Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 29

Bi Pêşveçûyîna Xwe Dilşad Be

Bi Pêşveçûyîna Xwe Dilşad Be

“Bila her kes karê xwe biceribîne. Hingê mirov ne bi kirinên hinekên din, lê tenê bi kirinên xwe dikare pesnê xwe bide” (GALATÎ 6:4).

KILAM 34 Her Tim Dilrast Bimîne

PÊŞGOTIN a

1. Yehowa me çima bi kesên din re muqayese nake?

 TEBÎET reng bi reng e, û însan jî wisa ne. Her yek ji me ji hev cuda ye. Loma Yehowa me tu caran bi kesên din re muqayese nake. Ew ne li rûyê me, lê li dilê me dinêre (1. Samûyêl 16:7). Gava ew tiştekî ji me dixwaze, ew hesab dike ku em ji çi aliyî ve zeîf yan qewî ne û kok û kultura me çi ye. Gerek em Yehowa ji xwe re emsal bigirin. Yehowa me çawa dibîne, gerek em jî xwe wisa bibînin. Eger em wisa bikin, emê “bi sergiranî” bifikirin û xwe ne bi zêdeyî mezin ne jî bi zêdeyî biçûk bibînin (Romayî 12:3).

2. Çima gerek em xwe bi kesên din re muqayese nekin?

2 Wê helbet baş be ku em xwişk û birayên dilsoz, ên ku li xizmetê serkeftî ne, ji xwe re bikin emsal (Îbranî 13:7). Bi vî awayî, em dikarin hîn bibin ku em çawa dikarin li xizmeta xwe berdartir bibin (Filîpî 3:17). Lê belê, ev yek ku em kesekî ji xwe re emsal digirin nayê maneya ku gerek em qîmeta xwe li gor serkeftinên vî kesî hesab bikin. Eger em xwe bi kesên din re muqayese bikin, çavnebarî dikare bikeve dilê me, û em dikarin cesareta xwe winda bikin û xwe bêqîmet hîs bikin. Wek me li meqaleya berê dîtibû, reqabeta bi xwişk û birayan re dikare zerarê bide dostaniya me ya bi Yehowa re. Loma Yehowa me bi dilovanî wisa tembîh dike: “Bila her kes karê xwe biceribîne. Hingê mirov ne bi kirinên hinekên din, lê tenê bi kirinên xwe dikare pesnê xwe bide” (Galatî 6:4).

3. Kîjan pêşveçûyînên me dilê me şa dikin?

3 Yehowa Xwedê dixwaze ku tu bi pêşveçûyîna xwe dilşad bibî. Mesela, eger tu hatî binavkirin, gerek tu dilşad bibî ku tu êdî gihîştî vê hedefê. Te xwe bi xwe qerar da ku vê gavê bavêjî. Tu ji Xwedê hez dikî, loma te ev gav avêt. Ka bîne ber çavê xwe ku ji wê demê û pê ve, tu çi qas bi pêş ve çûyî. Dibe ku tu niha ji xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz hê jî zêdetir hez dikî û duayên te hê jî zêdetir bimane û jidil bûne (Zebûr 141:2). Dibe ku li te êdî hêsantir tê ku li xizmetê dest bi sohbetan bikî û hacetên xizmetê bi kar bînî. Wekî din, eger malbata te heye, dibe ku Yehowa alî te kiriye ku tu mesûliyeta xwe wek jin, mêr yan dê û bav bi awayekî baştir bînî cih. Belê, tu dikarî dilşad bibî ku tu di van waran de bi pêş ve çûyî!

4. Li vê meqaleyê, emê li çi binêrin?

4 Em dikarin alî kesên din bikin ku ew bi pêşveçûyîna xwe ya ruhî dilşad bibin. Wekî din, em dikarin alî wan bikin ku ew xwe bi kesên din re muqayese nekin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku di vî warî de, dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin, jin û mêr çawa dikarin alî hevdû bikin û rîspî û kesên din çawa dikarin alî xwişk û birayan bikin. Li dawiyê, emê bala xwe bidin hin prensîpên Kitêba Pîroz, ên ku dikarin alî me bikin ku em li gor huner û şertên xwe ji xwe re hedefên maqûl deynin.

DÊ Û BAV Û JIN Û MÊR DIKARIN ÇI BIKIN?

Dê û bavno, qîmetê bidin xîreta zarokên xwe (Li paragrafên 5 û 6an binêre) d

5. Li gor Efesî 6:4, gerek dê û bav çi nekin?

5 Dê û bav gerek zarokên xwe bi hev re muqayese nekin û wan bi daxwazên nemaqûl aciz nekin (Efesî 6:4 bixwîne). Xwişkeke bi navê Saşîko b wisa dibêje: “Mamosteyên min tim dixwest ku ez ji hevaldersên xwe çêtir bim. Diya min jî dixwest ku ez li mektebê serkeftî bim, da ku mamosteyê min û bavê min, ê ku Şahidê Yehowa nîne, qedrê baweriya me bigirin. Wê dixwest ku ez her tim puanên herî bilind bistînim, lê min nikaribû eva bikira. Min mekteb gelek sal berê xelas kir, lê îro jî, ez her çi qas xîret bikim jî, ez carinan ditirsim ku Yehowa ji xizmeta min razî nîne.”

6. Gelo dê û bav dikarin ji Zebûr 131:1, 2 çi dersê bistînin?

6 Li Zebûr 131:1, 2 (bixwîne), ji bo dê û bavan derseke muhîm heye. Dawid Padîşah nediket pey “karên mezin”, û dilnizmiya wî dilê wî rihet dikir. Gelo dê û bav dikarin ji gotinên Dawid çi dersê bistînin? Çawa ku lazim e ku dê û bav dilnizm bin û sînorên xwe bizanibin, lazim e ku ew sînorên zarokên xwe jî bizanibin. Gerek ew têderxin ku zarok ji çi aliyî ve qewî ne yan sist in û li gor vê yekê alî wan bikin ku ew ji xwe re hedefên maqûl deynin. Xwişkeke bi navê Marina dibêje: “Diya min ez tu caran bi birayên min re yan bi zarokên din re muqayese nedikirim. Wê ez hîn dikirim ku hunerên her kesî ji hev cuda ne, û Yehowa qîmetê dide her yekî ji me. Bi saya alîkariya wê, ez xwe bi kesên din re muqayese nakim.”

7-8. Zilam çawa dikare rûmetê bide pîreka xwe?

7 Lazim e ku zilam qedrê pîreka xwe bigire (1. Petrûs 3:7). Gelo maneya vê çi ye? Mesela, lazim e ku zilam rûmetê bide pîreka xwe û ji qeweta wê zêdetir tişt daxwaz neke. Wekî din, gerek ew wê bi jinên din re muqayese neke. Gelo çima? Zilamê nebawermend ê xwişkeke me ya bi navê Rosa wê gelek caran bi jinên din re muqayese dike. Seba gotinên wî yên sert, Rosa xwe bêqîmet hesab dike. Rosa wisa dibêje: “Her tim hewcedariya min heye ku kesên din bînin bîra min ku Yehowa qîmetê dide min.” Lê belê, zilamekî ku prensîpên Kitêba Pîroz pêk tîne rûmetê dide pîreka xwe, çimkî ew dizane ku ev yek wê hem li ser zewaca wî hem jî li ser dostaniya wî ya bi Yehowa re tesîr bike. c

8 Zilamekî ku rûmetê dide pîreka xwe pesnê wê dide û ji wê re dibêje ku ew jê hez dike (Methelokên Silêman 31:28). Zilamê Katerinayê, ya ku me li meqaleya berê behsa wê kiribû, bi vî awayî alî wê kir ku ew ji hîsên bêqîmetbûnê bifilite. Gava ew zarok bû, diya wê ew biçûk dixist û ew bi keçikên din re muqayese dikir. Ji ber vê yekê, piştî ku Katerina bû Şahida Yehowa jî, wê xwe her tim bi kesên din re muqayese dikir. Lê belê, zilamê wê alî wê kir ku ew wisa neke û xwe bi awayekî rast bibîne. Katerina dibêje: “Zilamê min ji min hez dike, ji bo tiştên baş ku ez dikim pesnê min dide û ji bo min dua dike. Wekî din, ew sifetên Yehowa tîne bîra min û alî min dike ku ez fikrên xwe yên negatîf serrast bikim.”

RÎSPIYÊN DILGERM Û KESÊN DIN DIKARIN ÇI BIKIN?

9-10. Rîspiyan çawa alî xwişkekê kir ku ew xwe bi kesên din re muqayese neke?

9 Gelo rîspî çawa dikarin alî xwişk û birayan bikin, ên ku xwe her tim bi kesên din re muqayese dikin? Serpêhatiya xwişkeke bi navê Hanuni bîne ber çavê xwe. Gava ew zarok bû, dê û bavê wê pir pesnê wê nedida. Ew wisa tîne bîra xwe: “Ez yeke fediyok bûm, û ez difikirîm ku zarokên din ji min baştir in. Min xwe her tim bi kesên din re muqayese dikir.” Piştî ku Hanunî bû Şahida Yehowa jî, wê xwe bi kesên din re muqayese dikir. Loma, wê xwe di civatê de bêqîmet hîs dikir. Lê niha, ew êdî pêşengeke dilxweş e. Gelo çi alî wê kir ku ew nêrîna xwe biguherîne?

10 Hanuniyê ji alîkariya rîspiyan pir feyde dît. Wan baweriya xwe bi wê dianî, û wan seba dilsoziya wê pesnê wê dida. Hanuni wisa dibêje: “Rîspiyan çend caran ji min rica kir ku ez hin xwişkan teşwîq bikim. Bi saya ricayên wisa, min fehm dikir ku ez yeke bêkêr nînim. Tê bîra min ku hin rîspiyan ji min re spas kir ji ber ku min dil dabû hin xwişkên ciwan. Paşê, wan 1. Selanîkî 1:2, 3 ji min re xwend. Vê yekê pir dilê min girt! Bi saya alîkariya van şivanên baş, ez niha fehm dikim ku di teşkîlata Yehowa de cihê min heye.”

11. Gelo em çawa dikarin alî “dilşikestiyan” bikin?

11 Zebûr 34:18 bixwîne. Yehowa “nêzikî dilşikestiyan e”. Loma, wê baş be ku ne tenê rîspî, lê em gişt dil bidin van xwişk û birayên hêja. Mesela, gava em ji dil bi wan eleqedar dibin, ev yek wê cesareta wan zêde bike. Yehowa dixwaze ku em nîşanî wan bidin ku ew ji miyên xwe çi qas hez dike (Methelokên Silêman 19:17). Wekî din, dilnizmiya me jî dikare alî xwişk û birayan bike. Em naxwazin bibin sebeb ku ew çavnebariya me bikin, lê em dixwazin bi destê huner û zanîna xwe dil bidin hevdû (1. Petrûs 4:10, 11).

Şagirtên Îsa Mesîh xwe li cem wî rihet hîs dikir, çimkî ew mirovekî dilnizm bû. Îsa Mesîh ji hevaltiya wan kêf distand (Li paragrafa 12 binêre)

12. Mirovan çima ji Îsa Mesîh hez dikir? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

12 Îsa Mesîh mirovekî bêemsal bû. Dîsa jî, ew yekî “nerm û ji dil nefsbiçûk” bû (Metta 11:28-30). Wî tu caran seba aqil û zanîna xwe pesnê xwe nedida. Xeberdana wî dilê xelkê digirt, çimkî wî bi zimanekî hêsan û bi destê mîsalan xeber dida (Lûqa 10:21). Alimên qure qîmet nedida mirovan, lê Îsa Mesîh her tim qedrê mirovan digirt û nîşan dida ku Xwedê qîmetê dide wan (Yûhenna 6:37). Wê baş be ku em jî wek Îsa Mesîh bikin.

13. Îsa Mesîh çawa dilovanî û hezkirina xwe ji şagirtên xwe re nîşan dida?

13 Îsa Mesîh dilovanî û hezkirina xwe ji şagirtên xwe re jî nîşan dida. Wî dizanibû ku huner û şertên wan ji hev cuda ne. Loma, wan nikaribû eynî mesûliyet bigirtana yan jî di xizmetê de bi qasî hev berdar bibûna. Dîsa jî, Îsa Mesîh qîmet dida xîreta her yekî ji wan. Nêrîna Îsa Mesîh ji mîsala di heqê telantan de eşkere ye. Li vê mîsalê, zilam “li gor karîna” her yekî ji xulamên xwe wezîfe da wan. Yekî ji van xulaman ji yekî din zêdetir qazanc bi dest xist. Lê belê, axa bi eynî gotinan pesnê her diduyan da: “Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz!” (Metta 25:14-23).

14. Gelo em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin?

14 Îsa Mesîh dilovanî û hezkirina xwe ji me re jî nîşan dide. Ew dizane ku huner û şertên me ji hev cuda ne, û gava em tiştên ku em dikarin bikin bi dil û can dikin, ew ji me razî ye. Gerek em mîna Îsa Mesîh qedrê kesên din bigirin. Em naxwazin ku xwişk yan birayek şerm bike yan xwe bêqîmet hesab bike ji ber ku ew nikare bi qasî kesên din xizmet bike. Bila em li fersendan bigerin ku pesnê xwişk û birayan bidin ji ber ku ew çi ji destê wan tê dikin ku ji Yehowa re xizmet bikin.

JI XWE RE HEDEFÊN MAQÛL DEYNE

Ji xwe re hedefên maqûl deyne û bigihîje wan. Ev yek wê dilê te şa bike (Li paragrafên 15 û 16an binêre) e

15-16. Xwişkeke ku ji xwe re hin hedefên maqûl danîn ji vê çawa feyde dît?

15 Gava em di xizmeta Yehowa de ji xwe re hedefan datînin, jiyana me bimane dibe. Lê belê, gerek em ne li gor huner û şertên kesên din, lê li gor huner û şertên xwe ji xwe re hedefan deynin. Ev yek muhîm e ji bo ku em cesareta xwe winda nekin (Lûqa 14:28). Serpêhatiya pêşengeke bi navê Mîdorî bîne ber çavê xwe.

16 Gava Mîdorî zarok bû, bavê wê, yê ku Şahidê Yehowa nîne, ew bi xwişk û birayê wê re û bi hevaldersên wê re muqayese dikir û ew biçûk dixist. Loma Mîdorî xwe bêqîmet hîs dikir. Lê belê, gava Mîdorî mezintir bû, xwebaweriya wê zêde bû. Ew dibêje: “Ji bo ku hizûr bikeve dilê min û ez hezkirina Yehowa bibînim, min Kitêba Pîroz her roj dixwend.” Ji xeynî vê, wê ji xwe re hin hedefên maqûl danîn, û wê dua kir ku Yehowa alî wê bike ku ew bigihîje van hedefan. Di netîceyê de, Mîdorî ji aliyê ruhî ve bi pêş ve çû, û vê yekê dilê wê şa kir.

BI DIL Û CAN JI YEHOWA RE XIZMET BIKE

17. Em çawa dikarin “di ruh û hişê xwe de nû bibin”, û netîce wê bibe çi?

17 Dibe ku fikir û hîsên me yên negatîf di hundirê rojekê de winda nebin. Loma Yehowa me wisa tembîh dike: “Di ruh û hişê xwe de nû bibin” (Efesî 4:23, 24). Ji bo vê, gerek em dua bikin, Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û kûr bifikirin. Van tiştan bi dewamî bike û ji Yehowa qewetê bixwaze. Yehowa wê bi destê ruhê pîroz alî te bike ku tu xwe bi kesên din re muqayese nekî. Eger di dilê te de quretî yan çavnebarî çêbe, Yehowa wê alî te bike ku tu van sifetên xerab bibînî û ji dilê xwe derxî.

18. Em çawa dikarin ji gotinên li 2. Dîrokan 6:29, 30 teseliyê bistînin?

18 2. Dîrokan 6:29, 30 bixwîne. Yehowa dilê me dibîne. Ew dizane ku em hem bi ruhê vê dinyayê re hem jî bi kêmasiyên xwe re micadele dikin. Her ku ew dibîne ku em çi qas micadele dikin, ew ji me zêdetir hez dike.

19. Yehowa ji me çi qas hez dike?

19 Çawa ku dayikek ji zarokê xwe hez dike, Yehowa jî wisa ji me hez dike (Îşaya 49:15). Serpêhatiya dayikeke bi navê Rachel vê hezkirinê nîşan dide. Ew wisa dibêje: “Wexta ku ez bihemle bûm, zaroka min berî wexta xwe hat dinyayê. Gava min qîza xwe cara pêşîn dît, wê pir biçûk û sist xuya dikir. Lê belê, li meha pêşîn, gava ew li nexweşxaneyê bû, doktor ew her roj dida destê min. Bi vî awayî, em pir nêzîkî hev bûn. Qîza min niha şeş salî ye, û bejna wê ji ya hemsaliyên wê kintir e. Dîsa jî, ez ji wê pir hez dikim, çimkî wê pir micadele kir ku sax bimîne, û wê dilê min pir şa kiriye!” Gava Yehowa dibîne ku em çi qas xîret dikin ku ji wî re xizmet bikin, ew jî ji me ew qas qayîm hez dike!

20. Xizmetkarên Yehowa seba çi dilşad in?

20 Ji ber ku tu xizmetkarekî Yehowa yî, tu pareke hêja ya malbata wî yî. Yehowa tu kişandiye ba xwe, ne ji ber ku tu ji însanên din çêtir î, lê ji ber ku wî li dilê te nêrî û dît ku tu yekî dilnizm î û hazir î ku ji wî hîn bibî (Zebûr 25:9). Bawer be ku gava tu çi ji destê te tê dikî ku ji wî re xizmet bikî, ew ji te razî ye. Dilsoziya te nîşan dide ku dilê te “pak û durust” e (Lûqa 8:15). Loma, bi dewamî bi dil û can ji Yehowa re xizmet bike. Eger tu wisa bikî, tuyê bikaribî “bi kirinên xwe” şa bî!

KILAM 38 Ewê Me Xurt Bike

a Yehowa me bi tu kesî re muqayese nake. Lê belê, belkî em vêya carinan dikin û difikirin ku em bi qasî kesên din baş nînin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku gerek em xwe çima bi kesên din re muqayese nekin. Wekî din, emê hîn bibin ku em çawa dikarin alî hevmaliyên xwe û xwişk û birayan bikin ku ew xwe wisa bibînin çawa ku Yehowa wan dibîne.

b Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

c Prensîpên li vê paragrafê helbet ne tenê ji bo zilaman, lê ji bo pîrekan jî muhîm in.

d RESIM: Li îbadeta malbatê, zarok gemiya Nûh çêdikin, û dê û bav pesnê her yekî ji wan didin.

e RESIM: Dayikeke ku zarokê xwe bi tena serê xwe mezin dike plan çêdike ku wek pêşenga alîkar xizmet bike, û ew dilşad e ji ber ku ew gihîştiye hedefa xwe.