Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 27

Çev Bide Sebra Yehowa

Çev Bide Sebra Yehowa

“Bi sebira xwe hûnê ruhê xwe xilaz kin” (LÛQA 21:19).

KILAMA 114 Sebira Mezin

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Gotinên Îşaya 65:16, 17 çawa dilê me qewî dikin ku em sebir bikin?

SALA 2017-da, Şedên Yehowa ser temamiya dinyayê civînên mezin ya bi navê “Qewî bin û Sebir kin!” derbaz kirin. Bernama vê civînê nîşan kir ku em çawa dikarin ber tengasiya sebir kin. Hingêva çar sal derbaz bûne, û em hê ber çetinayên vê dinyayê sebir dikin.

2 Belê, çetinayên jîyînê gelek in. Mesele, hine kes seva mirina meriv yan hevalekî xwe xemgîn in. Hine kes ber nexweşîke giran teyax dikin yan jî îda kal û pîr bûne. Zulmî, zordarî yan teşqelên tebiyetê tên serê gelek kesa. Usa jî, nexweşiyên ça COVID-19 ser temamiya dinyayê hukum dikin. Gelo tu hizreta wê rojê nînî gava hemû kul-derd wê heta-hetayê xilaz bin? (Îşaya 65:16, 17 bixûne, ÎM).

3. Gerekê em çi bikin, û çima?

3 Jîyîn çiqas çetin be jî, em zanin ku tengasiyên diha giran dikarin bên serê me (Metta 24:21). Lema jî, gelek ferz e ku em sebra xwe çiqas diçe diha zêde bikin. Îsa Mesîh usa gotibû: “Bi sebira xwe hûnê ruhê xwe xilaz kin” (Lûqa 21:19). Seva ku sebra me zêde bibe, wê baş be ku em bînin ber çevê xwe, wekî kesên din çawa çetinayên mîna yên me sebir dikin.

4. Ji aliyê sebrêva, Yehowa çima mesela herî baş e?

4 Ji aliyê sebrêva, mesela herî baş, Yehowa ye. Hela bifikire: Dinya bin kontrola Mîrê-cinada ye, û kul-derd gelek in. Yehowa dikaribû hemû problêm derbêra safî kira, lê ew sebir dike û hîviya wexta rast e (Romayî 9:22). Niha emê dîna xwe bidin 9 tişta, yên ku Yehowa sebir dike.

YEHOWA HIMBERÎ ÇI SEBIR DIKE?

5. Navê Xwedê çawa tê reşkirinê, û tu derheqa vê yekê çi difikirî?

5 Bêhurmetkirina navê xwe. Yehowa navê xwe hiz dike, û ew dixwaze ku her kes qedrê vî navî bigire (Îşaya 42:8). Lê îda 6 000 sal e ku navê wî tê reşkirinê (Zebûr 74:10, 18, 23). Ev yek baxçê Êdênêda destpêbû. Wê demê, Mîrê-cina (dêmek “Buxdanbêj”) got ku Xwedê tiştên baş ji Adem û Hêwayê vedişêre (Destpêbûn 3:1-5). Ji wê demêva destpêbûyî, gelek kes dibêjin ku Yehowa ji meriva tiştên ku wanra lazim in vedişêre. Vê derewê dilê Îsa gelek dêşand. Lema jî, ewî şagirtên xwera got ku ewana usa dua bikin: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be” (Metta 6:9).

6. Yehowa çima îzin daye ku haqas wext derbaz bibe heta ku pirsa serwêrtiya wî safî be?

6 Miqabilîbûna himberî serwêrtiya xwe. Îzna Yehowa heye ku li ser erd û ezmana hukum bike, û serwêrtiya wî, serwêrtiya herî baş e (Eyantî 4:11). Lê Mîrê-cina gelek melek û însan dane bawerkirin, wekî îzna Xwedê tune ku serwêrtiyê bike. Seva ku pirsa derheqa îzna serwêrtiya Yehowa bihata safîkirinê, wext lazim bû. Lema, Yehowa mecal daye ku meriv fem bikin, wekî serwêrtiya meriva bê rêberiya wî wê tu car pêşdaçûyî nîbe (Yêremya 10:23). Bi saya sebra Xwedê, ev pirs wê bi temamî safî be. Her kes wê bizanibe ku tenê Padşatiya wî dikare edilayê û bêxofiyê bîne ser erdê.

7. Kê miqabilî Yehowa rabûye, û Yehowa wê çi bike?

7 Raberîbûna hine zarên xwe. Gava melek û însan hatin efirandin, ew kamil û bêqisûr bûn. Lê paşê, melekek himberî Yehowa derket û bû Şeytan (dêmek “Miqabil”). Usa jî, ewî însanên kamil Adem û Hêwa def dan ku ewana jî miqabilî Yehowa rabin. Wede şûnda, melek û merivên din jî miqabilî Yehowa rabûn (Cihûda 6). Paşê, hine Îsraêliya, dêmek cimeta wîye bijartî, hebandina rast hîştin û destpêkirin serê xwe ber pûta daynin (Îşaya 63:8, 10). Vê yekê dilê Yehowa gelek dêşand. Yehowa heta niha sebir kiriye, û ewê dîsa bi sebir hîviyê bisekine, heta ku wexta kifşkirî bê gava ew hemû dijminên xwe qir bike û xizmetkarên xwe yên amin ji vê dinya xirab xilaz ke!

8-9. Derheqa Yehowa çi derew têne belakirinê, û em çawa dikarin piştgiriya Yehowa bikin?

8 Derewên Mîrê-cina. Gava Mîrê-cina xizmetkarê Yehowa Îbo sûcdar dikir, ewî bi rastî digot ku hemû xizmetkarên Yehowa tenê bona kara xwe Xwedêra xizmet dikin (Îbo 1:8-11; 2:3-5). Heta îro jî, Mîrê-cina derewa bela dike û buxdana davêje ser xizmetkarên wî (Eyantî 12:10). Gava em himberî tengasiya sebir dikin û Yehowara amin dimînin, çimkî em wî hiz dikin, em îzbat dikin ku gotinên Mîrê-cina derew in. Mîna Îbo, emê jî seva sebra xwe gelek kerema bistînin (Aqûb 5:11).

9 Mîrê-cina bi destê serwêrên rêlîgî dibêje ku Yehowa bêrem e û ku sebebê hemû kul û derda ew e. Hela hê hine kes dibêjin jî ku gava zar dimirin, ew qirara Xwedê ye, çimkî jêra ser ezmana hê zêde melek lazim in. Buxdaneke çiqas mezin e! Em rind zanin ku gava em giran nexweş dikevin yan gava merivekî meyî delal dimire, ev yek sûcê Xwedê nîne. Em bawer in ku rojekê, Xwedê wê her tiştî rast ke. Û em gerekê dinya-elamra bêjin ku Yehowa çiqas dilovan û bi hizkirin e. Xwedê mera usa dibêje: “Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke, ku ez bikaribim caba qardarên xwe bidim” (Metelok 27:11).

10. Zebûr 22:23, 24 derheqa Yehowa çi dibêje?

10 Êş û kul-derdên xizmetkarên xwe. Yehowa dilrem e. Gava em seva zêrandin, nexweşî yan qisûrên xwe dinalin, dilê wî ser me dişewite (Zebûr 22:23, 24 bixûne). Yehowa êş û derdên me divîne, û ew dixwaze me ji vî halî xilaz ke (Derketin 3:7, 8; Îşaya 63:9 jî binihêre). Demeke nêzîkda, ev sozê Kitêba Pîroz wê bê sêrî: “[Xwedê] ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (Eyantî 21:4).

11. Yehowa hindava xizmetkarên xwe yên mirî çi texmîn dike?

11 Bîra dostên xwe yên mirî dike. Yehowa hizreta xizmetkarên xwe yên mirî ye, û ew dixwaze wana dîsa bivîne (Îbo 14:15). Mesele, bîne ber çevê xwe ku Yehowa çiqas bîra dostê xwe Birahîm kiriye (Aqûb 2:23). Yan jî, bifikire ku ew çiqas dixwaze xizmetkarê xwe Mûsa dîsa bivîne, tevî kîjanî ewî “rû bi rû” xeber dida (Derketin 33:11). Usa jî, Xwedê bêşik gelek dixwaze stranên Dawid û zebûrbêjên din dîsa bibihê (Zebûr 104:33). Ev dostên Xwedê niha xewa mirinêda nin, lê Yehowa ewana bîr nekirine (Îşaya 49:15). Hemû xeyset-hunurên wan hûr bi hûr bîra wîda nin. Lema jî, Kitêba Pîroz dibêje ku “bona wî hemû jî sax in” (Lûqa 20:38). Rojekê, Xwedê wê wana ji mirinê rake. Wê rojê, dengê duayên wan wê dîsa bikeve guhê wî, û dilê wî wê dîsa şa be ku ewana jêra xizmet kin. Heger te jî merivekî xweyî nêzîk unda kiriye, bira hêviya rabûna miriya dilê te rihet bike û dilbîniyê bide te.

12. Van rojên xirabda, Yehowa îlahî seva çi eciz dibe?

12 Zulmî û zordarî. Gava raberîbûna baxçê Êdênêda destpêbû, Yehowa zanibû wekî pêşiya ku ew halê dinyayê rast ke, halê dinyayê wê diha xirab be. Yehowa xirabî, neheqî û zordariya ku dinyayêda tije ye, nefret dike. Îlahî dilê Yehowa ser belengaz, êtîm û jinebiya dişewite (Zekerya 7:9, 10). Gava xizmetkarên Yehowa têne zêrandinê û dikevin kelê, Yehowa gelek eciz dibe. Bawer be wekî ew hemû kesên ku mîna wî sebir dikin, hiz dike.

13. Însanet ça kete nava heramiyê, û Xwedê ça ser vê yekê dinihêre?

13 Zêdebûna bênamûsiyê. Însan sûretê Xwedêda hatine efirandinê, lema jî ewana gerekê çev bidine xeyset-hunurên Yehowa. Lê Mîrê-cina her tiştî dike ku meriva ji rê derxe, wekî ewana xirabiyê û zinêkariyê bikin. Rojên Nuhda, Yehowa “dît ku xirabîya meriva li ser erdê zêde dibe”, ew “ber xwe ket ku li ser erdê merî xuliqandîye û gelekî dilteng bû” (Destpêbûn 6:5, 6, 11). Gelo îro halê dinyayê çawa ye? Mîrê-cina bêşik şa dibe ku zinêkarî, homosêksûalî û heramiyên din gelek belabûyî ne (Efesî 4:18, 19). Ew îlahî dixwaze xizmetkarên Yehowa bike telikên xwe. Demeke nêzîkda, Yehowa wê nîşan ke wekî ew her cûre bênamûsiyê çiqas nefret dike.

14. Meriv çi tînin serê tebiyetê?

14 Xirabkirina tebiyetê. Hukumdariya însana zirarê dide him merivên din him jî tebiyetê, ya ku Yehowa da meriva wekî ewana lê bibine xweyî (Waîz 8:9; Destpêbûn 1:28). Hine zandar dibêjin ku riyê kirên merivada, nava çend salada mîlyonek zêdetir cisnên şînkayî û heywana dikarin unda bin. Belê, halê dinyayê bi rastî jî gelek xirab e! Em şa ne wekî Yehowa soz daye ku wê qira wan bîne, “yên ku dinê xirab dikin”, û temamiya erdê wê bike cinet (Eyantî 11:18; Îşaya 35:1).

TIŞTÊN KU EM JI SEBRA YEHOWA HÎN DIBIN

15-16. Çi dikare alî me bike wekî em mîna Yehowa sebir bikin? Meselê bînin.

15 Belê, Bavê meyî ezmana bi hezara sala ber problêmên mezin sebir dike (Çargoşe “ Yehowa ber Çi Sebir Dike?” binihêre). Yehowa dikaribû zûdava qira vê sîstêma xirab bianiya. Lê ji sebra wî em gelek karê distînin. Vê meselê bîne ber çevê xwe: Jinikeke hemle pêdihese ku zara zikê wêda nexweş e û wê paşî bûyînê gelek biçerçire û bimire. Dê û bav çiqas bêçare ne jî, ew şa ne ku zar wê wanra bê bûyînê. Lê ewana zara xwe hiz dikin, lema jî hazir in ku ber tengasiya sebir kin û çiqas ji destê wan tê jîyîna zara xwe xweş bikin.

16 Mîna zara ji vê meselê, hemû zarên Adem û Hêwayê qisûrdar in. Dîsa jî, Yehowa wana hiz dike û bona wana xem dike (1 Yûhenna 4:19). Lê Yehowa mîna dê û bavê ji vê meselê, bêçare nîne. Ewî rojek kifş kiriye ku hemû kul-derdên meriva kokêva bide hildanê (Metta 24:36). Heger Yehowa me usa qayîm hiz dike û sebir dike, gelo ne lazim e ku em jî sebir bikin?

17. Li gora Îbranî 12:2, 3, mesela Îsa çawa dikare alî me bike ku em sebra xwe unda nekin?

17 Yehowa ji aliyê sebrêva mesela herî baş e. Îsa çev dida sebra Bavê xwe. Gava Îsa ser erdê bû, ewî bêhurmetî, şermî û mirinê ser stûna cefê, sebir kir (Îbranî 12:2, 3 bixûne). Sebra Yehowa bêşik alî Îsa dikir ku ew sebir bike, û sebra Yehowa dikare alî me bike ku em jî sebir kin.

18. 2 Petrûs 3:9 çawa alî me dike ku em kara sebra Yehowa fem bikin?

18 2 Petrûs 3:9 bixûne. Yehowa bona qirkirina vê sîstêma xirab roj kifş kiriye. Bi saya sebra wî, bi mîlyona merivên dilpak hatine topkirin. Ewana şa ne ku Yehowa sebir kiriye û mecal daye wan ku bêne bûyînê, wî nas bikin û jîyîna xwe bidine destê wî. Gava bi mîlyona meriv ku heta xilaziyê sebir kirine bên xilazkirin, hingê emê bivînin wekî çiqas baş bû ku Yehowa sebir dikir.

19. Gerekê em çi bikin, û emê çi xelatê bistînin?

19 Yehowa me hîn dike ku çawa bi şabûnê sebir bikin. Mîrê-cina çiqas êş û derd anî jî, yeke Yehowa şabûna xwe unda nake, çimkî ew “Xwedêyê xwezilî” ye (1 Tîmotêyo 1:11). Em jî dikarin bi şabûnê sebir bikin heta ku Yehowa navê xwe pîroz ke, îzna serwêrtiya xwe îzbat ke, xirabiyê kokêva rake û derdên me kuta ke. Bira em sebra xwe tu cara unda nekin, lê bînin bîra xwe ku Bavê meyî ezmana jî sebir dike. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Xwezî li wî merivî, ku cêribandinada teyax dike, çimkî gava bi cêribandinê rûspî derê, ewê kofiya jiyînê bistîne, kîjan ku Xwedê wanra soz daye, yên ku wî hiz dikin” (Aqûb 1:12).

KILAMA 139 Her Tiştên Nû Bidin ber Çevê Xwe

^ abz. 5 Her kes ji me rastî kul-derda tê. Hine ji van derda îro nayên safîkirin, lema gerekê em sebir bikin. Yehowa jî himberî gelek tişta sebir dike. Vê gotarêda emê dîna xwe bidin 9 tişta, yên ku Yehowa sebir dike. Usa jî, emê bivînin ku sebra Yehowa çi karê tîne, û wê çima baş be ku em jî mîna wî sebir bikin.