Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Gelo maneya van gotinên Pawlosê şandî çi ne: “Ez bi Şerîetê ji bo Şerîetê mirim”? (Galatî 2:19).

Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Lê ez bi Şerîetê ji bo Şerîetê mirim, da ku ez ji bo Xwedê bijîm” (Galatî 2:19).

Gotinên Pawlos bi mijareke ku wî ji civatên li herêma Galatyayê re zelal dikir ve girêdayî ne. Li wê derê, hin xwişk û bira diketin ber bayê mamosteyên sexte. Van mamosteyan digot ku ji bo ku mirov bigihîje xelasiyê, lazim e ku ew li gor Şerîetê (Qanûna Mûsa) hereket bikira. Bi xisûsî, wan digot ku gerek mêr sinet bibin. Lê belê, Pawlos dizanibû ku Xwedê ev yek êdî nedixwest. Bi îsbatên qewî, wî nîşan da ku hîndariyên wan şaş in, û wî baweriya xwişk û birayan a bi fîdyeya Îsa Mesîh şidand (Galatî 2:4; 5:2).

Kitêba Pîroz bi eşkereyî dibêje ku gava mirov dimire, ew tiştekî nizane û tu tişt êdî nikare li ser wî tesîr bike (Waiz 9:5). Gava Pawlos got ku ew “ji bo Şerîetê” mir, ev yek dihat maneya ku ew êdî ne di bin hikmê Qanûna Mûsa de bû. Pawlos emîn bû ku bi saya baweriya xwe ya bi fîdyeyê, ew êdî ‘ji bo Xwedê dijiya’.

Ev guhertina rewşa Pawlos “bi Şerîetê” hat meydanê. Gelo çawa? Berî van gotinan, wî zelal kiribû ku “mirov, ne bi kirina Şerîetê, lê bi baweriya ku bi Îsa Mesîh e rastdar” derdikeve (Galatî 2:16). Qanûn helbet ji bo sebebeke muhîm hatibû dayîn. Pawlosê şandî ji Galatiyan re wisa got: “Ew ji bo ku sûcan derxe meydanê, ser ve hatiye zêdekirin, da ku heta dûndana [zuriyeta] ku ji wî re hatibû sozdan bê, bimîne” (Galatî 3:19). Belê, Qanûnê bi eşkereyî nîşan dida ku însanên qisûrdar û gunehkar nikarin Qanûnê bi awayekî bêqisûr pêk bînin. Loma, ji wan re qurbaneke kamil lazim bû. Bi vî awayî, Qanûnê însan dibirin ber bi ‘zuriyetê’ ve, yanî ber bi Mesîh ve. Xwedê kesên ku baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin wek kesên rastdar dihesibîne (Galatî 3:24). Pawlosê şandî ev yek fehm dikir, çimkî bi saya Qanûnê, wî Îsa Mesîh qebûl kiribû û baweriya xwe bi wî anîbû. Hingê Pawlos “ji bo Şerîetê mir” û ‘ji bo Xwedê dijiya’. Ew êdî ne di bin hikmê Qanûnê de, lê di bin hikmê Xwedê de bû.

Li nameya ji Romayiyan re jî, Pawlos behsa vê fikrê kir: “Birayên min, hûn bi bedena Mesîh ji Şerîetê re mirin ... Em li hember Şerîeta ku em girtin mirine, em niha jê hatin azadkirin” (Romayî 7:4, 6). Wek Galatî 2:19, ev ayet jî nîşan dide ku Pawlos behsa mirina sûcdarekî li gor Qanûna Mûsa nedikir, lê wî behsa azadbûnê dikir. Ew û kesên din êdî ne di bin hikmê Qanûna Mûsa de bûn, çimkî bi saya baweriya bi fîdyeya Îsa Mesîh, ew êdî azad bûn.