Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 20

Xizmetêda Şabûna Xwe Unda Neke

Xizmetêda Şabûna Xwe Unda Neke

“Toxim sibehê bireşîne û heta êvarê rihetiyê nede destê xwe” (WAÎZ 11:6, DT).

KILAMA 70 Kesên Hêja Bigerin

VÊ GOTARÊDA *

Pêşiya ku Îsa Mesîh çû ezmana, şagirtên wî li Orşelîmê û li gelek ciyên din mizgîn bi xîret bela dikir (abzasa 1 binihêre)

1. Îsa şagirtên xwera meseleke çawa hîşt, û paşî mirina wî, wana çi kir? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

ÎSA MESÎH xizmeta xwe her tim bi şabûnê dianî sêrî, û ewî dixwest ku şagirtên wî jî bi şabûnê xizmet bikin (Yûhenna 4:35, 36). Heta ku Îsa Mesîh li cem wan bû, wana mizgîn bi şabûn û bi xîret bela dikirin (Lûqa 10:1, 5-11, 17). Lê paşî ku Îsa Mesîh hat kuştin, wana wextekê xîreta xwe unda kir (Yûhenna 16:32). Paşê, gava Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, ewî wanra got ku gerekê ewana mizgînê bela bikin. Lema şagirtên Îsa Mesîh dîsa destpêkirin bi xîret mizgînê bela kin. Paşî ku Îsa çû ezmana, şagirtên wî di îşê belakirina mizgînêda haqas bixîret bûn ku dijmina gotine wan: “Hela dîna xwe bidinê we Orşelîm bi hînkirina xweva tijî kiriye” (Karên Şandiya 5:28).

2. Yehowa şixulê belakirina mizgînê çawa kerem kiriye?

2 Qirna yekêda, Îsa Mesîh rêberiya şixulê belakirina mizgînê dikir, û Yehowa ev şixul kerem dikir. Mesele, roja Pênciyê Hesabê ya sala 33 D.M., weke 3 000 kes hatin nixumandin (Karên Şandiya 2:41). Paşî vê yekê, hejmara şagirta her ku diçû zêde dibû (Karên Şandiya 6:7). Dîsa jî, Îsa pêxembertî kiribû ku rojên axiriyêda, şixulê belakirina mizgînê wê diha pêşda here (Yûhenna 14:12; Karên Şandiya 1:8).

3-4. Hine dera, xizmet çima zor e, û vê gotarêda, emê çi hîn bin?

3 Em hilbet dixwazin xizmeta xwe bi şabûnê bînin sêrî. Hine welatada, gelek kes dixwazin hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bin. Û carna lazim e wekî kesên usa hinekî hîviyê bin heta ku wexta Şedekî Yehowa hebe ku tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bike. Lema xûşk û birên li wan dera ji xizmeta xwe şabûnê distînin. Lê hine welatada, belakirina mizgînê haqas hêsa nîne, çimkî gelek meriv ne li malê ne, û yên ku li malê ne jî, gelek ji wan guh nadin mizgînê.

4 Heger tu xizmetêda rastî vî cûre çetinaya têyî, tuyê ji şîretên vê gotarêda karê bistînî. Emê bivînin ku hine xûşk û bira çi kirin ku xizmetêda mizgînê bigihînin diha zêde meriva. Usa jî, emê bivînin ku heger meriv mizgînê qebûl nekin jî, em çawa dikarin şabûna xwe xwey bikin.

HEGER GELEK MERIV NE LI MALÊ NE

5. Gelek Şedên Yehowa rastî çi cûre çetinaya tên?

5 Hine welatada, bona Şedên Yehowa gelek zor e ku meriva li malê bivînin. Gelek xanî û avayî parastî ne, û çetin e ku xûşk-birên me bikevin ciyên usa. Nobedar dibeke îznê nadin ku kesên ku nehatine teglîfkirin bikevin hundur. Li hine dera jî, xûşk-birên me dikarin bi serbestî mal bi mal herin, lê gelek kes ne li malê ne. Hine mizgînvan jî li ciyên dûr xizmet dikin. Ewana dibeke gelek rê diçin seva ku herin malekê, lê gava ewana digihîjin wê derê, tu kes li malê nîne. Gava em rastî çetinayên usa tên, gerekê em xîreta xwe unda nekin. Gelo em çawa dikarin şabûna xwe xwey bikin û di xizmetêda pêşdaçûyî bin?

6. Mizgînvan çawa mîna mesîgir in?

6 Îsa îşê belakirina mizgînê beramberî şixulê mesîgira kir (Marqos 1:17). Hine mesîgir carna gelek roja qet mesî nagirin. Dîsa jî, ewana destê xwe berjêr nakin, lê wext, cî yan mêtoda mesîgirtinê diguhêzin. Em jî dikarin di xizmetêda hine guhastina bikin. Niha, emê dîna xwe bidin hine şîretên derheqa xizmetê.

Heger gelek kes ne li malê ne, tu dibeke dikarî wextekî din bêyî, li ciyên din yan bi mêtodên din bigihîjî wan (Abzasa 7 heta 10 binihêre) *

7. Wê çima baş be ku em cûre-cûre wextda herin xizmetê?

7 Siheteke din here xizmetê. Seva ku em rastî diha zêde meriva bên, gerekê em roj û sihetên ku ewana li malê ne herin cem wan. Zû yan dereng, her kes diçe mala xwe, ne usa ye? Gelek xûşk û bira paşî nîvro yan êvarê diçin xizmetê, çimkî wê wextê zêdetir meriv li malê ne. Usa jî, xweyên malê wê dibeke li wan siheta diha rihet bin û hazir bin ku xeber din. Yan jî, tu dikarî şîreteke ji rûspîkî bi navê Davîd karê bivînî. Heger kesek ne li malê ye, ew paşî demekê dîsa diçe vê malê. Davîd dibêje: “Çi hewas e ku cara dida, gelek meriv îda li malê ne!” *

Heger gelek kes ne li malê ne, tu dibeke dikarî wextekî din bêyî (Abzasa 7-8 binihêre)

8. Xizmetêda, em çawa dikarin rêza Waîz 11:6 bidine xebatê?

8 Ça rêza sereke nîşan dike, gerekê em tu cara xîret û şabûna xwe unda nekin (Waîz 11:6 bixûne). Birê me Davîd besa kîjanî me jorê kir, bona xîreta xwe hate keremkirinê. Carekê, ew rastî mêrekî hat, yê ku hertim malda nîbû. Ew mêrik xwest derheqa Kitêba Pîroz xeber de, û ewî got: “Îda 8 sal e ku ez li vir dijîm, lê min heta niha tu Şedêkî Yehowa ber derê xwe nedîtiye”. Davîd dibêje: “Gava em axiriya-axiriyê meriva malda divînin, ewana gelek cara hazir in ku guh bidin mizgînê”.

Heger gelek kes ne li malê ne, tu dibeke dikarî ciyên din bigihîjî wan (Abzasa 9 binihêre)

9. Em çawa dikarin bigihîjin merivên ku ne li malê ne?

9 Cîkî din xizmet bike. Seva ku bigihîjin kesên ku ne li malê ne, hine mizgînvan derbazî cîkî din dibin. Mesele, bi saya xizmeta li kûçê û xizmeta bi stênda, em dikarin mizgînê rû bi rû bigihînin merivên ku avayên parastîda dijîn yan merivên ku em nikarin cîkî din bivînin. Usa jî, hine meriv li parka, dikana û ciyên xebatê diha zêde hazir in ku tevî me xeber din yan edebyeta qebûl bikin. Birakî bi navê Floîran, yê ku li Bolîvyayê berpirsiyarê mihalê ye, usa dibêje: “Paşî nîvro, xebata bazirgana hindik e, lema em nêzîkî siheta 1 heta 3 dikanada û ciyên xebata xizmet dikin. Gelek cara xeberdanên xweş destpêdibin, û hine kes hînbûna Kitêba Pîroz jî qebûl dikin”.

Heger gelek kes ne li malê ne, tu dibeke dikarî bi mêtodên din bigihîjî wan (Abzasa 10 binihêre)

10. Dîsa pê kîjan mêtoda tu dikarî mizgînê bigihînî meriva?

10 Mêtodeke din bide xebatê. Besa xeberê ku te gelek cara xîret kiriye ku rastî kesekî bêyî. Gelo tu dikarî bi mêtodeke din rastî kesên usa bêyî? Xûşkeke bi navê Katarîna dibêje: “Ez wan merivara yên ku qet ne li malê ne, nema dinivîsim. Di van nemada, ez tiştên ku min dixwest rû bi rû wanra bigota, dinivîsim”. Belê, gava tu xizmeta xwe tînî sêrî, xîret bike ku tu bi cûre-cûre mêtoda bigihînî hemû meriva.

HEGER MERIV GUH NADIN

11. Hine kes çima guh nadin mizgînê?

11 Hine kes guh nadin mizgînê. Ew difikirin ku ew hewceyî Xwedê yan Kitêba Pîroz nînin. Ji ber ku dinya bi xirabiyêva tije ye, gelek kes îda bawer nakin ku Xwedê heye. Ewana Kitêba Pîroz qebûl nakin, çimkî durûtiya serwêrên rêlîgî divînin, yên ku dibêjin ku li gora Kitêba Pîroz dijîn, lê bi rastî usa nîne. Hine kes jî bi şixulên xwe, bi malbeta xwe yan bi problêmên şexsî gelek mijûl in û fem nakin ku Kitêba Pîroz dikare alî wan bike. Gava em di nav kesên usada xizmet dikin, em çawa dikarin şabûna xwe xwey kin?

12. Xizmetêda, em çawa Fîlîpî 2:4 dikarin bidine xebatê?

12 Nîşan bike ku tu ji dil bona meriva xem dikî. Gelek meriv sêrîda guh nedida mizgînê, lê paşê, gava wana dilgermiya mizgînvana dît, ewana hatin ser riya rastiyê (Fîlîpî 2:4 bixûne). Mesele, birê Davîd usa dibêje: “Gava kesek naxwaze guh bide mizgînê, em Kitêba Pîroz yan edebyeta datînin alîkî û usa dipirsin: ‘Tu çima usa difikirî?’” Meriv rind fem dikin ku kesek bi rastî bona wan xem dike yan na. Ewana wê dibeke bîr bikin ku me çi gotibû, lê ew yek ku em hindava wanda ça bûn, wê zû bîr nekin. Heger ewana îznê nedin ku em xeber din jî, em dikarin bi beşer û cûrê xeberdana xwe nîşan bikin ku em bona wan xem dikin.

13. Em çawa dikarin xeberdana xwe li gora hewcên xweyê malê biguhêzin?

13 Wexta ku em xeberdana xwe li gora hewcê xweyên malê diguhêzin, em nîşan dikin ku em dikevin heyra wan. Mesele, heger li malê zar hebin, em dibeke dikarin dîna dê û bav bikişînin ser şîretên Kitêba Pîroz, yên ku nîşan dikin ku ewana ça dikarin zarên xwe baş mezin bikin û di malbetêda diha bextewar bin. Heger derî bi çend kilîta dadayî ye, em dibeke dikarin derheqa zulim û zordariya li dinyayê xeber din û nîşanî xweyê malê bikin ku Xwedê wê halê dinyayê çawa rast bike. Çi jî hebe, merivara nîşan bike ku şîretên Kitêba Pîroz çima kêrhatî ne. Katarîna usa dibêje: “Ez tînim bîra xwe ku jîyîna min bi saya rastiyê çawa çêtir bûye”. Lema jî wedê xizmetiyê Katarîna bi bawerî xeber dide, û merivên ku guh didin wê, bêşik vê yekê texmîn dikin.

14. Li gora Metelok 27:17, em çawa dikarin di xizmetêda alî hevdu bikin?

14 Ji kesên din alîkariyê qebûl bike. Qirna yekêda, Pawlos mêtodên belakirina mizgînê û hînkirinê Tîmotêyo hîn kir, û ewî Tîmotêyo hêlan kir ku ew bi saya van mêtoda alîkariya kesên din jî bike (1 Korintî 4:17). Ça Tîmotêyo, em jî dikarin ji xûşk û birên cêribandî hîn bin (Metelok 27:17 bixûne). Mesele, dîna xwe bidine serhatiya birakî bi navê Şon. Ewî wextekî gundada xizmet dikir, û gelek merivên li wê derê guh nedida mizgînê, çimkî ewana bi dînê xweva girêdayî bûn. Gelo ewî şabûna xwe çawa xwey dikir? Ew usa dibêje: “Her ku mecal çêdibû, ez tevî xûşk yan birakî diçûm xizmetê. Gava em ji malekê derdiketin û diçûn maleke din, me alî hevdu dikir ku di hunurên hînkirinêda pêşda herin. Mesele, me dianî bîra xwe ku xeberdan çawa derbaz bû. Paşê, me şêwir dikir ku heger em dîsa rastî haleke usa bên, em çawa dikarin cabekî hê baş bidin”.

15. Dua çima bona xizmeta me ferz e?

15 Ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Her ku tu diçî xizmetê, ji Yehowa rêberiyê bixwaze. Bê alîkariya ruhê pîroz, em nikarin serkevin (Zebûr 127:1; Lûqa 11:13). Di duayên xweda raste-rast bêje ku xwestina te çi ye. Mesele, ji Yehowa reca bike ku ew rêberiya te bike wekî rastî wî kesî bêyî, yê ku hazir e guh bide mizgînê. Paşê, li gora duayê xwe her tiştî bike û şedetiyê bide hemû kesên ku tu rastî wan têyî.

16. Lêkolîna şexsî bona xizmetê çima ferz e?

16 Bona lêkolîna şexsî wext veqetîne. Xebera Xwedê usa dibêje: “Bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye” (Romayî 12:2). Çiqas ku baweriya me zêde dibe ku em li ser riya rast in, kesên ku em mizgînê didin wan wê eseyî baweriya me bivînin. Xûşka me Katarîna usa dibêje: “Çendek pêşda, min fem kir ku gerekê ez baweriya xwe hindava hînkirinên sereke yên Kitêba Pîroz diha qewî bikim. Lema min îzbatkirinên ku Efirandar heye, ku Kitêba Pîroz bi rastî ji aliyê Xwedêva hatiye nivîsandin û ku teşkîleta Xwedê heye, hûr û kûr lêkolîn kirin”. Bi saya lêkolîna şexsî, baweriya Katarînayê diha qewî bû, û ewê xizmetêda diha zêde şabûn distand.

ÇIRA FERZ E KU EM POZÎTÎF BIMÎNIN?

17. Îsa di xizmetêda çira şabûna xwe unda nedikir?

17 Hine meriv çiqas guh nedida Îsa jî, ewî şabûna xwe unda nedikir û berdewam dikir mizgînê bela ke. Gelo çima? Ewî zanibû ku meriv çiqas hewcê rastiyê ne, û ewî dixwest mecalê bide meriva ku ewana mizgîna Padşatiyê qebûl bikin. Usa jî, ewî zanibû ku hine kesên ku sêrîda guh nedidane mizgînê wê paşê bêne ser riya rastiyê. Mesele, bîne bîra xwe dema ku Îsa Mesîh li dinyayê xizmet dikir, birên wî nebûn şagirtên wî (Yûhenna 7:5). Lê paşî ku ew ji mirinê rabû, ewana bûne şagirtên wî (Karên Şandiya 1:14).

18. Em çima belakirina mizgînê berdewam dikin?

18 Em nizanin ku xilaziyêda, kî wê rastiya Kitêba Pîroz qebûl bike û kî na. Hine kesara diha zêde wext lazim e ku ewana mizgînê qebûl bikin. Kesên ku guh nadin mizgînê dîsa jî şixulên me yên baş dibînin, û rojekê, diqewime ewana wê “şikiriyê bidine Xwedê” (1 Petrûs 2:12).

19. Li gora 1 Korintî 3:6, 7, gerekê em çi fem bikin?

19 Çiqas ku em toximên rastiyê diçînin û av didin, gerekê em rola Xwedê fem bikin (1 Korintî 3:6, 7 bixûne). Birakî bi navê Gêtahûn, yê ku li Etyopyayê xizmet dike, usa dibêje: “Zêdetirî 20 sala, li herêma me tenê ez Şedê Yehowa bûm. Lê niha, 14 mizgînvan hene. Di nav wanda, jina min, sê zarên me û neh kesên din hatin nixumandinê. Her tim weke 32 kes tên civîna”. Gêtahûn pir şa ye, çimkî ewî belakirina mizgînê nedida sekinandinê, lê bi sebir hîviya Yehowa ma ku ew merivên dilpak bikişîne bal teşkîleta xwe! (Yûhenna 6:44).

20. Xebata me çawa mîna xebata lêgerîn û xilazkirinê ye?

20 Yehowa hemû meriva qîmet dike. Lema, ew dixwaze ku em tevî Kurê wî hevkariyê bikin û pêşiya xilaziya vê sîstêmê merivên ji hemû mileta top bikin (Hagay 2:7). Xebata belakirina mizgînê mîna xebata lêgerîn û xilazkirinê ye. Paşî erdhejekê, kesên ku xebata lêgerîn û xilazkirinê dikin, zanin ku yên ku hê sax in dibeke hindik in. Dîsa jî, heger tenê kesekî sax hebe, ewana bi dil û can dixebitin ku wî xilaz kin. Lema jî, şixulê lêgerîn û xilazkirinê pir hêja ye. Em nizanin ku çiqas meriv wê wedê kutakirina sîstêma Şeytan xilaz bin. Lê Yehowa dikare bi destê me alî van kesa bike. Birakî bi navê Andrêas, yê ku li Bolîvyayê dijî, usa dibêje: “Bi dîtina min, gava ku kesek Kitêba Pîroz hîn dibe û tê nixumandinê, ev yek serketina hemû xûşk û bira ye.” Were em jî ser xizmeta xwe usa binihêrin! Heger em nihêrandineke pozîtîv xwey bikin, Yehowa wê me bereket bike, û emê ji xizmeta xwe şabûnê bistînin.

KILAMA 66 Em Mizgîniya Xêrê Bela kin

^ abz. 5 Gava em diçin xizmetê, gelek kes yan ne li malê ne yan jî guh nadin mizgînê. Ev gotar wê alî me bike ku em çawa wedê çetinaya dikarin şabûna xwe xwey kin.

^ abz. 7 Mizgînvan gerekê şîretên vê gotarêda li gora qanûnên parastina înformasiya şexsî, bînin sêrî.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşk û birak xizmet dikin, lê gelek kes ne li malê ne. Mêrek dixebite, jinek çûye nexweşxanê û jineke din jî çûye dikanê. Xûşk û bira êvarê dîsa diçin xizmetê, û mêrê ku berê ne li malê bû îda li malê ye. Wedê xizmeta bi stênda ewana rastî jinikekê tên ya ku çûbû nexweşxanê. Usa jî, wana vê jinikêra têlêxist, ya ku çûbû dikanê.