibêje: “Min safî kir wekî herî zêde dîna xwe bidim nêtên ruhanî”. Belê, Racêv fem kir ku di jîyîna wîda tiştê herî ferz bi rastî çi ye. Axiriya vê yekê bû çi? Racêv dibêje: “Çend sal şûnda, ez bûm berdestiyê civatê”.

DILÊ BAVÊ XWEYÎ EZMANA ŞA KE

17. Xûşk û bira çima qîmetê didin birayên cahil?

17 Birên cahil, xûşk-bira we gelek qîmet dikin, çimkî hûn tevî wan “mil bi mil” Yehowara xizmet dikin (Sêfanya 3:9). Xîret û rezediliya we gelek wan xweş tê. Bawer bin, ewana we gelek hiz dikin! (1 Yûhenna 2:14).

18. Li gora Metelok 27:11, xizmeta birên cahil ser Yehowa çawa hukum dike?

18 Birên cahil, tu cara bîr nekin ku Yehowa we hiz dike û îtbariya xwe we tîne. Ji berêva Kitêba Pîrozda hatibû nivîsarê ku rojên axiriyêda, gelek xort wê bi rezedilî Yehowara xizmet bikin (Zebûr 110:1-3). Xwedê zane ku hûn wî hiz dikin û dixwazin bi dil û can wîra xizmet bikin. Him li himberî xwe, him jî li himberî kesên din bi sebir bin. Gava hûn seva şaşîke xwe têne şîretkirinê, vê yekê qebûl bikin ça şîreta ji Yehowa (Îbranî 12:6). Hemû cabdarî û şixulên xwe bi xîret bînin sêrî. Û ya lape ferz, her tiştî usa bikin, wekî Bavê weyî ezmana wera firnaq be (Metelok 27:11 bixûne).

KILAMA 135 Yehowa Dibêje: “Kurê Min, Serwaxt be”

^ abz. 5 Gelek birên cahil dixwazin aliyê ruhanîva pêşda herin û Yehowara hê zêde xizmet bikin. Seva ku ewana rojekê bibin berdestiyên civatê, gerekê ewana îtbariya xûşk û bira qazanc kin. Gelo ew çawa dikarin vê yekê bikin?

^ abz. 9 Hine nav hatine guhastinê.