Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 24

Ji Telikên Mîrê-cina Bireve!

Ji Telikên Mîrê-cina Bireve!

“Ji teleka . . . Mîrêcin xilaz bin” (2 TÎMOTÊYO 2:26).

KILAMA 36 Dilê Xwe Xwey ke

VÊ GOTARÊDA *

1. Mîrê-cina ça mîna nêçîrvanekî ye?

NÊTA nêçîrvan ev e ku heywana bigire yan jî bikuje. Çawa ku Kitêba Pîroz jî nîşan dike, nêçîrvan cûre-cûre telika dide xebatê ku bigihîje nêta xwe (Îbo 18:8-10). Gelo nêçîrvan çi dike ku heywanekî bike telikê? Ya pêşin, ew dîna xwe dide vê heywanê. Mesele, heywan kuda diçe? Ew çi hiz dike? Ew çawa dikare nişkêva bê girtin? Mîrê-cina mîna vî nêçîrvanî ye. Ew jî dîna xwe dide me û me lêkolîn dike. Ew divîne ku em kuda diçin û çi hiz dikin. Paşê, ew telikekê datîne û hîviyê disekine ku em bikevin vê telikê. Lê Kitêba Pîroz dibêje ku heger em bên girtin jî, em dikarin xwe xilaz kin. Usa jî, Kitêba Pîroz me hîn dike ku em ça dikarin xwe ji van telika dûr bigirin.

Quretî û timayî du telikên qewî yên Mîrê-cina ne (Abzasa 2 binihêre) *

2. Du telikên qewî yên Mîrê-cina çi ne?

2 Nav telikên Mîrê-cinada, quretî û timayî * du telikên lapî qewî ne. Bi hezara sala, Mîrê-cina ev hunurên xirab dide xebatê. Ew mîna nêçîrvanekî ye ku çivîka bi saya telika yan torekê digire (Zebûr 91:3). Lê em dikarin xwe ji van telika biparêzin, çimkî Yehowa mera mêtodên Mîrê-cina eşkere kiriye (2 Korintî 2:11).

Serhatiyên ku Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê, me hîn dikin ku em çawa dikarin xwe ji telikên Mîrê-cina dûr bigirin yan ji wan xilaz bin (Abzasa 3 binihêre) *

3. Çi dikare alî me bike ku em ji telikên Mîrê-cina xilaz bin yan jî xwe dûr bigirin?

3 Bi saya serhatiyên kesên din, Yehowa me derheqa quretî û timayê hişyar dike û şîret dike. Ji serhatiyên ku emê şêwir kin, emê bivînin wekî Mîrê-cina hine xizmetkarên Yehowa yên gihîştî jî kiriye telikê. Gelo ev yek tê hesabê ku em nikarin ji vê yekê birevin? Em dikarin. Yehowa serhatiyên wan meriva Kitêba Pîrozda bona me “çawa şîret” dane nivîsarê (1 Korintî 10:11). Yehowa zane ku em dikarin ji serhatiyên berê dersa bistînin û bi vê yekê ji telikên Mîrê-cina xilaz bin yan jî xwe dûr bigirin.

TELIKA QURETIYÊ

Abzasa 4 binihêre

4. Quretî berbi çi dibe?

4 Mîrê-cina dixwaze ku quretî bikeve dilê me. Ew zane ku heger em mîna wî qure bin, emê nikaribin jîyîna herheyî bistînin (Metelok 16:18). Lema jî, Pawlosê şandî got ku kesê qure wê mîna Mîrê-cina bê dîwankirinê (1 Tîmotêyo 3:6, 7). Firqî tune ku em teze hatine ser riya rastiyê yan îda gelek sal e em Yehowara xizmet dikin, lazim e ku em gişk haş ji xwe hebin wekî nekevin vê telikê.

5. Li gora Waîz 7:16, 20, gerekê em çi nekin?

5 Merivên qure herî zêde xwe hiz dikin. Mîrê-cina dixwaze ku em herî zêde ne ku Yehowa, lê xwe hiz bikin – îlahî gava em rastî tengasiya tên. Mesele, gelo qe buxdan avîtine te? Gelo tu qet rastî neheqiyê hatibûyî? Mîrê-cina dixwaze ku tu seva tiştên usa Yehowa yan xûşk û bira neheq bikî û hêrs kevî. Usa jî, Mîrê-cina dixwaze ku tu bifikirî wekî lazim e tu vê problêmê ne li gora rêberiya Kitêba Pîroz, lê li gora aqlê xwe safî kî (Waîz 7:16, 20 bixûne).

6. Tu ji serhatiya xûşka ji Nîdêrlandê çi hîn bûyî?

6 Dîna xwe bidin serhatiya xûşkeke me, ji Nîdêrlandê. Ew seva kêmasiyên hine xûşk û bira hêrs diket, û xwe ji wana dûr digirt. Ew dibêje: “Min xwe tenê texmîn dikir, û min nikaribû bibaxşanda wan. Lema jî, min mêrê xwera got ku em derbazî civateke din bin”. Lê paşê, ewê bernama JW Brodkastîngê ya meha Adarê 2016, nihêrî, ya ku nîşan dikir wekî gerekê em ser kêmasiyên kesên din ça binihêrin. Xûşka me usa dibêje: “Dewsa ku xûşk û bira biguhêzim, min fem kir ku gerekê ez bi helalî û milûktî ser şaşiyên xwe bixebitim. Vê bernamê alî min kir ku ez ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidim Yehowa û serwêrtiya wî”. Belê, gava tu rastî tengasiya têyî, dîna xwe bide Yehowa. Ew şaşiyên meriva divîne, lê dîsa jî hazir e ku bibaxşîne wan. Lema, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu jî bikaribî usa bikî (1 Yûhenna 4:20).

Abzasa 7 binihêre

7. Çi hat serê Ûzîya Padşa?

7 Ûzîya Padşa seva quretiyê, şîret qebûl nekir û miqabilî Yehowa rabû. Bi eslê xwe, Ûzîya merivekî gelek aqil û serxwe bû. Ew şerada serketî bû, ewî gelek bajar ava kirin û ewî îşê cotkariyê pêşda dibir. Belê, “Xwedê karê wî serfiraz kir” (2 Dîrok 26:3-7, 10). Lê Kitêba Pîroz dibêje wexta ku ew bû yekî qewî, quretî kete dilê wî. Li gora qanûna Yehowa, tenê kahîna dikaribûn paristgehêda bixûrê bişewitînin. Lê Ûzîya Padşa dîsa jî li gora xwestina xwe kete paristgehê ku bixûrê bişewitîne. Ev yek Yehowa xweş nehat, lema ewî ev mêrê qure bi kotîbûnê ceza kir. Ûzîya heta xilaziya emrê xwe kotî ma (2 Dîrok 26:16-21).

8. Li gora 1 Korintî 4:6, 7, gerekê em çi bîr nekin?

8 Gelo em jî dikarin seva quretiyê mîna Ûzîya bikevin telikê? Dîna xwe bide serhatiya birakî bi navê Xosê. Ew him bîznêsmênekî pêşdaçûyî bû, him jî civatêda rûspîkî baş bû. Ewî ser civatên mezin gotar dixwend, û hine berpirsiyarên mihalê ji wî şîret dixwestin. Xosê usa dibêje: “Sed heyf ku min xwe dispart aqil û cêribandina xwe. Min xwe îda nedispart Yehowa. Ez difikirîm ku ez qewî me, lema min guh nedida şîretên Yehowa”. Xosê gunekî giran kir û ji civatê hat derxistin. Çend sal şûnda, ew vegeriya civatê. Xosê dibêje: “Yehowa min hîn kir ku tiştê herî ferz ne ev e wekî sernavên me yên mezin hebin, lê ev e ku em guh bidin wî”. Bira em tu car bîr nekin ku hemû hunur, fereset û cabdariyên ku em civatêda distînin ji Yehowa tên (1 Korintî 4:6, 7 bixûne). Heger em qure bin, Yehowa wê me şixulê xweda nede xebatê.

TELIKA TIMAYÊ

Abzasa 9 binihêre

9. Mîrê-cina û Hêwayê seva timayê çi kirin?

9 Aliyê timayêda, mesela pêşin Mîrê-cina e. Ew yek ji melekên Yehowa bû, û bêşik gelek şixulên qîmet jêra hatibûn dayînê. Lê ew bi tiştên ku destê wîda hebûn, ne razî bû. Ewî dixwest ku melek û însan ne ku Yehowara, lê wîra xizmet kin. Mîrê-cina dixwaze ku em jî mîna wî bin, lema ew her tiştî dike wekî timayê bike dilê me. Li baxçê Êdênê, ewî ev mêtod cara pêşin da xebatê. Yehowa têr-tije xwarin dabû Adem û Hêwayê. Îzna wan hebû ku ji hemû darên baxçê bixwin; tenê darek hatibû qedexekirin (Destpêbûn 2:16). Dîsa jî, Mîrê-cina Hêwa xapand ku ew berê qedexekirî bixwaze û bixwe. Hêwayê bi tiştên ku destê wêda hebûn, ne razî bû. Seva timayê, Hewayê gune kir û xilaziyêda mir (Destpêbûn 3:6, 19).

Abzasa 10 binihêre

10. Dawid Padşa çawa ket telika timayê?

10 Dawid Padşa seva timayê bîr kir ku Yehowa çiqas mal û milk, navdarî û serketina ser dijmina, dabû wî. Dawid bi razîbûnê gotibû ku pêşkêşên Yehowa bêhesab in (Zebûr 40:5). Lê carekê, Dawid bi tiştên ku destê wîda hebûn, ne razî bû. Rast e çend jinên Dawid hebûn, yeke dîsa jî dilê wî kete Bat-Şeba, dêmek jina mêrekî din, jina Ûriyayê Hîttî. Dawid tevî Bat-Şebayê zinê kir, û Bat-Şeba hemle ma. Serda jî, Dawid Ûriya da kuştinê! (2 Samûyêl 11:2-15) Gelo Dawid çira usa kir? Gelo ew difikirî ku Yehowa wî navîne? Rast e Dawid gelek Yehowa hiz dikir, lê îjar, ewî seva timayê gunên giran kirin. Axiriyêda, tiştên gelek xirab hatin serê wî. Çiqas baş e ku wext şûnda, Dawid seva gunên xwe poşman bû û tobe kir, û Yehowa baxşande wî. Bidine ber çevê xwe ku Dawid bona rema Yehowa çiqas razî bû! (2 Samûyêl 12:7-13)

11. Li gora Efesî 5:3, 4, çi dikare alî me bike ku timayî nekeve dilê me?

11 Gelo em ji serhatiya Dawid Padşa çi hîn dibin? Em hîn dibin ku heger em bona tiştên ku Yehowa dane me, şikirdar bin, timayî wê nekeve dilê me (Efesî 5:3, 4 bixûne). Belê, gerekê em bona tiştên ku destê meda hene, razî bin. Gava tu tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêdikî, wî hîn ke ku ew bona qenciyên ku Yehowa seva wî kiriye, razî be. Heger ew her roj bona tiştekî şêkirdar be, ewê nava heftêkêda bona heft tişta şikirî bide Yehowa (1 Têsalonîkî 5:18). Wê baş be ku tu jî kûr bifikirî, wekî te ji Yehowa çi kerema standine û bona van tişta şikirî bide wî. Bi vî cûreyî, tuyê bi tiştên ku destê teda hene, razî bî, û timayî wê nekeve dilê te.

Abzasa 12 binihêre

12. Seva timayê, Cihûda çi kir?

12 Gava Îsa Cihûdayê Îsxeryotî ça şandiyê xwe bijart, ew merivekî baş bû (Lûqa 6:13, 16). Eşkere ye ku ew merivekî aqil û zên bû, çimkî Îsa Mesîh qutiya pera tesmîlî wî kir. Mîna qurbanên ku îro bona şixulê belakirina mizgînê tên dayîn, Îsa û şandiyên wî ev pere bona xercên xizmetê didane xebatê. Lê sed heyf ku wede şûnda, Cihûda şîretên Îsa yên derheqa timayê pişt guhê xweva avît û destpêkir diziyê bike (Marqos 7:22, 23; Lûqa 11:39; 12:15).

13. Timaya Cihûda kengê eşkere bû?

13 Çendek pêşiya mirina Îsa Mesîh, timaya Cihûda îda eşkere bû. Îsa, Merta, xûşka wê Meryem û çend şagirtên din mêvantî çûbûne mala merivekî bi navê Şimhûn. Wedê xwarinê, Meryemê rûnekî bînxweş û biha li serê Îsa rijand. Hingê şagirtên wî hêrs ketin, çimkî ewana difikirîn ku ev rûn dikaribûn bona nêteke diha baş bihata xebitandin. Lê nêta Cihûda tiştekî din bû. “Çimkî ew diz bû”, ewî dixwest ev pere bidiziya. Paşê, timaya Cihûda bû sebeb ku ewî Îsa bi heqê xulamekî da destê dijmina (Yûhenna 12:2-6; Metta 26:6-16; Lûqa 22:3-6).

14. Jin û mêrekî çawa guh dane dersa ji Lûqa 16:13?

14 Îsa şagirtên xwera usa got: “Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin” (Lûqa 16:13 bixûne). Bi rastî jî usa ye. Bide ber çevê xwe ku çawa gotinên Îsa ser jin û mêrekî ji Rûmanyayê, hukum bûn. Carekê, ji welatekî dewlemend wana teglîfî xebatekê kirin. Ewana dibêjin: “Sêrîda, em difikirîn ku ev xebat keremeke ji Yehowa ye, çimkî me krêdîteke mezin ji bankê hildabû û lazim bû ku em deynê xwe bidin”. Lê problêmek hebû. Ev xebat wê riya xizmeta wan bigirta. Paşî ku wana gotareke bi navê “Bi Dilekî Tam Amin Bimîne” xwend, wana safîkirineke baş kirin (“Birca Qerewiliyê”, ya 15 Tebaxê, 2008). Ewana dibêjin: “Em difikirîn ku heger em bona xatirê xebateke baş derbazî welatekî din bibin, emê dostiya xwe tevî Yehowa daynin ser ciyê duda. Me zanibû ku heger em usa bikin, ev yek wê ser siheta meye ruhanî xirab hukum ke”. Lema, wana ev xebat qebûl nekir. Gelo paşê çi qewimî? Birê me welatê xweda xwera xebatek dît, ya ku besî hewcê wan bû. Xûşka me usa dibêje: “Destê Yehowa kin nîne”. Ev jin û mêr şa ne ku ewana ne ku perara, lê Yehowara xulamtiyê dikin.

XWE JI TELIKÊN MÎRÊ-CINA DÛR BIGIRE

15. Em ji ku zanin ku em dikarin ji telikên Şeytan birevin?

15 Heger em têderxin ku em ketine telika quretî yan timayê, gerekê em çi bikin? Gerekê em lê birevin! Pawlosê şandî gotibû wekî yên ku ji aliyê Mîrê-cinava hatine girtinê, dîsa jî dikarin ji telikên wî birevin (2 Tîmotêyo 2:26). Mesele, paşî ku Dawid Padşa ketibû telika timayê, ewî guh da şîreta Natan pêxember û tobe kir. Bi vî cûreyî, Dawid dîsa bû dostê Yehowa. Bîr neke ku Yehowa ji Mîrê-cina qewîtir e. Lema, heger em alîkariya Yehowa qebûl bikin, em dikarin ji telikên Şeytan birevin.

16. Seva ku em xwe ji telikên Mîrê-cina dûr bigirin, gerekê em çi bikin?

16 Dewsa ku em bikevin telikên Mîrê-cina û paşê ji wan birevin, wê hilbet baş be ku em xwe ji telikên wî bi temamî dûr bigirin. Bona vê yekê, em hewcê alîkariya Yehowa ne. Gerekê em bi zêdeyî xwebawer nîbin û nefikirin ku emê tu cara nekevin van telika. Çawa me dît, hine xizmetkarên Yehowa, yên ku gelek sala wîra xizmet kiribûn, ketin van telika. Lema, her roj ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu têderxî hela ev hunurên xirab ser fikir û rabûn-rûniştina te hukum dikin yan na (Zebûr 139:23, 24). Tu cara îznê nede ku quretî yan timayî ser te hukum bikin!

17. Zûtirekê çi wê bê serê Mîrê-cina?

17 Mîrê-cina nêçîrvanekî cêribandî ye, û ew bi hezara sala her tiştî dike, wekî xizmetkarên Yehowa bike telikên xwe. Lê zûtirekê ewê bê girtinê, û xilaziyêda wê bê qirkirinê (Eyantî 20:1-3, 10). Em hizreta wê rojê ne! Lê heta ew roj bê, miqabilî telikên Mîrê-cina hişyar bimînin. Haş ji xwe hebin ku quretî û timayî nekeve dilê we. Belê, “miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve” (Aqûb 4:7).

KILAMA 127 Ez Gerekî Yekî Çawa bim

^ abz. 5 Mîrê-cina mîna nêçîrvanekî hoste ye. Firqî tune ku em çend sal Yehowara xizmet dikin, Mîrê-cina timê her tiştî dike wekî me bike telikên xwe. Vê gotarêda, emê bivînin ku Mîrê-cina çi dike ku quretî û timayê bike dilê me, wekî em dostiya xwe tevî Xwedê unda bikin. Usa jî, emê serhatiyên hine kesên ku ketine telikên quretî û timayê şêwir kin, û bivînin ku em ça dikarin xwe ji van telika dûr bigirin.

^ abz. 2 GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ: Ev gotar dîna me dikişîne ser quretiyê, gava kesek xwe ser kesên dinra digire, û ser timayê, xwestina bêkontrol hindava pera, qewatê, sêksê yan jî tiştên din.

^ abz. 53 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî ji bo quretiyê şîretê qebûl nake. Xûşkeke ku gelek tiştên wê hene, dixwaze hê zêde tişta bikire.

^ abz. 55 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Quretî ketibû dilê Mîrê-cina û dilê Ûzîya Padşa. Seva timayê, Hêwayê berê qedexekirî xwar, Dawid tevî Bat-Şebayê zinê kir û Cihûda pere didizî.