Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 17

Yehowa Qîmetê Dide Te!

Yehowa Qîmetê Dide Te!

“Xudan ji gelê xwe razî ye” (ZEBÛR 149:4).

KILAM 108 Hezkirin û Dilsoziya Xwedê

PÊŞGOTIN *

Bavê meyî ezmanî qîmetê dide her yekî ji me (Li paragrafa 1ê binêre)

1. Yehowa me çawa dibîne?

YEHOWA XWEDÊ “ji gelê xwe razî ye” (Zebûr 149:4). Belê, Yehowa sifetên me yên baş dibîne, ew xîret û sînorên me dizane û ew me dikişîne ba xwe. Eger em ji wî re dilsoz bimînin, ewê heta bi hetayê nêzîkî me bimîne (Yûhenna 6:44).

2. Hinek çima difikirin ku Yehowa ji wan hez nake?

2 Hinek belkî wisa difikirin: “Ez dizanim ku Yehowa ji gelê xwe hez dike, lê ez çawa dikarim emîn bim ku ew qîmetê dide min?” Gelo hin kes çima wisa dipirsin? Xwişkeke bi navê Oksana *, ya ku zaroktiya wê xerab derbas bû, wisa dibêje: “Gava ez hatim binavkirin û bûm pêşeng, ez pir şa bûm. Lê 15 sal bi şûn de, bîranînên xerab hatin bîra min. Ez difikirîm ku Yehowa êdî ji min razî nîne û ku ez layiqî hezkirina wî nînim.” Zaroktiya xwişkeke bi navê Yua jî xerab derbas bû. Ew dibêje: “Ji ber ku min dixwest dilê Yehowa şa bikim, min ji wî re soz da ku ezê heta bi hetayê ji wî re xizmet bikim. Dîsa jî, ez emîn bûm ku ez hêjayî hezkirina wî nînim.”

3. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çi?

3 Mîna van xwişkên dilsoz, belkî tu jî ji Yehowa pir hez dikî, lê şik dikî ku ew ji te hez dike. Gelo çima muhîm e ku tu bawer bî ku ew bi rastî xema te dixwe? Çi dikare alî te bike ku tu ji fikrên negatîf bifilitî? Ka em bala xwe bidin cewabên van pirsan.

GUMAN NEKE KU YEHOWA JI TE HEZ DIKE

4. Gerek em çima guman nekin ku Yehowa ji me hez dike?

4 Hezkirin dikare motîvasyona me zêde bike. Eger em emîn bin ku Yehowa ji me hez dike û piştgiriya me dike, ev yek wê alî me bike ku em li gel tengasiyan bi dil û can ji wî re xizmet bikin. Ji aliyê din ve, eger em guman bikin ku Xwedê xema me dixwe, hêza me wê kêm be (Methelokên Silêman 24:10). Bi ser de, eger em cesareta xwe winda bikin û bawer nekin ku Yehowa ji me hez dike, Îblîs wê bi hêsanî bikaribe hicûmî me bike (Efesî 6:16).

5. Eger em şik bibin ku Xwedê ji me hez dike, ev yek dikare li ser me çawa bandor bike?

5 Hin şagirtên Îsa Mesîh seba şik û gumanan ji aliyê ruhî ve sist bûne. Rîspiyekî bi navê James wisa dibêje: “Min her çend li Beytelê xizmet dikir û ji xizmeta li civata bi zimanekî xerîb kêf distand jî, min meraq dikir ka Yehowa qurbanên min bi rastî qebûl dike yan na. Ji bo wextekê, min şik dibir ku Yehowa guh dide duayên min.” Xwişkeke bi navê Eva, ya ku li Beytelê xizmet dike, dibêje: “Min dît ku eger tu şik bibî ku Yehowa ji te hez dike, ev yek dikare li ser te pir xerab bandor bike. Tu dikarî daxwaza xwe ji bo tiştên ruhî û dilxweşiya ku tu ji xizmeta Yehowa distînî, winda bikî.” Birayekî bi navê Michael, ê ku wek pêşengê daîmî û rîspî xizmet dike, dibêje: “Eger tu bawer nekî ku Xwedê xema te dixwe, tuyê hêdî hêdî ji wî dûr bikevî.”

6. Eger di heqê hezkirina Xwedê de şik bikevin dilê me, gerek em çi bikin?

6 Serpêhatiyên van xwişk û birayan rêyî me didin ku fikrên negatîf dikarin zerarê bidin dostaniya me ya bi Yehowa re. Loma, eger di heqê hezkirina Xwedê de şik bikevin dilê me, gerek em van şikan ji dilê xwe zû derxin. Gerek em alîkariya Yehowa bixwazin ku em ji “xemên” xwe bifilitin û ku “aştiya Xwedê” hiş û dilê me biparêze (Zebûr 139:23, KP; Filîpî 4:6, 7). Wekî din, ji bîr neke ku tu tenê nînî. Xwişk û birayên din jî bi fikrên negatîf re micadele dikin. Hin xizmetkarên Yehowa yên berê jî carinan rastî tengasiyên wisa dihatin. Gelo em dikarin ji serpêhatiya Pawlos çi dersan bistînin?

DERSÊN KU EM JI SERPÊHATIYA PAWLOS DISTÎNIN

7. Çi problemên Pawlos hebûn?

7 Gelo mesûliyetên te pir in? Gelo tu carinan di bin barê wan de diwestî? Mesûliyetên Pawlosê şandî jî gelek bûn. Wî ne tenê ji bo yek civatê, lê ji bo hemû civatan xem dixwar (2. Korîntî 11:23-28). Gelo nexweşiyeke te dilxweşiya te xera dike? Dibe ku nexweşiyeke Pawlos jî hebû, çimkî wî got ku di bedena wî de “stiriyek” heye, û wî pir dixwest jê bifilite (2. Korîntî 12:7-10). Gelo tu carinan seba kêmasiyên xwe aciz dibî? Pawlos jî seba kêmasiyên xwe aciz dibû, loma wî carekê got: “Ez çi mirovekî reben im!” (Romayî 7:21-24).

8. Çi alî Pawlos dikir?

8 Li gel van problem û tengasiyan, Pawlos dev ji xizmeta Yehowa bernedida. Gelo çi alî wî dikir? Pawlos helbet hay ji kêmasiyên xwe hebû, lê wî xwe ji dil dispart fîdyeyê. Wî rind dizanibû ku Îsa Mesîh gotibû ku “Xwedê wisa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe” (Yûhenna 3:16; Romayî 6:23). Pawlos bê guman baweriya xwe bi fîdyeyê dianî. Ew emîn bû ku eger kesekî gunehekî giran kiribe jî, eger ew ji dil tobe bike, Yehowa hazir e ku wî efû bike (Zebûr 86:5).

9. Em dikarin ji gotinên Pawlos ên li Galatî 2:20 çi hîn bibin?

9 Wekî din, Pawlosê şandî bi qeweta hezkirina ku Xwedê bi destê Mesîh eyan kiribû, bawer bû (Galatî 2:20 bixwîne). Bala xwe bide gotinên Pawlos ên li dawiya vê ayetê: “Kurê Xwedê ... ji min hez dike û ji bo min xwe feda kir.” Pawlos nedifikirî ku hezkirina Xwedê bisînor e, û ew nedifikirî ku Yehowa ji xwişk û birayan hez dike, lê ji wî hez nake. Pawlos ji xwişk û birayên li Romayê re wisa got: “Hê em gunehkar bûn, Mesîh ji bo me mir” (Romayî 5:8). Belê, sînorên hezkirina Xwedê tune!

10. Em ji Romayî 8:38, 39 çi hîn dibin?

10 Romayî 8:38, 39 bixwîne. Pawlosê şandî ji hezkirina Xwedê emîn bû. Wî nivîsî ku tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê veqetîne. Pawlos dizanibû ku Yehowa çawa sebra xwe ji miletê Îsraêl re nîşan dabû. Wekî din, wî bi xwe jî dilrehmiya Yehowa dîtibû. Belê, Pawlosê şandî bawer bû ku madem ku Yehowa Kurê xwe di oxira wî de feda kiribû, şik tune ku ew ji wî hez dike (Romayî 8:32).

Xwedê bala xwe nade şaşiyên me yên berê; ew bala xwe didê ku em ji niha û pê ve dikin (Li paragrafa 11an binêre) *

11. Pawlos her çi qas gunehên giran kiribûn jî, ew çima emîn bû ku Xwedê ji wî hez dike?

11 1. Tîmotêyos 1:12-15 bixwîne. Bi îhtimaleke mezin, Pawlosê şandî car caran seba sûcên xwe yên berê aciz dibû. Wî wisa got: “Ê herî gunehkar ez im.” Bi rastî jî, berî ku Pawlos hat ser riya rastiyê, wî li gelek bajaran zilm li şagirtên Îsa Mesîh dikir. Wî hin ji wan diavêtin hebsê û ji îdamkirina wan razî bû (Karên Şandiyan 26:10, 11). Ferz bike ku Pawlos rastî birayekî ciwan hat, ê ku dê û bavê xwe seba zilma Pawlos winda kiribûn. Ma Pawlos wê xemgîn nebûya? Belê, Pawlos ji şaşiyên xwe yên berê poşman bû, lê wî nikaribû tiştên ku êdî çêbûne biguherîne. Ew emîn bû ku Îsa Mesîh canê xwe di oxira wî de dabû, û wî nivîsî: “Ez her çi bim, bi kerema Xwedê ez ew im” (1. Korîntî 15:3, 10, KP). Em dikarin ji vê çi bielimin? Qebûl bike ku Îsa Mesîh canê xwe di oxira te de feda kir û rê vekiriye ku tu bibî dostê Yehowa (Karên Şandiyan 3:19). Dibe ku me berî yan belkî jî piştî binavbûnê hin guneh kirin. Lê belê, ji bo Xwedê, tiştê muhîm ne ev e ku me berê çi kir, lê ev e ku em ji niha û pê ve çi dikin (Îşaya 1:18).

12. Eger em xwe bêqîmet dihesibînin, gotinên 1. Yûhenna 3:19, 20 çawa dikarin alî me bikin?

12 Gava tu tînî ber çavê xwe ku Îsa Mesîh canê xwe ji bo gunehên te daye, tu belkî dibêjî: “Ez hêjayî vê şerefê nînim.” Gelo çi dikare bibe sebeb ku tu wisa bifikirî? Ji ber ku em qisûrdar in, dilê me dikare me bide bawerkirin ku em bêqîmet in (1. Yûhenna 3:19, 20 bixwîne). Li demên wisa, gerek em bînin bîra xwe ku “Xwedê ji dilê me mezintir e”. Hezkirin û efûkariya Bavê meyî ezmanî, ji fikrên me yên negatîf qewîtir in. Gerek em fehm bikin ku Yehowa me çawa dibîne. Ji bo vê, pir muhîm e ku em bi dewamî dua bikin, Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û bi xizmetkarên wî re li hev top bibin. Gelo çima?

LÊKOLÎNA KITÊBA PÎROZ, DUA Û DOSTÊN DILSOZ DIKARIN ALÎ TE BIKIN

13. Lêkolîna Peyva Xwedê çawa dikare alî me bike? (Li çarçoveya “ Peyva Xwedê Çawa Alî Wan Dike?” jî binêre.)

13 Kitêba Pîroz her roj lêkolîn bike. Ev yek wê alî te bike ku tu dilgermiya Yehowa zelaltir bibînî. Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz, tuyê fehm bikî ku ew ji te çi qas hez dike. Her roj li ser Peyva Xwedê kûr bifikire. Bi vî awayî, fikrên te jî wê bên “rastkirin” (2. Tîmotêyos 3:16). Rîspiyekî bi navê Kevin, ê ku xwe carinan bêqîmet hîs dikir, dibêje: “Xwendina Zebûra 103an û fikirîna kûr a li ser vê zebûrê alî min kiriye ku ez fikrên xwe serrast bikim û fehm bikim ku Yehowa min bi rastî çawa dibîne.” Xwişka me Eva, ya ku me berê behsa wê kiribû, wisa dibêje: “Li dawiya rojê, ez li ser gotinên Yehowa kûr difikirim. Ev yek hizûrê dide min û baweriya min xurttir dike.”

14. Dua çawa dikare alî me bike?

14 Bi dewamî dua bike (1. Selanîkî 5:17). Dostên rastîn gelek caran û ji dil bi hev re sohbetê dikin. Dostaniya me ya bi Yehowa re jî gerek wisa be. Gava em di duayên xwe de ji wî re behsa hîs, fikir û derdên xwe dikin, em nîşan didin ku em xwe dispêrin wî û dizanin ku ew ji me hez dike (Zebûr 94:17-19; 1. Yûhenna 5:14, 15). Yua, ya ku me berê behsa wê kiribû, dibêje: “Wexta ku ez dua dikim, ez ne tenê dibêjim ku min wê rojê çi kir, lê ez dilê xwe ji Yehowa re vedikim û ji wî re behsa hîsên xwe dikim. Min rind fehm kiriye ku Yehowa ne wek midûrê şîrketekê ye, lê wek bavekî ku ji zarokên xwe pir hez dike.”

15. Yehowa eleqeya xwe çawa nîşan dide?

15 Bi dostên dilsoz re wext derbas bike. Ew hediyeyên ji Yehowa ne, û bi destê wan, Yehowa eleqeya xwe nîşan dide (Aqûb 1:17). Wek Kitêba Pîroz dibêje: “Hevalekî baş her tim hez dike û di tengasiyê de wek bira ye” (Methelokên Silêman 17:17, NWT). Li nameya ji Kolosiyan re, Pawlosê şandî got ku wî ji hin birayan teseliyeke mezin standibû (Kolosî 4:10, 11). Îsa Mesîh jî ji bo alîkariya ku wî ji dostên xwe – hem ji melekan hem jî ji însanan – standibû, şikurdar bû (Lûqa 22:28, 43).

16. Dostên baş çawa dikarin alî me bikin ku em nêzîktirî Yehowa bibin?

16 Gelo tu alîkariya xwişk û birayan qebûl dikî? Eger tu ji dostekî gihîştî re behsa derdên xwe bikî, ev yek nayê maneya ku baweriya te sist e. Sohbetên wisa dikarin te biparêzin. James, ê ku me berê behsa wî kiribû, wisa dibêje: “Dostaniya bi xwişk û birayên gihîştî pir alî min kiriye. Gava fikrên negatîf min aciz dikin, dostên min ên biqîmet bi sebir guh didin min û tînin bîra min ku ew ji min hez dikin. Ev yek nîşanî min dide ku Yehowa ji min hez dike û xema min dixwe.” Belê, pir muhîm e ku em bi xwişk û birayan re dostaniyê bikin!

DI HEZKIRINA YEHOWA DE BIMÎNE

17-18. Gerek em guh bidin kê, û çima?

17 Îblîs dixwaze ku em dev ji micadeleya xwe ya ji bo rastiyê berdin. Ew dixwaze me bide bawerkirin ku Yehowa ji me hez nake û ku em hêjayî xelasiyê nînin. Lê wek me dîtiye, ev yek derew e.

18 Yehowa ji te hez dike. Ew pir qîmetê dide te. Eger em emrên Yehowa bînin cih, emê wek Îsa Mesîh heta bi hetayê di hezkirina Xwedê de bimînin (Yûhenna 15:10). Loma, guh nede Îblîs. Eger dilê te te mehkûm dike, guh nede dilê xwe. Guh bide Yehowa, yê ku kirinên me yên qenc dibîne. Bawer be ku ew “ji gelê xwe” û ji te razî ye!

KILAM 141 Jiyan Hediyeyeke Mezin e

^ par. 5 Hin xwişk û birayên me bawer nakin ku Yehowa ji wan hez dike. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çima dikarin emîn bin ku Yehowa ji her yekî ji me hez dike. Wekî din, emê bibînin ku eger em şik bibin ku Yehowa ji me hez dike, em çawa dikarin serî bi van şikan re derxînin.

^ par. 2 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

^ par. 64 RESIM: Berî ku Pawlos bû şagirtekî Îsa, wî gelek xwişk û bira avêtibûn hebsê. Piştî ku wî Îsa Mesîh qebûl kir, wî jiyana xwe guherand û cesaret dida xwişk û birayan. Hin ji van xwişk û birayan belkî merivên van kesan bûn, ên ku Pawlos zilm li wan kiribû.