Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 20

Di Xizmetê de Dilxweşiya Xwe Winda Neke

Di Xizmetê de Dilxweşiya Xwe Winda Neke

“Tovê xwe bireşîne û heta êvarê rihetiyê nede destê xwe” (WAIZ 11:6, Mizgînî).

KILAM 70 Li Kesên Hêja Bigere

PÊŞGOTIN *

Piştî ku Îsa Mesîh çû ezmanan, şagirtên wî li Orşelîmê û li gelek cihên din mizgîn bi xîret belav dikir (Li paragrafa 1an binêre)

1. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re emsaleke çawa hişt, û piştî mirina wî, wan çi kir? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

ÎSA MESÎH xizmeta xwe her tim bi dilxweşî dianî cih, û wî dixwest ku şagirtên wî jî bi dilxweşî xizmet bikin (Yûhenna 4:35, 36). Heta ku Îsa Mesîh li cem wan bû, wan mizgîn bi xîret û bi coşî belav dikir (Lûqa 10:1, 5-11, 17). Lê belê, piştî ku Îsa Mesîh hat kuştin, wan xîreta xwe ji bo demekê winda kir û dev ji xizmetê berda (Yûhenna 16:32). Paşê, gava Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, wî ji wan re got ku gerek ew mizgînê belav bikin. Loma, şagirtên Îsa Mesîh dîsa dest bi vî îşî kir. Piştî ku Îsa çû ezmanan, şagirtên wî di îşê belavkirina mizgînê de ew qas bixîret bûn ku dijminên wan wisa got: “Va ye, we Orşelîm bi hînkirina xwe tije kir” (Karên Şandiyan 5:28).

2. Yehowa îşê belavkirina mizgînê çawa bibereket kiriye?

2 Li sedsala yekê, Îsa Mesîh rêberiya îşê belavkirina mizgînê dikir, û Yehowa ev îş bibereket dikir. Mesela, li roja Pentîkostê ya sala 33yan a P.M., weke 3.000 kes hatin binavkirin (Karên Şandiyan 2:41). Piştî vê, hejmara şagirtan her ku diçû zêde dibû (Karên Şandiyan 6:7). Dîsa jî, Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku li rojên dawîn, îşê belavkirina mizgînê wê hê jî serkeftîtir bibe (Yûhenna 14:12; Karên Şandiyan 1:8).

3-4. Li hin deran, xizmet çima zor e, û li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

3 Em helbet dixwazin xizmeta xwe bi dilxweşî bînin cih. Li hin welatan, gelek kes dixwazin kursa Kitêba Pîroz bistînin. Carinan lazim e ku kesên eleqedar ji bo demekê li bendê bisekinin heta ku wexta xwişk yan birayekî hebe ku bi wan re kursa Kitêba Pîroz îdare bike. Loma, xwişk û birayên li wan deran ji xizmeta xwe pir kêfê distînin. Lê belê, li hin welatan, belavkirina mizgînê ew qas hêsan nîne, çimkî gelek mirov ne li malê ne, û ji yên ku li malê ne jî, gelek kes guh nadin mizgînê.

4 Eger tu di xizmetê de rastî vî cure çetinahiyan têyî, tuyê ji tewsiyeyên li vê meqaleyê feydeyê bistînî. Emê bibînin ku hin xwişk û birayan çi kir ku di xizmetê de bigihîjin zêdetir însanan. Wekî din, emê bibînin ku eger mirov mizgînê qebûl nekin jî, em çawa dikarin dilxweşiya xwe xwedî bikin.

EGER GELEK MIROV NE LI MALÊ NE

5. Gelek Şahidên Yehowa rastî çi cure çetinahiyan tên?

5 Li hin welatan, ji bo Şahidên Yehowa pir zor e ku mirovan li malê bibînin. Gelek xanî û avahî parastî ne, û zor e ku xwişk û birayên me bikevin cihên wisa. Nobedar belkî îznê nadin ku kesên ku nehatine dawetkirin bikevin hundir. Li hin deran jî, xwişk û birayên me dikarin bi serbestî mal bi mal herin, lê belê gelek kes ne li malê ne. Hin mizgînvan jî li cihên talde xizmet dikin. Ew belkî pir rê diçin ji bo ku herin malekê, lê gava ew digihîjin wê derê, tu kes li malê nîne. Gava em rastî çetinahiyên wisa tên, gerek em dev ji xîreta xwe bernedin. Gelo em çawa dikarin dilxweşiya xwe xwedî bikin û di xizmetê de serkeftî bibin?

6. Mizgînvan çawa dişibin masîgiran?

6 Îsa Mesîh îşê belavkirina mizgînê dişiband îşê masîgiran (Marqos 1:17). Hin masîgir carinan bi gelek rojan qet masî nagirin. Dîsa jî, ew nawestin, lê wext, cih yan metoda masîgirtinê diguherînin. Em jî dikarin di xizmetê de hin guhertinan bikin. Niha, emê bala xwe bidin hin tewsiyeyên di heqê xizmetê de.

Eger gelek kes ne li malê ne, tu belkî dikarî li wextên din, li cihên din yan bi metodên din bigihîjî wan (Li paragrafên 7 heta 10an binêre) *

7. Wê çima baş be ku em li wextên cuda herin xizmetê?

7 Li saeteke din here xizmetê. Ji bo ku em rastî zêdetir mirovan bên, gerek em li roj û saetên ku ew li malê ne herin ba wan. Zû dereng, her kes diçe mala xwe, ne wisa ye? Gelek xwişk û bira piştî nîvro yan êvarê diçin xizmetê, çimkî wê wextê zêdetir mirov li malê ne. Wekî din, xwediyên malê wê belkî li wan saetan hê rihettir bin û hazir bin ku bi me re sohbetê bikin. Yan jî, tu belkî dikarî ji tewsiyeya rîspiyekî bi navê David feydeyê bibînî. Eger kesek ne li malê ye, ew piştî demekê dîsa diçe eynî malê. David dibêje: “Çi balkêş e ku cara diduyan, gelek mirov êdî li malê ne!” *

Eger gelek kes ne li malê ne, tu belkî dikarî li wextên din bigihîjî wan (Li paragrafên 7 û 8an binêre)

8. Di xizmetê de, em çawa dikarin li gor Waiz 11:6 hereket bikin?

8 Wek ayeta sereke nîşan dide, gerek em tu caran dev ji xîreta xwe bernedin (Waiz 11:6 bixwîne). Birayê me David bi saya xîreta xwe netîceyên baş bi dest xistine. Carekê, ew rastî zilamekî hat, ê ku berê tu caran ne li malê bû. Zilam hazir bû ku li ser Kitêba Pîroz sohbet bike, û wî got: “Êdî 8 sal e ku ez li vir rûdinim, lê ez heta niha rastî Şahidên Yehowa nehatime.” David dibêje: “Gava em li dawiyê rastî xwediyên malan tên, ew gelek caran hazir in ku guh bidin mizgînê.”

Eger gelek kes ne li malê ne, tu belkî dikarî li cihên din bigihîjî wan (Li paragrafa 9an binêre)

9. Em çawa dikarin bigihîjin mirovên ku ne li malê ne?

9 Li cihekî din xizmet bike. Ji bo ku bigihîjin kesên ku ne li malê ne, hin mizgînvan derbasî cihekî din dibin. Mesela, bi saya xizmeta li kolanan û xizmeta bi erebeyên weşanan, em dikarin mizgînê rû bi rû bigihînin mirovên ku li avahiyên parastî dijîn yan mirovên ku em nikarin li cihekî din bibînin. Wekî din, hin mirov li parkan, li sûkan û li cihên îş hê zêdetir hazir in ku sohbet bikin yan weşanan qebûl bikin. Birayekî bi navê Floiran, ê ku li Bolîvyayê nazirê herêmê ye, wisa dibêje: “Piştî nîvro, îşê bazirganan hindik e, loma em weke saet ji 1ê heta 3yan li sûkan û li cihên îş xizmet dikin. Gelek caran sohbetên xweş çêdibin, û hin kes kursa Kitêba Pîroz jî qebûl dikin.”

Eger gelek kes ne li malê ne, tu belkî dikarî bi metodên din bigihîjî wan (Li paragrafa 10an binêre)

10. Tu çawa dikarî bigihîjî mirovan?

10 Metodeke din bi kar bîne. Ferz bike ku te gelek caran xîret kiriye ku bigihîjî kesekî. Gelo tu dikarî bi metodeke din bigihîjî kesên wisa? Xwişkeke bi navê Katarína dibêje: “Ez ji kesên ku qet ne li malê ne, nameyan dinivîsim. Di van nameyan de, ez tiştên ku min dixwest rû bi rû jê re bigotana, dinivîsim.” Belê, gava tu xizmeta xwe dibî serî, xîret bike ku tu bi cure cure metodan bigihîjî hemû mirovên li saheya xwe.

EGER MIROV GUH NEDIN

11. Hin kes çima guh nadin mizgînê?

11 Hin kes guh nadin mizgînê. Ew difikirin ku ew hewceyî Xwedê yan Kitêba Pîroz nînin. Ji ber ku dinya bi xerabiyê ve tije ye, gelek kes êdî bawer nakin ku Xwedê heye. Ew Kitêba Pîroz red dikin ji ber ku ew durûtiya alimên dînî dibînin, yên ku îdîa dikin ku ew bi Kitêba Pîroz ve girêdayî ne, lê bi eslê xwe li gor Kitêba Pîroz najîn. Hin kes jî bi îşên xwe, bi malbata xwe yan bi problemên şexsî pir mijûl in û fehm nakin ku Kitêba Pîroz dikare alî wan bike. Gava em di nav kesên wisa de xizmet dikin, em çawa dikarin dilxweşiya xwe xwedî bikin?

12. Di xizmetê de, em çawa dikarin li gor Filîpî 2:4 hereket bikin?

12 Nîşan bide ku tu ji dil xema mirovan dixwî. Gelek kesan di serî de guh nedida mizgînê, lê paşê, gava wan hevdiliya mizgînvanan dît, ew hatin ser riya rastiyê (Filîpî 2:4 bixwîne). Mesela, birayê David wisa dibêje: “Gava kesek naxwaze guh bide mizgînê, em Kitêba Pîroz yan weşanan datînin aliyekî û wisa dipirsin: ‘Tu çima wisa difikirî?’” Însan rind fehm dikin ka kesek bi rastî xema wan dixwe yan na. Ewê belkî ji bîr bikin ku me çi gotibû, lê bi îhtimaleke mezin, ewê hal û hereketên me zû ji bîr nekin. Eger ew îznê nedin ku em xeber bidin jî, em dikarin bi hal û hereketên xwe nîşan bidin ku em xema wan dixwin.

13. Em çawa dikarin gotinên xwe li gor hewcedariyên xwediyê malê eyar bikin?

13 Wexta ku em gotinên xwe li gor hewcedariyên xwediyê malê eyar dikin, em hevdiliya xwe nîşan didin. Mesela, eger li malê zarok hebin, em belkî dikarin bala dê û bav bikişînin ser şîretên Kitêba Pîroz, ên ku nîşan didin ku ew çawa dikarin zarokên xwe bi awayekî baş mezin bikin û di malbatê de bextewartir bibin. Eger derî bi çend kilîdan xistî ye, em belkî dikarin li ser zilm û zordariya li dinyayê xeber bidin û rêyî xwediyê malê bidin ku Xwedê wê halê dinyayê çawa serrast bike. Hal her çi be jî, ji mirovan re nîşan bide ku şîretên Kitêba Pîroz çima bifeyde ne. Xwişka Katarína wisa dibêje: “Ez tînim bîra xwe ku jiyana min bi saya rastiyê çawa çêtir bûye.” Loma, Katarína bi piştrastî xeber dide, û mirovên ku guh didin wê vê yekê bê guman hîs dikin.

14. Li gor Methelokên Silêman 27:17, em çawa dikarin di xizmetê de alî hevdû bikin?

14 Ji kesên din alîkariyê qebûl bike. Li sedsala yekê, Pawlos metodên mizgîndayîn û hînkirinê rêyî Tîmotêyos da, û wî Tîmotêyos teşwîq kir ku ew bi destê van metodan alîkariya kesên din jî bike (1. Korîntî 4:17). Wek Tîmotêyos, em jî dikarin ji xwişk û birayên bitecrûbe hîn bibin (Methelokên Silêman 27:17 bixwîne). Mesela, serpêhatiya birayekî bi navê Shawn bîne ber çavê xwe. Wî ji bo demekê li gundan xizmet dikir, û gelek mirovên li wê derê guh nedida mizgînê, çimkî ew bi dînê xwe ve girêdayî bûn. Gelo wî dilxweşiya xwe çawa xwedî dikir? Ew wisa dibêje: “Her ku fersend çêdibû, ez tevî xwişk yan birayekî diçûm xizmetê. Gava em ji malekê derdiketin û diçûn maleke din, me alî hevdû dikir ku di hunerên hînkirinê de bi pêş ve herin. Mesela, me dianî bîra xwe ku sohbet çawa derbas bû. Paşê, me şêwir dikir ku eger em dîsa rastî rewşeke wisa bên, em çawa dikarin bersiveke hê baştir bidin.”

15. Dua çima ji bo xizmeta me muhîm e?

15 Ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Her ku tu diçî xizmetê, ji Yehowa rêberiyê bixwaze. Bê alîkariya ruhê pîroz, em nikarin bi ser bikevin (Zebûr 127:1; Lûqa 11:13). Di duayên xwe de rasterast bibêje ku daxwaza te çi ye. Mesela, ji Yehowa rica bike ku ew te bibe ba kesekî ku hazir e ku guh bide mizgînê. Paşê, li gor duaya xwe hereket bike û mizgînê bide hemû kesên ku tu rastî wan têyî.

16. Lêkolîna şexsî ji bo xizmetê çima muhîm e?

16 Ji bo lêkolîna şexsî wext veqetîne. Peyva Xwedê wisa dibêje: “Fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye” (Romayî 12:2). Her ku baweriya me zêde dibe ku em li ser riya rast in, kesên ku em mizgînê didin wan wê vê baweriya me bibînin. Xwişka Katarína wisa dibêje: “Çendek berê, min fehm kir ku gerek ez baweriya xwe ya bi hin hîndariyên esasî yên Kitêba Pîroz qewîtir bikim. Loma, min îsbatên ku Afirandêr heye, ku Kitêba Pîroz bi rastî ji aliyê Xwedê ve hatiye îlhamkirin û ku teşkîlata Xwedê heye hûr û kûr lêkolîn kirin.” Bi saya lêkolîna şexsî, baweriya Katarínayê qewîtir bû, û wê ji xizmetê zêdetir kêf distand.

ÇIMA MUHÎM E KU EM POZÎTÎF BIMÎNIN?

17. Îsa Mesîh di xizmetê de çima hêviya xwe winda nedikir?

17 Hin kes her çi qas guh nedida Îsa Mesîh jî, wî hêviya xwe winda nedikir û dev ji belavkirina mizgînê bernedida. Gelo çima? Wî dizanibû ku însan çi qas hewceyî rastiyê ne, û wî dixwest fersendê bide mirovan ku ew mizgîna Padîşahiyê qebûl bikin. Wekî din, wî dizanibû ku hin kesên ku di serî de guh nedida mizgînê wê paşê bên ser riya rastiyê. Mesela, bîne bîra xwe ku li dema ku Îsa Mesîh li dinyayê xizmet dikir, birayên wî nebûn şagirtên wî (Yûhenna 7:5). Lê belê, piştî ku ew ji mirinê rabû, ew bûn şagirtên wî (Karên Şandiyan 1:14).

18. Em çima dev ji belavkirina mizgînê bernadin?

18 Em nizanin ku di dawiyê de, kî wê rastiya Kitêba Pîroz qebûl bike û kî na. Ji hin kesan re zêdetir wext lazim e ku ew mizgînê qebûl bikin. Kesên ku guh nadin mizgînê dîsa jî hal û hereketên me yên baş dibînin, û rojekê, ewê belkî “pesnê Xwedê bidin” (1. Petrûs 2:12).

19. Li gor 1. Korîntî 3:6, 7, gerek em çi fehm bikin?

19 Her ku em toximên rastiyê diçînin û av didin, gerek em rola Xwedê fehm bikin (1. Korîntî 3:6, 7 bixwîne). Birayekî bi navê Getahun, ê ku li Etyopyayê xizmet dike, wisa dibêje: “Zêdetirî 20 salan, li herêma me tenê ez Şahidê Yehowa bûm. Lê niha, 14 mizgînvan hene. Di nav wan de, pîreka min, sê zarokên me û neh kesên din hatin binavkirin. Her tim weke 32 kes tên civînan.” Getahun pir şa ye ji ber ku wî dev ji belavkirina mizgînê bernedida, lê bi sebir li benda Yehowa ma ku ew kesên dilpak bikişîne ba teşkîlata xwe! (Yûhenna 6:44).

20. Xebata me çawa dişibe xebata lêgerîn û xelaskirinê?

20 Yehowa qîmetê dide hemû însanan. Loma, ew dixwaze ku em tevî Kurê wî hevkariyê bikin û berî dawiya vê sîstemê mirovên ji hemû miletan top bikin (Hagay 2:7). Xebata belavkirina mizgînê dişibe xebata lêgerîn û xelaskirinê. Piştî erdhejekê, kesên ku xebata lêgerîn û xelaskirinê dikin dizanin ku yên ku hê sax in belkî hindik in. Dîsa jî, eger tenê yek kesê sax jî hebe, ew bi dil û can dixebitin ku wî bifilitînin. Loma, îşê lêgerîn û xelaskirinê pir hêja ye. Em nizanin ku çend kes wê ji sîstema Îblîs bên xelaskirin. Lê belê, Yehowa dikare bi destê me alî van kesan bike. Birayekî bi navê Andreas, ê ku li Bolîvyayê dijî, wisa dibêje: “Bi dîtina min, gava ku kesek Kitêba Pîroz hîn dibe û bin av dibe, ev yek serkeftina hemû xwişk û birayan e.” Bila em jî li xizmeta xwe wisa binêrin! Eger em nêrîneke pozîtîf xwedî bikin, Yehowa wê me bibereket bike, û emê ji xizmeta xwe kêfê bistînin.

KILAM 66 Mizgînê Belav Bike

^ par. 5 Gava em diçin xizmetê, gelek kes yan ne li malê ne yan jî guh nadin mizgînê. Ev meqale wê rêyî me bide ku eger em rastî çetinahiyên wisa bên, em çawa dikarin dilxweşiya xwe xwedî bikin.

^ par. 7 Lazim e ku mizgînvan tewsiyeyên li vê meqaleyê li gor qanûnên ji bo parastina daneyan bînin cih.

^ par. 60 RESIM: Xwişk û birayek xizmet dikin, lê gelek kes ne li malê ne. Zilamek dixebite, pîrekek çûye nexweşxaneyê û pîrekeke din jî çûye sûkê. Xwişk û bira êvarê dîsa diçin xizmetê, û zilamê ku berê ne li malê bû êdî li malê ye. Li xizmeta umûmî, ew rastî pîreka ku çûbû nexweşxaneyê tên. Wekî din, ew bi telefonê digihîjin pîreka ku çûbû sûkê.