Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 26

Gelo Tu Dikarî Alî Meriva Bikî ku Bibine Şagirtên Îsa?

Gelo Tu Dikarî Alî Meriva Bikî ku Bibine Şagirtên Îsa?

“Xwedê . . . vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin” (FÎLÎPÎ 2:13).

KILAMA 64 Eşq û Şa Kar Bikin Şixulê Nandirûnêda

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa bona te çi kir?

TU ÇAWA bûyî Şedê Yehowa? Ya pêşin, te mizgîn ji kesekî bihîst, dibeke ji dê-bavê xwe, ji hevalxebatçî yan hevaldersekî xwe, yan jî kesek derî mala te xist (Marqos 13:10). Paşê, kesek tevî te gelek wext derbaz dikir û bi xîret Kitêba Pîroz te hîn dikir. Bi saya hînbûna Kitêba Pîroz, te Yehowa nas kir û hiz kir, û te fem kir ku ew jî te hiz dike. Yehowa tu kişandî bal xwe û tu bûyî şagirtê Îsa Mesîh. Niha, tu hîviya jîyîna heta-hetayê yî (Yûhenna 6:44). Tu bêşik ji Yehowa şikirdar î, çimkî Ewî kesek şand bal te ku rastiyê te hîn ke û paşê ça xizmetkarekî xwe tu qebûl kirî.

2. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

2 Em şa ne ku rastiyê zanin, û em hazir in ku alî kesên din bikin, wekî ewana jî bên ser riya jîyînê. Hine xûşk û birara dibeke hêsa ye ku mizgînê mal bi mal bela kin, lê wanra çetin e hînbûnên Kitêba Pîroz destpêkin û derbaz kin. Heger ev yek tera jî zor e, tuyê ji şîretên vê gotarê karê bistînî. Emê bivînin ku çi dikare xwestina me zêde ke, wekî em bibin dersdarên Kitêba Pîroz û meriva bikin şagirtên Îsa Mesîh. Usa jî, emê bivînin ku heger mera çetin e hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz kin, em ça dikarin serî bi çetinayara derxin. Pêşiyê, emê bivînin ku çira ferz e, wekî em him mizgînvan him jî dersdar bin.

MIZGÎNÊ BELA KE Û MERIVA HÎN BIKE

3. Em çira mizgînê bela dikin?

3 Gava Îsa Mesîh ser erdê bû, ewî şagirtên xwera got ku gerekê ewana du tişta bikin: Ya pêşin, Îsa got ku gerekê ewana mizgîna Padşatiyê bela kin, û nîşan kir ku gerekê ewana vê yekê çawa bikin (Metta 10:7; Lûqa 8:1). Mesele, ewî hîn kir ku gerekê ewana çi bikin gava meriv mizgînê qebûl kin yan jî qebûl nekin (Lûqa 9:2-5). Usa jî, Îsa pêşda got ku mizgîn gerekê hemû miletara bê dayînê (Metta 24:14; Karên Şandiya 1:8). Lema, caba meriva çi be jî, lazim e ku şagirtên Îsa belakirina mizgîna Padşatiya Xwedê berdewam bikin.

4. Xêncî belakirina mizgînê, Metta 28:18-20 nîşan dike ku gerekê em dîsa çi bikin?

4 Ya duda, Îsa şagirtên xwera got ku ewana gerekê meriva hîn bikin, wekî ewana hemû temiyên wî, pêk bînin. Hine kes difikirin ku ev şixulê belakirina mizgînê û hînkirinê qirna yekêda xilaz bû. Gelo ev yek rast e? Na! Îsa Mesîh pêşda got ku ev şixulê ferz wê “heta xilaziya dinyayê”, dêmek heta rojên me, berdewam bike (Metta 28:18-20 bixûne). Ça tê kifşê, gava Îsa ev temî da, weke 500 şagirtên wî wêderê bûn (1 Korintî 15:6). Xêncî vê yekê, Îsa xewn-xeyalêda Yûhennayê şandîra eyan kir, ku hemû şagirtên wî gerekê alî meriva bikin wekî ewana Yehowa nas bikin (Eyantî 22:17).

5. Li gora 1 Korintî 3:6-9, şixulê belakirina mizgînê û şixulê hînkirinê çawa hevva girêdayî ne?

5 Pawlosê şandî şixulê me beramberî şixulê cotkariyê kir. Bes nîne ku cotkar toxima tenê biçîne. Pawlos usa got: “Min daçikand, Apolo avda . . . hûn jî zeviya Xwedê ne” (1 Korintî 3:6-9 bixûne). Belê, em xebatkarên “zeviya Xwedê” ne, lema jî bes nîne wekî em tenê toximên rastiyê biçînin. Gerekê em berdewam bikin dîna xwe bidin, hela toximên ku me çandine çi halîda ne û çawa mezin dibin (Yûhenna 4:35). Em hilbet zanin, wekî yê ku toxima mezin dike, Xwedê ye.

6. Şixulê me çawa dersdar, çi ye?

6 Em digerin merivên usa, dilê kîjana bona jîyîna herheyî hazir e (Karên Şandiya 13:48). Seva ku ewana bibin şagirtên Îsa Mesîh, gerekê em alî wan bikin ku ewana hînkirinên Kitêba Pîroz (1) fem bikin, (2) qebûl kin û (3) jîyîna xweda bînin sêrî (Yûhenna 17:3; Kolosî 2:6, 7; 1 Têsalonîkî 2:13). Gava xwendekarên Kitêba Pîroz tên civîna, em gişk dikarin hizkirin û dilgermiya xwe wanra nîşan kin û vê yekêda wanra bibine mesele (Yûhenna 13:35). Dibe ku gelek wext û qewat lazim e, wekî dersdar alî xwendekarê xwe bike ku ew terka edet û baweriyên nerast bide (2 Korintî 10:4, 5). Diqewime gelek meh derbaz bin heta ku kesek van gava bavêje û hazir be ku bê nixumandinê. Lê qewat ku em bona wan xerc dikin, badîhewa nîne.

HIZKIRIN XWESTINA ME ZÊDE DIKE

7. Çi xwestina me zêde dike ku em him mizgînê bela bikin him jî meriva bikin şagirtên Îsa?

7 Gelo em çima him mizgînê bela dikin him jî meriva hîn dikin ku ewana bibine şagirtên Îsa Mesîh? Meniya herî ferz ev e ku em Yehowa hiz dikin. Gava em çi ji destê me tê dikin, wekî mizgînê bela kin û meriva bikin şagirtên Îsa, em nîşan dikin ku em Xwedê hiz dikin (1 Yûhenna 5:3). Hela bifikire: Ji bo vê yekê ku tu Yehowa hiz dikî, tu mizgînê mal bi mal bela dikî. Diqewime serîda tera çetin bû ku vê temiyê bînî sêrî. Gava te cara pêşin wedê xizmetê derê kesekî xistî, dibeke nigên te dilerizîn. Lê te zanibû ku Îsa dixwaze wekî tu vî şixulî bikî, lema te guh da temiya wî. Wext şûnda, tu îda hînî vî şixulî bûyî. Lê gelo tu hê ditirsî hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz bikî? Heger usa ye, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku ew vê tirsê ji dilê te derxe, wekî tu bikaribî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkî. Belê, bi alîkariya Yehowa em dikarin xwestina xwe zêde kin, ku bibine dersdar û meriva bikin şagirtên Îsa.

8. Li gora Marqos 6:34, çi dikare xwestina me zêde ke ku em meriva hîn bikin?

8 Meniya din ev e ku em meriva hiz dikin. Carekê, Îsa Mesîh û şagirtên wî paşî xizmetê gelek westiyayî bûn. Wana dixwest herin cîkî rihet ku hevekî hêsa bin, lê elaleteke mezin pey wan çûn. Dilê Îsa ser wan şewitî, lema jî ewî “destpêkir gelek tişt ew hîn kirin” (Marqos 6:34 bixûne). Wê rojê, ew çiqas westiyayî bû jî, ew dîsa jî hazir bû ku meriva hîn bike. Gelo çira? Îsa halê wan fem dikir, çimkî xwe datanî dewsa wan. Ewî didît ku derdê wan çiqas giran e û ewana çiqas hewceyî hêviyê ne, lema jî dixwest alî wan bike. Îro jî halê meriva usa ye. Ewana çiqas rûva bextewar bêne kifşê jî, bi rastî ewana berxên undabûyî û bêşivan in. Pawlosê şandî got ku merivên usa bê hêvî û “bê Xwedê” ne (Efesî 2:12). Ewana ser “riya ku dibe berbi undabûnê” ne (Metta 7:13). Gava em difikirin ku merivên deşta meda çiqas hewcê rastiyê ne, gelo dilê me ser wan naşewite? Belê, em meriva hiz dikin û dixwazin alî wan bikin. Alîkariya herî baş ev e ku em tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin.

9. Li gora Fîlîpî 2:13, Yehowa çawa dikare alî me bike?

9 Heger tu xwe paş dixî, wekî hînbûna Kitêba Pîroz tevî kesekî destpêkî, çimkî difikirî ku ev yek wê gelek wext ji te bistîne, wî çaxî dilê xwe Yehowara veke. Ji wî alîkariyê bixwaze ku xwestina te zêde bibe, wekî tu xwera xwendekarekî Kitêba Pîroz bivînî û tevî wî hînbûnê derbaz kî (Fîlîpî 2:13 bixûne). Yûhennayê şandî got, wekî Xwedê wê duayên ku li gora xwestina wî ne, bibihê (1 Yûhenna 5:14, 15). Lema jî, tu dikarî bawer bî wekî bi alîkariya Yehowa, tu dikarî xwestina xwe zêde kî, ku meriva bikî şagirtên Îsa.

SERÎ BI ÇETINAYÊN DINRA DERXE

10-11. Hine xûşk-bira çira naxwazin hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz bikin?

10 Em hilbet zanin ku çiqas ferz e wekî em meriva hîn bikin. Lê hine tişt dikarin bibin sebeb ku em xwe paş xin. Niha emê dîna xwe bidin hine ji van çetinaya, û bivînin ku em çawa dikarin serî bi wanra derxin.

11 Derecên me dikarin riya me bigirin. Mesele, sihet-qewata hine mizgînvana ne baş e, û hinek jî îda kal û pîr bûne. Heger bal te problêmeke usa heye, bîne bîra xwe ku pandemiya COVID-19 çi me hîn kiriye: Me dît ku em hêsa dikarin hînbûnên Kitêba Pîroz bi saya Întêrnêtê derbaz bikin. Lema, dibeke tu jî dikarî ji malê tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkî. Vê yekêda kareke din jî heye. Hine meriv dixwazin hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin, lê ewana vî wedeyî çaxê xûşk-birên me diçin xizmetê, vala nînin. Ewana dibeke sibehê zû yan şev vala ne. Gelo tu dikarî li sihetên usa hînbûneke Kitêba Pîroz derbaz kî? Îsa jî şev tevî mêrekî bi navê Nîkodêmo xeber dida, çimkî Nîkodêmo li wê wextê dixwest xeber de (Yûhenna 3:1, 2).

12. Em ji ku zanin ku em dikarin bibin dersdarên baş?

12 Em dibeke difikirin ku feresetên me nagihîjin vê yekê, ku em hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz bikin. Diqewime em difikirin ku pêşiya em tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bikin, gerekê em zanebûna xwe zêde kin yan jî hînkirinêda bibine hoste. Heger tu usa difikirî, van sê tişta hilde hesab: Ya pêşin, Yehowa bawer e ku tu dikarî kesên din hîn bikî (2 Korintî 3:5). Ya duda, Îsa, yê ku “hemû hukumê erd û ezmên” destê wîda ye, îzin daye te ku tu meriva hîn bikî (Metta 28:18). Û ya sisiya, tu dikarî alîkariyê ji kesên din bistînî. Mesele, Îsa xwe dispart Bavê xwe, û tiştên ku ew ji Bavê xwe hîn dibû, digot (Yûhenna 8:28; 12:49). Wê baş be ku tu jî xwe bispêrî Bavê xweyî ezmana. Usa jî, derheqa destpêkirin û derbazkirina hînbûnên Kitêba Pîroz, tu dikarî ji berpirsiyarê koma xizmetê, ji pêşengekî yan ji mizgînvanekî cêribandî alîkariyê bixwazî. Mesele, seva ku diha cêribandî bî û bawer bî ku tuyê jî bikaribî vê yekê bikî, tu dikarî ji van xûşk-bira bixwazî, wekî te teglîfî ser hînbûna xwe kin.

13. Çima lazim e ku em hînî mêtod û hacetên teze bin?

13 Dibeke mera çetin e ku em hînî mêtod û hacetên teze bin. Mêtoda derbazkirina hînbûnên Kitêba Pîroz îda hatiye guhastinê. Edebyeta sereke, ya ku em bona hînbûnên Kitêba Pîroz didine xebatê, kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” ye. Bona vê yekê, lazim e ku em xwe bona hînbûnê rind hazir bikin û hînbûnê bi cûrekî teze derbaz kin. Vê kitêbêda abzasên bona xwendinê hindik in, lê diha zêde mecal bona şêwirkirinê hatine dayînê. Wedê hînbûnê em gerekê diha zêde vîdêo û çevkaniyên elektronîk, ça “JW Library®” bidine xebatê. Heger tera çetin e van haceta bidî xebatê, ji xûşk yan birakî alîkariyê bixwaze. Diqewime mera hêsa nîne ku hînî mêtodên teze bin, lê bi alîkariya Yehowa û kesên din, emê hêdî-hêdî hînî van mêtoda bin û ji hînbûnên Kitêba Pîroz hê jî zêde şabûnê bistînin. Çawa ku pêşengek dibêje, ev mêtoda derbazkirina hînbûnê “şabûnê dide him xwendekar him jî dersdar”.

14. Heger merivên deşta meda guh nedin mizgînê, gerekê em çi bîr nekin, û gotinên 1 Korintî 3:6, 7 çawa dil didine me?

14 Diqewime deşta meda çetin e hînbûnên Kitêba Pîroz destpêkin. Dibeke em rastî gelek kesên usa tên, yên ku naxwazin guh bidin mizgînê. Gelo çi dikare alî me bike ku em dîsa jî nihêrandina pozîtîv xwey kin? Bîr neke, wekî derecên dinyayê zû têne guhastinê, ji bo vê yekê fikir û nihêrandinên meriva jî dikarin bêne guhastinê. Kesên ku berê nedixwestin guh bidine mizgînê, diqewime têderxin, wekî hewceyî Xwedê ne (Metta 5:3). Hine kesên ku berê edebyetên me timê înkar dikirin, wede şûnda destpêdikirin Kitêba Pîroz hîn bin. Usa jî, em zanin wekî Yehowa ye Xweyê zeviyê (Metta 9:38). Ew dixwaze wekî em berdewam kin toxim bireşînin û av din, lê dîsa jî yê ku toxima mezin dike, Ew e (1 Korintî 3:6, 7). Xêncî vê yekê, em zanin ku heger meriv hînbûna Kitêba Pîroz qebûl nekin jî, Yehowa wê xîreta me xelat bike. Belê, xîreta me diha ferz e ne ku çiqas hînbûn em derbaz dikin! *

JI ŞIXULÊ HÎNKIRINÊ ŞABÛNÊ BISTÎNE

Hine keremên şixulê belakirina mizgînê û hînkirinê (Abzasa 15 heta 17 binihêre) *

15. Yehowa ser xizmeta me ça dinihêre?

15 Gava kesek rastiya Kitêba Pîroz qebûl dike û kesên dinra jî besa rastiyê dike, dilê Yehowa şa dibe (Metelok 23:15, 16). Bêşik Yehowa seva xîreta xizmetkarên xwe gelek şa dibe. Mesele, sala xizmetê ya 2020-da, wedê pandemiyê, 7 705 765 hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikirin, û bi saya van hînbûna, 241 994 kes hatine nixumandinê. Ev şagirtên teze jî wê hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz bikin û diha zêde meriva bikine şagirtên Îsa Mesîh (Lûqa 6:40). Hemikî gava em vî şixulîda xîret in, dilê Yehowa şa dibe.

16. Wê baş be ku em xwera çi nêt daynin?

16 Şixulê hînkirinê hilbet hêsa nîne, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin meriva hîn bikin ku ewana jî Bavê meyî ezmana hiz bikin. Gelo em dikarin xwera nêt daynin ku herî kêm hînbûneke Kitêba Pîroz derbaz bikin? Heger em hemû mecala didine xebatê ku hînbûna Kitêba Pîroz tevî meriva destpêkin, em dikarin bawer bin ku Yehowa wê xîreta me kerem ke.

17. Emê çi karê bistînin heger hînbûneke Kitêba Pîroz derbaz kin?

17 Çiqas qedrekî mezin e ku em mizgînê bela dikin û meriva hîn dikin! Ev şixul dilê me gelek şa dike. Pawlosê şandî, yê ku alî gelek kesên li bajarê Têsalonîkê kiribû, wekî ewana bibin şagirtên Îsa, usa got: “Kî ye gumana me, yan jî şabûn, yan ew kofiya em pê difirin, ber Xudanê me Îsa, wî zemanê hatina wîda, heger ne hûn? Rast hûn in ew rûspîtî û şabûna me” (1 Têsalonîkî 2:19, 20; Karên Şandiya 17:1-4). Îro jî, gelek xûşk û bira vê şabûnê distînin. Xûşkeke bi navê Stêfanî, ya ku tevî mêrê xwe alî gelek kesa kiriye, ku ew berbi nixumandinê herin, usa dibêje: “Şabûna lape mezin ev e ku alî meriva bikin, wekî ewana jîyîna xwe bidine destê Yehowa!”

KILAMA 57 Mizgîniyê Bidine Her Cûre Meriya

^ abz. 5 Yehowa dixwaze wekî em ne tenê mizgînê bela kin, lê usa jî meriva hîn bikin, wekî ewana hemû tiştên ku Îsa temî da, pêk bînin. Gelo çi dikare xwestina me zêde ke ku em herin û meriva hîn bikin? Gava em mizgînê bela dikin û alî meriva dikin ku bibine şagirtên Îsa, em rastî çi çetinaya tên? Gelo em çawa dikarin serî bi van çetinayara derxin? Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin.

^ abz. 14 Bona diha zêde elametî, gotara “Civatêda Alî Xwendekara Bikin wekî Ewana berbi Nixumandinê Herin” binihêre, “Birca Qerewiliyêda”, ya Adar 2021.

^ abz. 53 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Hînbûna Kitêba Pîroz jîyîna meriva diguherîne: Serîda, mêrek bê nêt-merem dijî û ji Yehowa dûr e. Paşê, Şedên Yehowa xizmetêda rastî wî tên, û ew hînbûna Kitêba Pîroz qebûl dike. Bi saya tiştên ku ew hîn dibe, ew jîyîna xwe dide destê Yehowa û tê nixumandinê. Wede şûnda, ew jî dibe dersdar. Xilaziyê, her kes Cinetêda ye û ji jîyîna xwe lezetê distîne.