Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

“Ez ji Kesên Din Pir Tiştan Hîn Bûme!”

“Ez ji Kesên Din Pir Tiştan Hîn Bûme!”

LI ŞEVEKE reş û tarî, ez tevî leşkerên din li çiyayên Cezayirê bûm. Şer her ku diçû qewîtir dibû. Tifing di destê min de bû, û ez bi tena serê xwe piştî tûrikên qûmê disekinîm. Ji nişka ve, min dengê gavan bihîst, û ez pir tirsiyam. Ez hê ciwan bûm, û min nedixwest bimirim yan jî kesekî bikujim. Min bang kir: “Xwedayê mezin! Alî min bike!”

Wê rojê, jiyana min guherî, çimkî min êdî dixwest Xwedê nas bikira. Lê berî ku ez bibêjim ku paşê çi qewimî, ez dixwazim ji we re behsa zaroktiya xwe bikim. Gava ez hê zarok bûm, hin tiştan li ser min tesîr kiribû û dilê min hazir kiribû ku ez li Xwedê bigerim.

TIŞTÊN KU EZ JI BAVÊ XWE HÎN BÛM

Ez di sala 1937an de li bajarê Guesnainê (Fransa) hatim dinyayê. Bavê min di madenên komirê de dixebitî û qîmeta xebatê rêyî min dida. Wekî din, bavê min ji bo edaletê pir micadele dikir, û vê yekê li ser min jî tesîr dikir. Ji bo ku mafên karkerên madenên komirê biparêze, bavê min bû endamê sendikayê, û ew gelek caran beşdarî grevan dibû. Bavê min seba durûtiya keşîşên dêrê pir aciz dibû. Hal û rewşa gelek ji wan baş bû, lê wan dîsa jî ji madenciyên feqîr xwarin û pere dixwestin. Bavê min ji kirinên wan ew qas nefret dikir ku wî qet perwerdeya dînî nedida min. Me li malê tu caran behsa Xwedê nedikir.

Gava ez mezin dibûm, min jî ji bêedaletiyê nefret dikir. Mesela, hin kesan ji xerîbên ku li Fransayê dijiyan hez nedikir. Lê belê, min bi zarokên koçberan re futbol dilîst, û min ji hevaltiya wan hez dikir. Wekî din, diya min ne Fransiz, lê Polonî bû. Loma, ez hesreta aştî û wekheviya di nav mirovan de bûm.

PIRSÊN LI SER MANEYA JIYANÊ

Li ordiyê

Di sala 1957an de, ez ji bo xizmeta leşkeriyê hatim gazîkirin. Bi vî awayî, ez ketim nava çiyayên Cezayirê, wek min berê gotibû. Piştî ku min got “Xwedayê mezin, alî min bike!”, ne dijminek, lê kerekî kovî ber min derket. Dilê min rihet bû! Dîsa jî, ev serpêhatî û şerê li Cezayirê bûn sebeb ku ez li ser maneya jiyanê kûr bifikirim. Em çima hene? Gelo Xwedê xema me dixwe? Gelo aştî wê rojekê çêbe?

Paşê, gava ez bi îznê hatim mala dê û bavê xwe, ez rastî Şahidekî Yehowa hatim. Wî Kitêba Pîroz da min, û piştî ku ez vegeriyam Cezayirê, min dest bi xwendinê kir. Pareke Kitêba Pîroz, a ku li min pir xweş hat, Peyxam 21:3, 4 bû, ya ku wisa dibêje: “Konê Xwedê di nav mirovan de ye .... Ewê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin.” Min meraq dikir ka gotinên van ayetan rast in yan na.

Di sala 1959an de, min leşkeriya xwe xelas kir. Piştî vê, min Şahidekî bi navê François nas kir, ê ku gelek rastiyên Kitêba Pîroz rêyî min dan. Mesela, wî ji Kitêba Pîroz nîşanî min da ku navê Xwedê Yehowa ye (Zebûr 83:18). Wekî din, François nîşanî min da ku Yehowa wê edaletê bîne dinyayê, erdê bike cenet û gotinên Peyxam 21:3, 4 pêk bîne.

Tiştên ku ez hîn dibûm bimantiq bûn û dilê min digirt. Lê belê, ez li keşîşan pir bihêrs bûm, û min dixwest bi wan re şer bikira ji ber ku tiştên ku wan hîn dikirin ne ji Kitêba Pîroz bûn. Xuya ye ku ez hê di bin tesîra bavê xwe de bûm, çimkî min sebra xwe zû winda dikir, û min dixwest li dijî neheqiyê micadele bikira!

François û Şahidên din alî min kir ku ez hêrsa xwe deynim. Wan ji min re zelal kir ku îşê me ne ev e ku em kesên din mehkûm bikin, lê ev e ku em behsa mizgîna Padîşahiya Xwedê bikin. Îsa Mesîh jî ev îş dikir, û wî emir dabû ku şagirtên wî jî vî îşî bikin (Metta 24:14; Lûqa 4:43). Wekî din, lazim bû ku ez hîn bibim ku baweriya mirovan her çi be jî, gerek ez bi nezaket bi wan re bipeyivim. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Divê xulamê Xudan ji pevçûnê dûr be, lê belê li hember hemûyan nerm be” (2. Tîmotêyos 2:24).

Min jiyana xwe guherand, û di sala 1959an de, ez li civîneke herêmê bin av bûm. Li wê derê, min xwişkeke ciwan a bi navê Angèle nas kir, û dilê min ket wê. Ez car caran diçûm civata wê, û di sala 1960î de, em zewicîn. Ji bo min, Angèle bi rastî jî pir biqîmet e û hediyeyeke ji Xwedê ye (Methelokên Silêman 19:14).

Li daweta me

TIŞTÊN KU EZ JI BIRAYÊN AQILMEND Û BITECRÛBE HÎN BÛM

Bi salan, min ji birayên aqilmend û bitecrûbe gelek dersên muhîm standin. Yek ji dersên sereke ev bû: Ji bo ku em di wezîfeyeke zor de serkeftî bibin, gerek em dilnizm bin û guh bidin tewsiyeyên kesên din (Methelokên Silêman 15:22).

Fransa, 1965: Li xizmeta naziriya herêmê

Di sala 1964an de, min dît ku ev şîret çi qas bihîkmet e. Wê salê, ez bûm nazirê herêmê, û ez diçûm civatan ku xwişk û birayan teşwîq bikim. Lê belê, ez hê 27 salî bûm, û ji ber ku tecrûbeya min kêm bû, min hin şaşî dikirin. Dîsa jî, min xîret dikir ku ez ji van şaşiyan dersan bistînim, û ez ji birayên jêhatî û bitecrûbe gelek tiştên bifeyde hîn bûm.

Mesela, li wan salan, piştî ku min civateke li Parîsê ziyaret kiribû, birayekî bitecrûbe dixwest bi min re sohbet bike.

Wî pirsî: “Louis, gava hekîm tê mala kesekî, gelo ew dixwaze kê bibîne?”

Min got: “Yê nexweş.”

Wî got: “Erê, rast e. Lê min dît ku tu herî zêde tevî kesên ku ji aliyê ruhî ve qewî ne, wext derbas dikî, mesela bi nazirê civatê re. Di civata me de gelek xwişk û birayên nû, fediyok û muhtacî teşwîqê hene. Eger te bi wan re wext derbas bikira yan ji bo xwarinê biçûyayî mala wan, ewê pir şa bibûna.”

Şîreta vî birayê hêja ji bo min pir biqîmet bû. Wî ji miyên Yehowa pir hez dikir, û vê yekê pir dilê min girt. Loma, min pozbilindî nekir, û min şîreta wî qebûl kir. Ez ji Yehowa re şikurdar im ji ber ku wî birayên wisa tedarek kirine.

Di salên 1969an û 1973yan de, ez li du civînên navnetewî, yên ku li Parîsê hatin derbas kirin, wek nazirê Departmana Xizmetên Xwarinê hatim tayînkirin. Li civîna sala 1973an, lazim bû ku ji bo pênc rojan ji bo weke 60.000 kesî xwarin bê tedarekkirin. Çavê min bi rastî tirsiya! Lê belê, gotinên Methelokên Silêman 15:22 dîsa bifeyde bûn. Li gor şîreta vê ayetê, min ji birayên gihîştî, yên ku li sektora xwarinê bitecrûbe bûn, rêberî xwest. Di nav wan de, qesab, cotkar, aşpêş û pisporên danûstandinê hebûn. Bi hev re, em di vî îşê mezin de serkeftî bûn.

Di sala 1973an de, ez û pîreka min, em hatin dawetkirin ku li Beytela Fransayê xizmet bikin. Wezîfeya min a pêşîn dîsa wezîfeyeke zor bû. Lazim bû ku ez weşanan bişînim Kamerûnê. Li vî welatê Afrîkayê, îşê me ji sala 1970yî heta 1993yan qedexe bû. Dîsa, min nizanibû ku ezê vî îşê zor çawa bikim. Lê belê, birayê ku ji îşê Şahidên Yehowa yên li Fransayê mesûl bû, cesaret da min. Wî got: “Xwişk û birayên li Kamerûnê hewceyî xwarina ruhî ne. Bila em vê xwarinê bidin wan!” Loma, me ji wan re xwarina ruhî şand.

Nîjerya, 1973: Civîneke xisûsî ya bi xwişk û birayên ji Kamerûnê re

Ez çend caran çûm welatên nêzîkî Kamerûnê ku bi rîspiyên ji Kamerûnê re li hev top bibim. Bi alîkariya van birayên cesûr û aqilmend, me cure cure metod dîtin ku xwarina ruhî bi dewamî ji xwişk û birayên li Kamerûnê bişînin. Yehowa xîreta me bibereket dikir. Di hundirê 20 salan de, Şahidên Yehowa hemû kovarên Birca Çavdêriyê û hemû bernameyên Xizmeta Padîşahiyê distandin.

Nîjeriya, 1977: Ez û Angèle tevî nazirên herêman û jinên wan, ên ku ji Kamerûnê hatibûn

TIŞTÊN KU EZ JI PÎREKA XWE HÎN BÛM

Gava me hevdû nû nas dikir, min zû fehm kir ku Angèle ji aliyê ruhî ve çi qas qewî ye. Piştî ku em zewicîn, sifetên wê yên ruhî hê jî zêdetir eyan dibûn. Mesela, li êvara daweta me, wê ji min xwest ku ez dua bikim û ji Yehowa re bibêjim ku em dixwazin wek coteke zewicî heta ku ji destê me tê xizmet bikin. Yehowa cewaba duaya me daye!

Wekî din, Angèle’ê alî min kiriye ku ez xwe zêdetir bispêrim Yehowa. Mesela, gava em di sala 1973yan de hatibûn dawetkirin ku li Beytelê xizmet bikin, min pir nedixwest herim Beytelê, çimkî min ji îşê naziriya herêmê hez dikir. Lê belê, Angèle’ê anî bîra min ku me jiyana xwe dabû destê Yehowa. Wê ji min re got: “Ma ne lazim e ku em hemû daxwazên teşkîlata wî bînin cih?” (Îbranî 13:17). Belê, gotinên wê rast bûn! Loma em çûn Beytelê. Bi saya aqilmendî û nêrîna ruhî, ya ku pîreka min di nav salan de eyan kiriye, zewaca me qewî bûye, û me gelek qerarên baş dane.

Bi Angèle’ê re li baxçeyê Beytela Fransayê

Em êdî ciwan nînin, lê ez ji desteka Angèle’ê hê feydeyên mezin distînim. Mesela, ji bo ku kursên teşkîlatê, yên ku bi zimanê Îngilîzî derbas dibûn, min û Angèle’ê, me pir xîret kir ku zimanê Îngilîzî baştir hîn bibin. Ji ber vê sebebê, gava em êdî ji 70 salî mezintir bûn, em derbasî civateke bi zimanê Îngilîzî bûn. Ji ber ku ez endamê Komîteya Buroya Fransayê bûm, îşê min pir bû û li min zor dihat ku zimanekî nû hîn bibim. Lê belê, min û Angèle’ê, me alî hev dikir. Niha em êdî ji 80 salî mezintir in, û gava em ji bo civînan haziriyê dikin, em vêya hem bi Îngilîzî hem bi Fransî dikin. Em heta ku ji destê me tê diçin civînan û tevî civata xwe xizmet dikin. Yehowa xîreta me, ya ku me ji bo hînbûna zimanê Îngilîzî nîşan daye, bibereket kiriye.

Di sala 2017an de, me keremeke mezin stand. Ez û Angèle, em ji bo Kursa ji bo Endamên Komîteya Buroyê û Pîrekên Wan, a ku li Merkeza Perwerdeya Watchtowerê ya li Pattersonê (New York, Amerîka) tê derbaskirin, hatin dawetkirin.

Yehowa Xwedê bi rastî jî Mamosteyê Mezin e (Îşaya 30:20, NWT). Loma, hemû xizmetkarên wî perwerdeya herî baş distînin (5. Mûsa 4:5-8). Min dîtiye ku ciwanên ku guh didin hem Yehowa hem jî xwişk û birayên bitecrûbe ji aliyê ruhî ve rind bi pêş ve diçin û di riya rastiyê de serkeftî dibin. Methelokên Silêman 9:9 wisa dibêje: “Ger tu kesê zaniyar perwerde bikî, ew ê hîn bi zanîn bibe.”

Carinan tê bîra min ku weke 60 sal berê, li çiyayên Cezayirê çi hatibû serê min. Li wê demê, min nizanibû ku jiyana min wê çi qas xweş bibe. Ez bi rastî ji kesên din gelek tiştan hîn bûme. Yehowa em pir bibereket kirine! Em dixwazin her tim ji Bavê xweyî ezmanî û ji xwişk û birayên bitecrûbe, yên ku ji wî hez dikin, hîn bibin.