Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 14

“Li ser Şopa Wî Herin”

“Li ser Şopa Wî Herin”

“Mesîh jî ji bo we cefa kişand û mînak ji we re hişt, da ku hûn li ser şopa wî herin” (1. PETRÛS 2:21).

KILAM 13 Îsa Mesîh ji Me re Mînak e

PÊŞGOTIN *

Îsa Mesîh şopa xwe hiştiye, da ku em karibin “li ser şopa wî herin” (Li paragrafên 1 û 2yan binêre)

1-2. Em çawa dikarin li ser şopa Îsa Mesîh herin? Mîsalekê bide.

XEYAL BIKE ku tu û kesên din, hûn li çolê di nav pûk û berfê de rêve diçin. Rêberekî bitecrûbe rêberiya we dike, lê rêber carinan seba mij û duman ji ber çavan winda dibe. Dîsa jî, tu natirsî, çimkî hûn şopa wî dibînin, û hûn xîret dikin ku li ser şopa wî bimînin.

2 Ev dinyaya xerab dişibe çoleke bitalûke. Şikur ku Îsa Mesîh rêberê me ye, û em dikarin “li ser şopa wî herin” (1. Petrûs 2:21). Li gor çavkaniyekê, Petrûsê şandî li vê ayetê Îsa Mesîh dişibîne rêberekî. Çawa ku rêber şopekê dihêle, Îsa Mesîh jî şopa xwe hiştiye, da ku em karibin “li ser şopa wî herin”. Gelo maneya vê çi ye, çima muhîm e ku em vêya bikin û em çawa dikarin vêya bikin?

MANEYA ÇÛYÎNA LI SER ŞOPA ÎSA MESÎH ÇI YE?

3. Maneya çûyîna li ser şopa kesekî çi ye?

3 Di Nivîsarên Pîroz de, gotinên “meşîn” û “gav avêtin” car caran ji bo riya jiyanê tên bikaranîn (1. Mûsa 6:9; Zebûr 119:59). Mînaka ku kesek dihêle dişibe şopa ku ew dihêle gava ew rêve diçe. Loma, ev yek ku em li ser şopa kesekî diçin tê maneya ku em wî ji xwe re emsal digirin.

4. Maneya çûyîna li ser şopa Îsa Mesîh çi ye?

4 Gelo çûyîna li ser şopa Îsa Mesîh tê çi maneyê? Bi kurtasî, maneya vê ev e ku mirov gerek li gor mînaka Îsa Mesîh bijî. Li ayeta sereke ya vê meqaleyê, Petrûsê şandî herî zêde bala me dikişîne ser sebra Îsa Mesîh. Lê belê, helbet lazim e ku em Îsa Mesîh di warên din de jî ji xwe re bikin emsal (1. Petrûs 2:18-25). Bi eslê xwe, hemû gotin û kirinên Îsa Mesîh ji me re mînak in.

5. Gelo mumkin e ku mirovên qisûrdar li gor mînaka bêqisûr a Îsa Mesîh bijîn?

5 Gelo mirovên qisûrdar dikarin li gor mînaka bêqisûr a Îsa Mesîh bijîn? Belê! Em helbet nikarin bi awayekî bêqisûr li ser şopa Îsa Mesîh herin. Dîsa jî, lazim e ku em çi ji destê me tê bikin ku wî ji xwe re emsal bigirin. Yûhennayê şandî wisa gotibû: “Yê ku bêje: ‘Ez bi wî re dimînim’, divê wek ku Îsa rêve çûye, ew jî rêve here” (1. Yûhenna 2:6).

ÇIMA MUHÎM E KU EM LI SER ŞOPA ÎSA MESÎH HERIN?

6-7. Em çima dikarin bibêjin ku eger em li ser şopa Îsa Mesîh herin, emê nêzîktirî Yehowa bibin?

6 Eger em li ser şopa Îsa Mesîh herin, emê nêzîktirî Yehowa bibin. Gelo ev yek çawa mumkin e? Bi hal û hereketên xwe, Îsa Mesîh rêyî me daye ku em çawa dikarin dilê Xwedê şa bikin (Yûhenna 8:29). Loma, eger em li ser şopa Îsa Mesîh herin, Yehowa wê ji me razî be. Em dikarin emîn bin ku eger em xîret bikin ku bibin dostên Xwedê, ewê nêzîktirî me bibe (Aqûb 4:8).

7 Wekî din, Îsa Mesîh Bavê xwe bi awayekî bêqisûr emsal digirt. Loma, Îsa wisa got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhenna 14:9). Wê baş be ku em rabûn û rûniştina Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal. Mesela, dilê wî bi zilamekî bicuzam, bi jinikeke nexweş û bi kesên ku şîn digirt şewitî. Gava em wî ji xwe re emsal digirin, em Yehowa jî ji xwe re dikin emsal (Marqos 1:40, 41; 5:25-34; Yûhenna 11:33-35). Her ku em Yehowa ji xwe re emsal bigirin, emê nêzîktirî wî bibin.

8. Çûyîna li ser şopa Îsa Mesîh çawa dikare alî me bike ku em li hemberî dinyayê bi ser bikevin?

8 Eger em li ser şopa Îsa Mesîh herin, ev yek wê alî me bike ku em nekevin ber bayê vê dinyaya xerab. Li şeva dawîn berî mirina xwe, Îsa Mesîh wisa gotibû: “Ez li hember dinyayê bi ser ketim” (Yûhenna 16:33). Yanî, ew neketibû bin tesîra fikir, armanc û kirinên vê dinyayê. Wî tu caran ji bîr nedikir ku ew hat dinyayê ji bo ku navê Yehowa pîroz bike. Li dinyayê, gelek tişt dikarin me bi zêdeyî mijûl bikin. Lê belê, eger em wek Îsa Mesîh bala xwe bidin daxwaza Xwedê, emê jî li hemberî dinyayê bi ser bikevin (1. Yûhenna 5:5).

9. Ji bo ku em li ser riya jiyana herheyî bimînin, gerek em çi bikin?

9 Eger em li ser şopa Îsa Mesîh herin, emê jiyana herheyî bistînin. Carekê, gava xortekî dewlemend pirsî ka gerek ew çi bike ku jiyana herheyî bistîne, Îsa Mesîh wisa cewab da: “Were, bikeve pey min” (Metta 19:16-21). Gava hin Cihûyan bawer nedikir ku Îsa bi rastî Mesîhê sozdayî ye, wî ji wan re got: “Miyên min ... li pey min tên. Ez jiyana herheyî didim wan” (Yûhenna 10:24-29). Îsa Mesîh ji Fêrisiyekî bi navê Nîkodêmos re got ku “her kesê ku baweriyê bi wî bîne” wê jiyana herheyî bistîne (Yûhenna 3:16). Gava em li gor emsal û hîndariyên Îsa Mesîh dijîn, em nîşan didin ku em baweriya xwe bi wî tînin. Eger em wisa bikin, emê li ser riya jiyana heta bi hetayê bimînin (Metta 7:14).

EM ÇAWA DIKARIN LI SER ŞOPA ÎSA MESÎH HERIN?

10. Gelo em çawa dikarin Îsa Mesîh rind nas bikin?

10 Ji bo ku em karibin li ser şopa Îsa Mesîh herin, gerek em wî rind nas bikin (Yûhenna 17:3 bixwîne). Pir muhîm e ku em wî her ku diçe baştir nas bikin û di heqê sifet, fikir û standardên wî de hîn bibin. Ferq nake ku em çend sal di riya rastiyê de ne, gerek em bi dewamî xîret bikin ku Yehowa û Kurê wî rind nas bikin.

11. Çar Încîl behsa çi dikin?

11 Yehowa çar Încîl dane me, da ku em Kurê wî rind nas bikin. Ev çar Încîl rêyî me didin ku Îsa Mesîh çi dikir, çi digot û çi hîs dikir. Bi vî awayî, Încîl alî me dikin ku em bala xwe bidin mînaka Îsa Mesîh (Îbranî 12:3). Belê, “şopa” ku Îsa Mesîh hiştiyê, ev e! Loma, ji bo ku em Îsa Mesîh her ku diçe baştir nas bikin, gerek em Încîlan rind lêkolîn bikin. Ev yek wê alî me bike ku em “li ser şopa wî herin”.

12. Em çawa dikarin ji Încîlan feydeyê bistînin?

12 Ji bo ku em ji Încîlan feydeyê bistînin, ne bes e ku em wan tenê bixwînin. Gerek em wan bi dîqat lêkolîn bikin û li ser wan kûr bifikirin (Yêşû 1:8). Niha emê bibînin ku em çawa dikarin li ser Încîlan kûr bifikirin û li gor tiştên ku em hîn dibin, bijîn.

13. Tu çawa dikarî gotinên Încîlan bînî ber çavê xwe?

13 A yekê, gotinên Încîlan bîne ber çavê xwe. Bibîne, bibihîze û hîs bike ku li wê demê çi qewimî. Ji bo vê, li weşanên teşkîlata Yehowa lêgerînê bike. Bala xwe bide bûyerên berî û piştî qismê ku tu lêkolîn dikî. Li melûmata li ser mirov û cihên ku Încîl behsa wan dikin, bigere. Qismê ku tu lêkolîn dikî bi gotinên Încîlên din muqayese bike. Carinan, yek ji nivîskarên Încîlê behsa hin tiştên muhîm dike, yên ku li Încîlên din derbas nabin.

14-15. Gerek em çi bikin ji bo ku em li gor tiştên ku em ji Încîlan hîn dibin, bijîn?

14 A diduyan, ji Încîlan dersan bistîne (Yûhenna 13:17). Piştî ku te qismekî ji Încîlan lêkolîn kiriye, ji xwe bipirse: “Gelo ez dikarim ji vî qismî çi dersê bistînim, û ez çawa dikarim li gor tiştên ku ez hîn dibim, bijîm? Wekî din, ez çawa dikarim van gotinan bi kar bînim ku alî kesekî din bikim?” Li wexteke baş, tu belkî dikarî ji kesekî din re jî bi nezaket behsa tiştên ku tu hîn bûyî, bikî.

15 Gelo em çawa dikarin van du metodan bi kar bînin? Niha, emê li serpêhatiya jinebiyeke belengaz binêrin, a ku Îsa Mesîh behsa wê kiribû.

SERPÊHATIYA JINEBIYA BELENGAZ

16. Sehneya Marqos 12:41 tarîf bike.

16 Serpêhatiyê bîne ber çavê xwe (Marqos 12:41 bixwîne). Vê sehneyê xeyal bike: Tarîx, 11ê Nîsanê ya sala 33yan a P.M. ye, çend roj berî mirina Îsa Mesîh. Îsa Mesîh hatiye perestgehê, da ku mirovan hîn bike. Muxalifên dînî dixwest wî bi pirsan bixin dafikê. Mesela, wan pirsî ka wî otorîteya xwe ji ku derê standiye (Marqos 11:27-33; 12:13-34). Paşê, Îsa Mesîh li perestgehê derbasî cihekî din bû. Bi îhtimaleke mezin, ew niha li Hewşa Jinan e. Li wê derê, ew peredankan dibîne, yên ku li ber dîwarên hewşê hatine danîn. Ew rûdine û bala xwe dide mirovên ku pereyan davêjin van peredankan. Gelek mirovên dewlemend pir pereyan davêjin. Belkî şingeşinga pereyên ku dikevin peredankan jî tên guhê wî.

17. Li gor Marqos 12:42, jinebiya feqîr çi kir?

17 Marqos 12:42 bixwîne. Piştî demekê, Îsa bala xwe dide “jinebiyeke reben” (Lûqa 21:2). Jiyana wê pir zehmet e. Bi îhtimaleke mezin, li wê zor tê ku debara xwe bike. Dîsa jî, ew nêzîkî peredankê dibe û du pereyên biçûk diavêje. Pere ew qas sivik in ku ew bê deng dikevin binê peredankê. Îsa dizane ku wê çi avêtiye – du lepta, yanî pereyên herî biçûk, ên ku li wê demê hebûn. Du lepta têra çivîkeke biçûk jî nedikir, ên ku ji bo xwarinê dihatin firotin!

18. Li gor Marqos 12:43, 44, Îsa Mesîh di heqê jinebiyê de çi got?

18 Marqos 12:43, 44 bixwîne. Kirinên vê jinebiyê dilê Îsa Mesîh digirin. Loma, ew gazî şagirtên xwe dike û bala wan dikişîne ser wê. Ew dibêje: “Vê jinebiya belengaz ji wan hemûyan bêtir avêt peredankê, çimkî wan hemûyên din [bi xisûsî kesên dewlemend] ji zêdehiya malê xwe avêtinê. Lê vê jinikê ji belengaziya xwe çi tiştê wê hebû, hemû abora xwe avêtê.” Gava vê jinebiya dilsoz pereyê xwe yê dawîn avêt peredankê, wê nîşan dida ku ew xwe bi temamî dispêre Yehowa (Zebûr 26:3).

Mîna Îsa Mesîh, pesnê xwişk û birayên ku bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikin, bide (Li paragrafên 19 û 20an binêre) *

19. Em dikarin ji gotinên Îsa Mesîh ên di heqê jinebiya belengaz de çi dersa muhîm bistînin?

19 Ji vê serpêhatiyê dersê bistîne. Ji xwe bipirse: “Gelo ez dikarim ji gotinên Îsa Mesîh ên li ser jinebiya belengaz çi dersê bistînim?” Di heqê vê jinikê de bifikire. Wê bê guman dixwest zêdetir tişt bidana Yehowa. Dîsa jî, wê çi ji destê wê hat, kir. Wê tiştê herî baş, ê ku di destê wê de hebû, da Yehowa. Wekî din, Îsa Mesîh dizanibû ku Bavê wî qîmet dida bexşa wê. Derseke muhîm ev e: Eger em bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin, ewê ji me razî be (Metta 22:37; Kolosî 3:23). Gava em wext û qeweta xwe çi qas ji destê me tê ji bo xizmet û civînan xerc dikin, Yehowa şa dibe.

20. Tu çawa dikarî li gor dersa ji serpêhatiya jinebiya belengaz hereket bikî?

20 Tu çawa dikarî li gor dersa ji serpêhatiya jinebiyê hereket bikî? Hin xwişk û birayan, yên ku xemgîn in ji ber ku ew êdî nikarin wek berê ji Yehowa re xizmet bikin, bîne ber çavê xwe. Mesela, belkî li civata te xwişkeke extiyar heye, ya ku xwe bêkêr hîs dike ji ber ku siheta wê êdî îznê nade ku ew wek berê derkeve xizmetê. Yan jî, birayek belkî seba nexweşiyeke kronîk nikare bê hemû civînan. Bi gotinên teşwîqdar, em dikarin alî xwişk û birayên wisa bikin û “hevdû ava bikin” (1. Selanîkî 5:11). Ji wan re behsa tiştên ku em ji serpêhatiya jinebiya belengaz hîn bûne, bike. Gotinên te dikarin cesaretê bidin wan û baweriya wan zêde bike ku wexta ku ew çi ji destê wan tê dikin, Yehowa ji wan razî ye (Methelokên Silêman 15:23). Belê, xizmeta xwişk û birayan pir be yan hindik be, gava tu pesnê xîreta wan didî, tu li ser şopa Îsa Mesîh diçî.

21. Wê baş be ku em çi bikin?

21 Em pir şa ne ku çar Încîl di heqê jiyana Îsa Mesîh de ew qas melûmatê didin me. Bi saya vê melûmatê, em dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin û li ser şopa wî herin. Gelo tu dikarî Încîlan di lêkolîna xwe ya şexsî de yan di Îbadeta Malbatê de lêkolîn bikî? Ji bîr neke ku ji bo ku tu ji lêkolîneke wisa feydeyê bistînî, gerek tu gotinên Încîlan bînî ber çavê xwe û dersên ku tu hîn dibî di jiyana xwe de pêk bînî. Lê ji xeynî vê ku em kirinên Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin, gerek em guh bidin gotinên wî jî. Li meqaleya din, emê bala xwe bidin gotinên dawîn, ên ku Îsa Mesîh berî mirina xwe anîn zimên.

KILAM 15 Pesnê Îsa Mesîh Bide

^ par. 5 Lazim e ku şagirtên Îsa Mesîh “li ser şopa wî herin”. Gelo Îsa Mesîh çi şop ji me re hişt? Li vê meqaleyê, emê cewaba vê pirsê bistînin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin “li ser şopa wî herin” û ev yek çima muhîm e.

^ par. 60 RESIM: Xwişkek li ser gotinên Îsa Mesîh ên di heqê jinebiya belengaz de kûr difikire û paşê pesnê xwişkeke extiyar dike ji ber ku ew bi dil û can xizmet dike.