Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 31

Gelo Tuyê bi Sebir li Benda Xwedê Bisekinî?

Gelo Tuyê bi Sebir li Benda Xwedê Bisekinî?

‘Ezê li benda Xwedayê xelasiya xwe bisekinim’ (MÎKA 7:7).

KILAM 128 Heta Dawiyê Dilsoz Bimîne

PÊŞGOTIN a

1-2. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

 GAVA tiştekî ku te sparîş kiribû li wexta ku tu li hêviyê bûyî nagihîje te, ma tu aciz nabî? (Methelokên Silêman 13:12). Lê eger te bibihîsta ku paket ji bo hin sebebên muhîm hê nehatiye, tuyê bi îhtimaleke mezin bi sebir li bendê bisekiniya.

2 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çend prensîpên Kitêba Pîroz, ên ku wê alî me bikin ku em ‘li benda Xwedê bisekinin’ (Mîka 7:7). Wekî din, emê bibînin ku gerek em di kîjan du waran de bi sebir li benda Yehowa bisekinin. Paşê, emê bala xwe bidin hin bereketên ku kesên bisebir wê bistînin.

PRENSÎPÊN KU SEBRÊ HÎN DIKIN

3. Prensîpa li Methelokên Silêman 13:11 çi rêyî me dide?

3 Methelokên Silêman 13:11 rind nîşan dide ku çima muhîm e ku em sebir bikin. Ayet wisa dibêje: “Perê ku ji hewayê hatiye qezenc kirin, tune dibe; lê hebûna yê ku hindik hindik daye ber hev zêde dibe.” Gelo tu prensîpa li vê ayetê fehm dikî? Mirovekî bihîkmet wê her tiştî hêdî hêdî bîne cih û di netîceyê de bi ser bikeve.

4. Prensîpa li Methelokên Silêman 4:18 çi nîşan dide?

4 Wekî din, Methelokên Silêman 4:18 wisa dibêje: “Rêya rastan, mîna ronahiya berbangê ye, her ku diçe, mîna şewla tava nîvrojê dibiriqe.” Gotinên vê ayetê nîşan didin ku Yehowa armanca xwe çawa gav bi gav zelal dike. Wekî din, ev ayet nîşan dide ku mizgînvanek çawa gav bi gav ji aliyê ruhî ve bi pêş ve diçe û nêzîktirî Yehowa dibe. Belê, ji bo pêşveçûna ruhî, wext lazim e. Eger em bi xîret lêkolînê bikin û şîretên Kitêba Pîroz û teşkîlatê di jiyana xwe de pêk bînin, şexsiyeta me wê hêdî hêdî bişibe şexsiyeta Îsa Mesîh. Wekî din, emê Xwedê baştir nas bikin. Ka bala xwe bidê ku Îsa Mesîh di heqê vê yekê de çi got.

Çawa ku genim hêdî hêdî mezin dibe, kesekî ku mizgîna Padîşahiyê dibihîze û qebûl dike jî ji aliyê ruhî ve hêdî hêdî bi pêş ve diçe (Li paragrafa 5an binêre)

5. Mîsala ku Îsa Mesîh dabû çi rêyî me dide?

5 Îsa Mesîh mizgîna Padîşahiyê dişiband toximekî ku di dilê kesên rastîhez de hêdî hêdî mezin dibe. Wî got: “Tov şîn dibe û mezin dibe û mirov nizane ku ev çawa dibe. Erd ji ber xwe ber dide; pêşî zîl dide, piştre diseride, paşê jî liba gihîştî di simbil de dide” (Marqos 4:27, 28). Gelo Îsa Mesîh dixwest çi bigota? Wî dixwest bigota ku çawa ku genim hêdî hêdî mezin dibe, mirovekî ku mizgînê qebûl dike jî ji aliyê ruhî ve hêdî hêdî bi pêş ve diçe. Mesela, her ku xwendekarên me nêzîktirî Yehowa dibin, em dibînin ku ew hal û hereketên xwe çawa diguherînin (Efesî 4:22-24). Lê belê, gerek em ji bîr nekin ku yê ku toximan mezin dike, Yehowa ye (1. Korîntî 3:7).

6-7. Ji vê yekê ku Yehowa çawa Erd xuliqand, em dikarin çi hîn bibin?

6 Çi qas wext lazim be jî, Yehowa hemû îşên xwe bi sebir dibe serî. Ew vê yekê hem ji bo pîrozkirina navê xwe hem jî ji bo xêra kesên din dike. Ka bala xwe bidê ku Yehowa Erd çawa gav bi gav ji bo însanan hazir kiribû.

7 Kitêba Pîroz dibêje ku gava Yehowa Erd xuliqand, wî “pîvanên wê danî”, “bingehên wê” xistin û “kevirê wê” danî (Eyûb 38:5, 6). Heta, Yehowa wext vediqetand ku li karên destê xwe mêze bike (1. Mûsa 1:10, 12). Bîne ber çavan ku gava Yehowa tiştekî nû dixuliqand, melek çi qas şa dibûn. Kitêba Pîroz dibêje ku wan ‘bi kêfxweşî bang dikir’ (Eyûb 38:7). Dersa ji bo me çi ye? Bi hezaran sal lazim bûn ku Yehowa îşê xuliqandinê xelas bike, lê gava Yehowa li hemû karên destê xwe dinêrî, wî “dît ku qenc e” (1. Mûsa 1:31).

8. Emê niha bala xwe bidin çi?

8 Çawa ku me ji van mîsalan dîtiye, gelek prensîpên Kitêba Pîroz nîşan didin ku pir muhîm e ku em sebir bikin. Niha emê bibînin ku gerek em di kîjan du waran de bi sebir li benda Yehowa bisekinin.

KENGÊ LAZIM E KU EM LI BENDA YEHOWA BISEKININ?

9. Di kîjan warî de lazim e ku em li benda Yehowa bisekinin?

9 Belkî lazim e ku em li benda cewaba duayên xwe bisekinin. Gava em ji Yehowa re dua dikin ku ew qewetê bide me ku serî bi tengasiyekê re derxînin yan ji bo ku em bi kêmasiyeke xwe re micadele bikin, em belkî meraq dikin ka cewab çima dereng dikeve. Gelo Yehowa çima hemen cewaba hin duayên me nade?

10. Gava em ji Yehowa re dua dikin, gerek em çima sebir bikin?

10 Yehowa rind guh dide duayên me (Zebûr 65:2). Duayên me yên semîmî nîşanî Yehowa didin ku em bi rastî baweriya xwe bi wî tînin (Îbranî 11:6). Wekî din, Yehowa dixwaze ku em li gor duayên xwe hereket bikin û daxwaza wî bînin cih (1. Yûhenna 3:22). Mesela, gava em dixwazin dev ji adeteke xwe ya xerab berdin, wê belkî lazim be ku em sebir bikin û çi ji destê me tê bikin, da ku em bi ser bikevin. Ji van gotinên Îsa Mesîh, em fehm dikin ku cewaba hin duayan hemen nayê: “Bixwazin, wê ji we re bê dayîn; lê bigerin, hûnê bibînin; li derî bixin, ewê ji we re vebe. Çimkî her kesê ku dixwaze, distîne û yê digere, dibîne û yê li derî dixe, jê re vedibe” (Metta 7:7, 8). Em dikarin bawer bin ku eger em guh bidin vê şîretê û “hergav xwe bidin duayê”, Bavê meyî ezmanî wê me bibihîze û cewaba duayên me bide (Kolosî 4:2).

Em bi bawerî dua dikin û li benda Yehowa disekinin (Li paragrafa 11an binêre) b

11. Eger em difikirin ku cewaba duayên me dereng dikeve, Îbranî 4:16 çawa dikare alî me bike?

11 Carinan, em belkî difikirin ku cewaba duayên me dereng dikeve. Lê belê, Yehowa sozê dide ku ewê “di wextê de” cewaba duayên me bide (Îbranî 4:16 bixwîne). Loma, eger daxwaza me zû neyê cih jî, gerek em tu caran nefikirin ku Yehowa neheqiyê li me dike. Mesela, gelek kesan bi salan dua kiriye ku bila Padîşahiya Xwedê vê sîstema xerab ji holê rake. Jixwe, Îsa Mesîh gotibû ku gerek em ji bo vê dua bikin (Metta 6:10). Eger kesek baweriya xwe winda bike ji ber ku dawiya dinyayê li gor fikra wî di wextê de nehatiye, eva çi bêaqiliyeke mezin ye! (Habaqûq 2:3; Metta 24:44). Wê baş be ku em bi dewamî li benda Yehowa bisekinin û bawer bin ku ewê cewaba duayên me bide. Dawiya dinyayê wê di wextê de bê, çimkî Yehowa “ew roj û ew saet” jixwe tayîn kiriye. Û ew roj wê ji bo her kesî wexta herî minasib be (Metta 24:36; 2. Petrûs 3:15).

Em dikarin ji sebra Ûsiv çi dersê bistînin? (Li paragrafên 12 heta 14an binêre)

12. Sebra me bi xisûsî di kîjan waran de dikare bê ceribandin?

12 Belkî lazim e ku em heta wextekê li hemberî neheqiyê sebir bikin. Mirovên vê dinyayê gelek caran kesên ji kok, cinsiyet, milet û kulturên din nizm dikin. Hin kes jî seba nexweşiyên xwe yên bedenî yan psîkolojîk tên biçûkxistin. Gelek Şahidên Yehowa jî seba baweriya xwe rastî neheqiyê tên. Di rewşên wisa de, gerek em van gotinên Îsa Mesîh bînin bîra xwe: “Lê yê ku heta dawiyê ragire, ewê xilas bibe” (Metta 24:13). Lê eger tu pê bihesî ku xwişk yan birayekî gunehekî giran kiriye, gerek tu çi bikî? Helbet lazim e ku ev mesele ji rîspiyan re bê gotin. Lê paşê, gerek tu bi sebir li bendê bisekinî û bawer bî ku ewê vê meseleyê li gor rêberiya Yehowa safî bikin. Gelo ewê vêya çawa bikin?

13. Gava kesek gunehekî giran dike, rîspî çi dikin?

13 Gava rîspî pê dihesin ku xwişk yan birayekî gunehekî giran kiriye, ew dua dikin ku Yehowa hîkmetê bide wan, da ku ew karibin meseleyê bi çavê Yehowa bibînin (Aqûb 3:17). Hedefa wan ev e ku alî kesê gunehkar bikin ku ew ji riya şaş bizivire (Aqûb 5:19, 20). Wekî din, rîspî çi ji destê wan tê dikin ku civatê biparêzin û teseliyê bidin kesên ku zerar dîtiye (2. Korîntî 1:3, 4). Wexta ku rîspî li dozên wisa dinêrin, lazim e ku ew serê pêşîn lêkolîn bikin ka bi rastî çi qewimiye, û ji bo vê, wext lazim e. Paşê, ew dua dikin, ji Kitêba Pîroz şîretê didin û kesê gunehkar bi awayekî minasib serrast dikin (Yêremya 30:11). Rîspiyên civatê meseleyê navêjin paş, lê ew bi ecele jî qerarê nadin. Gava mesele bi awayekî rast tê safîkirin, ev yek ji bo civatê pir bifeyde ye. Lê belê, rîspî meseleyê her çi qas bi awayekî rast safî bikin jî, dibe ku êşa mexdûran dîsa jî sivik nebe. Di halekî wisa de, gerek tu çi bikî?

14. Eger xwişk yan birayekî neheqî li me kiribe, kîjan serpêhatiya ji Kitêba Pîroz dikare dilê me rihet bike?

14 Gelo xwişk yan birayekî qet neheqî li te kiriye? Hin serpêhatiyên ku li Kitêba Pîroz hatine qeydkirin nîşanî me didin ku gerek em çawa li benda Yehowa bisekinin ku ew meseleyên wisa safî bike. Mesela, Ûsiv ji aliyê birayên xwe ve rastî neheqiyê hat. Dîsa jî, ew seba gunehên wan nebû yekî sert û bihêrs, lê wî bi dewamî bala xwe dida dostaniya xwe ya bi Yehowa re. Li dawiyê, Yehowa sebra wî xelat kir (1. Mûsa 39:21). Bi zeman re, Ûsiv birayên xwe efû kirin, û wî fehm kir ku Yehowa ew çawa bibereket kiriye (1. Mûsa 45:5). Mîna Ûsiv, eger em nêzîkî Yehowa bibin û bawer bin ku ewê meseleyan di wexta rast de safî bike, dilê me wê rihet bibe (Zebûr 7:17; 73:28).

15. Çi alî xwişkekê kir ku ew serî bi neheqiyê re derxîne?

15 Her neheqî helbet bi qasî neheqiya ku hatibû serê Ûsiv mezin nîne. Dîsa jî, hin gotin û kirinên kesên din dikarin dilê me biêşînin. Gava di nav me û kesekî din de problem çêdibe – ferq nake ku ev kes Şahidê Yehowa be yan na – wê baş be ku em li gor prensîpên Kitêba Pîroz hereket bikin (Filîpî 2:3, 4). Vê serpêhatiyê bîne ber çavê xwe: Gava xwişkekê bihîst ku hevalkareke wê ew li ber çavê kesên din reş dikir, ew pir xemgîn bû. Dîsa jî, xwişka me bi ecele hereket nekir, lê ew li ser mîsala Îsa Mesîh fikirî. Gava Îsa Mesîh “dihat nizimkirin, wî bi nizimkirinê bersîv neda” (1. Petrûs 2:21, 23). Loma, xwişka me qerar da ku vê meseleyê mezin neke. Paşê, wê bihîst ku hevalkara wê giran nexweş e û streseke mezin dikişîne. Xwişka me ji xwe re got ku bi îhtimaleke mezin, hevalkara wê dilê wê bêhemdî êşandibû. Ji ber vê yekê, xwişka me şa bû ku wê li hemberî neheqiyê sebir kiribû, û dilê wê rihet bû.

16. Eger tu rastî neheqiyê bêyî, çi dikare dilê te rihet bike? (1. Petrûs 3:12).

16 Eger dilê te hatiye êşandin yan eger tu rastî neheqiyê hatiyî, ji bîr neke ku Yehowa “nêzikî dilşikestiyan e” (Zebûr 34:18). Ew ji te hez dike, û ew şa ye ji ber ku tu sebir dikî û barê xwe ji wî re dihêlî (Zebûr 55:22). Ew Hakimê dinyayê ye, û ew her tiştî dibîne (1. Petrûs 3:12 bixwîne). Gava tu zehmetê dikişînî û nikarî çareyekê bibînî, gelo tuyê li benda wî bisekinî?

LI BENDA YEHOWA BISEKINE Û BEREKETÊN MEZIN BISTÎNE

17. Li gor Îşaya 30:18, Yehowa çi sozê dide me?

17 Di demeke nêzîk de, Bavê meyî ezmanî wê bi navgîniya Padîşahiyê bereketan bibarîne. Îşaya 30:18 (Mizgînî) dibêje: “Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide. Dîsa jî radibe ku rehma xwe nîşanî we bide. Çimkî Xudan, Xwedayê edaletê ye. Xwezî bi her kesê ku li benda wî ye.” Kesên ku li benda Yehowa dimînin wê hem niha hem jî li dinyaya nû gelek bereketan bistînin.

18. Em li hêviya çi bereketan in?

18 Wexta ku xizmetkarên Xwedê wê bikevin dinyaya nû, ewê êdî ji kul û derdên îroyîn bifilitin. Neheqî û êş wê êdî derbas bibin (Peyxam 21:4). Emê êdî ji bo tu tiştekî xemê nekişînin, çimkî her tişt wê têr û tije be (Zebûr 72:16; Îşaya 54:13). Çi keremeke mezin!

19. Yehowa me hêdî hêdî ji bo çi hazir dike?

19 Her ku em dev ji adetên xwe yên xerab berdidin û sifetên baş tînin meydanê, Yehowa me ji bo jiyana di bin hikumdariya xwe de hazir dike. Cesareta xwe winda neke û neweste. Rojên xweş li ber me ne. Madem ku em li hêviya pêşerojeke ew qas ronî ne, bila em bi sebir li benda Yehowa bisekinin heta ku ew îşê xwe temam bike!

KILAM 118 “Baweriya Me Zêde Bike”

a Xwişk û birayên ku bi gelek salan di rastiyê de ne carinan wisa dibêjin: “Min qet texmîn nedikir ku ev sîstema xerab wê ew qas dirêj bikişîne!” Bi xisûsî li van rojên dijwar, em gişt li bendê ne ku Yehowa vê sîstema xerab tune bike. Dîsa jî, gerek em sebir bikin. Li vê meqaleyê, emê hin prensîpên Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, ên ku wê alî me bikin ku em li benda Yehowa bisekinin. Wekî din, emê bibînin ku gerek em di kîjan du waran de bi sebir li benda Yehowa bisekinin. Paşê, emê bala xwe bidin hin bereketên ku kesên bisebir wê bistînin.

b RESIM: Xwişkekê ji zaroktiya xwe ve her tim ji Yehowa re dua dikir. Gava ew biçûk bû, dê û bavê wê ew hîn kiribû ku çawa dua bike. Wexta ku ew ciwan bû, ew bû pêşeng, û wê gelek caran ji Yehowa rica dikir ku bila ew xizmeta wê bibereket bike. Gelek sal bi şûn de, gava zilamê wê giran nexweş ket, wê ji Yehowa re niyaz kir ku bila ew qewetê bide wê, da ku ew karibe li hemberî vê tengasiyê sebir bike. Îro, ew êdî jinebî ye, û ew bi dewamî dua dike û bawer dike ku wek her gav, Yehowa wê cewaba duaya wê bide.