Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 30

Qîmetê Bide Cihê Xwe li Malbata Yehowa

Qîmetê Bide Cihê Xwe li Malbata Yehowa

“Te ew ji melekan hebekî nizmtir çêkir, te taca rûmet û siyanetê danî ser serê wî” (ZEBÛR 8:5, NWT).

KILAM 123 Guh Bide Rêberiya Xwedê

PÊŞGOTIN a

1. Gava em li ser tiştên ku Yehowa xuliqandine difikirin, dibe ku em ji xwe çi bipirsin?

 GAVA em li ser mezinahiya gerdûna ku Yehowa xiluqandiye, difikirin, belkî gotinên Dawidê zebûrbêj tên bîra me, yê ku ji Yehowa pirsî: “Gava ku ez dinêrim li ezman, karê destê te, heyv û stêran, hingê dipirsim ez ji xwe: ‘Mirov çi ye ku tu wî bibîr bînî, kurê mirov çi ye ku tu wî bibînî?’” (Zebûr 8:3, 4). Wek Dawid, belkî em jî xwe di temamiya gerdûnê de biçûk hîs dikin û ecêbmayî ne ku Yehowa bala xwe dide me. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Yehowa çawa xema mirovên pêşîn dixwar û ew kirin para malbata xwe.

2. Mexseda Yehowa ya ji bo însanên pêşîn çi bû?

2 Gava Yehowa Adem û Hewa xuliqandibûn, ew zarokên wî bûn, û ew jî Bavê wan bû. Yehowa ev wezîfe da wan: “Zêde û berdar bin, erdê dagirin û bixin bin serweriya xwe” (1. Mûsa 1:28, Mizgînî). Yehowa dixwest ku Adem û Hewayê zarok bianiyana dinyayê û temamiya erdê bikira cenet. Eger wan guh bidaya Bavê xweyî dilovan û li gor mexseda wî hereket bikira, ew û zuriyeta wan wê heta bi hetayê bibûna para malbata wî.

3. Em ji ku dizanin ku Adem û Hewayê di malbata Yehowa de cihekî xisûsî digirt?

3 Adem û Hewayê li malbata Yehowa cihekî xisûsî digirt. Li Zebûr 8:5 (NWT), Dawid di heqê wan de wisa got: “Te ew ji melekan hebekî nizmtir çêkir, te taca rûmet û siyanetê danî ser serê wî.” Rast e, însan bi qasî melekan biqudret, bihîkmet û bihuner nînin (Zebûr 103:20). Dîsa jî, însan tenê “hebekî” ji melekan nizmtir e. Belê, Yehowa bi rastî jî jiyaneke xweş dabû însanên pêşîn!

4. Çi hat serê Adem û Hewayê, û li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin?

 4 Mixabin, Adem û Hewayê cihê xwe di malbata Yehowa de winda kir. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku vê yekê çi netîceyên xerab anîn serê zuriyeta wan. Lê belê, mexseda Yehowa ji bo mirovan neguheriye. Ew dîsa jî dixwaze ku mirovên guhdar bibin zarokên wî û heta bi hetayê bijîn. Niha emê bala xwe bidinê ku Yehowa em çawa birûmet kirine. Paşê, emê bibînin ku em ji niha ve çawa dikarin nîşan bidin ku em dixwazin bibin para malbata Yehowa. Li dawiyê, emê pê bihesin ku li dinyaya nû, zarokên Yehowa wê çi bereketan bistînin.

YEHOWA ÎNSAN ÇAWA BIRÛMET KIRINE?

Yehowa çawa însan birûmet kirin? (Li paragrafên 5 heta 11an binêre) b

5. Em çawa dikarin Yehowa birûmet bikin?

5 Yehowa Xwedê em di sûretê xwe de xuliqandine (1. Mûsa 1:26, 27). Ji ber ku em di sûretê Xwedê de hatine afirandin, em dikarin sifetên baş wek hezkirin, dilrehmî, dilsozî û rastdariyê bînin meydanê (Zebûr 86:15; 145:17). Gava em sifetên wisa bi pêş dixin, em Yehowa birûmet dikin û şikurdariya xwe eyan dikin (1. Petrûs 1:14-16). Wexta ku em bi hal û hereketên xwe dilê Bavê xweyî ezmanî şa dikin, em dilxweş û dilşad dibin. Wekî din, ji ber ku em di sûretê Xwedê de hatine xuliqandin, em dikarin bibin mirovên layîqî malbata wî.

6. Li dema hazirkirina erdê, Yehowa însan çawa birûmet kiribûn?

6 Yehowa warekî xweşik daye me. Demeke dirêj berî ku Yehowa mirovê pêşîn xuliqand, wî dinya ji bo însanan hazir kiribû (Eyûb 38:4-6; Yêremya 10:12). Ji ber ku Yehowa yekî eleqedar û destvekirî ye, wî gelek tiştên baş tedarek kirine, da ku em dilşad bibin (Zebûr 104:14, 15, 24). Gava wî li karên destê xwe nêrî, wî “dît ku qenc e” (1. Mûsa 1:10, 12, 31). Yehowa însan li ser hemû tebîetê “kir serwer” (Zebûr 8:6). Ma ev yek hurmeteke mezin nîne? Xwedê soz daye ku însanên bêqisûr wê heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn û ji karên wî kêfê bistînin. Gelo tu şikurdariya xwe ji bo vê soza Yehowa roj bi roj eyan dikî?

7. Yêşû 24:15 çawa zelal dike ku îradeya meye azad heye?

7 Yehowa îradeya azad daye me. Ev yek tê maneya ku em dikarin xwe bi xwe qerarê bidin ku emê çawa bijîn (Yêşû 24:15 bixwîne). Gava ku em qerarê didin ku ji Xwedê re xizmet bikin, dilê wî pir şa dibe (Zebûr 84:11; Methelokên Silêman 27:11). Bi saya îradeya azad, em dikarin gelek qerarên baş bidin. Ka bala xwe bide emsala Îsa Mesîh.

8. Îsa Mesîh îradeya xweye azad çawa bi kar anî?

8 Wek Îsa Mesîh, wê baş be ku em jî herî zêde ne li xêra xwe, lê li xêra kesên din bigerin. Carekê, gava Îsa Mesîh û şandiyên wî pir westiyayî bûn, ew li cihekî sakîn digeriyan ku îstirhetê bikin. Lê belê, elaleteke mezin ew dîtin, û wan dixwest ku Îsa Mesîh wan hîn bike. Gelo Îsa seba xwestina wan aciz bû? Na. Kitêba Pîroz dibêje ku “dilê wî bi wan şewitî”, loma wî “dest pê kir, gelek tişt hînî wan kir” (Marqos 6:30-34). Eger em jî wek Îsa Mesîh wext û qeweta xwe ji bo xêra kesên din xerc bikin, emê bi vê yekê navê Bavê xweyî ezmanî birûmet bikin (Metta 5:14-16). Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku em dixwazin bibin para malbata wî.

9. Gerek dê û bav çi ji bîr nekin?

9 Yehowa însan wisa xuliqandine ku ew zarokan bînin dinyayê. Yehowa dixwaze ku ew zarokên xwe hîn bikin ku ew ji wî hez bikin û ji wi re xizmet bikin. Eger zarokên te hene, gelo tu qîmetê didî vê îmtiyazê? Ka bifikire, Yehowa gelek huner dan melekan, lê wî ev îmtiyaz neda wan. Loma, qîmeta vê îmtiyazê bizanibe! Xwedê dixwaze ku dê û bav mezinkirina zarokan wek wezîfeyeke pîroz bibînin û zarokên xwe “bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin” (Efesî 6:4; 5. Mûsa 6:5-7; Zebûr 127:3). Ji bo alîkariya dê û bavan, teşkîlata Yehowa gelek hacetên li ser esasê Kitêba Pîroz tedarek kirine, mesela weşan, vîdeo, muzîk û çavkaniyên elektronîk. Belê, Yehowa û Îsa Mesîh ji zarok û ciwanan hez dikin (Lûqa 18:15-17). Gava dê û bav baweriya xwe bi Yehowa tînin û çi ji destê wan tê dikin ku zarokên xwe mezin bikin, dilê Yehowa şa dibe. Dê û bavên wisa ji zarokên xwe re rê vedikin ku ew jî karibin bibin para malbata Yehowa – heta bi hetayê!

10-11. Yehowa bi saya fîdyeyê ji bo me çi rê vekiriye?

10 Ji bo ku em karibin bibin para malbata Yehowa, wî Kurê xweyî ezîz wek fîdye da. Wek me li  paragrafa 4an dîtibû, Adem û Hewa ji malbata Yehowa hatibûn qewirandin, û zarokên wan li derveyî malbata Yehowa mane (Romayî 5:12). Adem û Hewayê li hemberî Xwedê serî hilda, loma heqê Yehowa hebû ku mîrasa wan ji wan bistîne. Lê zuriyeta wan? Yehowa ji însanan hez dike, û ew fersendê dide yên guhdar ku ew bibin para malbata wî. Wî bi saya qurbana Kurê xwe Îsa Mesîh ji me re rê vekiriye (Yûhenna 3:16; Romayî 5:19). Bi navgîniya qurbana Îsa Mesîh, 144.000 însanên dilsoz bûn lawên Xwedê (Romayî 8:15-17; Peyxam 14:1).

11 Bi ser de, bi milyonan însanên din jî guh didin Xwedê. Eger ew li îmtihana dawin a li dawiya Hikumdariya Hezarsalî ya Îsa Mesîh dilsoz bimînin, ewê bibin ferdên malbata Yehowa (Zebûr 25:14; Romayî 8:20, 21). Bi saya vê hêviyê, ew ji niha ve Yehowa wek “Bav” bi nav dikin (Metta 6:9). Wekî din, fersenda kesên ku ji mirinê rabin wê hebe ku daxwaz û qanûnên Yehowa hîn bibin. Eger ew rêberiya wî qebûl bikin, ewê jî karibin bibin para malbata wî.

12. Emê niha cewaba kîjan pirsê bistînin?

12 Belê, Yehowa însan bi cure cure awayan birûmet kirine. Wî kesên meshkirî jixwe kirine lawên xwe, û li dinyaya nû, ferdên ‘elaleta mezin’ jî wê karibin bibin zarokên wî (Peyxam 7:9). Gelo em ji niha û pê ve dikarin çi bikin ku nîşanî Yehowa bidin ku em dixwazin bibin para malbata wî?

NÎŞANÎ YEHOWA BIDE KU TU DIXWAZÎ BIBÎ PARA MALBATA WÎ

13. Ji bo ku em bibin para malbata Xwedê, gerek em çi bikin? (Marqos 12:30)

13 Bi dil û can ji Yehowa re xizmet bike û bi vî awayî nîşan bide ku tu ji wî hez dikî (Marqos 12:30 bixwîne). Me gelek tiştên qenc ji Xwedê standine. Hediyeya herî xweş ev e ku em dikarin ji wî re îbadetê bikin. Gava em ‘emrên wî tînin cih’, em nîşan didin ku em ji wî hez dikin (1. Yûhenna 5:3). Bi otorîteya ku Îsa Mesîh ji Bavê xwe standibû, wî emir kir ku em “mirovên ji hemû miletan bikin şagirt û wan ... bin av bikin” (Metta 28:19, NWT). Wekî din, ew dixwaze ku em ji hevdû hez bikin (Yûhenna 13:35). Yehowa wê kesên guhdar bike para malbata xwe ya cîhanî (Zebûr 15:1, 2).

14. Em çawa dikarin hezkirinê eyan bikin? (Metta 9:36-38; Romayî 12:10)

14 Ji mirovan hez bike. Hezkirin sifetê Yehowa yê sereke ye (1. Yûhenna 4:8). Berî ku me ew nas kir, Yehowa jixwe ji me hez dikir (1. Yûhenna 4:9, 10). Gava em ji mirovan hez dikin, em Yehowa ji xwe re dikin emsal (Efesî 5:1). Heta ku wext hebe, wê baş be ku em alî mirovan bikin ku ew Yehowa nas bikin. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku em ji mirovan hez dikin (Metta 9:36-38 bixwîne). Bi saya vê yekê, em fersendê didin wan ku ew jî bibin ferdên malbata Yehowa. Piştî ku kesek bin av bû jî, gerek em ji wî bi dewamî hez bikin û qedrê wî bigirin (1. Yûhenna 4:20, 21). Gelo em çawa dikarin vêya bikin? Mesela, eger em sebebên kirinên xwişk yan birayekî rind fehm nekin jî, gerek em nefikirin ku niyeta wî yan wê xerab e. Gerek em “hurmeta hevdû bigirin” û “yên din di ser xwe re” bigirin (Romayî 12:10 bixwîne; Filîpî 2:3).

15. Gerek em ji kê re dilrehmî û qenciyê eyan bikin?

15 Ji kesên din re dilrehm û qenc be. Eger em dixwazin bibin para malbata Yehowa, gerek em li gor Peyva wî bijîn. Mesela, Îsa Mesîh hîn dikir ku gerek em ji hemû însanan re – û heta ji dijminên xwe re jî – dilrehm û qenc bin (Lûqa 6:32-36). Eger ev yek li me zor tê, wê baş be ku em fikir û hereketên Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal. Gava em çi ji destê me tê dikin ku hem guh bidin Yehowa hem jî Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin, em nîşan didin ku em dixwazin bibin para malbata wî.

16. Em çawa dikarin navê malbata Yehowa biparêzin?

16 Navê malbata Yehowa biparêze. Li gelek malbatan, lawê biçûk hal û hereketên birayê xweyî mezin ji xwe re dike emsal. Eger birayê mezin li gor prensîpên Kitêba Pîroz dijî, ewê ji birayê xweyî biçûk re bibe emsaleke baş. Lê eger birayê mezin jiyaneke xerab dajo, yê biçûk jî wê belkî mîna wî bike. Malbata Yehowa jî wisa ye. Eger şagirtekî Îsa Mesîh ji rê derkeve yan li hemberî rastiyê serî hilde, dibe ku hin kesên din jî mîna wî bikin. Kesên wisa, navê malbata Yehowa reş dikin (1. Selanîkî 4:3-8). Gerek em kesên ku xerabiyê dikin ji xwe re nekin emsal û îznê nedin ku tiştek me ji Bavê meyî dilovan dûr bixe.

17. Gerek em kîjan nêrîna nerast red bikin, û çima?

17 Baweriya xwe ne bi mal û milk, lê bi Yehowa bîne. Yehowa sozê dide ku eger em herî pêşîn li Padîşahiya wî bigerin û li gor prensîpên wî bijîn, ewê xwarin, kinc, cih û star ji me re tedarek bike (Zebûr 55:22; Metta 6:33). Eger em vê yekê di bîra xwe de xwedî bikin, emê xwe nespêrin mal û milk û nefikirin ku ev dinya dikare emniyet û dilşadiya rastîn bîne. Em dizanin ku ji bo ku em hizûra rastîn bi dest bixin, gerek em daxwaza Yehowa bînin cih (Filîpî 4:6, 7). Eger derfeta me hebe ku gelek tiştan ji xwe re bikirin jî, wê baş be ku em ji xwe bipirsin ka hêja ye ku em wext û qeweta xwe bi zêdeyî li ser tiştên wisa xerc bikin. Wekî din, gelo em li mal û milk çawa dinêrin? Gerek em ji bîr nekin ku Xwedê îşekî muhîm daye me. Loma, gerek em îznê nedin ku hişê me bi zêdeyî bi tiştên din mijûl bibe. Em naxwazin bişibin zilamê dewlemend, ê ku fersenda ku ji Yehowa re xizmet bike û bibe lawê wî red kir, ji ber ku wî bi zêdeyî ji mal û milkê xwe hez dikir (Marqos 10:17-22).

ZAROKÊN YEHOWA WÊ ÇI BEREKETAN BISTÎNIN?

18. Însanên guhdar wê çi rûmet û bereketan bi dest bixin?

18 Însanên guhdar wê kerema herî mezin bistînin: Ewê karibin heta bi hetayê ji Yehowa hez bikin û ji wî re îbadetê bikin! Bi ser de, kesên ku li benda jiyana li rûyê erdê ne wê heta bi hetayê ji jiyana li cenetê kêfê bistînin. Di demeke nêzîk de, Padîşahiya Xwedê wê cenetê ji nû ve çêke. Îsa Mesîh wê netîceyên xerab ên gunehê Adem û Hewayê ji holê rake. Yehowa wê bi milyonan însanan ji mirinê rake û fersendê bide wan ku ew heta bi hetayê bi siheta baş li cenetê bijîn (Lûqa 23:42, 43). Wexta ku xizmetkarên Yehowa wê kamil bibin, ewê “taca rûmet û siyanetê” bistînin (Zebûr 8:5, NWT).

19. Gerek em çi ji bîr nekin?

19 Eger tu para “elaleta mezin” î, hêviya te pir xweş e. Xwedê ji te hez dike, û ew dixwaze ku tu bikevî malbata wî. Loma, çi ji destê te tê bike ku ew ji te razî be. Sozên Xwedê her roj bîne bîra xwe. Qîmetê bide îmtiyaza xwe ku tu dikarî ji wî re xizmet bikî, û şa be ku tu dikarî heta bi hetayê pesnê navê wî bidî!

KILAM 107 Hezkirina Xwedê ji Me re Emsal e

a Ji bo bextewariya malbatê, lazim e ku hemû ferdên malbatê rola xwe bizanibin û bi ferdên din re di yekîtiyê de bin. Di malbateke bextewar de, bav bi dilovanî rola serîtiyê pêk tîne, dayik piştgiriya wî dike û zarok guh didin dê û bavê xwe. Li malbata Yehowa jî wisa ye. Mexseda Yehowa ya ji bo însanan heye, û eger em li gor vê mexsedê hereket bikin, ewê me heta bi hetayê wek para malbata xwe qebûl bike.

b RESIM: Ji ber ku însan di sûretê Xwedê de hatine xuliqandin, jin û mêrek dikarin ji hevdû û ji kurên xwe hez bikin. Ev jin û mêr ji Yehowa hez dikin. Fersenda wan heye ku kurên xwe di rastiyê de mezin bikin. Dê û bav bi destê vîdeoyekê ji kurên xwe re zelal dikin ku Yehowa çima Îsa Mesîh wek fîdye tedarek kiriye. Wekî din, ew ji wan re dibêjin ku li dinyaya nû, emê heta bi hetayê erd û heywanan xwedî bikin.