Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 30

Ciyê Xwe Malbeta Yehowada Qîmet ke

Ciyê Xwe Malbeta Yehowada Qîmet ke

“Te hinekî ji milyaketa ew nimiztir kir, rûmet û rewşêva ew xemiland” (ZEBÛR 8:5).

KILAMA 123 Pey Rêberiya Teşkîleta Xwedê Diçin

VÊ GOTARÊDA *

1. Gava em ser tiştên ku Yehowa efirandine difikirin, dibeke em ji xwe çi bipirsin?

GAVA em ser mezinaya gerdûnê, ku Yehowa efirandiye, difikirin, dibeke gotinên Dawid zebûrbêj tên bîra me, yê ku ji Yehowa pirsî: “Gava ez dîna xwe didime li ezmana, kirên tilî-pêçîyên te, hîvê û steyrka, kîjan ku te cî-war kirine, îdî çî ye însan ku tu bîr tînî, yan jî bendê vê dinê tu lê dinihêrî?” (Zebûr 8:3, 4). Mîna Dawid, dibeke em jî xwe nav temamiya gerdûnêda biçûk hesab dikin û ecêbmayî ne ku Yehowa dîna xwe dide me. Vê gotarêda, emê bivînin wekî Yehowa ne tenê bona merivên pêşin, Adem û Hêwa, xem dikir, lê usa jî ewî ewana kirin para malbeta xwe.

2. Qirara Yehowa bona merivên pêşin çi bû?

2 Ser erdê, Adem û Hêwa zarên Yehowaye pêşin bûn, û ew Bavê wanî ezmanî bû. Yehowa wanara temî da: “Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin” (Destpêbûn 1:28). Yehowa dixwest ku Adem û Hêwayê zar dinê xistana û temamiya erdê bikirana cinet. Heger wana guh bidana Yehowa û li gora nêta wî bijîtana, ewana û zureta wan wê heta-hetayê bibûna para malbeta Xwedê.

3. Em ji ku zanin wekî Adem û Hêwayê malbeta Yehowada ciyê mexsûs digirtin?

3 Adem û Hêwayê malbeta Yehowada cîkî mexsûs digirtin. Zebûr 8:5-da Dawid derheqa wana usa got: “Te hinekî ji milyaketa ew nimiztir kir, rûmet û rewşêva ew xemiland”. Rast e, qewat, bîlanî û hunurên meriva mîna yên meleka nînin (Zebûr 103:20). Dîsa jî, Kitêba Pîroz dibêje wekî meriv tenê “hinekî” ji meleka nimiztir in. Belê, Yehowa bi rastî jî jîyîneke xweş dabû merivên pêşin!

4. Çi hate serê Adem û Hêwayê, û vê gotarêda emê derheqa çi xeber din?

 4 Sed heyf, Adem û Hêwayê ciyê xwe malbeta Yehowada unda kirin. Vê gotarêda, emê bivînin wekî ew yek çi axiriya xirab anî serê zureta wan. Lê nêta Yehowa bona meriva nehatiye guhastinê. Ew dîsa jî dixwaze, wekî merivên guhdar bibine zarên wî û heta-hetayê bijîn. Niha emê dîna xwe bidin ku Yehowa ça da kifşê, wekî ew me rûmet dike. Paşê, emê bivînin ku em îda nihada çawa dikarin nîşan kin, wekî em dixwazin bibin para malbeta Yehowa. Xilaziyê, emê pêbihesin ku dinya tezeda, zarên Yehowa wê çi kerema bistînin.

YEHOWA ÇAWA MERIV RÛMET KIRINE?

Yehowa çi cûreyî rûmet da meriva? (Abzasa 5 heta 11 binihêre) *

5. Em çawa dikarin Yehowa rûmet kin?

5 Yehowa em sûretê xweda xuliqandine (Destpêbûn 1:26, 27). Ji bo wê yekê ku em sûretê Xwedêda hatine efirandin, em dikarin hunurên baş ça hizkirin, dilremî, aminî û heqiyê nav xweda pêşda bînin (Zebûr 86:15; 145:17). Gava em hunurên usa pêşda tînin, em Yehowa rûmet dikin û razîbûna xwe eyan dikin (1 Petrûs 1:14-16). Heger em bi rabûn-rûniştina xwe dilê Bavê xweyî ezmana şa bikin, emê jî şabûnê bistînin. Usa jî, ew yek ku Xwedê em sûretê xweda efirandine tê hesabê, wekî em dikarin bibin merivên layîqî malbeta wî.

6. Çaxê Yehowa erd hazir dikir, ewî çawa meriv rûmet kirin?

6 Yehowa maleke xweş daye me. Pêşiya ku Yehowa merivên pêşin efirand, ewî erd bona wan hazir kir (Îbo 38:4-6; Yêremya 10:12). Yehowa yekî xemkêş û merd e, lema jî ewî gelek tiştên baş efirandine, wekî em bextewar bin (Zebûr 104:14, 15, 24). Gava Xwedê ser kirên destê xwe nihêrî, ewî dît ku her kirên wî “gelekî qenc bûn” (Destpêbûn 1:10, 12, 31). Yehowa meriva li ser hemû efirînara “serwêr danî” (Zebûr 8:6). Gelo ev yek qedirekî mezin nîne? Nêta Xwedê ev e, wekî merivên bêqisûr heta-hetayê tebiyetê xwey kin û ji wê lezetê bistînin. Gelo tu razîbûna xwe bona vê sozê Yehowa her tim eyan dikî?

7. Yêşû 24:15 ça zelal dike, wekî azaya meye bijartinê heye?

7 Yehowa azaya bijartinê daye me. Ev yek tê hesabê, wekî em dikarin xwexa safî kin çawa bijîn (Yêşû 24:15 bixûne). Gava em safî dikin Xwedêra xizmet kin, dilê wî gelek şa dibe (Zebûr 84:11; Metelok 27:11). Bi saya azaya bijartinê, em dikarin gelek safîkirinên baş bikin. Werên em dîna xwe bidine mesela Îsa Mesîh.

8. Îsa azaya xweye bijartinê çawa dida xebatê?

8 Mîna Îsa Mesîh, em jî dikarin safî kin ku bikevine heyra meriva û wana ser xwera bigirin. Carekê, gava Îsa û şagirtên wî gelek westiyayî bûn, wana cîkî rihet digeriya, wekî hevekî hêsa bin. Lê ewana nikaribûn hêsa bûna, çimkî elaleteke mezin pey wan çû û dixwestin, wekî Îsa wana hîn ke. Dewsa ku eciz be, dilê Îsa ser wan şewitî. Lema jî ewî “destpêkir gelek tişt ew hîn kirin” (Marqos 6:30-34). Heger em jî mîna Îsa wede û qewata xwe bona halxweşiya kesên din xerc bikin, emê bi vê yekê navê Bavê xweyî ezmana rûmet kin (Metta 5:14-16). Usa jî, bi vê yekê em nîşan dikin, wekî dixwazin bibin para malbeta Yehowa.

9. Çi pêşkêşa mexsûs Yehowa daye meriva?

9 Yehowa meriv pê mecala zaranînê efirandine û cabdarî daye wan, wekî zarên xwe hîn bikin Xwedê hiz kin û wîra xizmet kin. Heger zarên te hene, gelo tu vê pêşkêşa mexsûs qîmet dikî? Hela bifikire, Yehowa gelek rûmet daye meleka, lê dîsa jî ewî mecaleke usa nedaye wan. Lema jî qîmeta vê pêşkêşê bîr neke û bişêkirîne. Xwedê dixwaze wekî dê-bav mezinkirina zara ça cabdarîke pîroz hesab kin û zarên xwe “bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Efesî 6:4; Qanûna Ducarî 6:5-7; Zebûr 127:3). Seva ku alî dê-bava bikin, teşkîleta Yehowa gelek hacetên li ser hîmê Kitêba Pîroz derxistine, mesele edebyet, vîdêo, miqam û gotarên ser malperê. Belê, him Bavê meyî ezmana him jî Kurê wî zar û cahilên me gelek hiz dikin (Lûqa 18:15-17). Gava dê-bav baweriya xwe Yehowa tînin û çi ji destê wan tê dikin, wekî zarên xwe bi cûrê lapî baş mezin bikin, Yehowa gelek şa dibe. Dê-bavên usa zarên xwera rê vedikin, wekî ewana jî heta-hetayê bibin para malbeta Yehowa!

10-11. Yehowa bi saya qurbana Îsa çi rê bona me vekir?

10 Yehowa Kurê xweyî delal berva da, seva ku em dîsa bikaribin bibin para malbeta Wî. Çawa em ji  abzasa 4 pêhesiyan, Adem û Hêwa ji malbeta Yehowa hatibûn derxistinê, û vê mecalê bona zarên xwe jî unda kirin (Romayî 5:12). Adem û Hêwayê bi hemdê xwe miqabilî Xwedê rabûn, lema jî ewana hêja nîbûn, wekî malbeta Yehowada bimînin. Lê zureta wan? Yehowa meriva hiz dike û ew mecalê dide yên guhdar, wekî bibine para malbeta wî. Ewî bi saya qurbana Kurê xwe Îsa Mesîh mera rê vekir (Yûhenna 3:16; Romayî 5:19). Axiriyêda ser hîmê qurbana Îsa, 144 000 merivên amin mecal standin ku bibin kurên Xwedê (Romayî 8:15-17; Eyantî 14:1).

11 Xêncî wê yekê dîsa bi mîlyona meriv guh didin Xwedê û qirara wî tînin sêrî. Heger ewana cêribandina paşinda dêmek xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî ya Îsa Mesîh amin bimînin, ewana wê bi temamî bibin endemên malbeta Yehowa (Zebûr 25:14; Romayî 8:20, 21). Ser hîmê vê hêviyê, ewana îda nihada Yehowa ça “Bav” nav dikin (Metta 6:9). Usa jî, mecala kesên ku ji mirinê rabin wê hebe, wekî qirar û qanûnên Yehowa hîn bin. Heger ewana rêberiya wî qebûl bikin, ewê jî bikaribin bibin para malbeta wî.

12. Emê niha caba kîjan pirsê bistînin?

12 Ça me dît, Yehowa bona meriva gelek gav avîtine, yên ku didine kifşê, wekî ew wana qîmet dike. Ewî kesên bi ruhê pîroz bijartî îda kirine kurên xwe, û dinya tezeda merivên ji ‘elaleta mezin’ jî wê bikaribin bibin zarên wî (Eyantî 7:9). Gelo em îda nihada dikarin çi bikin, wekî Yehowara bidine kifşê, ku em dixwazin bibin para malbeta wî ser heta-hetayê?

NÎŞAN KE KU TU DIXWAZÎ BIBÎ PARA MALBETA YEHOWA

13. Seva ku em bibin para malbeta Xwedê, gerekê em çi bikin? (Marqos 12:30)

13 Bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet bike û bi vê yekê bide kifşê wekî tu wî hiz dikî (Marqos 12:30 bixûne). Me gelek tiştên qenc ji Xwedê standine. Pêşkêşa herî qîmet ev e, wekî em dikarin wîra xizmet bikin. Gava em “temiyên wî diqedînin”, em nîşan dikin wekî em wî hiz dikin (1 Yûhenna 5:3). Bi hukumê ku Îsa ji Bavê xwe standibû, ewî temî da, wekî em, merivên ji hemû mileta bikin şagirtên wî û wana binixumînin (Metta 28:19). Usa jî ewî temî da, wekî em hevdu hiz bikin (Yûhenna 13:35). Belê, Yehowa wê kesên guhdar bike para malbeta xweye hemdinyayê (Zebûr 15:1, 2).

14. Em çawa dikarin hizkirinê eyan kin? (Metta 9:36-38; Romayî 12:10)

14 Meriva hiz bike. Hizkirin hunurê Yehowa ya sereke ye (1 Yûhenna 4:8). Pêşiya ku me wî nas kir, Yehowa îda me hiz dikir (1 Yûhenna 4:9, 10). Gava em meriva hiz dikin, em çev didine Yehowa (Efesî 5:1). Heta wext heye, wê baş be ku em alî meriva bikin, wekî ewana Yehowa nas bikin. Bi vê yekê, emê nîşan kin, wekî em meriva hiz dikin (Metta 9:36-38 bixûne). Bi saya vê yekê, em mecalê didin wan ku ew jî bibin neferên malbeta Yehowa. Paşî ku kesek bê nixumandinê jî, gerekê em berdewam kin wî hiz bikin û qedrê wî bigirin (1 Yûhenna 4:20, 21). Gelo em çawa dikarin vê yekê bikin? Mesele, gerekê em nêtên wî nekine bin şikê. Heger em kirên wî fem nekin jî, gerekê em nefikirin ku nêta wî xirab e. Gerekê em qedirê hevdu bizanibin û kesên din ser xwera bigirin (Romayî 12:10 bixûne; Fîlîpî 2:3).

15. Gerekê em kêra dilremî û qenciyê eyan bikin?

15 Hindava kesên din dilrem û qenc be. Heger em dixwazin bibin para malbeta Yehowa, gerekê em li gora Xebera wî bijîn. Mesele, Îsa hîn dikir wekî em gerekê hindava hemû meriva û hela hê dijminên xweda jî, dilrem û qenc bin (Lûqa 6:32-36). Heger ev yek me zor tê, wê baş be ku em fikir û kirên Îsa xwera bikin mesele. Gava em çi ji destê me tê dikin ku him guh bidin Yehowa him jî çev bidine Îsa, em nîşan dikin wekî dixwazin bibin para malbeta Bavê xweye ezmana.

16. Em çawa dikarin navê malbeta Yehowa biparêzin?

16 Navê malbeta Yehowa biparêze. Gelek malbetada, kurê biçûk gelek car çev dide birê xweyî mezin. Heger birê mezin li gora prînsîpên Kitêba Pîroz dijî, ewê birê xweyî biçûkra bibe meseleke baş. Lê heger birê mezin bi jîyîneke xirab dijî, yê biçûk jî diqewime çev bide wî. Malbeta Yehowada jî usa ye. Heger Mesîhîk ji rastiyê derdikeve û dibe raber, yan jî destpêdike bênamûsiyê û tiştên heram bike, dibeke yên din jî çev bidine wî. Kesên usa, navê malbeta Yehowa reş dikin (1 Têsalonîkî 4:3-8). Gerekê em çev nedine kesên ku xirabiyê dikin, û îzin nedin wekî tiştek me ji Bavê meyî dilovan dûr xe.

17. Gerekê em kîjan nihêrandina nerast ret kin û çima?

17 Baweriya xwe ne ku tiştên matêriyalî, lê Yehowa bîne. Yehowa soz dide ku heger em berî pêşin Padşatiya wî bigerin û li gora prînsîpên wî bijîn, ewê xwarin, kinc û cî-sitar bide me (Zebûr 55:22; Metta 6:33). Heger em vê yekê bîra xweda xwey kin, emê hêviya xwe hebûna vê dinyayêva girê nedin û nefikirin wekî ev dinya dikare me biparêze û bextewariyê bide me. Em zanin seva ku em edilaya dil bistînin, gerekê em qirara Yehowa bînin sêrî (Fîlîpî 4:6, 7). Heger destê meda hebe ku gelek tişta xwera bikirin jî, wê baş be ku em ji xwe bipirsin gelo hêja ye ku em wext û qewata xwe bi zêdeyî ser tiştên usa xerc bikin. Usa jî, wê baş be ku em ji xwe bipirsin gelo dilê me tiştên matêrîalîva çiqas girêdayî ye. Gerekê em bîr nekin ku Xwedê şixulekî ferz daye me. Dêmek, em gerekê îznê nedin ku hişê-aqlê me bi zêdeyî ser tiştên din be. Em hilbet naxwazin bibin mîna wî mêrê dewletî, yê ku dikaribû Yehowara xizmet bike û bibe kurê wî, lê ewî vê mecalê ret kir, çimkî tiştên matêrîalî diha zêde hiz dikir (Marqos 10:17-22).

ZARÊN YEHOWA WÊ ÇI KEREMA BISTÎNIN?

18. Merivên guhdar wê çi rûmet û kerema bistînin?

18 Merivên guhdar wê kerema herî mezin bistînin: Ewana wê heta-hetayê Yehowa hiz bikin û wîra xizmet bikin! Kesên ku hîviya jîyîna ser erdê ne, wê heta-hetayê ji jîyîna cinetêda lezetê bistînin. Demeke nêzîkda, Padşatiya Xwedê wê erdê dîsa bike cinet. Îsa Mesîh wê axiriya xirab ku ji bo gunê Adem û Hêwayê pêşda hat, kokêva bide hildanê. Yehowa wê bi mîlyona meriv ji mirinê rake û mecalê bide wan heta-hetayê bi siheta-qewata baş cinetêda bijîn (Lûqa 23:42, 43). Çaxê xizmetkarên Yehowa bibin bêqisûr, ewê “rûmet û rewşêva” bêne xemilandinê (Zebûr 8:5).

19. Gerekê em çi bîr nekin?

19 Heger tu para ‘elaleteke mezin î’, hêviya te gelek xweş e. Xwedê te gelek hiz dike û ew dixwaze wekî tu bibî para malbeta wî. Lema jî, çi ji destê te tê bike wekî ew ji te razî be. Her roj sozên Xwedê bîne bîra xwe. Vê mecalê qîmet bike ku tu dikarî wîra xizmet bikî û şa be wekî tê bikaribî heta-hetayê pesnê navê wî bidî!

KILAMA 107 Mesela Hizkirina Xwedê

^ abz. 5 Seva ku malbet bextewar be, lazim e wekî hemû neferên malê rola xwe bizanibin û tevî neferên xwe yektiyêda bin. Bav ça serê malbetê bi hizkirin rola xwe tîne sêrî, dê piştgiriya wî dike û zar jî rind guh didine dê-bavê xwe. Malbeta Yehowada jî usa ye. Nêta Yehowa bona meriva heye, û heger em li gora vê nêtê bijîn, emê heta-hetayê para malbeta wî bin.

^ abz. 55 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Yehowa meriv di sûretê xweda efirandiye. Ev jin-mêr çev didine Xwedê bi vê yekê, ku ça hevdu usa jî kurên xwe hiz dikin. Ev jin-mêr Yehowa jî hiz dikin. Ewana dikarin kurên xwe rastiyêda mezin kin. Dê-bav bi saya vîdêoyê kurên xwera şirovedikin, wekî Yehowa çima Îsa Mesîh ça qurban berva da. Usa jî, ew wanra dibêjin wekî Dinya Tezeda emê erd û heywana heta-hetayê xwey bikin.