Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 32

Baweriya Xwe ya bi Xwedê Xurttir Bike

Baweriya Xwe ya bi Xwedê Xurttir Bike

“Bawerî, ... piştrastbûniya tiştên ku nayên dîtin e” (ÎBRANÎ 11:1).

KILAM 11 Erd û Ezman Pesnê Xwedê Didin

PÊŞGOTIN a

1. Tu di heqê Xwedê de çi hîn bûyî?

 EGER dê û bavê te Şahidên Yehowa ne, te bi îhtimaleke mezin ji zaroktiya xwe ve di heqê Xwedê de melûmat standiye. Mesela, tu hîn bûyî ku her tişt ji aliyê Yehowa ve hatiye xuliqandin, ku sifetên wî pir xweş in û ku mexseda wî ya ji bo me çi ye (1. Mûsa 1:1; Karên Şandiyan 17:24-27).

2. Hin kes li însanên ku bawer dikin ku Xwedê heye, çawa dinêrin?

2 Lê belê, gelek kes bawer nakin ku Xwedê heye yan ku her tişt ji aliyê wî ve hatiye xuliqandin. Ew dibêjin ku jiyan bi tesadûfî hat meydanê. Li gor nêrîna wan, formên jiyanê yên besît hêdî hêdî guherîn û bûn formên hê pêşketî. Hin mirovên ku van tiştan dibêjin pir xwendî ne. Ew difikirin ku zanyaran îsbat kiriye ku Kitêba Pîroz şaş e û ku tenê însanên saf, nezan û nexwendî bawer dikin ku Xwedê heye.

3. Çima muhîm e ku em baweriya xwe xurttir bikin?

3 Gelo gotinên kesên bi nav û deng wê şik bixin dilê me ku em ji aliyê Yehowa ve hatine xuliqandin? Cewaba vê pirsê, bi vê yekê ve girêdayî ye ku em çima bawer dikin ku her tişt ji aliyê Yehowa ve hatiye xuliqandin. Gelo baweriya me xwe tenê dispêre tiştên ku me bihîstine, yan gelo me xwe bi xwe lêgerîn kiriye? (1. Korîntî 3:12-15). Ferq nake ku çend sal e ku em Şahidên Yehowa ne, gerek em baweriya xwe bi dewamî xurttir bikin. Eger em wisa bikin, emê nekevin ber bayê “felsefe û xapandina pûç” ên mirovên ku Kitêba Pîroz red dikin (Kolosî 2:8; Îbranî 11:6). Li vê meqaleyê, emê bibînin ku (1) gelek kes çima bawer nakin ku Xwedê heye, (2) em çawa dikarin baweriya xwe xurttir bikin ku Xwedê heye û her tişt ji aliyê wî ve hatiye xuliqandin û (3) em çawa dikarin baweriya xwe xwedî bikin.

GELEK KES ÇIMA BAWER NAKIN KU XWEDÊ HEYE?

4. Li gor Îbranî 11:1, baweriya rastîn xwe dispêre çi?

4 Hin kes difikirin ku bawerî ev e ku mirov tiştekî bê îsbatan qebûl bike. Lê belê, li gor Kitêba Pîroz, baweriya rastîn ne wisa ye (Îbranî 11:1 bixwîne). Li gor Kitêba Pîroz, baweriya bi tiştên ku nayên dîtin – mesela baweriya bi Yehowa, Îsa Mesîh û Padîşahiya ezmanî – xwe dispêre îsbatên saxlem (Îbranî 11:3). Biyokîmyazanekî ku Şahidê Yehowa ye wisa dibêje: “Baweriya me, ne baweriyeke kor e, ya ku rastiyên zanistî nabîne.”

5. Gelek kes çima bawer dikin ku her tişt xwe bi xwe hatiye meydanê?

5 Em belkî meraq dikin: “Madem ku ew qas îsbat hene ku Xwedê heye, gelek însan çima bawer nakin ku jiyan ji aliyê Xwedê ve hatiye xuliqandin?” Sebeb carinan ev e ku hin mirovan bala xwe nedaye îsbatên saxlem. Robert, ê ku niha Şahidê Yehowa ye, dibêje: “Ji ber ku li mektebê ji me re tu caran nedigotin ku jiyan hatiye xuliqandin, ez difikirîm ku jiyan bi rastî jî nehatiye xuliqandin. Lê belê, gava ez 22 salî bûm, min bi Şahidên Yehowa re sohbet kir, û min dît ku Kitêba Pîroz çawa bi awayekî bimantiq nîşan dide ku her tişt hatiye xuliqandin” b (li çarçoveya “ Tewsiyeyeke ji bo Dê û Bavan” binêre).

6. Hin kes çima bawer nakin ku Xwedê heye?

6 Hin kes dibêjin ku ew tenê bi tiştên ku tên dîtin bawer dikin, loma ew bawer nakin ku Xwedê heye. Dîsa jî, ew bi hin tiştên ku nayên dîtin bawer dikin, mesela bi hêza erdkêşiyê, çimkî di destê wan de îsbatên saxlem hene. Mîna vê, Kitêba Pîroz jî behsa hin “tiştên ku nayên dîtin” dike, û baweriya bi van tiştan bi îsbatên saxlem ve girêdayî ye (Îbranî 11:1). Çi heyf e ku gelek kes xîret nakin ku van îsbatan analîz bikin. Di netîceyê de, ew difikirin ku Xwedê tune.

7. Gelo hemû mirovên xwendî înkar dikin ku her tişt ji aliyê Xwedê ve hatiye xuliqandin? Zelal bike.

7 Hin zanyaran piştî lêkolîna îsbatan îqna bûn ku her tişt ji aliyê Xwedê ve hatiye xuliqandin. c Wek Robert, hin ji wan berê bawer nedikir ku Xwedê heye, çimkî ev yek li zanîngehê nayê hînkirin. Lê belê, gelek zanyaran di heqê Yehowa de melûmat standiye û niha ji wî hez dikin. Ferq nake ku em xwendî yan nexwendî bin, lazim e ku em jî mîna van zanyaran baweriya xwe bi pêş bixin. Gerek em vêya xwe bi xwe bikin; tu kes nikare vê yekê li şûna me bike.

TU ÇAWA DIKARÎ BAWERIYA XWE XURTTIR BIKÎ?

8-9. (a) Niha emê di heqê çi de sohbet bikin? (b) Wê çima baş be ku em tebîetê lêkolîn bikin?

8 Gelo tu çawa dikarî baweriya xwe xurttir bikî? Ka bala xwe bide van çar metodan.

9 Di heqê tebîetê de melûmatê bistîne. Her ku tu li heywan, nebat û stêrkan binêrî, baweriya te wê xurttir bibe (Zebûr 19:1; Îşaya 40:26). Gava tu bala xwe didî tebîetê, tuyê zêdetir emîn bibî ku her tişt ji aliyê Xwedê ve hatiye xuliqandin. Di weşanên me de, di heqê xisûsiyetên tebîetê de gelek meqale hene. Ji meqaleyên wisa nereve, lê wan bixwîne û xîret bike ku wan fehm bikî. Wekî din, li vîdeoyên di heqê tebîetê de, yên ku li civînên mezin derketibûn û li malpera me jw.org tên nîşandayîn, temaşe bike.

10. Li gor Romayî 1:20, tebîet çawa îsbat dike ku Xwedê heye?

10 Wexta ku tu li tebîetê dinêrî, bala xwe bidê ku tebîet di heqê Xwedê de çi eşkere dike (Romayî 1:20 bixwîne). Mesela, em dizanin ku bê ronahî û germiya Rojê, jiyan nikare dewam bike. Ji aliyê din ve, tîrêjên ultravîole (UV) dikarin zerarê bidin me. Loma, lazim e ku însan ji van tîrêjan bên parastin. Bi rastî jî, em ji van tîrêjan tên parastin. Gelo çawa? Li atmosfera dinyayê, perdeya ozonê tîrêjên bizerar fîltre dike. Her ku tîrêjên ultravîole zêde dibin, ozon jî zêde dibe. Ma tu jî qebûl nakî ku ev yek hîkmet û hezkirina Xwedê nîşan dide?

11. Kîjan çavkanî di heqê xuliqandinê de melûmatê didin? (Li çarçoveya “ Çavkaniyên ku Baweriya Me Xurttir Dikin” binêre.)

11 Li weşanên me û li ser jw.org, tu dikarî di heqê xuliqandinê de pir melûmatê bibînî, ya ku wê baweriya te xurttir bike. Mesela, bala xwe bide meqale û vîdeoyên ji rêza bi navê “Kê Çêkiriye?”. Li vê rêza meqale û vîdeoyan, di heqê hin heywan û tiştên din de melûmatên kin û balkêş hene. Wekî din, ev rêz nîşan dide ku zanyar çawa xîret dikin ku hin xisûsiyetên tebîetê teqlîd bikin.

12. Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, wê baş be ku em bala xwe bidin çi?

12 Kitêba Pîroz hûr û kûr bixwîne. Biyokîmyazanê ku me berê behsa wî kiribû pêşî qebûl nedikir ku Xwedê heye. Lê bi zeman re, wî baweriya xwe bi Xwedê anî. Ew dibêje: “Ji xeynî tiştên ku ez ji zanistê hîn bûbûm, lêkolîna Kitêba Pîroz jî alî min kir ku ez baweriya xwe bi Xwedê bînim.” Belkî tu Kitêba Pîroz jixwe rind dizanî. Dîsa jî, ji bo ku baweriya te xurttir be, gerek tu Kitêba Pîroz bi dewamî bixwînî (Yêşû 1:8; Zebûr 119:97). Ka bala xwe bidê ku Kitêba Pîroz çawa bi zelalî dibêje ku di tarîxê de çi qewimî. Wekî din, bala xwe bidê ku Kitêba Pîroz çawa ji berê ve gotibû ku çi wê biqewime û ku gotinên nivîskarên Kitêba Pîroz çawa hevgirtî ne. Bi vî awayî, baweriya te wê xurttir bibe ku em ji aliyê Xwedayekî dilovan û bihîkmet ve hatine xuliqandin û ku Kitêba Pîroz bi îlhama wî hatiye nivîsandin (2. Tîmotêyos 3:14; 2. Petrûs 1:21).

13. Gelo şîretên Kitêba Pîroz bifeyde ne? Mîsalekê bide.

13 Gava tu Kitêba Pîroz dixwînî, bîne ber çavê xwe ku şîretên wê çi qas bifeyde ne. Mesela, Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku “hezkirina peran” tiştekî xerab e û dibe sebeba “gelek êşan” (1. Tîmotêyos 6:9, 10; Methelokên Silêman 28:20; Metta 6:24). Gelo ev şîret hê di cih de ye? Kitêbek wisa dibêje: “Piraniya mirovên malperest dilşad nînin, û gelek ji wan di depresyonê de ne. Kesên ku hedefa wan tenê ev e ku zêdetir pere bi dest bixin gelek caran dikevin nexweşiyên psîkolojîk yan bedenî” (The Narcissism Epidemic). Loma, şîreta Kitêba Pîroz ku bila em xwe ji “hezkirina peran” dûr bigirin, çi qas bifeyde ye! Bi dîtina te, kîjan prensîpên din ên Kitêba Pîroz bifeyde ne? Her ku em fehm bikin ku şîretên Kitêba Pîroz çi qas baş in, emê xwe bispêrin hîkmeta Xwedê, ya ku her tim kêrhatî ye (Aqûb 1:5). Di netîceyê de, emê ji jiyana xwe zêdetir kêfê bistînin (Îşaya 48:17, 18).

14. Lêkolîna Kitêba Pîroz di heqê Yehowa de çi eşkere dike?

14 Li dema lêkolînê, xîret bike ku tu Yehowa nas bikî (Yûhenna 17:3). Li Kitêba Pîroz, tuyê bibînî ku sifetên Yehowa bi sifetên ku li tebîetê xuya dikin ve girêdayî ne. Belê, gava em di heqê sifetên Yehowa de hîn dibin, em fehm dikin ku ew kesekî xeyalî nîne, lê ew bi rastî heye (2. Mûsa 34:6, 7; Zebûr 145:8, 9). Her ku tu Yehowa baştir nas bikî, baweriya te wê xurttir bibe, tuyê ji wî zêdetir hez bikî û dostaniya te ya bi wî re wê qewîtir bibe.

15. Wê çima baş be ku em ji kesên din re behsa baweriya xwe bikin?

15 Ji kesên din re behsa baweriya xwe bike. Ev yek wê baweriya te jî xurttir bike. Lê eger kesek bipirse ka çi îsbat hene ku Xwedê heye, û tu nizanî ka çi cewabê bidî, tu dikarî çi bikî? Mesela, tu dikarî li weşanên me li cewabê bigerî û vê melûmatê ji vî kesî re bibêjî (1. Petrûs 3:15). Wekî din, tu dikarî ji xwişk yan birayekî bitecrûbe alîkariyê bixwazî. Eger kesê nebawermend cewabên te qebûl neke jî, tuyê ji lêgerîna xwe feydeyê bistînî. Baweriya te wê xurttir bibe, û tuyê nekevî ber bayê mirovên ku xwe biaqil hesab dikin, lê bawer nakin ku Xwedê heye.

BAWERIYA XWE XWEDÎ BIKE

16. Eger em baweriya xwe bi dewamî xurttir nekin û xwedî nekin, çi dikare biqewime?

16 Ferq nake ku çend sal e ku em xizmetkarên Yehowa ne, gerek em baweriya xwe her ku diçe xurttir bikin. Gelo çima? Çimkî eger em hay ji xwe nebin, baweriya me dikare sist bibe. Ji bîr neke ku bawerî bi îsbatên ji bo tiştên ku nayên dîtin ve girêdayî ye. Carinan, em tiştên ku em nabînin zû ji bîr dikin. Loma, Pawlosê şandî sistbûna baweriyê wek “gunehê ku bi hêsanî xwe li me dipêçe” bi nav kir (Îbranî 12:1). Gelo em çawa dikarin xwe ji vê dafikê dûr bigirin? (2. Selanîkî 1:3).

17. Ji bo ku em baweriya xwe winda nekin, em hewceyî çi ne?

17 Bi dewamî ji Yehowa rica bike ku ew ruhê pîroz bide te. Gelo çima? Çimkî bawerî, pareke “berê Ruh” e (Galatî 5:22, 23). Bê alîkariya ruhê pîroz, em nikarin baweriya xwe xurttir bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku eger em bi dewamî ji Yehowa rica bikin ku ew ruhê pîroz bide me, ewê duayên me qebûl bike (Lûqa 11:13). Em dikarin wisa jî dua bikin: “Baweriya me zêde bike” (Lûqa 17:5).

18. Li gor Zebûr 1:2, 3, gerek em çi bikin, û ev yek îro çima hêsan e?

18 Wekî din, lêkolîna Kitêba Pîroz îhmal neke (Zebûr 1:2, 3 bixwîne). Wexta ku ev zebûr hat nivîsandin, temamiya Qanûna Xwedê di destê piraniya mirovan de tune bû. Lê belê, di destê padîşah û kahînan de nisxeyên Qanûna Xwedê hebûn, û her sala heftan, Qanûna Xwedê ji “zilaman û pîrekan û zarokan û xerîbên” ku li welatê Îsraêlê dijiyan re dihat xwendin (5. Mûsa 31:10-12). Li rojên Îsa Mesîh, tomarên Nivîsarên Pîroz tenê li kenîşteyan û di destê hin kesan de hebûn. Lê belê, îro piraniya însanan dikarin Kitêba Pîroz yan herî kêm hin parên wê bi dest bixin. Çi keremeke mezin! Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin Kitêba Pîroz?

19. Em çawa dikarin baweriya xwe xurttir bikin?

19 Belê, ev yek ku Kitêba Pîroz di destê me de heye, keremeke mezin e! Loma, wê baş be ku em Kitêba Pîroz her roj bixwînin. Ji bo ku baweriya me qewî be, ne bes e ku em Kitêba Pîroz tenê car caran bixwînin, lê gerek em vêya li gor bernameyeke nîzamî bikin.

20. Wê baş be ku em çi bikin?

20 Baweriya me xwe dispêre îsbatên ji Peyva Xwedê. Ji ber vê yekê, em naşibin “yên zana û baqil” ên vê dinyayê (Metta 11:25, 26). Ji lêkolîna Kitêba Pîroz, em dizanin ku halê dinyayê çima her ku diçe xerabtir dibe, û Yehowa wê vî halê xerab çawa serrast bike. Loma, bila em baweriya xwe xurttir bikin û alî kesên din jî bikin ku ew baweriya xwe bi Xwedê bînin (1. Tîmotêyos 2:3, 4). Em li benda wê rojê ne ku her kes wê van gotinên ji Peyxam 4:11 bîne zimên: “Ya Xudan, Xwedayê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin.”

KILAM 2 Yehowa Navê Te ye

a Nivîsarên Pîroz bi eşkereyî nîşan didin ku her tişt ji aliyê Yehowa Xwedê ve hatiye xuliqandin. Lê belê, gelek kes bawer nakin ku Xwedê heye. Ew dibêjin ku jiyan xwe bi xwe hatiye meydanê. Lê belê, eger em baweriya xwe ya bi Xwedê û bi Kitêba Pîroz xurttir bikin, emê seba gotinên wan nekevin şikê. Ev meqale wê nîşanî me bide ku em çawa dikarin baweriya xwe xurttir bikin.

b Li gelek mekteban hîn nakin ku em ji aliyê Xwedê ve hatine xuliqandin. Hin mamoste difikirin ku gerek ew zorê li xwendekaran nedin ku ew bawer bikin ku Xwedê heye. Ji ber vê yekê, ew naxwazin di heqê xuliqandinê de melûmatê bidin.

c Gotinên zêdetirî 60 zanyar û pisporên din, ên ku bawer dikin ku her tişt hatiye xuliqandin, li Watch Tower Publications Index (bi zimanê Îngilîzî) tên nîşandayîn. Di bin mijara “Science” de, li sernivîsa “Scientists expressing belief in creation” binêre. Hin ji van gotinan li Research Guide for Jehovah’s Witnesses (bi zimanê Îngilîzî) jî tên nîşandayîn. Di bin mijara “Science and Technology” de, li sernivîsa “Interview” binêre.