Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 14

“Pêgeha Wîda Herin”

“Pêgeha Wîda Herin”

“Mesîh xwexa jî bona we cefa kişand û nexşek wera hişt, wekî hûn pêgeha wîda herin” (1 PETRÛS 2:21).

KILAMA 13 Îsa Mera Mesele ye

VÊ GOTARÊDA *

Îsa pêgeha xwe hîştiye, wekî em bikaribin “pêgeha wîda herin” (Abzasa 1 û 2 binihêre)

1-2. Em çawa dikarin pêgeha Îsa Mesîhda herin? Meselê bîne.

BIDE ber çevê xwe ku tu û kesên din, hûn çoleke xofra nav berfêda rê diçin. Rêberekî cêribandî rêberiya we dike, lê ew carna ji bo mij û dûmanê ber çeva unda dibe. Dîsa jî, tu natirsî, çimkî hûn pêgeha wî divînin, û hûn xîret dikin ku pêgeha wîda herin.

2 Ev dinya xirab mîna çoleke xof e. Şikir ku Îsa Mesîh Rêberê me ye, û em dikarin “pêgeha wîda herin” (1 Petrûs 2:21). Li gora kanîkê, Petrûsê şandî li vê rêzê Îsa Mesîh beramberî rêberekî dike. Çawa ku rêber pêgeha xwe dihêle, Îsa Mesîh jî pêgeha xwe hîştiye, wekî em bikaribin “pêgeha wîda herin”. Gelo ew çi tê hesabê, çira ferz e ku em vê yekê bikin û em çawa dikarin vê yekê bikin?

ÇI TÊ HESABÊ PÊGEHA ÎSADA HERIN?

3. Çi tê hesabê pêgeha kesekîda herin?

3 Di Nivîsarên Pîrozda, gotinên “rê çûyîn” û “gav avîtin” car cara ji bo riya jîyînê têne xebitandinê (Destpêbûn 6:9; Zebûr 119:59). Kesê ku mesela dihêle, ça bêjî pêgeha xwe dihêle gava ew rê diçe. Lema, heger em li ser pêgeha kesekî diçin, ev yek tê hesabê ku em wî xwera dikin mesele û çev didine wî.

4. Çi tê hesabê pêgeha Îsa Mesîhda herin?

4 Gelo çi tê hesabê pêgeha Îsa Mesîhda herin? Kin bêjin, ew tê hesabê çev bidine mesela Îsa. Li rêza sereke ya vê gotarê, Petrûsê şandî herî zêde dîna me dikişîne ser sebra Îsa Mesîh. Lê hilbet lazim e ku em Îsa di aliyên dinva jî xwera bikin mesele (1 Petrûs 2:18-25). Bi rastî, temamiya emirê Îsa, hemû gotin û kirinên wî mera mesele ne.

5. Gelo dibe ku merivên gunekar li gora mesela bêqisûr ya Îsa Mesîh bijîn?

5 Em merivne gunekar in, gelo em dikarin çev bidin mesela Îsayê bêqisûr? Belê! Em hilbet nikarin bi cûrekî bêqisûr çev bidine Îsa, lê yeke em dikarin pêgeha wîda herin. Bona vê yekê, lazim e ku em çi ji destê me tê bikin wekî çev bidine wî. Yûhennayê şandî usa gotibû: “Ewê ku dibêje: ‘Ez nava wîda me’, gerekê usa bijî, çawa Îsa jît” (1 Yûhenna 2:6).

ÇIMA FERZ E KU EM PÊGEHA ÎSADA HERIN?

6-7. Em çira dikarin bêjin ku heger em pêgeha Îsada herin, emê diha nêzîkî Yehowa bin?

6 Heger em pêgeha Îsada herin, emê diha nêzîkî Yehowa bin. Lê çawa? Bi jîyîna xwe, Îsa mera mesele hîşt ku em çawa dikarin dilê Xwedê şa bikin (Yûhenna 8:29). Lema, heger em pêgeha Îsada herin, Yehowa wê ji me razî be. Em dikarin bawer bin ku heger em xîret bikin ku bibin dostên Xwedê, ewê diha nêzîkî me be (Aqûb 4:8).

7 Îsa Mesîh bêqisûr bû û bi temamî çev dida Bavê xwe. Lema jî, Îsa usa got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhenna 14:9). Wê baş be ku em çev bidine rabûn-rûniştina Îsa Mesîh. Mesele, dilê wî bi mêrekî kotî, bi jinikeke nexweş û bi kesên ku şînê dikir, şewitî. Gava em çev didine Îsa, em usa jî çev didine Yehowa (Marqos 1:40, 41; 5:25-34; Yûhenna 11:33-35). Çiqas zêde em çev bidine xeyset-hunurên Yehowa, haqas hê zêde emê nêzîkî wî bin.

8. Çûyîna li ser pêgeha Îsa çawa dikare alî me bike ku em vê dinyayê “bindest” bikin?

8 Heger em pêgeha Îsada herin, ev yek wê alî me bike ku em nekevin ber bayê vê dinya xirab. Li şeva paşin pêşiya mirina xwe, Îsa Mesîh usa got: “Min dinya kire bindestê xwe” (Yûhenna 16:33). Dêmek, ew nekete bin hukumê fikir, nêt û kirinên vê dinyayê. Ewî tu cara bîr nedikir ku ew hate dinyayê seva ku navê Yehowa pîroz bike. Vê dinyayêda, gelek tişt dikarin dîna me bikişînin ser xwe. Lê heger em mîna Îsa Mesîh dîna xwe bidin qirara Xwedê, emê jî vê dinyayê “bindest” bikin (1 Yûhenna 5:5).

9. Seva ku em li ser riya jîyîna heta-hetayê bimînin, gerekê em çi bikin?

9 Heger em li ser pêgeha Îsada herin, emê jîyîna heta-hetayê bistînin. Carekê, gava xortekî dewlemend pirsî ku ew gerekê çi bike wekî jîyîna herheyî bistîne, Îsa Mesîh usa cab da: “Pey min were” (Metta 19:16-21). Gava hine Cihûya bawer nedikir ku Îsa bi rastî Mesîhê sozdayî ye, ewî wanra got: “Pezêd min . . . pey min tên. Ez jiyîna heta-hetayê didime wan” (Yûhenna 10:24-29). Îsa Mesîh Fêrisîkî bi navê Nîkodêmora got ku “her kesê ku wî bawer bike” wê jîyîna herheyî bistîne (Yûhenna 3:16). Gava em li gora mesele û hînkirinên Îsa Mesîh dijîn, em nîşan dikin ku em baweriya xwe wî tînin. Heger em usa bikin, emê li ser riya jîyîna heta-hetayê bimînin (Metta 7:14).

EM ÇAWA DIKARIN PÊGEHA ÎSADA HERIN?

10. Gelo em çawa dikarin Îsa rind nas bikin?

10 Seva ku em bikaribin pêgeha Îsada herin, gerekê em wî rind nas bikin (Yûhenna 17:3 bixûne). Pir ferz e ku em wî diha baş nas bikin û derheqa hunur, fikir û prînsîpên wî hîn bin. Firqî tune ku em çend sal ser riya rastiyê ne, gerekê em berdewam kin xîret bikin ku Yehowa û Kurê wî rind nas bikin.

11. Çar kitêbên pêşine Mizgînî besa çi dikin?

11 Yehowa çar kitêbên ji Mizgînî dane me, wekî em Kurê wî rind nas bikin. Ev çar kitêb me hîn dikin ku Îsa çi dikir, çi digot û çi texmîn dikir. Bi vî cûreyî, ew kitêb alî me dikin ku em dîna xwe bidin mesela Îsa Mesîh (Îbranî 12:3). Belê, em dikarin bêjin ku “pêgeha” ku Îsa mera hîştiyê, van kitêbada ne! Lema, seva ku em diha baş Îsa nas bikin, gerekê em wan kitêba rind lêkolîn bikin. Ev yek wê alî me bike ku em çev bidine wî û pêgeha wîda herin.

12. Em çawa dikarin ji çar kitêbên Mizgînî karê bistînin?

12 Seva ku em ji van çar kitêba karê bistînin, ne bes e ku em van tenê bixûnin. Gerekê em vana kûr lêkolîn bikin û li ser van kûr bifikirin (Yêşû 1:8). Niha emê çend şîreta bivînin, ku em çawa dikarin li ser van çar kitêba kûr bifikirin û li gora tiştên ku em hîn dibin, bijîn.

13. Tu çawa dikarî gotinên ji çar kitêbên Mizgînî bidî ber çevê xwe?

13 Ya yekê, qewimandinên ji wan kitêba bide ber çevê xwe. Bivîne, bibihê û texmîn ke ku wî çaxî çi qewimî. Bona vê yekê, li edebyetên teşkîleta Yehowa lêgerînê bike. Gava tu parekê lêkolîn dikî, dîna xwe bide kontêkstê, dêmek qewimandinên ku pêşiya û paşê vê yekê qewimîn. Înformasiya derheqa meriv û ciyên ku ev çar kitêb besa wan dikin, bigere. Vê para ku tu lêkolîn dikî beramberî rêzên margînal bike, yên ku besa vê serhatiyê dikin. Carna, kitêbekêda nivîskar besa hine tiştên ferz dike, yên ku kitêbên dinda derbaz nabin.

14-15. Gerekê em çi bikin ku dersên ji çar kitêbên Mizgînî, emirê xweda bidine xebatê?

14 Ya duda, dersên ji wan kitêba emirê xweda bide xebatê (Yûhenna 13:17). Paşî ku tu serhatîkî ji Mizgînî lêkolîn kî, ji xwe bipirse: “Gelo ez dikarim ji vê serhatiyê çi dersê hîn bin, û ez çawa dikarim li gora tiştên ku ez hîn dibim, bijîm? Ez çawa dikarim van gotina bidime xebatê, wekî alî kesekî din bikim?” Tu dikarî pêşda derheqa kesekî bifikirî, û li wexteke baş, bi hizkirin û nermî besa dersên ku tu hîn bûyî, bikî.

15 Gelo em çawa dikarin van du mêtoda bidine xebatê? Niha, emê li serhatiya jinebîke belengaz binihêrin, ya ku Îsa Mesîh besa wê kiribû.

SERHATIYA JINEBIYA BELENGAZ

16. Dereca ji Marqos 12:41 gilî kin.

16 Serhatiyê bîne ber çevê xwe (Marqos 12:41 bixûne). Vê derecê bide ber çevê xwe: 11 Nîsanê sala 33 D.M. ye, çend roj pêşiya mirina Îsa Mesîh. Îsa hatiye paristgehê, wekî meriva hîn bike. Serwêrên dînê Cihûya dixwestin wî bi pirsa bikine telikê. Mesele, wana pirsî ka ewî hukumê xwe ji ku derê standiye (Marqos 11:27-33; 12:13-34). Paşê, Îsa li paristgehê derbazî cîkî din dibe. Ça tê kifşê, ew niha li Hewşa Jinada ye. Li wê derê, dîna wî ser peredanka ye, yên ku li ber dîwarên hewşê hatine danîn. Ew rûdinê û dîna xwe dide merivên ku pera davêjin van peredanka. Gelek merivên dewlemend gelek pera davêjin. Diqewime dengê şingeşinga pera ku dikevin peredanka dikeve guhê wî.

17. Li gora Marqos 12:42, jinebiya kesîb çi kir?

17 Marqos 12:42 bixûne. Paşî demekê, Îsa dîna xwe dide “belengazeke jinebî” (Lûqa 21:2). Jîyîna wê gelek zemet e. Ça tê kifşê jêra çetin e ku ebûra xwe bike. Dîsa jî, ew nêzîkî peredankê dibe û du polên biçûk davêje hundur. Ev pere haqas sivik in ku ew bê deng dikevin binê peredankê. Îsa zane ku ewê çi avîtiye – du pol, dêmek perên herî biçûk, yên ku li wê demê hebûn. Ev du pol têra çivîkeke biçûk jî nedikir, yên ku bona xwarinê dihatin firotin.

18. Li gora Marqos 12:43, 44, Îsa derheqa jinebiyê çi got?

18 Marqos 12:43, 44 bixûne. Kirinên vê jinebiyê dilê Îsa Mesîh digirin. Lema, ew gazî şagirtên xwe dike û dîna wan dikişîne ser wê. Ew dibêje: “Evê jinebiya belengaz ji van hemûya zeftir avîte peredangê, van [îlahî yên dewletî] hemûya ji zêdeya hebûka xwe avîtinê. Lê evê vê belengaziya xweda çî wê hebû ku pê ebûrê xwe bikira hemû avîtê”. Gava vê jinebiya amin perê xwe yê paşin avîte peredankê, ewê nîşan kir ku bi temamî îtbariya xwe Yehowa tîne ku ew wê bona wê xem bike (Zebûr 26:3).

Mîna Îsa Mesîh, payê xûşk-birên ku bi dil û can Yehowara xizmet dikin, bide (Abzasa 19 û 20 binihêre) *

19. Em dikarin ji gotinên Îsa Mesîh yên derheqa jinebiya belengaz çi dersa ferz hîn bin?

19 Ji vê serhatiyê dersê hîn be. Ji xwe bipirse: “Gelo ez çi dersê ji gotinên Îsa Mesîh derheqa jinebiya belengaz dikarim bistînim?” Derheqa vê jinebiyê bifikire. Ewê bêşik dixwest diha zêde tişt bida Yehowa. Dîsa jî, ewê çi ji destê wê dihat, kir. Ewê tiştê herî baş, yê ku destê wêda hebû, da Yehowa. Usa jî, Îsa zanibû ku Bavê wî qurbankirina vê jinebiyê qîmet dikir. Derseke ferz ev e: heger em bi dil û can Yehowara xizmet bikin, ew wê ji me razî be (Metta 22:37; Kolosî 3:23). Gava em wext û qewata xwe çiqas ji destê me tê bona xizmet û civîna xerc dikin, Yehowa gelek şa dibe.

20. Tu çawa dikarî dersa ji serhatiya jinebiya belengaz bidî xebatê?

20 Tu çawa dikarî dersa ji serhatiya jinebiyê bidî xebatê? Derheqa wan hine xûşk-bira bifikire, yên ku xemgîn in, çimkî ewana îda nikarin ça berê Yehowara xizmet bikin. Mesele, dibeke li civata te xûşkeke emirda mezin heye, ya ku xwe bêkêr hesab dike, çimkî siheta wê îda îznê nadê ku ew ça berê derkeve xizmetê. Yan jî, birak dibeke seva nexweşîke kronîkî nikare bê hemû civîna. Bi giliyên şîrin, em dikarin xûşk-birên usa bişidînin û bi wî cûreyî “alîkariya hevdu bikin” (1 Têsalonîkî 5:11). Wanra besa tiştên ku em ji serhatiya jinebiya belengaz hîn bûne, bike. Gotinên te dikarin dil bidine wan û nîşan kin ku Yehowa ji wan razî ye, gava ewana bona wî çi ji destê wan tê dikin (Metelok 15:23). Belê, xizmeta xûşk û bira gelek be yan hindik be, gava tu payê xîreta wan didî, tu bi vî cûreyî çev didî Îsa.

21. Wê baş be ku em çi bikin?

21 Em gelek şa ne ku çar kitêbên ji Mizgînî derheqa jîyîna Îsa Mesîh haqas tiştên hûr gilî dikin. Bi saya vê yekê, em dikarin çev bidine Îsa û pêgeha wîda herin. Tu dikarî van kitêbên ji Mizgînî wedê lêkolîna xweye şexsî yan wedê Qulixkirina tevî Malbetê lêkolîn bikî. Bîr neke, seva ku tu ji lêkolîneke usa karê bistînî, gerekê tu wan serhatiya bidî ber çevê xwe û dersên ku tu hîn dibî di jîyîna xweda pêk bînî. Lê xêncî vê yekê ku em kirinên Îsa Mesîh xwera dikin mesele, gerekê em guh bidin gotinên wî jî. Gotara dinda, emê dîna xwe bidin gotinên xilaziyê, yên ku Îsa pêşiya mirina xwe got.

KILAMA 15 Nuxriyê Yehowa Rûmet kin!

^ abz. 5 Lazim e ku şagirtên Îsa Mesîh “pêgeha wîda herin”. Gelo Îsa Mesîh çi “pêgeh” mera hîşt? Vê gotarêda, emê caba vê pirsê bistînin. Usa jî, emê bivînin ku em çawa dikarin “pêgeha wîda herin” û ev yek çima ferz e.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkek li ser gotinên Îsa Mesîh yên derheqa jinebiya belengaz kûr difikire û paşê payê xûşkeke emirda mezin dide, çimkî ew bi dil û can xizmet dike.