Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 22

Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ewana Bêne Nixumandinê

Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ewana Bêne Nixumandinê

“Bira ji we her yek . . . bê nixumandinê” (KARÊN ŞANDIYA 2:38).

KILAMA 72 Rastiya Padşatiyê Eyan kin

VÊ GOTARÊDA *

1. Şagirtên Îsa elaleteke mezinra çi gotin?

ROJA Pênciyê Hesabê ya sala 33 D.M., tiştekî ecêb qewimî. Gelek merivên ji cûre-cûre welat û mileta bona cejnekê hatibûn Orşelîmê. Nişkêva, hine Cihûya destpêkir bi zimanên wan xeber din. Tiştên ku wana digot gelek hewas bûn. Wana digotine meriva ku heger ewana baweriya xwe Îsa Mesîh bînin, ewê bikaribin xilaz bin. Vê xeberê dilê wan girt, û wana pirsî: “Em çi bikin?” Petrûsê şandî usa cab da: “Bira ji we her yek . . . bê nixumandinê” (Karên Şandiya 2:37, 38).

Birak û jina wî tevî mêrikekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin. Ewana kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” didine xebatê (Abzasa 2 binihêre)

2. Vê gotarêda, emê çi şêwir kin? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

2 Wê rojê, weke 3 000 kes hatin nixumandinê û bi vê yekê bûne şagirtên Îsa Mesîh. Şixulê belakirina mizgînê, ku Îsa dabû şagirtên xwe, wê rojê destpêbû. Ev şixul heta niha jî berdewam dibe. Em hilbet nikarin alî kesekî bikin ku ew nava çend sihetada bona nixumandinê hazir be. Heta ku kesek bona nixumandinê hazir be carna çend meh yan jî çend sal derbaz dibin. Heger tu tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikî, tu rind zanî ku ev yek çiqas wext û qewatê distîne. Vê gotarêda, emê bivînin ku em çawa dikarin alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin ku ewana berbi nixumandinê pêşda herin.

ALÎ XWENDEKARÊ XWE BIKE KU EW GAV BI GAV PÊŞDA HERE

3. Li gora Metta 28:19, 20, gerekê xwendekarên me çi bikin, wekî ewana berbi nixumandinê pêşda herin?

3 Pêşiya ku xwendekarekî Kitêba Pîroz bê nixumandinê, gerekê ew tiştên ku ew ji Kitêba Pîroz hîn dibe, pêk bîne (Metta 28:19, 20 bixûne). Gava xwendekarek vê yekê dike, ew dibe mîna “merivekî serwaxt” ji mesela Îsa, yê ku mala xwe ser kêvir çêkir (Metta 7:24, 25; Lûqa 6:47, 48). Gelo em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin, wekî ew tiştên ku hîn dibin, pêk bînin? Niha emê dîna xwe bidin sê şîreta.

4. Em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ewana berbi nixumandinêva pêşda herin (Çargoşe “ Alî Xwendekarê Xwe Bike ku Ew Xwera Nêta Dayne û Bigihîje Wan” binihêre.)

4 Alî xwendekarê xwe bike ku ew xwera nêta dayne. Gelo ev yek çima ferz e? Merivên ku hildikişin çiyayên gelek bilind heçî zef raste-rast nagihîjin serê çiyê, lê xwera çend nêtên biçûk datînin. Bi vê yekê, ewana gav bi gav diha nêzîkî serê çiyê dibin. Mîna vê yekê, heger xwendekarekî Kitêba Pîroz xwera hine nêtên biçûk dayne û bigihîje van, ewê bivîne ku ew dikare bigihîje nêta nixumandinê. Para bi navê “Nêt” ya kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” dikare alî xwendekar bike ku ew pêşda here. Xilaziya her dersê, şêwir ke ku nêta nîşankirî çawa dersêva girêdayî ye. Heger tu difikirî ku nêteke din wê bona xwendekarê te kêrhatî be, vê nêtê li para “Nêtên din” binivîse. Bi alîkariya vê para hînbûnê, derheqa nêtên biçûk û mezin yên xwendekarê xwe, tevî wî şêwir ke.

5. Li gora Marqos 10:17-22, Îsa mêrekî dewlemendra çi got, û çira?

5 Alî xwendekarê xwe bike ku ew emirê xweda guhastina bike (Marqos 10:17-22 bixûne). Îsa zanibû ku bona merivekî dewlemend çiqas zor e ku hemû mal û milkê xwe bifiroşe (Marqos 10:23). Dîsa jî, Îsa vî mêrîra got ku bira ew jîyîna xwe biguhêze. Gelo çima? Çimkî Îsa wî hiz dikir. Carna, em belkî xwe paş digirin û hine şîreta nadin xwendekarê xwe, çimkî em difikirin ku ew hê hazir nîne emirê xweda guhastina bike. Hilbet wext lazim e ku meriv terka xeyset-hunurên xweye berê bide û merivê nû li xwe bike (Kolosî 3:9, 10). Lê tu vê pirsê çiqas zû vekî, haqas zû xwendekarê te wê guhastinên lazim bike. Ev yek ku tu besa van tişta dikî nîşan dike wekî tu bona xwendekarê xwe xem dikî (Zebûr 141:5; Metelok 27:17).

6. Çima ferz e ku em ji xwendekarê xwe bipirsin hela ew ser têmekê çi difikire?

6 Gelek ferz e ku em car cara ji xwendekar bipirsin hela ew derheqa têmekê çi difikire. Bi alîkariya pirsên usa, tu dikarî têderxî ku xwendekar çi fem kiriye û çi bawer dike. Bi vê yekê, wê tera diha hêsa be pirsên kûr tevî wî şêwir kî. Li kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” gelek pirsên usa hene. Mesele, dersa 4-da ev pirs derbaz dibe: “Yehowa çi ser xwe texmîn dike gava tu navê wî didî xebatê?” Dersa 9-da, pirseke usa heye: “Tu dixwazî derheqa çi Xwedêra dua bikî?” Serîda, dibe ku xwendekarê tera hevekî zor bê ku cabên pirsên usa bide. Heger usa be, wê baş be ku tu dîna wî bikişînî ser hine rêza û ser şiklên ji kitêbê.

7. Em ça dikarin serhatiyên xûşk û bira bidine xebatê?

7 Gava xwendekar fem dike ku gerekê ew çi bike, bi alîkariya serhatiya dil bide wî, wekî ew van tişta bike. Mesele, heger xwendekarê te timê nayê civîna, tu dikarî vîdêoya bi navê “Yehowa bona Min Xem Dikir”, ya ku li para “Hê Zêde Pêbihese” dersa 14-da heye, nîşanî wî bikî. Li gelek dersên kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, serhatiyên usa tuyê bivînî li parên “Kûr Lêkolîn ke” û “Hê Zêde Pêbihese”. * Xwendekarê xwe beramberî kesên din neke û nebêje: “Heger ewî karibû, tuyê jî bikaribî vê yekê bikî!”. Bira xwendekar xwexa bigihîje vê fikrê. Bona vê yekê, dîna xwendekar bikişîne ser hine fikrên sereke, yên ku alî merivê vîdêoyêda kir, wekî prînsîpên Kitêba Pîroz bide xebatê. Mesele, tu dikarî dîna wî bikişînî ser rêzeke ferz yan ser hine gavên kêrhatî. Heger dibe, nîşan ke ku Yehowa ça alî vî kesî kir.

8. Em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ewana Yehowa hiz bikin?

8 Alî xwendekarê xwe bike ku ew Yehowa hiz bike. Gelo çawa? Dîna xwendekar bikişîne ser hunurên Yehowa. Nîşanî wî bike ku Yehowa Xwedêyê xwezilî ye, yê ku piştgiriya xizmetkarên xwe dike (1 Tîmotêyo 1:11; Îbranî 11:6). Usa jî, dîna xwendekar bikişîne ser kara prînsîpên Kitêba Pîroz û nîşanî wî bike ku Kitêba Pîroz hizkirina Yehowa çawa eyan dike (Îşaya 48:17, 18). Çiqas zêde xwendekar Yehowa hiz bike, ewê haqas hê zêde bixwaze jîyîna xwe biguhêze (1 Yûhenna 5:3).

XWENDEKARÊ XWE TEVÎ XÛŞK Û BIRA BIDE NASKIRIN

9. Ça Marqos 10:29, 30 nîşan dike, çi dikare alî kesekî bike wekî ew qurbana bike û xwe bona nixumandinê hazir ke?

9 Seva ku xwendekarên Kitêba Pîroz berbi nixumandinêva pêşda herin, lazim e ku ewana hine qurbana bikin. Mîna vî mêrê dewlemend yê li rojên Îsa Mesîh, dibeke lazim be hine xwendekarên me jî aliyên tiştên matêrîalîda qurbana bikin. Mesele, heger xebata wan miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz e, wê lazim be ku ewana xwera xebatekî din bivînin. Yan jî, wê dibeke lazim be ku ewana heleqetiya xwe tevî hevalên xwe yên berê biqetînin, yên ku Yehowa hiz nakin. Usa jî, hine merivên xwendekarên me pişta xwe didine wan, çimkî ewana Şedên Yehowa nefret dikin. Îsa zanibû ku hinekara çetin e qurbanên usa bikin. Lê ewî soz dabû wekî yên ku pey wî diçin wê bêne keremkirinê û wê bibin para malbeteke ruhanî (Marqos 10:29, 30 bixûne). Gelo tu ça dikarî alî xwendekarê xwe bikî ku ew vê keremê bistîne?

10. Serhatiya Manûêl çi me hîn dike?

10 Tevî xwendekarê xwe hevaltiyê bike. Gelek ferz e ku nîşanî xwendekarê xwe bikî, wekî tu bona wî xem dikî. Gelo çima? Birakî bi navê Manûêl, yê ku Meksîkêda dijî, wexta ku ew hê xwendekar bû tîne bîra xwe: “Pêşiya her dersê, dersdarê min dipirsî hela ez çawa me. Ewî alî min dikir ku ez xwe rihet texmîn kim, û ewî mecal dida wekî ez besa tiştên din jî bikim. Ewî ji dil bona min xem dikir”.

11. Wê çima baş be ku em tevî xwendekarên xwe wext derbaz kin?

11 Çawa ku Îsa tevî şagirtên xwe wext derbaz dikir, tu jî tevî xwendekarê xwe wext derbaz ke (Yûhenna 3:22). Heger dibe, xwendekarê xwe gazî mala xwe bike. Hûn dikarin çayekê vexwin, xwarinê bixwin yan jî tevayî bernameke JW Brodkastîngê binihêrin. Îlahî wedê cejna, gava ew xwe tenê texmîn dike, alîkariya te gelek kêrhatî be. Birakî ji Ûgandayê, bi navê Kazîbwe usa dibêje: “Xêncî hînbûna Kitêba Pîroz, alîkariya dersdarê min jî alî min kir ku Yehowa baştir nas bikim. Min dît ku Yehowa bi rastî jî bona xizmetkarên xwe xem dike û ewana merivne bextewar in. Min jî dixwest mîna wan bextewar bûma”.

Cûre-cûre mizgînvan tevî xwe bive hînbûnê. Ev yek wê alî xwendekar bike ku ew bê civîna (Abzasa 12 binihêre) *

12. Wê çima baş be ku em cûre-cûre mizgînvana tevî xwe bivin ser hînbûna Kitêba Pîroz?

12 Mizgînvanên din tevî xwe bive ser hînbûnê. Carna em dibeke difikirin ku wê diha hêsa be wekî em hînbûnê tenê derbaz kin yan jî timê tevî xûşkekê yan birakî herin ser hînbûnê. Dibeke ev yek bi rastî jî diha hêsa ye, lê heger em cûre-cûre mizgînvana tevî xwe bivin, xwendekar wê diha zêde karê bistîne. Birê me Dmîtrî, yê ku Moldovayêda dijî, usa dibêje: “Her mizgînvanê ku dihat ser hînbûna min, gotinên Kitêba Pîroz alîkî dinva minra zelal dikir. Vê yekê alî min dikir wekî ez têma diha baş fem bikim. Usa jî, gava ez cara pêşin çûm civînê, min xwe rihet texmîn dikir û şerm nedikir, çimkî min gelek xûşk û bira îda nas dikir”.

13. Çima gerekê em alî xwendekarên xwe bikin ku ewana bên civîna?

13 Alî xwendekarê xwe bike ku ew bê civîna. Ev yek ferz e, çimkî Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî tevî hev top bin. Pareke ferz ya hebandina me, ew heye civînên me (Îbranî 10:24, 25). Usa jî, xûşk û birên me malbeta meye ruhanî ne. Gava em ser civîna tevî wan top dibin, ev mîna vê yekê ye ku malda xwarineke xweş tevayî bixwin. Gava tu xwendekarê xwe hêlan dikî bê civîna, ev yek wê gelek alî wî bike wekî ew berbi nixumandinê pêşda here. Lê ev yek bona wî dibeke hêsa nîne. Gelo kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” ça dikare alî xwendekarê te bike ku ew serî ji çetinaya derxe û bê civîna?

14. Em ça dikarin xwendekarên xwe hêlan kin wekî ewana bên civîna?

14 Dersa 10 ya kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” dikare alî te bike, wekî tu dil bidî xwendekarê xwe. Pêşiya ku ev kitêb hate derxistinê, ew ji aliyê çend mizgînvanên cêribandîva hatibû cêribandin, û ew dibêjin ku dersa 10 gelek alî xwendekarên wan kir wekî ewana bên civîna. Hilbet gerekê em heta dersa 10 hîviyê nîbin ku xwendekarên xwe gazî civîna bikin. Çiqas zû em xwendekara teglîf bikin, wê haqas baş be. Hilbet lazim e ku em bîr nekin wekî halê her kesî ji hev cuda ye. Lema dîna xwe bide hewcên xwendekarê xwe, û bifikire ku tu ça dikarî alî wî bikî. Heger ew derbêra neyê civîna, xemgîn nebe û bi sebir wî dîsa û dîsa teglîf ke.

ALÎ XWENDEKARÊ XWE BIKE KU EW JI TIRSÊN XWE AZA BE

15. Hine tirsên xwendekara çi ne?

15 Gava tu rastiyê hîn dibûyî, gelo tu hevekî ditirsiyayî ku bibî Şedê Yehowa? Dibeke te digot ku tuyê tu car nikaribî mal bi mal xizmet bikî? Yan jî, dibeke tu ji meriv û hevalên xwe ditirsiyayî, wekî ewana wê miqabilî te rabin? Heger usa ye, tu bêşik tirsên xwendekarê xwe rind fem dikî. Îsa jî zanibû ku tirsên meriva dikarin hebin. Lê ewî şagirtên xwera got ku bira ewana seva tirsên xwe xizmetiya xwe Yehowara nedin sekinandin (Metta 10:16, 17, 27, 28). Gelo Îsa ça alî şagirtên xwe dikir ku ewana ji tirsên xwe aza bin? Gelo tu ça dikarî çev bidî mêtoda Îsa?

16. Em ça dikarin xwendekarên xwe hîn bikin ku ewana kesên dinra besa mizgînê bikin?

16 Timê alî xwendekarê xwe bike ku ew kesên dinra besa mizgînê bike. Gava Îsa Mesîh şagirtên xwe şandin ku ew mizgînê bela kin, wana dibeke xem dikir ku vê yekê ça bikin. Lê Îsa wanra bi zelalî got ku gerekê ewana mizgînê kîderê bela bikin û çi bêjin (Metta 10:5-7). Tu ça dikarî çev bidî Îsa? Alî xwendekar bike ku ew têderxe, wekî ew kîderê dikare mizgînê bela ke. Mesele, bipirse dibeke ew kesekî nas dike, yê ku wê bixwaze derheqa têmekê ji Kitêba Pîroz pêbihese. Paşê, alî wî bike wekî ew xwe hazir bike û bizanibe ku çawa vê têmê bi cûrekî hêsa zelal bike. Heger dibe, tu dikarî van parên “Hine Meriv Dibêjin” û “Dibeke Hine Meriv Pirseke Usa Bidin”, yên ji kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, bidî xebatê wekî wî hazir kî. Alî xwendekar bike wekî ew bi saya Kitêba Pîroz cabên hêsa bide û bi merîfetî xeber de.

17. Em ça dikarin bi saya Metta 10:19, 20, 29-31 alî xwendekarên xwe bikin ku ewana îtbariya xwe Yehowa bînin?

17 Alî xwendekarê xwe bike ku ew îtbariya xwe Yehowa bîne. Îsa Mesîh şagirtên xwera got ku Yehowa wê alî wan bike, çimkî ew wana hiz dike (Metta 10:19, 20, 29-31 bixûne). Bîne bîra xwendekarê xwe ku Yehowa wê alî wî jî bike. Seva ku ew xwe bispêre Yehowa, tevî wî derheqa nêtên wî dua bike. Birakî bi navê Françêsk, yê ku li Polonyayê dijî, usa dibêje: “Dersdarê min gelek car duayên xweda besa nêtên min dikir. Gava min didît ku Yehowa ça caba duayên dersdarê min dide, min jî destpêkir dua bikim. Min xebata teze destpêkiribû, û her cara gava min ji mezinê xebatê xwe îzin dixwest wekî herim civîna û civatên mezin, min alîkariya Yehowa didît”.

18. Yehowa şixulê ku em dikin, çawa divîne?

18 Yehowa bona xwendekarên me xem dike. Gava em alî meriva dikin ku ewana diha nêzîkî wî bin, ew xîreta me qîmet dike (Îşaya 52:7). Heger xwendekarê te tune be jî, tu dikarî tevî mizgînvanên din herî ser hînbûnên wan û alî xwendekarên wan bikî, wekî ewana berbi nixumandinê pêşda herin.

KILAMA 60 Wê Yekêva Girêdaye Emirê Wan

^ abz. 5 Vê gotarêda, emê bivînin ku Îsa Mesîh ça alî meriva dikir ku ewana bibin şagirtên wî, û em ça dikarin çev bidine wî. Usa jî, emê dîna xwe bidin kitêba teze bi navê “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”. Ev kitêb wê alî xwendekarên me bike ku ewana berbi nixumandinê herin.

^ abz. 7 Usa jî 1) broşûra “Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa”, têma “Kitêba Pîroz”, paşê “Şîretên Kêrhatî”, û paşê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê” rêza gotara) binihêre, yan jî 2) li “JW Library”®, para Mêdîa > “Întêrvîû û Serhatî” binihêre.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birak û jina wî tevî mêrekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin. Ew carna birên din jî tevî xwe dibe ser hînbûnê.