Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 16

Qîmetê Bide Fîdyeyê

Qîmetê Bide Fîdyeyê

“Kurê Mirov ... hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl [fîdye] bide” (MARQOS 10:45).

KILAM 18 Em ji bo Fîdyeyê Spasdar in

PÊŞGOTIN *

1-2. Fîdye çi ye, û em çima hewceyî fîdyeyê ne?

GAVA mirovê pêşîn Adem guneh kir, wî hem xwe hem jî zarokên xwe teslîmî mirinê kirin. Ji bo gunehê Adem qet bahane tune bû. Wî bi qesdî guneh kir, lê ev yek ne sûcê zarokên wan bû. Dîsa jî, wan guneh û mirin ji Adem mîras standin (Romayî 5:12, 14). Gelo çi dikaribû ew ji fermana mirinê xelas bikirana? Demeke kin piştî gunehê Adem, Yehowa gav bi gav eşkere dikir ku ewê bi milyonan zarokên Adem çawa ji guneh û mirinê bifilitîne (1. Mûsa 3:15). Yehowa qerar da ku Kurê xwe ji ezmanan bişînê dinyayê, da ku ew ji bo însanan bibe fîdye (Marqos 10:45; Yûhenna 6:51).

2 Gelo fîdye çi ye? Li Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yewnanî, peyva fîdye tê maneya heqê ku Îsa Mesîh da, ji bo ku tiştê ku Adem winda kiribû, bi şûn de bikire (1. Korîntî 15:22). Gelo em çima hewceyî fîdyeyê ne? Wek li Qanûna Mûsa hatibû gotin, li gor edaleta Yehowa, lazim e ku “di ber can de can” bê dayîn (2. Mûsa 21:23, 24, Mizgînî). Adem jiyana bêqisûr winda kiribû. Ji bo ku edaleta Xwedê bê cih, Îsa Mesîh jiyana xwe ya bêqisûr feda kir (Romayî 5:17). Bi vî awayî, ew ji bo hemû kesên ku baweriya xwe bi fîdyeyê tînin bû “Bavê Abadînê” (Îşaya 9:6; Romayî 3:23, 24).

3. Li gor Yûhenna 14:31 û 15:13, Îsa Mesîh çima hazir bû ku jiyana xwe ya bêqisûr qurban bike?

3 Îsa Mesîh ji Bavê xwe û ji me ew qas hez dike ku ew hazir bû ku jiyana xwe qurban bike (Yûhenna 14:31; 15:13 bixwîne). Bi saya vê hezkirinê, Îsa Mesîh daxwaza Bavê xwe anî cih û heta mirinê dilsoz ma. Di netîceyê de, mexseda Xwedê ya eslî ya ji bo însanan û ji bo erdê wê bê cih. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Yehowa çima îzin da ku Îsa Mesîh berî mirina xwe ew qas êşê bikişîne. Wekî din, emê bi kurtasî li serpêhatiya nivîskarekî Kitêba Pîroz binêrin, ê ku pir qîmet dida fîdyeyê. Paşê, emê bibînin ku em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo fîdyeyê û ji bo fedakariya Yehowa û Îsa Mesîh şikurdar in.

ÇIMA LAZIM BÛ KU ÎSA MESÎH EW QAS ÊŞÊ BIKIŞÎNE?

Bîne ber çavê xwe ku Îsa Mesîh çi qas êş kişand, da ku fîdyeyê bide (Li paragrafa 4an binêre)

4. Îsa Mesîh çawa mir?

4 Roja dawîn berî mirina Îsa Mesîh bîne ber çavê xwe. Wî dikaribû gazî bi hezaran melekan bikira ku ew alî wî bikin, lê wî îzin da ku leşkerên Romayî wî girêdin û bidin ber qamçiyan (Metta 26:52-54; Yûhenna 18:3; 19:1). Leşkeran goştê bedena wî bi qamciyan çirand. Paşê, wan darekî giran li ser pişta wî ya birîndar bar kir. Îsa Mesîh hêdî hêdî ber bi cihê îdamê ve dimeşiya, lê paşê, Romayiyan gazî zilamekî din kir û emir da ku ew darê îşkenceyê li şûna Îsa bar bike (Metta 27:32). Gava Îsa Mesîh gihîşt cihê îdamê, leşkeran dest û piyên wî li ser darê îşkenceyê mix kirin. Gava dar hat daçikandin, giraniya bedena Îsa birînên wî hê jî zêdetir diêşandin. Dostên Îsa seba halê wî pir xemgîn bûn û diya wî digiriya, lê serwerên Cihûyan qerfên xwe bi wî dikirin (Lûqa 23:32-38; Yûhenna 19:25). Îşkenceya Îsa bi çend saetan berdewam kir. Dilê wî her ku diçû teng dibû, û li wî êdî pir zor dihat ku nefesê bistîne. Berî ku ew mir, wî dilsoziya xwe bi duaya xwe ya dawîn anî zimên. Paşê, wî serê xwe xwar kir û jiyana xwe ji dest da (Marqos 15:37; Lûqa 23:46; Yûhenna 10:17, 18; 19:30). Belê, mirina Îsa Mesîh pir bi êş û jan bû!

5. Ji bo Îsa Mesîh, tiştê herî zor çi bû?

5 Ji bo Îsa Mesîh, tiştê herî zor ne ev bû ku ewê çawa bihata kuştin, lê ev bû ku ewê bi çi sebebê bihata kuştin. Ewê wek kesekî ku li dijî Xwedê yan navê Xwedê bêhurmetî kir, bihata sûcdarderxistin (Metta 26:64-66). Ji ber vê yekê, Îsa Mesîh pir dilteng bû û ji Bavê xwe wisa rica dikir: “Bila ev kasa tehl ji min derbas bibe” (Metta 26:38, 39, 42). Gelo Yehowa çima îzin da ku Kurê wî yê ezîz ew qas êşê bikişîne û bimire? Ka em bala xwe bidin sê sebeban.

6. Çima lazim bû ku Îsa Mesîh li ser darekî bê daleqandin?

6 A yekê, lazim bû ku Îsa Mesîh li ser darekî bê daleqandin ji bo ku Cihûyan ji lanetekê xelas bike (Galatî 3:10, 13). Miletê Îsraêl soz dabû ku ewê guh bidin Qanûna Xwedê, lê wan soza xwe xera kiribû û ji ber vê yekê, ew ketibûn bin lanetekê. Di netîceyê de, ew ne tenê seba gunehê Adem di bin fermana mirinê de bûn, lê ev laneta xisûsî jî li ser wan bû (Romayî 5:12). Li gor Qanûna ku Xwedê dabû miletê Îsraêl, bedena mirovekî ku seba gunehekî giran hatibû îdamkirin, li ser darekî dihat daleqandin * (5. Mûsa 21:22, 23; 27:26). Loma, gava Îsa Mesîh li ser darê îşkenceyê hat mixkirin, wî rê vekir ku miletê ku ew red kiribû ji qurbanbûna wî feydeyê bistîne.

7. Xwedê ji bo kîjan sebeba din îzin da ku Kurê wî êşê bikişîne?

7 A diduyan, Xwedê Kurê xwe Îsa Mesîh hazir dikir ku ew bibe Serokkahînê me. Îsa Mesîh bi xwe dît ku çi qas zor e ku mirov li gel zilma giran guh bide Xwedê. Gava ew hat ceribandin, wî “bi gazî û hawar” ji Xwedê re dua kir. Ji ber ku Îsa Mesîh “bi cefakişandinê hat ceribandin, ew dikare bê hawara wan ên ku tên ceribandin”. Em ji Yehowa re çi qas şikurdar in ku wî Serokkahînekî dilrehm tayîn kiriye, yê ku kêmasiyên me rind fehm dike! (Îbranî 2:17, 18; 4:14-16; 5:7-10).

8. Wekî din, Xwedê çima îzin da ku Îsa Mesîh bi awayekî ew qas giran bê ceribandin?

8 A sisêyan, Yehowa îzin da ku Îsa Mesîh ew qas êşê bikişîne ji bo ku cewaba pirseke muhîm bê dayîn: Gelo însan dikare li hemberî tengasiyên giran dilsoz bimîne? Îblîs dibêje ku ev yek ne mumkin e. Ew dibêje ku mirov tenê ji bo menfaeta xwe ji Xwedê re xizmet dikin, û ew îdîa dike ku wek Adem, tu kes bi rastî ji Yehowa hez nake (Eyûb 1:9-11; 2:4, 5). Lê belê, Yehowa bawer bû ku Kurê wî wê dilsoz bimîne, loma wî îzin da ku ew heta mirinê bê ceribandin. Bi rastî jî Îsa dilsoz ma û îsbat kir ku Îblîs derewçîn e.

NIVÎSKAREKÎ KITÊBA PÎROZ, Ê KU PIR QÎMET DIDA FÎDYEYÊ

9. Yûhennayê şandî ji me re emsaleke çawa hişt?

9 Baweriya bi fîdyeyê alî gelek şagirtên Îsa Mesîh kiriye ku ew li gel muxalefet û tengasiyên din mizgînê bi dewamî belav bikin û heta mirinê dilsoz bimînin. Mesela, serpêhatiya Yûhennayê şandî bîne ber çavê xwe. Bi îhtimaleke mezin, wî bi zêdetirî 60 salî mizgîna di heqê Îsa Mesîh û fîdyeyê de bi dilsozî belav dikir. Gava ew nêzîkî 100 salî bû, dewleta Romayî ew li girava Patmosê sirgûn kir, çimkî ew wek tehdîd dihat dîtin. Gelo çima? Ji ber ku wî di heqê Xwedê û Îsa Mesîh de şahidî dikir (Peyxam 1:9). Belê, Yûhenna ji aliyê sebir û dilsoziyê ve emsaleke pir baş e!

10. Nivîsarên Yûhenna çawa nîşan didin ku wî qîmet dida fîdyeyê?

10 Ji kitêb û nameyên ku Yûhenna bi îlhama Xwedê nivîsîn eşkere ye ku wî ji Îsa Mesîh pir hez dikir û qîmet dida fîdyeyê. Di van nivîsaran de, wî zêdetirî 100 carî behsa fîdye û feydeyên fîdyeyê kir. Mesela, Yûhenna wisa nivîsî: “Eger yek guneh bike, li ba Bav, mehdervanê me Îsa Mesîhê rastdar heye” (1. Yûhenna 2:1, 2). Wekî din, nivîsarên Yûhenna bala me dikişînin ser vê ku çi qas muhîm e ku em “şahidiya Îsa” bikin (Peyxam 19:10). Xuya ye ku Yûhenna pir qîmet dida fîdyeyê. Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em jî qîmetê didin fîdyeyê?

TU ÇAWA DIKARÎ NÎŞAN BIDÎ KU TU JI BO FÎDYEYÊ ŞIKURDAR Î?

Kesekî ku ji dil qîmetê dide fîdyeyê ji gunehkirinê direve (Li paragrafa 11an binêre) *

11. Çi dikare alî me bike ku em guneh nekin?

11 Xwe ji gunehkirinê dûr bigire. Kesekî ku ji dil qîmetê dide fîdyeyê wê nebêje: “Eger ez bêm ceribandin, ne lazim e ku ez xwe bikujim ku guneh nekim, çimkî eger ez guneh bikim jî, ez dikarim ji Xwedê efû bixwazim.” Wexta ku em bên ceribandin ku tiştekî nerast bikin, emê bibêjin: “Na! Madem ku Yehowa û Îsa Mesîh ji bo min ew qas fedakarî kir, ezê çawa guneh bikim?” Wekî din, wek Îsa Mesîh gotibû, em dikarin ji Yehowa qewetê bixwazin û wisa dua bikin: “Me nexe ceribandinê” (Metta 6:13, KP).

12. Em çawa dikarin şîreta li 1. Yûhenna 3:16-18 pêk bînin?

12 Ji xwişk û birayan hez bike. Gava em nîşan didin ku em ji xwişk û birayan hez dikin, em nîşan didin ku em qîmetê didin fîdyeyê. Gelo çima? Çimkî Îsa Mesîh canê xwe ne tenê di oxira me de, lê di oxira xwişk û birayên me de jî daye. Ev yek ku ew hazir bû ku ji bo wan bimire îsbat dike ku ew ji bo wî pir biqîmet in (1. Yûhenna 3:16-18 bixwîne). Hal û hereketên me nîşan didin ku em ji xwişk û birayan çi qas hez dikin (Efesî 4:29, 31–5:2). Mesela, wexta ku ew nexweş dikevin, seba felaketeke tebîetê zerarê dibînin yan rastî tengasiyên din tên, em alî wan dikin. Lê eger xwişk yan birayekî dilê me bi gotin yan kirinên xwe êşandiye, gerek em çi bikin?

13. Çima lazim e ku hevdû efû bikin?

13 Gelo tu carinan li dijî xwişk yan birayekî kînê diajoyî? (3. Mûsa 19:18). Guh bide vê şîretê: “Li hember hev bîhnfireh bin, eger gazina yekî ji yê din hebe, çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wisa li hevdû bibihûrin” (Kolosî 3:13). Her ku em xwişk û birayan efû dikin, em ji Bavê xweyî ezmanî re îsbat dikin ku em ji dil qîmetê didin fîdyeyê. Gelo em çawa dikarin şikurdariya xwe ya ji bo vê hediyeya ji Xwedê zêde bikin?

TU ÇAWA DIKARÎ ŞIKURDARIYA XWE YA JI BO FÎDYEYÊ ZÊDE BIKÎ?

14. Em çawa dikarin şikurdariya xwe ya ji bo fîdyeyê nîşan bidin?

14 Ji Yehowa re spas bike ji ber ku wî fîdye tedarek kiriye. Xwişkeke 83 salî ya bi navê Joanna, ya ku li Hindistanê dijî, wisa dibêje: “Bi ya min, pir muhîm e ku ez roj bi roj di duayên xwe de behsa fîdyeyê bikim û ji Yehowa re spas bikim ji ber ku wî fîdye tedarek kiriye.” Di duayên xwe yên şexsî de, bîne bîra xwe ku te di wê rojê de çi şaşî kirine, û ji Yehowa efû bixwaze. Eger te gunehekî giran kiribe, helbet lazim e ku tu alîkariya rîspiyan jî bixwazî. Ewê guh bidin te û bi dilovanî ji Kitêba Pîroz şîretê bidin te. Ewê bi te re dua bikin û ji Yehowa rica bikin ku ew te li ser esasê fîdyeyê efû bike, da ku tu ji aliyê ruhî ve qenc bibî (Aqûb 5:14-16).

15. Wê çima baş be ku em di heqê fîdyeyê de bixwînin û kûr bifikirin?

15 Li ser fîdyeyê kûr bifikire. Xwişkeke 73 salî ya bi navê Rajamanî wisa dibêje: “Gava ez dixwînim ku Îsa Mesîh çi qas êş kişand, çavên min tijî hêstiran dibin.” Belkî li te jî zor tê ku tu êş û cefaya Îsa Mesîh bînî ber çavê xwe. Lê belê, her ku tu li ser fedakariya Îsa Mesîh kûr bifikirî, tuyê ji wî û ji Bavê wî zêdetir hez bikî. Ji bo ku tu qîmeta fîdyeyê hê jî baştir fehm bikî, tu belkî dikarî li ser vê mijarê zêdetir lêkolînê bikî.

Bi saya xwarineke sade, Îsa Mesîh nîşanî şagirtên xwe kir ku gerek ew çawa qurbana wî bi bîr bînin (Li paragrafa 16an binêre)

16. Ev yek ku em kesên din di heqê fîdyeyê de hîn dikin çima ji bo me bifeyde ye? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

16 Kesên din di heqê fîdyeyê de hîn bike. Her ku em ji kesên din re behsa fîdyeyê bikin, şikurdariya me ya ji bo fîdyeyê wê zêde bibe. Di destê me de hin hacetên bifeyde hene, yên ku alî me dikin ku em maneya fîdyeyê ji mirovan re zelal bikin. Mesela, em dikarin dersa 4an a broşûra Mizgîna Xwedê ya bi navê “Îsa Mesîh Kî ye?” bi kar bînin. Yan jî, em dikarin beşa 5an a kitêba Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? ya bi navê “Fîdye – Hediyeya Xwedê ya Herî Mezin” bi kar bînin. Wekî din, em her sal diçin Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, û em gazî kesên din dikin ku ew jî bên Bîranînê. Bi vî awayî, em şikurdariya xwe ya ji bo fîdyeyê zêdetir dikin. Belê, ev yek ku Yehowa îznê dide ku em kesên din di heqê fîdyeyê de hîn bikin, îmtiyazeke mezin e!

17. Fîdye çima hediyeya herî mezin a ji Xwedê ye?

17 Fîdye bi rastî jî hediyeyeke pir biqîmet e, û wê baş be ku em şikurdariya xwe ya ji bo vê hediyeyê her ku diçe zêdetir bikin. Em her çi qas qisûrdar bin jî, fîdyeyê rê vekiriye ku em bibin dostên Yehowa. Bi saya fîdyeyê, karên Îblîs wê bi temamî bên xerakirin (1. Yûhenna 3:8). Bi destê fîdyeyê, Yehowa wê mexseda xwe ya ji bo dinyayê bîne cih. Rojekê, temamiya dinyayê wê bibe cenet. Li wê demê, her kes wê êdî ji Yehowa hez bike û ji wî re xizmet bike. Loma, bila em roj bi roj qîmetê bidin fîdyeyê û nîşan bidin ku em ji bo vê hediyeya bêemsal şikurdar in!

KILAM 20 Te Kurê Xwe Daye

^ par. 5 Çima lazim bû ku Îsa Mesîh bi awayekî ew qas zalim bê kuştin? Ev meqale wê cewaba vê pirsê bide û alî me bike ku em zêdetir qîmetê bidin fîdyeyê.

^ par. 6 Li gor adeta Romayiyan, mirovên ku hê sax bûn li ser darê îşkenceyê dihatin mixkirin yan girêdan, û Yehowa îzin da ku Kurê wî bi vî awayî bê kuştin.

^ par. 55 RESIM: Birayek li resmên xerab nanêre, birayekî din cixareyê red dike, û birayekî din jî rişwetê qebûl nake.