Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

“Ez ji Kesên Din Gelek Tişt Hîn Bûme!”

“Ez ji Kesên Din Gelek Tişt Hîn Bûme!”

LI ŞEVEKE reş û terî, ez tevî eskerên din li çiyayên Cezayirê bûm. Şer çiqas diçû diha qewî dibû. Tifing di destê minda bû, û ez tenê pişt mêşokên qûmê disekinîm. Nişkêva, min dengê gava bihîst, û ez gelek tirsiyam. Ez hê cahil bûm, û min nedixwest bimirim yan jî kesekî bikujim. Min bi dengê bilind got: “Xwedayê mezin! Alî min bike!”

Ew roj, jîyîna min guhast, çimkî min îda dixwest Xwedê nas bikira. Lê pêşiya ku ez bêjim ku paşê çi qewimî, ez dixwazim wera besa zarotiya xwe bikim. Gava ez hê zar bûm, hine tişta li ser min hukum kiribû û dilê min hazir kiribû ku ez Xwedê bigerim.

TIŞTÊN KU EZ JI BAVÊ XWE HÎN BÛM

Ez di sala 1937-da li bajarê Gûêsnaînê (Fransa) hatim bûyînê. Bavê min di madenên komirêda dixebitî û ez hîn dikirim ku xebatê qîmet bikim. Usa jî, bavê min gelek heqiyê hiz dikir, û vê yekê li ser min jî hukum dikir. Seva ku mafên xebatçiyên madenên komirê biparêze, bavê min bû endemê teşkîletekê, ku wana diparast. Bavê min seva durûtiya keşîşên dêrê gelek eciz dibû. Halê geleka ji wan baş bû, lê wana dîsa jî ji madenciyên kesîb xwarin û pere dixwestin. Bavê min kirinên wan haqas nefret dikir ku ewî derheqa rêlîgiya tu tişt ez hîn nedikirim. Me li malê tu cara besa Xwedê nedikir.

Gava ez mezin dibûm, min jî neheqiyê nefret dikir. Mesele, hine kesa xerîbên ku li Fransayê dijîtn hiz nedikir. Lê min tevî zarên koçbera fûtbol dilîst, û min hiz dikir tevî wan hevaltiyê bikim. Diya min Fransî nîbû, lê Polonî bû. Lema, ez hizreta edilayê û wekheviya di nav merivada bûm.

PIRSÊN NÊTA JÎYÎNÊVA GIRÊDAYÎ

Gava esker bûm

Di sala 1957-da, bona xizmeta eskeriyê gazî min kirin. Bi vî awayî, ez ketim nava çiyayên Cezayirê, çawa min sêrîda gotibû. Gava min got “Xwedayê mezin, alî min bike!”, ne dijminek, lê kerekî beyanî ber min derket. Dilê min rihet bû! Dîsa jî, ev serhatî û şerê li Cezayirê bûn sebeb ku ez li ser nêta jîyînê kûr bifikirim. Em çima hene? Gelo Xwedê bona me xem dike? Gelo wê bê ew roj ku edilayî ser erdê hebe?

Paşê, gava îznê dane min ku serîkî dê-bavê xwe xim, ez rastî Şedekî Yehowa hatim. Ewî Kitêba Pîroz da min, û paşî ku ez vegeriyam Cezayirê, min destpêkir bixûnim. Pareke Kitêba Pîroz, ya ku li min gelek xweş hat, Eyantî 21:3, 4 bû, ya ku usa dibêje: “Va konê Xwedê nava merivada ye! . . . Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn”. Ew rêz gelek dilê min girtin û ez xwera fikirîm gelo gotinên van rêza rast in yan na.

Di sala 1959-da, min eskeriya xwe xilaz kir. Paşî vê yekê, min Şedekî bi navê Fransûa nas kir, yê ku gelek rastiyên Kitêba Pîroz ez hîn kirim. Mesele, ewî ji Kitêba Pîroz nîşanî min kir, wekî navê Xwedê Yehowa ye (Zebûr 83:18). Usa jî, Fransûa nîşanî min kir, wekî Yehowa wê heqiyê bîne dinyayê, erdê bike cinet û gotinên Eyantî 21:3, 4 bîne sêrî.

Tiştên ku ez hîn dibûm logîkî bûn û dilê min digirtin. Lê belê, ez ser keşîşa gelek hêrs bûm, û min dixwest tevî wan şer bikira, çimkî tiştên ku wana hîn dikir ne ji Kitêba Pîroz bûn. Eyan e ku ez hê di bin hukuma bavê xweda bûm, çimkî min sebra xwe zû unda dikir, û min dixwest miqabilî neheqiyê û nerastiyê her tiştî bikim!

Fransûa û Şedên din alî min kir, ku ez hêrsa xwe daynim. Wana minra zelal kir ku îşê me ne ev e ku em kesên din sûcdar bikin, lê ev e ku em besa mizgîna Padşatiya Xwedê bikin. Îsa Mesîh jî ev şixul dikir, û ewî emir dabû ku şagirtên wî jî vî şixulî bikin (Metta 24:14; Lûqa 4:43). Usa jî, lazim bû ku ez hîn bibim ku baweriya meriva her çi be jî, gerekê ez bi nermî tevî wan xeber dim. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Xulamê Xudan nakeve, ku şer bike, lê hindava hemûyada berbihêr be” (2 Tîmotêyo 2:24).

Min jîyîna xwe guhast, û di sala 1959-da, ez li civîneke herêmê hatime nixumandinê. Li wê derê, min xûşkeke cahil ya bi navê Êncêlê nas kir, û dilê min ket wê. Ez car cara diçûm civata wê, û di sala 1960-da, em zewicîn. Êncêlê bi rastî jî meriveke gelek heyf e, kulfeteke gelek baş e, û pêşkêşeke ji Xwedê ye (Metelok 19:14).

Roja dewata me

TIŞTÊN KU EZ JI BIRÊN BÎLAN Û CÊRIBANDÎ HÎN BÛM

Bi sala, min ji birên bîlan û cêribandî gelek dersên ferz standin. Yek ji dersên sereke ev bû: Seva ku em di kifşkirineke çetinda pêşdaçûyî bin, gerekê em milûk bin û guh bidin şîretên kesên din (Metelok 15:22).

Fransa, 1965: Wedê xizmeta berpirsiyarê mihalê

Di sala 1964-da, min dît ku ev şîret çiqas bi bîlanî ye. Wê salê, ez bûm berpirsiyarê mihalê, û ez diçûm civata ku xûşk-bira ruhanîda bişidînim. Lê ez hê 27 salî bûm, û gelek cêribandî nîbûm, lema min hine şaşî dikirin. Dîsa jî, min xîret dikir ku ez ji van şaşiya dersa hîn bim, û ez ji birên serwaxt û cêribandî gelek tiştên kêrhatî hîn bûm.

Mesele, li wan sala, paşî ku min serlêdana civateke li Parîsê teselî kiribû, birakî cêribandî dixwest tevî min xeber de.

Ewî pirsî: “Lûîs, gava hekîm tê mala kesekî, gelo ew dixwaze kê bivîne?”

Min got: “Yê nexweş”.

Ewî got: “Erê, rast e. Lê min dît ku tu herî zêde tevî kesên ku ji aliyê ruhanîva qewî ne wext derbaz dikî, mesele tevî berpirsiyarê civatê. Di civata meda gelek xûşk û birên nû, şermoke û dilteng hene. Heger te tevî wan wext derbaz bikira yan bona xwarinê biçûyayî mala wan, ewana wê gelek şa bûna”.

Şîreta vî birê hêja bona min gelek qîmet bû. Ewî pezên Yehowa gelek hiz dikir, û vê yekê gelek dilê min girt. Lema, min quretiya xwe pêpes kir, û şîreta wî qebûl kir. Ez ji Yehowa gelek razî bûm, ku ewî birên usa da min.

Di salên 1969 û 1973-da, ez li du civatên mezine hemdinyayê, yên ku li Parîsê hatin derbaz kirin, ça berpirsiyarê Îdara Belakirina Xwarinêda hatim kifşkirin. Li civîna sala 1973, lazim bû ku pênc roja weke 60 000 kesîra xwarin bê belakirinê. Ez gelek tirsiyam! Lê gotinên ji Metelok 15:22 dîsa kêrhatî bûn. Li gora şîreta vê rêzê, min ji birên gihîştî, yên ku li sêktora xwarinê cêribandî bûn, rêberî xwest. Di nav wanda, qesab, cotkar, aspêj û yên ku xwarin dikirîn hebûn. Tevayî, me wî şixulî rind anîn sêrî.

Di sala 1973-da, ez û jina min, em hatin teglîfkirin ku li Beytela Fransayê xizmet bikin. Kifşkirina min ya pêşin hêsa nîbû. Lazim bû ku ez edebyeta bişînim Kamêrûnê. Li vî welatê Afrîkayê, şixulê me ji sala 1970 heta 1993 qedexe bû. Dîsa jî, min nizanibû ku ezê vî şixulê zor çawa bikim. Lê birê ku ji îşê Şedên Yehowa yên li Fransayê cabdar bû, mêrxasî da min û got: “Xûşk û birên li Kamêrûnê hewceyî xwarina ruhanî ne. Bira em vê xwarinê bidin wan!” Lema, me wanra xwarina ruhanî şand.

Nîjerya, 1973: Civîneke mexsûs tevî xûşk û birên ji Kamêrûnê

Ez çend cara çûm welatên nêzîkî Kamêrûnê ku tevî rûspiyên ji Kamêrûnê li hev top bim. Bi alîkariya van birên mêrxas û bîlan, me cûre-cûre mêtod dîtin ku xwarina ruhanî berdewam kin xûşk û birên Kamêrûnêra bişînin. Yehowa xîreta me kerem dikir. Nava 20 salada, Şedên Yehowa hemû jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û hemû bernamên “Qulixkirina Padşatiyêdistandin.

Nîjerya, 1977: Ez û Êncêlê tevî berpirsiyarên mihalê û jinên wan, yên ku ji Kamêrûnê hatibûn

TIŞTÊN KU EZ JI JINA XWEYE DELAL HÎN BÛM

Gava me hevdu nû nas dikir, min zû fem kir ku Êncêl ji aliyê ruhanîva çiqas qewî ye. Paşî ku em zewicîn, hunurên wê yên ruhanî diha zêde eyan dibûn. Mesele, li êvara dewata me, ewê ji min xwest ku ez dua bikim û Yehowara bêjim ku em dixwazin ça coteke zewicî heta ku ji destê me tê xizmet bikin. Yehowa caba duayê me da!

Usa jî, Êncêlê alî min kiriye ku ez diha zêde îtbariya xwe Yehowa bînim. Mesele, gava em di sala 1973-da hatibûn teglîfkirin ku li Beytelê xizmet bikin, min gelek nedixwest herim Beytelê, çimkî min şixulê berpirsiyarê mihalê hiz dikir. Lê Êncêlê anî bîra min ku me jîyîna xwe dabû destê Yehowa. Ewê minra got ku lazim e em hemû xwestinên teşkîleta wî bînin sêrî (Îbranî 13:17). Belê, gotinên wê rast bûn! Lema em çûn Beytelê. Bi saya bîlanî û nihêrandina ruhanî, ya ku jina min nava gelek salada eyan kiriye, zewaca me qewî bûye, û me gelek safîkirinên baş kiriye.

Tevî Êncêlê li baxçê Beytela Fransayê

Em îda cahil nînin, lê ez alîkariya Êncêlê heta niha distînim. Mesele, seva ku hînbûnên teşkîletê bistînin, yên ku bi zimanê Înglîzî derbaz dibûn, min û Êncêlê, me pir xîret kir ku zimanê Înglîzî diha baş hîn bin. Em îda ji 70 salî mezintir bûn, û em derbazî civateke bi zimanê Înglîzî bûn. Ji ber ku ez endemê Komîtêya Fîlîala Fransayê bûm, şixulên min gelek bûn û li min zor dihat ku zimanekî nû hîn bibim. Lê min û Êncêlê, me alî hev dikir. Niha em îda ji 80 salî mezintir in, û gava em bona civîna xwe hazir dikin, em vê yekê him bi Înglîzî him bi Fransî dikin. Em heta ku ji destê me tê diçin civîna û tevî civata xwe xizmet dikin. Yehowa xîreta me, ya ku me bona hînbûna zimanê Înglîzî nîşan kiriye, kerem kiriye.

Di sala 2017-da, me keremekemezin stand. Ez û Êncêlê, em mekteba bona Endemên Komîtêya Fîlîalê û Jinên Wan, li Patêrsonê derbaz bûn (Niyû York, Amêrîka).

Yehowa Xwedê bi rastî jî Mamosteyê Mezin e (Îşaya 30:20). Lema, hemû xizmetkarên wî hînkirina herî baş distînin (Qanûna Ducarî 4:5-8). Min dîtiye ku cahilên ku guh didin him Yehowa him jî xûşk û birên cêribandî ji aliyê ruhanîva rind pêşda diçin û di riya rastiyêda pêşda diçin. Metelok 9:9 usa dibêje: “Yê serwaxt şîret ke û ewê hê serwaxt be, merivê rast hîn ke, zanebûna wîyê hê zêde be”.

Carna tê bîra min ku weke 60 sal berê, li çiyayên Cezayirê çi hatibû serê min. Li wê demê, min nizanibû ku jîyîna min wê çiqas xweş bibe. Ez bi rastî ji kesên din gelek tişt hîn bûme. Yehowa em gelek kerem kirine! Em dixwazin her tim ji Bavê xweyî ezmanî û ji xûşk û birên cêribandî, yên ku wî hiz dikin, hîn bibin.