Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 23

Yehowa Te Tu Caran Tenê Nahêle

Yehowa Te Tu Caran Tenê Nahêle

“Xudan nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê” (ZEBÛR 145:18).

KILAM 28 Dostaniya Yehowa

PÊŞGOTIN a

1. Xizmetkarên Yehowa çima xwe carinan tenê hîs dikin?

 MA EM gişt carinan xwe tenê hîs nakin? Hin kes ji hîsên wisa zû difilitin, lê ji bo hin kesan, ev yek hêsan nîne. Her çi qas li derdora me gelek mirov hebin jî, dibe ku em xwe tenê hîs bikin. Li hin kesan zor tê ku li civateke nû ji xwe re hevalan bibînin. Li hin kesan jî zor tê ku ji malbata xwe dûr bikevin û derbasî cihekî din bibin. Hin kes jî bêriya miriyên xwe dikin. Û hin xwişk û bira – bi xisûsî yên ku nû hatine binavkirin – xwe tenê hîs dikin ji ber ku merivên wan û dostên wan ên berê pişta xwe didin wan yan jî zilmê li wan dikin.

2. Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

2 Yehowa di heqê me de her tiştî dizane, û ew halê me fehm dike. Gava em xwe tenê hîs dikin, ew vêya dibîne û dixwaze alî me bike ku em serî bi van hîsan re derxînin. Gelo Yehowa çawa alî me dike? Em çawa dikarin alî xwe bikin? Û em çawa dikarin destekê bidin xwişk û birayên ku xwe tenê hîs dikin? Niha emê cewabên van pirsan bistînin.

YEHOWA HAY JI TE HEYE

Yehowa melekê xwe şand ku destekê bide Êlyas pêxember (Li paragrafa 3yan binêre)

3. Yehowa çawa bi Êlyas eleqedar bû?

3 Yehowa xêra hemû xizmetkarên xwe dixwaze. Ew nêzîkî her yekî ji me ye, û gava em dilteng dibin, ew vêya dibîne (Zebûr 145:18, 19). Ka bala xwe bidê ku Yehowa çawa xema Êlyas pêxember dixwar û alî wî dikir. Êlyas xizmetkarekî dilsoz ê Xwedê bû, û ew di demeke pir xerab de dijiya. Li wê demê, dijminên Xwedê zilm li xizmetkarên wî dikir, û ew bi xisûsî li pey Êlyas ketibûn ku wî bikujin (1. Qiralan 19:1, 2). Bi ser de, Êlyas difikirî ku ew tenê ye û êdî qet xizmetkarên Yehowa yên din nemane (1. Qiralan 19:10). Lê Xwedê hemen bi Êlyas eleqedar bû û melekek şand ba wî. Melek ji Êlyas re got ku ew tenê nîne û ku gelek xizmetkarên Yehowa yên din jî hene (1. Qiralan 19:5, 18).

4. Marqos 10:29, 30 çawa nîşan dide ku Yehowa xema kesên ku piştgiriya dost û merivên xwe winda kiriye, dixwe?

4 Yehowa dizane ku gava kesek qerarê dide ku ji wî re xizmet bike, carinan lazim e ku ev kes fedakariyên mezin bike. Mesela, dibe ku ew piştgiriya dost û mêrivên xwe yên nebawermend winda bike. Carekê, Petrûsê şandî ji Îsa Mesîh wisa pirsîbû: “Me her tişt hiştine û em li pey te hatine. Îcar wê ji bo me çi hebe?” (Metta 19:27). Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku ewê bibin para malbateke mezin (Marqos 10:29, 30 bixwîne). Wekî din, Yehowa – yê ku Serê malbata me ya ruhî ye – sozê dide ku ewê piştgiriya xizmetkarên xwe bike (Zebûr 9:10). Ji xeynî vê, eger em xwe tenê hîs bikin, gelo em çawa dikarin alîkariya Yehowa bistînin?

GAVA TU XWE TENÊ HÎS DIKÎ, TU DIKARÎ ÇI BIKÎ?

5. Wê çima baş be ku tu bînî ber çavê xwe ku Yehowa çawa piştgiriya te dike?

5 Bala xwe bidê ku Yehowa çawa piştgiriya te dike (Zebûr 55:22). Bi vî awayî, tuyê fehm bikî ku tu ne tenê yî. Xwişkeke azib a bi navê Carol b, a ku merivên wê ne Şahidên Yehowa ne, wisa dibêje: “Gava ez tînim ber çavê xwe ku Yehowa li dema tengasiyê çawa piştgiriya min kir, ez fehm dikim ku ez tenê nînim û Yehowa wê her tim alî min bike.”

6. Gotinên 1. Petrûs 5:9, 10 çawa dikarin dil bidin kesên ku bi hîsên tenêbûnê micadele dikin?

6 Bîne ber çavê xwe ku Yehowa çawa destekê dide xwişk û birayên ku xwe tenê hîs dikin (1. Petrûs 5:9, 10 bixwîne). Birayekî bi navê Hîroşî, yê ku bi gelek salan di malbata xwe de tek Şahidê Yehowa ye, wisa dibêje: “Li civatê, hal û rewşa tu kesî bêqisûr nîne. Bi eslê xwe, her kes çi ji destê wî tê dike ku ji Yehowa re xizmet bike, û ev yek dikare dil bide kesên ku li riya rastiyê tenê ne.”

7. Dua çawa dikare alî te bike?

7 Dev ji dua, xizmet û civînan bernede. Dilê xwe ji Yehowa re veke (1. Petrûs 5:7). Gava xwişkeke ciwan a bi navê Massiel dest bi xizmeta Yehowa kir, wê xwe tenê hîs dikir, çimkî merivên wê Şahidên Yehowa nînin. Ew wisa dibêje: “Gava ku min xwe tenê hîs dikir, duayên ji dil pir alî min dikir ku ez sebat bikim. Yehowa ji min re bû Bavekî rastîn, û min roj bi roj gelek caran ji wî re dua dikir û dilê xwe ji wî re vedikir.”

Qeydên deng ên Kitêba Pîroz û weşanên din dikarin alî me bikin ku em xwe tenê hîs nekin (Li paragrafa 8an binêre) c

8. Tu çawa dikarî ji xwendin û fikirîna li ser Kitêba Pîroz feydeyê bistînî?

8 Kitêba Pîroz bi dewamî bixwîne û li ser qismên ku nîşan didin ku Yehowa ji te hez dike, kûr bifikire. Xwişkeke bi navê Bianca, ya ku carinan seba gotinên merivên xwe yên nebawermend xemgîn dibe, wisa dibêje: “Ez ji xwendin û fikirîna li ser qeydên Kitêba Pîroz û serpêhatiyên xwişk û birayên ku rastî eynî tengasiyan dihatin, pir feydeyê dibînim.” Hin xwişk û bira ayetên ku teseliyê didin wan, ezber dikin, mesela Zebûr 27:10 û Îşaya 41:10. Hin xwişk û bira jî, ji bo ku xwe tenê hîs nekin, li wexta ku ew xwe ji bo civînan hazir dikin yan Kitêba Pîroz dixwînin guh didin qeydên deng ên ji malpera me.

9. Civîn çima bifeyde ne?

9 Bi dewamî here civînan. Bi vî awayî, tuyê hem ji bernameyê feydeyê bistînî hem jî xwişk û birayan nas bikî (Îbranî 10:24, 25). Massiel wisa dibêje: “Ez her çi qas fediyok im jî, min qerar da ku ezê herim her civînê û xîret bikim ku cewabekê bidim. Vê yekê alî min dikir ku ez xwe aîdî civatê hîs bikim.”

10. Çima muhîm e ku em bi xwişk û birayên dilsoz re hevaltiyê bikin?

10 Bi xwişk û birayên dilsoz re hevaltiyê bike. Li civatê xwişk û birayên ji cure cure kok û kulturan hene. Hin ji wan ciwan in, hin jî extiyar in. Bi eslê xwe, tu dikarî ji wan hemûyan hîn bibî. Mesela, tu dikarî ji hîkmeta xwişk û birayên ku ji te mezintir in, hîn bibî (Eyûb 12:12). Ji aliyê din ve, tu dikarî ji yên ku ji te biçûktir in jî gelek tiştan hîn bibî. Dawid jî ji Yonatan biçûktir bû, lê ew bûn dostên hev (1. Samûyêl 18:1). Dawid û Yonatan alî hevdû dikir ku li gel tengasiyên giran ji Yehowa re xizmet bikin (1. Samûyêl 23:16-18). Xwişkeke bi navê Îrîna, ya ku di malbata xwe de tek Şahida Yehowa ye, dibêje: “Xwişk û birayên me bi rastî dikarin bibin malbata me ya ruhî. Bi destê wan, Yehowa dikare bi me eleqedar bibe.”

11. Ji bo qazanckirina dostaniyên nêzîk, gerek em çi bikin?

11 Hin kes fediyok in, û li wan hêsan nayê ku ji xwe re hevalên nû bibînin. Xwişkeke fediyok a bi navê Ratna, ya ku li gel muxalefetê bû Şahida Yehowa, wisa dibêje: “Min fehm kir ku ez hewceyî destek û alîkariya xwişk û birayan im.” Rast e, carinan belkî zor e ku tu dilê xwe ji kesekî re vekî, lê bizanibe ku ev yek dikare riya ji bo dostaniyeke nêzîk veke. Dost û hevalên te helbet hazir in ku dilê te xurt bikin û piştgiriya te bikin, lê gerek tu ji wan re bibêjî ku ew çawa dikarin vêya bikin.

12. Xizmet çawa dikare alî me bike ku em ji xwe re hevalên nû bibînin?

12 Ji bo ku tu ji xwe re hevalên nû bibînî, bi xwişk û birayan re derkeve xizmetê. Carol wisa dibêje: “Ji ber ku min bi xwişkan re di xizmet û fealiyetên ruhî de wext derbas kiriye, min gelek dostên baş qazanc kirine. Bi salan, Yehowa bi destê van dostan piştgiriya min kiriye.” Bi rastî jî pir muhîm e ku tu bi xwişk û birayên dilsoz re hevaltiyê biki, çimkî Yehowa dikare bi destê dostên wisa cesaretê bide te û alî te bike ku tu xwe tenê hîs nekî (Methelokên Silêman 17:17).

ALÎ KESÊN DIN BIKE KU EW XWE AÎDÎ MALBATA ME HÎS BIKIN

13. Lazim e ku em gişt çi bikin?

13 Li civatê, lazim e ku em gişt aştiyê bi pêş bixin û hezkirinê nîşan bidin, da ku tu kes xwe tenê hîs neke (Yûhenna 13:35). Gotin û kirinên me dikarin cesaretê bidin kesên din. Ka binêre ku xwişkekê çi got: “Gava ez rastiyê hîn dibûm, civat bû malbata min. Bê desteka wan, minê nikaribûya bibim Şahida Yehowa.” Gelo tu çawa dikarî alî xwişk û birayên ku di rastiyê de tenê ne bikî ku ew xwe aîdî civatê hîs bikin?

14. Em çawa dikarin bi kesên nû re hevaltiyê bikin?

14 Bi kesên nû re hevaltiyê bike. Gava kesên nû tên civînên me, bi germî silavê bide wan (Romayî 15:7). Lê belê, ne bes e ku em tenê silavê bidin wan; gerek em bi zeman re bi wan re bibin dost û heval. Loma, bi kesên nû ji dil eleqedar be. Xîret bike ku tu tengasiyên wan fehm bikî, lê pozê xwe nexe meseleyên şexsî. Li hin kesan zor tê ku ew behsa hîsên xwe bikin, loma zorê li wan nede. Pirsên nazik bipirse û bi sebir guh bide cewabên wan. Mesela, tu dikarî bipirsî ka wan çawa di heqê rastiyê de bihîst.

15. Xwişk û birayên gihîştî çawa dikarin alî kesên din bikin?

15 Bi saya eleqeya xwişk û birayên gihîştî – bi xisûsî bi saya eleqeya rîspiyan – temamiya civatê wê ji aliyê ruhî ve bi pêş ve here. Xwişkeke bi navê Melissa, ya ku ji aliyê diya xwe ve di rastiyê de hatibû mezinkirin, dibêje: “Ez pir qîmetê didim birayên ku bi salan ji min re bûn bavên ruhî. Gava ez dixwazim bi kesekî re xeber bidim, ew hazir in ku guh bidin min.” Birayekî ciwan ê bi navê Mauricio xwe tenê hîs dikir piştî ku mamosteyê wî dev ji rastiyê berda. Mauricio wisa dibêje: “Rîspiyên civatê gelek alî min dikir. Wan bi min re sohbet dikir, bi min re derdiketin xizmetê, behsa hin fikrên ku wan di lêkolîna şexsî de didîtin, dikir û bi min re spor dikir.” Bi zeman re, hem Melissa hem jî Mauricio dest bi xizmeta tamrojî kir.

Li civata te, gelo kî bi xisûsî hewceyî dilovanî û hevaltiya te ne? (Li paragrafên 16 heta 19an binêre) d

16-17. Em di kîjan waran de dikarin destekê bidin xwişk û birayan?

16 Ji xwişk û birayan re qenciyê bike (Galatî 6:10). Mizgînvanekî wezîfedar ê bi navê Leo li welatekî pir dûrî malbata xwe dijî. Ew dibêje: “Carinan, qenciyeke biçûk dikare pir bitesîr be. Rojekê, min bi erebeya xwe qeza kir. Gava ku ez gihîştim malê, ez pir westiyayî bûm, lê xwişk û birayekî ez ji bo xwarinê dawetî mala xwe kirim. Rast e, nayê bîra min ku me çi xwar, lê rind tê bîra min ku wan çawa bi dilovanî guh dida min. Piştî sohbetê, ez dilrihet bûm!”

17 Em gişt ji bernameyên ruhî kêfê distînin, mesela ji civînên mezin. Li civînên wisa, em dikarin bi xwişk û birayan re wext derbas bikin û di heqê bernameyê de sohbetê bikin. Lê belê, Carol wisa dibêje: “Li civînên mezin, ez xwe tenê hîs dikim.” Gelo çima? “Her çi qas li derdora min bi sedan yan bi hezaran xwişk û bira hebin jî, ew her tim tevî malbata xwe ne. Gava ku ez li wan dinêrim, ez dilteng dibim.” Li hin kesên ku jin yan mêrê xwe winda kir pir zor tê ku cara pêşîn bêyî wan herin civîneke mezin. Gelo tu kesekî ku rastî tengasiyên wisa tê, nas dikî? Gelo tu dikarî careke din gazî kesekî bikî ku ew tevî te û malbata te rûne?

18. Gelo em çawa dikarin li gor 2. Korîntî 6:11-13 mêvanperweriyê nîşan bidin?

18 Bi kesên din re wext derbas bike. Wê baş be ku tu bi cure cure xwişk û birayan re wext derbas bikî, bi xisûsî bi kesên ku xwe tenê hîs dikin re. Em helbet dixwazin ji kesên wisa re ‘dilê xwe fireh’ bikin (2. Korîntî 6:11-13 bixwîne). Melissa wisa dibêje: “Gava xwişk û bira me dawetî mala xwe dikin yan jî me bi xwe re dibin tatîlê, ev yek me pir dilxweş dike.” Di civata te de, gelo tu dikarî kê dawetî mala xwe bikî?

19. Xwişk û bira bi xisûsî kengê hewceyî hevaltiya me ne?

19 Li hin rojan, xwişk û birayên me belkî hê zêdetir hewceyî hevaltiya me ne. Mesela, li dema cejnan, gava hemû merivên wan ên nebawermend bi hev re kêfê dikin, ew xwe belkî tenê hîs dikin. Yan jî, ew belkî li rojên xisûsî, mesela li roja mirina hezkiriyekî xwe, pir dilteng dibin. Gava em li demên wisa gazî van kesan dikin ku bi wan re wext derbas bikin, em nîşan didin ku em ‘ji bo hal û rewşa wan xemê dixwin’ (Filîpî 2:20).

20. Gava em xwe tenê hîs dikin, gotinên Îsa Mesîh ên ji Metta 12:48-50 çawa dikarin alî me bikin?

20 Gelek sebeb hene ku şagirtekî Îsa Mesîh xwe carinan tenê hîs bike. Lê belê, gerek em ji bîr nekin ku Yehowa hay ji me û hîsên me heye. Ew hewcedariyên me tedarek dike, û ew vêya gelek caran bi destê xwişk û birayan dike (Metta 12:48-50 bixwîne). Wê baş be ku em bi dil û can piştgiriya malbata xweye ruhî bikin. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku em ji Yehowa re şikurdar in ji ber ku wî xwişk û birayên me tedarek kirine. Hîsên me her çi bin jî, em tenê nînin, çimkî Yehowa me tu caran tenê nahêle!

KILAM 46 Em ji Te re Şikurdar in, Yehowa

a Gelo tu xwe carinan tenê hîs dikî? Eger wisa ye, bawer be ku Yehowa hay ji te heye û dixwaze alî te bike. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku çi dikare alî me bike ku em ji hîsên tenêbûnê bifilitin. Wekî din, emê bala xwe bidinê ku em çawa dikarin destekê bidin xwişk û birayên ku xwe tenê hîs dikin.

b Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

c RESIM: Birayekî me, yê ku jina wî miriye, ji qeydên deng ên Kitêba Pîroz û weşanên din pir feydeyê distîne.

d RESIM: Birayek û qîza wî birayekî kal ziyaret dikin.