Here Naverokê

Here naverokê

Te Zanibû?

Te Zanibû?

Li demên berê, ji bo çêkirina qeyîkan çima papîrûs dihat bikaranîn?

Papîrûs

WEK tê zanîn, li Misira kevnar, kaxizê ji bo nivîsînê ji papîrûsê dihat çêkirin. Wekî din, li demên berê, Yewnanî û Romayiyan jî li ser papîrûsê dinivîsîn. * Lê belê, gelek kes nizanin ku papîrûs ne tenê ji bo nivîsînê, lê ji bo çêkirina qeyîkan jî dihat bikaranîn.

Du modelên qeyîkên ji papîrûsê, yên ku li hundirê tirbeyeke li Misrê hatibûn dîtin

Zêdetirî 2.500 sal berê, Îşaya pêxember behsa “welatê bi kelekên ji zilan hatiye çêkirin” dike. Paşê, Yêremya pêxember ji berê ve got ku gava bajarê Babîlê wê ji aliyê Med û Farisan ve bê girtin, ewê qeyîkên Babîliyan bişewitînin, da ku ew nikaribin birevin (Îşaya 18:1, 2, Mizgînî; Yêremya 51:32, NWT).

Ji ber ku Kitêba Pîroz ji aliyê Xwedê ve hatiye îlham kirin, em şaş namînin ku gotinên li ser qeyîkên ji papîrûsê rast in (2. Tîmotêyos 3:16). Li Misrê, arkeologan gelek îsbat dîtine ku li demên berê, papîrûs ji bo çêkirina qeyîkan dihat bikaranîn.

QEYÎKÊN JI PAPÎRÛSÊ ÇAWA DIHATIN ÇÊKIRIN?

Li tirbeyên li Misrê, resim û nexşên li ser dîwaran nîşan didin ku papîrûs çawa dihat ber hev kirin û ji bo çêkirina qeyîkan dihat bikaranîn. Mirovan zilên papîrûsê jê dikirin û bi hev ve girêdidan. Zilên papîrûsê sêgoşe ne. Ji ber vê yekê, gava papîrûs qayim tê girêdayîn, balye pir qewî dibe. Li gor kitêba A Companion to Ancient Egypt, dirêjahiya qeyîkên ji papîrûsê digihîşt zêdetirî 17 metreyan, û li her du aliyan 10 yan 12 bêrik hebûn.

Li Misrê, nexşên li ser dîwêr nîşan didin ku qeyîk çawa ji papîrûsê dihatin çêkirin

QEYÎK ÇIMA JI PAPÎRÛSÊ DIHATIN ÇÊKIRIN?

Li kêleka çemê Nîlê têr û tije papîrûs hebû. Wekî din, çêkirina qeyîkên ji papîrûsê hêsan bû. Loma, qeyîkên mezin her çi qas ji daran dihatin çêkirin jî, wisa tê fehm kirin ku masîvan û nêçîrvanan ji bo çêkirina kelek û qeyîkên biçûk dîsa jî papîrûs bi kar dianî.

Qeyîkên ji papîrûsê bi gelek sedsalan dihatin çêkirin. Li gor nivîskarekî Yewnanî yê bi navê Plûtarx, ê ku li dawiya sedsala yekê û li destpêka sedsala diduyan a P.M. dijiya, kelekên ji papîrûsê li wê demê hê dihatin bikaranîn.

^ par. 3 Papîrûs li cihên şil û li ava ku hêdî hêdî diherike, şîn dibe. Bilindahiya papîrûsê dikare bigihîje 5 metreyan, û qalindiya li nêzîkî binê dikare wek 15 santîmetre be.