Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 32

Baweriya Xwe Hindava Efirandar Qewî ke

Baweriya Xwe Hindava Efirandar Qewî ke

“Bawerî ew e, çaxê em dudilî nînin . . . wan tiştada yên ku nayêne dîtin, lê bi rastiyê hene” (ÎBRANÎ 11:1, DT).

KILAMA 11 Efirîn Xwedê Pîroz Dikin

VÊ GOTARÊDA *

1. Tu derheqa Efirandar çi zanî?

HEGER dê-bavê te Şedên Yehowa ne, dêmek tu ji zarotiyê zanî wekî Yehowa ye Efirandar. Mesele, tu pêhesiyayî ku ewî her tişt efirandiye, ku xeyset-hunurên wî çi cûreyî ne û nêta wî bona me çi ye (Destpêbûn 1:1; Karên Şandiya 17:24-27).

2. Hine kes çawa ser van meriva dinihêrin, yên ku bawer dikin wekî Efirandar heye?

2 Lê gelek kes bawer nakin wekî Xwedê heye û ku ewî her tişt efirandiye. Ewana dibêjin ku jîyîn xwexa ji şanên biçûk pêşda hatiye. Li gora nihêrandina wan, formên jîyînê yên sist hêdî-hêdî dihatine guhastinê û dibûne formên diha qewî. Hine kesên ku vê yekê bawer dikin, merivne gelek xwendî ne. Ewana difikirin ku zandarî îzbat kiriye, wekî Kitêba Pîrozda şaşî hene, û tenê merivên nexwendî, belengaz û nezan bawer dikin wekî Efirandar heye.

3. Çira ferz e baweriya xwe qewî kin?

3 Gelo nihêrandina kesên nav û deng wê baweriya me sist bikin? Caba vê pirsê vê yekêva girêdayî ye, ku em çira bawer dikin wekî Yehowa Efirandar e. Gelo hîmê baweriya me ev e ku kesekî mera usa gotiye, yan ev e ku me xwexa lêkolîn kiriye? (1 Korintî 3:12-15) Firqî tune çend sal e em Şedên Yehowa ne, gerekê em timê baweriya xwe qewî kin. Heger em usa bikin, emê nekevin ber bayê “serwaxtiya derewe pûç” yên merivên ku Kitêba Pîroz ret dikin (Kolosî 2:8; Îbranî 11:6). Vê gotarêda, emê bivînin ku (1) gelek kes çima bawer nakin wekî Xwedê heye, (2) em çawa dikarin baweriya xwe diha qewî bikin wekî Xwedê heye û ewî her tişt efirandiye û (3) em çawa dikarin baweriya xwe xwey bikin.

GELEK KES ÇIMA BAWER NAKIN WEKÎ XWEDÊ HEYE?

4. Li gora Îbranî 11:1, baweriya rast ser hîmê çi ye?

4 Hine kes difikirin ku bawerî ev e, gava meriv tiştekî bê îzbat û çevgirtî bawer dike. Lê li gora Kitêba Pîroz, baweriya rast usa nîne (Îbranî 11:1 bixûne, DT). Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî bawerî hindava tiştên ku nayên dîtin, mesele bawerî hindava Yehowa, Îsa Mesîh û Padşatiya ezmana – ser hîmê îzbatkirina ye (Îbranî 11:3). Biyokîmyazanekî ku Şedê Yehowa ye usa dibêje: “Baweriya me kor nîne, û rastiyên zandariyê înkar nake”.

5. Gelek kes çira bawer dikin ku her tişt xwexa pêşda hatiye?

5 Em dibeke berxwe dikevin: “Heger haqas îzbat hene ku Xwedê heye, çira gelek meriv bawer nakin ku Xwedê jîyîn efirandiye?” Sebeb carna ev e wekî hine meriva îzbatkirin qet lêkolîn nekirine. Robêrt, yê ku niha Şedê Yehowa ye, dibêje: “Mektebêda mera tu cara nedigotin wekî jîyîn hatiye efirandin, lema jî ez difikirîm ku jîyîn bi rastî nehatiye efirandin. Lê gava ez 22 salî bûm, min tevî Şedên Yehowa xeber da, û min dît wekî Kitêba Pîroz çawa bi logîkî nîşan dike ku her tişt hatiye efirandin” * (Çargoşe bi navê “ Şîret bona Dê-Bava” binihêre).

6. Hine kes çira bawer nakin ku Efirandar heye?

6 Hine kes dibêjin wekî ewana baweriya xwe wan tişta tînin, ku têne dîtinê, lema jî ewana bawer nakin wekî Xwedê heye. Lê dîsa jî, ewana hine tiştên ku nayên dîtin bawer dikin, mesele qewata gravîtasiyayê, çimkî ew yek eşkere ye. Mîna vê yekê, Kitêba Pîroz jî besa van tişta dike, “yên ku nayêne dîtin, bi rastiyê hene”, û bawerî hindava van tişta ser hîmê îzbatên eşkere ye (Îbranî 11:1, DT). Yazix gelek kes xîret nakin, wekî van îzbata lêkolîn bikin, lema jî difikirin ku Xwedê tune.

7. Gelo hemû merivên xwendî înkar dikin, wekî her tişt Xwedê efirandiye? Şiroveke.

7 Hine zandar paşî lêkolîna îzbata bawer kirin, ku her tişt ji aliyê Xwedêva hatiye efirandin. * Mîna Robêrt, hine ji wan zandara berê bawer nedikirin wekî Xwedê heye, çimkî ûnîvêrsîtêtêda hîn nedikirin ku Xwedê heye. Lê gelek zandara derheqa Yehowa pêhesiyan û niha wî hiz dikin. Firqî tune em xwendî yan jî nexwendî ne, lazim e ku em jî mîna van zandara baweriya xwe hindava Xwedê qewî bikin. Gerekê em vê yekê xwexa bikin, çimkî tu kes nikare vê yekê dewsa me bike.

TU ÇA DIKARÎ BAWERIYA XWE DIHA QEWÎ KÎ?

8-9. (a) Niha emê derheqa çi xeber din? (b) Çira wê baş be ku em tebiyetê lêkolîn bikin?

8 Gelo tu ça dikarî baweriya xwe diha qewî kî? Were em dîna xwe bidine van çar mêtoda.

9 Tebiyetê lêkolîn bike. Heger tu dîna xwe bidî heywan, şînkayî û steyrka, baweriya te wê diha qewî be (Zebûr 19:1; Îşaya 40:26). Çiqas tu tiştên usa lêkolîn bikî, tuyê diha zêde bawer bî wekî her tişt çêkirina destê Yehowa ye. Edebyetên meda, derheqa tebiyetê gelek gotar hene. Heger tera zor be hine gotar fem bikî, dîsa jî xîret bike vana bixûne. Usa jî, ser malpera me jw.org, vîdêoyên derheqa tebiyetê yên ku ser civatên mezin derketibûn, binihêre.

10. Li gora Romayî 1:20, tebiyet çawa îzbat dike wekî Efirandar heye?

10 Çaxê tu tebiyetê lêkolîn dikî, dîna xwe bidê ku tebiyet derheqa Xwedê çi eşkere dike (Romayî 1:20 bixûne). Mesele, em zanin ku bê ronayî û germaya tevê, jîyîn wê tune bûya. Ji aliyê dinva, şewqên ûltravîolêt (UV) dikarin ziyanê bidin me. Lema jî lazim e ku meriv ji van şewqa bêne xweykirinê. Û em ji van şewqa bi rastî xweykirî ne. Gelo çawa? Atmosfêrêda gaza ozonê heye, ya ku radîasiya fîltr dike û me ji ziyanê xwey dike. Çiqas şewqên ûltravîolêt zêde dibin, haqas ozon jî zêde dibe. Lê gelo tu qebûl dikî wekî ev yek bîlanî û hizkirina Xwedê eyan dike?

11. Kîjan kanî baweriya me hindava efirandinê qewî dikin? (Çargoşe “ Kaniyên ku Baweriya Me Diha Qewî Dikin” binihêre.)

11 Edebyetên meda, mesele “Îndêksa Edebyeta Birca Qerewiliyêda” û ser jw.org, tu dikarî derheqa efirandinê gelek înformasiya bivînî, ya ku wê baweriya te diha qewî bike. Mesele, dîna xwe bide gotar û vîdêoyên ji rêza bi navê “Gelo Ew Yek Kesekî Efirandiye?” Wêderê derheqa hine heywan û tiştên din înformasiya kin û hewas heye. Usa jî, hûn dikarin pêbihesin ku zandar ça xîret dikin wekî hine tişta xût çawa tebiyetêda hene, çêkin.

12. Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, wê baş be em dîna xwe bidine çi?

12 Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Biyokîmyazanê ku me besa wî kiribû, sêrîda qebûl nedikir wekî Xwedê heye. Lê wede şûnda, ewî bawer kir ku Xwedê heye. Ew dibêje: “Xêncî tiştên ku ez ji zandariyê hîn bibûm, lêkolîna Kitêba Pîroz jî alî min kir wekî ez baweriya xwe Xwedê bînim”. Dibeke tu Kitêba Pîroz rind zanî. Dîsa jî, seva ku baweriya te diha qewî be, gerekê tu berdewam kî Kitêba Pîroz lêkolîn bikî (Yêşû 1:8; Zebûr 119:97). Dîna xwe bidê Kitêba Pîroz ça hûr bi hûr dibêje ku terîxiyêda çi qewimî. Usa jî, dîna xwe bidê ku Kitêba Pîroz çawa pêxembertî kiribû, wekî çi wê biqewime, û gotinên nivîskarên Kitêba Pîroz çawa hevva girêdayî ne. Bi vî cûreyî, baweriya te wê diha qewî be ku Xwedayekî dilovan û bîlan em efirandine û Kitêba Pîroz ji bîna ber wî hatiye nivîsandin (2 Tîmotêyo 3:14; 2 Petrûs 1:21).

13. Gelo şîretên Kitêba Pîroz kêrhatî ne? Meselê bîne.

13 Gava tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, bîne ber çevê xwe wekî şîretên wê çiqas kêrhatî ne. Mesele, Kitêba Pîroz ji berêva gotibû ku “perehizî” tiştekî xirab e û dibe sebeba “kul û derda” (1 Tîmotêyo 6:9, 10; Metelok 28:20; Metta 6:24). Gelo heta roja îroyîn jî usa ne? Kitêbek usa dibêje: “Heçî zef merivên hebûkhiz bextewar nînin û gelek car dikevine dêprêsiyayê. Kesên ku tenê pey pera dikevin, gelek car aliyê psîxîkî û fîzîkîda nexweş dikevin” (“The Narcissism Epidemic”). Belê, bi rastî jî şîreta Kitêba Pîroz ku “perehiz” nîbin, çiqas kêrhatî ye! Bi texmîna te, dîsa kîjan prînsîpên din ji Kitêba Pîroz kêrhatî ne? Çiqas em şîretên Kitêba Pîroz qîmet bikin, haqas emê xwe bispêrin bîlaniya Xwedê, ku her tim kêrhatî ye (Aqûb 1:5). Axiriyêda, emê ji jîyîna xwe diha zêde şabûnê bistînin (Îşaya 48:17, 18).

14. Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em derheqa Yehowa çi hîn dibin?

14 Gava tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, gerekê nêta te ev be wekî Yehowa nas bikî (Yûhenna 17:3). Çaxê tu Kitêba Pîrozda derheqa xeyset-hunurên Yehowa bixûnî, tuyê bivînî ku tebiyetêda jî ev hunurên wî eyan dibin. Belê, çaxê em derheqa hunurên Yehowa hîn dibin, em fem dikin wekî ew kesê rêalî ye û bi rastî heye (Derketin 34:6, 7; Zebûr 145:8, 9). Çiqas tu Yehowa baştir nas bikî, baweriya te wê diha qewî be, tuyê wî hê qayîm hiz bikî û dostiya te tevî wî wê hê nêzîk be.

15. Wê çira baş be ku em kesên dinra besa baweriya xwe bikin?

15 Derheqa baweriya xwe hindava Xwedê merivara gilî ke. Ev yek wê baweriya te diha qewî ke. Lê heger kesek dipirse hela çi îzbatkirin hene wekî Xwedê heye, û tu nizanî çi cabê bidî, tu dikarî çi bikî? Edebyetên meda cabê bigere û vê înformasiyayê wîra bêje (1 Petrûs 3:15). Usa jî, tu dikarî ji xûşk yan birakî cêribandî alîkariyê bixwazî. Heger kesê nebawermend cabên ji Kitêba Pîroz qebûl neke, tuyê dîsa jî ji lêkolînê karê bistînî. Baweriya te wê diha qewî be, û tuyê nekevî ber bayê merivên usa ku xwe xwendî û bîlan hesab dikin, lê bawer nakin ku Xwedê heye.

BAWERIYA XWE XWEY KE!

16. Heger em baweriya xwe qewî nekin û xwey nekin, çi dikare biqewime?

16 Firqî tune çend sal e em xizmetkarên Yehowa ne, gerekê em timê baweriya xwe qewî bikin. Gelo çira? Çimkî heger em haş ji xwe tune bin, baweriya me dikare sist be. Bîr neke wekî bawerî ser hîmê van îzbata ye ku nayêne dîtinê. Carna em tiştên ku navînin, zû bîr dikin. Lema jî, Pawlosê şandî baweriya sist nav kir ça “gunê ku rihet li me diwele” (Îbranî 12:1). Gelo em çawa dikarin xwe ji vê telikê dûr bigirin? (2 Têsalonîkî 1:3).

17. Seva ku em baweriya xwe unda nekin, em hewcê çi ne?

17 Ya pêşin, timê ji Yehowa ruhê pîroz bixwaze. Gelo çira? Çimkî bawerî, pareke “berê ruh” e (Galatî 5:22, 23). Bê alîkariya ruhê pîroz, em nikarin baweriya xwe diha qewî kin. Kitêba Pîroz dibêje ku heger em berdewam kin ji Yehowa hîvî bikin wekî ew ruhê pîroz bide me, ewê duayên me qebûl bike (Lûqa 11:13). Em dikarin usa jî dua bikin: “Baweriya me zêde ke” (Lûqa 17:5).

18. Li gora Zebûr 1:2, 3, gerekê em çi bikin, û ev yek îro çira hêsa ye?

18 Ya duda, timê Kitêba Pîroz lêkolîn bike (Zebûr 1:2, 3 bixûne). Çaxê ev zebûr hat nivîsandin, temamiya nivîsara Qanûna Xwedê destê gelek merivada tune bû. Lê kopiyên Qanûna Xwedê destê padşa û kahînada hebûn. Û her sala hefta, ev Qanûna Xwedê gişkara, dêmek “jina, mêra, zara û xerîbên” ku welatê Îsraêlêda dijîtin, dihate xwendin (Qanûna Ducarî 31:10-12). Rojên Îsada, Nivîsarên Pîroz yên gulometkkirî tenê cem hine kesa û kinîştada hebû. Lê îro gelek meriv dikarin Kitêba Pîroz yan jî hine parên wê, destxin. Çi keremeke mezin e! Gelo em çawa dikarin nîşan bikin ku Xebera Xwedê qîmet dikin?

19. Seva ku baweriya me qewî be, gerekê em çi bikin?

19 Belê, ev yek ku destê meda Xebera Xwedê heye, keremeke mezin e! Lema jî gerekê em lêkolîna Kitêba Pîroz paş nexin û hîviya wedekî diha baş nîbin, lê her roj bixûnin. Hergê grafîka meye xwendina Kitêba Pîroz heye û em xwe li vê grafîkê digirin, emê bikaribin baweriya xwe qewî xwey kin.

20. Wê baş be ku em çi bikin?

20 Baweriya me ser hîmê îzbatên ji Xebera Xwedê ye. Lema jî em mîna ‘zana û bîlanên’ vê dinyayê, nînin (Metta 11:25, 26). Ji lêkolîna Kitêba Pîroz, em zanin ku çira halê dinyayê çiqas diçe diha xirab dibe, û Yehowa vî halê xirab wê ça rast bike. Lema, were em baweriya xwe hê qewî bikin û alî kesên din bikin wekî ewana jî baweriya xwe Xwedê bînin (1 Tîmotêyo 2:3, 4). Em hîviya wê rojê ne, gava her kes wê van gotinên ji Eyantî 4:11 bêje: “Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî . . . çimkî te her tişt efirandin”.

KILAMA 2 Navê Te Yehowa ye

^ abz. 5 Nivîsarên Pîroz eşkere nîşan dikin, wekî Yehowa Xwedê her tişt efirandiye. Lê dîsa jî gelek kes bawer nakin, wekî Xwedê heye. Ewana dibêjin ku jîyîn xwexa pêşda hatiye. Lê heger em baweriya xwe hindava Xwedê û Kitêba Pîroz diha qewî kin, emê ji bo gotinên merivên usa nekevine şikê. Ev gotar wê nîşanî me ke ku em çawa dikarin baweriya xwe diha qewî kin.

^ abz. 5 Gelek mektebada hîn nakin wekî Xwedê em efirandine. Hine dersdar difikirin ku gerekê ew zorê şagirta nekin ku ewana bawer bikin wekî Xwedê heye. Lema, ewana derheqa efirandinê zara hîn nakin, wekî ewana xwexa bijbêrin çi bawer bikin.

^ abz. 7 Gotinên zêdetirî 60 zandara û merivên xwendî, yên ku bawer dikin wekî her tişt hatiye efirandinê, “Îndêksa Edebyeta Birca Qerewiliyêda” hene. Têma “Zandarîda”, binserî “Zandar baweriya xwe hindava efirandinê eyan dikin” binihêre. Hine ji van gotina usa jî vê broşûrêda hene “Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa”. Têma “Zandarî û Têknolojî”, binserî “Qisekirin” binihêre.