Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 33

Bi Îmtiyazên Xwe Dilxweş Be

Bi Îmtiyazên Xwe Dilxweş Be

“Ya ku çav dibîne ji ya ku canê mirov dixwaze çêtir e” (WAIZ 6:9, Mizgînî).

KILAM 111 Sebebên Dilxweşiya Me

PÊŞGOTIN a

1. Gelek xwişk û bira hazir in ku çi bikin?

 DAWIYA vê sîstemê nêzîk e, loma îşê me pir e (Metta 24:14; Lûqa 10:2; 1. Petrûs 5:2). Em gişt dixwazin bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin. Ji ber vê yekê, gelek xwişk û bira xizmeta xwe zêde dikin. Hin kes dixwazin bibin pêşeng. Hin xwişk û bira jî dixwazin li Beytelê yan li projeyên avakirinê bixebitin. Wekî din, gelek bira dixwazin bibin alîkarên xizmetê yan rîspî (1. Tîmotêyos 3:1, 8). Gava Yehowa dilxwaziya xizmetkarên xwe dibîne, dilê wî bê guman gelekî şa dibe (Zebûr 110:3; Îşaya 6:8).

2. Eger em nikarin bigihîjin hin hedefan, ev yek dikare li ser me çawa tesîr bike?

2 Hin kes xemgîn in ji ber ku pir wext derbas bûye, lê ew hê negihîştine hin hedefên xwe. Hin xwişk û bira êdî kal û pîr bûne yan seba tengasiyên din nikarin hin îmtiyazan bistînin (Methelokên Silêman 13:12). Mesela, halê xwişka me Melissa b wisa ye. Wê dixwest biçûya Beytelê yan Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê, lê çi heyf e ku ev yek ji bo wê ne mumkin e. Melissa dibêje: “Emrê min êdî mezin e. Ev îmtiyaz ji bo min xeyal in. Carinan, ez li ber xwe dikevim.”

3. Eger kesek dixwaze zêdetir îmtiyazan bistîne, wê baş be ku ew çi bike?

3 Hin xwişk û birayên me yên ciwan pir biaqil, jîr û jêhatî ne. Dîsa jî, ji bo ku ew îmtiyazên nû bistînin, lazim e ku ew ji aliyê ruhî ve zêdetir bi pêş ve herin. Mesela, belkî lazim e ku ew zêdetir bisebir, bidîqat û hurmetkar bibin. Eger tu xîret bikî ku sifetên wisa bînî meydanê, dibe ku rojekê, tuyê zêdetir îmtiyazan bistînî. Serpêhatiya birayê me Nick bîne ber çavê xwe. Gava ew 20 salî bû, ew pir xemgîn bû ji ber ku ew wek alîkarê xizmetê nehat tayînkirin. Ew dibêje: “Min meraq dikir ka qisûra min çi ye.” Dîsa jî, Nick dev ji xîreta xwe bernedida. Wî bi dil û can li civatê û li xizmetê kar dikir. Îro, ew endamê Komîteya Buroyekê ye.

4. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

4 Eger tu xemgîn î ji ber ku tu hê negihîştiyî hedefeke ruhî, dilê xwe ji Yehowa re veke (Zebûr 37:5-7). Wekî din, ji birayên gihîştî bipirse ka tu çawa dikarî di xizmeta xwe de bi pêş ve herî, û li gor şîretên wan hereket bike. Bi vî awayî, dibe ku rê vebe ku tu bigihîjî hedefa xwe. Lê belê, eger halê te wek halê Melissayê ye û tu nikarî bigihîjî îmtiyazekê, gelo tu çawa dikarî dilxweşiya xwe xwedî bikî? Li vê meqaleyê, tuyê bibînî ku (1) çi dikare te dilxweş bike, (2) tu çawa dikarî dilxweşiya xwe zêde bikî û (3) tu dikarî ji xwe re çi cure hedefan deynî ku dilxweşiya xwe zêde bikî.

EM ÇAWA DIKARIN DILXWEŞ BIBIN?

5. Li gor Waiz 6:9, gerek em bala xwe bidin çi?

5 Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ya ku çav dibîne ji ya ku canê mirov dixwaze çêtir e. Ev jî pûç e û wek ketina pey bayê ye” (Waiz 6:9, Mizgînî). Kesekî ku bi tiştên “ku çav dibîne” dilxweş dibe, bi şertên xwe razî ye. Lê belê, çavê kesekî ku dikeve pey tiştên ku ‘canê wî dixwaze’ her tim li ser tiştên wisa ye, yên ku di destê wî de tune ne. Dersa ji bo me çi ye? Ji bo ku em dilxweş bibin, gerek em bala xwe bidin tiştên ku di destê me de hene û hedefên ku em bi rastî dikarin bigihîjin wan.

6. Niha emê li kîjan mîsalê binêrin, û çima?

6 Gelo bi rastî mumkin e ku em bi tiştên ku jixwe di destê me de hene, razî bin? Hin kes difikirin ku ev yek ne mumkin e, çimkî mirov her tim li tiştên nû digere. Lê bi eslê xwe, ev yek mumkin e! Em dikarin bi tiştên “ku çav dibîne” hem razî bin hem jî dilxweş bin. Gelo çawa? Niha emê li mîsala Îsa Mesîh a di heqê telantan de binêrin, a ku li Metta 25:14-30 derbas dibe. Emê bibînin ku li gor vê mîsalê, em çawa dikarin hem ji bereketên ku niha di destê me de hene dilxweşiyê bistînin hem jî dilxweşiya xwe zêde bikin.

EM ÇAWA DIKARIN DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKIN?

7. Bi çend gotinan behsa mîsala telantan bike.

7 Li vê mîsala Îsa Mesîh, zilamekî dixwest here welatekî din. Berî ku ew çû, wî gazî xulamên xwe kir û çend telant dan wan, da ku ew ticaretê bikin. c Li gor hunerên wan, zilam ji yekî ji xulamên xwe re pênc telant, ji yekî din re du telant û ji yê sisêyan re yek telant da. Du xulaman emaneta ku wan stand rind xebitand, lê yê sisêyan, tu tişt nekir û ji ber vê yekê, ew hat qewirandin.

8. Xulamê pêşîn çima şa bû?

8 Xulamê pêşîn bê guman şa bû ku axa pênc telant emanetî wî kirin. Pênc telant bi rastî jî pereyekî mezin bû, û vê yekê nîşan dida ku axa çi qas îtibara xwe bi wî dianî! Lê belê, gelo xulamê diduyan xemgîn bû ji ber ku wî tenê du telant standin?

Em dikarin ji xulamê diduyan ê ji mîsala Îsa Mesîh çi hîn bibin? (1) Xulam ji axayê xwe du telant standin. (2) Ew bi dil û can xebitî ku ji bo axayê xwe zêdetir pere qazanc bike. (3) Wî telantên axayê xwe du qat zêde kirin (Li paragrafên 9 heta 11an binêre)

9. Li gor mîsala Îsa Mesîh, gelo xulamê diduyan çi nekir? (Metta 25:22, 23)

9 Metta 25:22, 23 bixwîne. Îsa Mesîh negot ku xulamê diduyan xemgîn bû yan hêrs ket ji ber ku wî tenê du telant standin. Wî negot: “Axa çima tenê du telant dan min? Ma hunerên min bi qasî xulamê din, ê ku pênc telant standin, nînin? Madem ku axa qîmetê nade min, ezê van telantan veşêrim û bikevim pey menfaetên xwe.”

10. Xulamê diduyan bi telantên xwe çi kir?

10 Mîna xulamê pêşîn, ê diduyan jî mesûliyeta xwe cidî digirt. Wî bi dil û can ji axayê xwe re xizmet kir, û wî telantên ku wî standibûn, du qat zêde kirin. Ev xulam jî seba huner û xîreta xwe hat xelatkirin. Axa hem ji wî razî bû hem jî qerar da ku ev xulam hêja ye ku zêdetir mesûliyetê bistîne.

11. Em çawa dikarin dilxweşiya xwe zêde bikin?

11 Mîna vê, wê baş be ku tu jî mesûliyetên xwe bi xîret bînî cih. Eger tu xwe ‘bi tevahî bidî’ îşê belavkirina mizgînê û bi dil û can bi fealiyetên civatê mijûl bibî, tuyê dilxweş bibî (Karên Şandiyan 18:5; Îbranî 10:24, 25). Xwe rind hazir bike, da ku tu karibî li civînê cewabên xweş bidî. Wezîfeyên ku tu li civîna Jiyan û Xizmetê distînî, cidî bigire. Eger di civatê de ji te re îşêk bê dayîn, vî îşî di wextê de û bi awayekî baş bike. Di heqê tu îşî de nefikire ku ev îş ne hêjayî wexta te ye. Hunerên xwe her ku diçe zêde bike (Methelokên Silêman 22:29). Her ku tuyê bi fealiyetên ruhî û îşê civatê mijûl bibî, tuyê zûtir bi pêş ve herî û zêdetir dilxweş bibî (Galatî 6:4). Bi ser de, ev yek wê alî te bike ku tu şa bibî gava kesekî din îmtiyazekê distîne, ya ku te jî dixwest bistanda (Romayî 12:15; Galatî 5:26).

12. Du mizgînvanan dilxweşiya xwe çawa zêde kir?

12 Tê bîra te ku xwişkeke bi navê Melissa çi qas dixwest biçûya Beytelê yan Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê? Rast e, daxwaza wê nehatiye cih, lê dîsa jî, ew dibêje: “Ez xîret dikim ku xizmeta pêşengiyê bi dil û can bikim, û ez hemû metodên xizmetê bi kar tînim. Ev yek dilê min şa dike.” Wekî din, gava birayê me Nick wek alîkarê xizmetê nehat tayînkirin, wî çi kir? Ew dibêje: “Min bala xwe dida îmtiyazên ku jixwe di destê min de hebûn. Mesela, îmtiyaza min hebû ku herim xizmetê û li civînan cewabên xweş bidim. Ji xeynî vê, min ji bo xizmeta Beytelê mureceat kir, û salek bi şûn de, ez hatim qebûlkirin.”

13. Wê çima baş be ku em bi wezîfeyên ku niha di destê me de hene, mijûl bibin? (Waiz 2:24)

13 Eger tu xwe ‘bi tevahî bidî’ wezîfeyên ku niha di destê te de hene, gelo tuyê rojekê îmtiyazên mezintir bistînî? Belkî jî. Mesela, Nick îmtiyazeke hê mezintir stand. Lê belê, wek Melissayê, eger tu îmtiyazên mezintir nestînî jî, tu dikarî ji keda destê xwe kêfê bistînî (Waiz 2:24 bixwîne). Wekî din, ev yek ku ‘axayê me’ Îsa Mesîh ji xîreta te razî ye dikare dilê te xweş bike.

HEDEFÊN KU DIKARIN DILXWEŞIYA ME ZÊDE BIKIN

14. Wê çima baş be ku em ji xwe re hedefên ruhî deynin?

14 Wê baş be ku em herî zêde bala xwe bidin wezîfeyên ku niha di destê me de hene. Lê belê, ma ev yek tê maneya ku ne lazim e ku em xîret bikin ku xizmeta xwe berfirehtir bikin? Helbet na! Wê baş be ku em ji xwe re hedefên ruhî deynin. Eger hedefên me yên ruhî hebin, emê çi ji destê me tê bikin ku hem di xizmetê de hem jî di civatê de îşên bifeyde bikin. Ji bo ku em bigihîjin van hedefan, gerek em bi aqilmendî, dilnizmî û fedakarî bala xwe bidinê ku em çawa dikarin alî kesên din bikin (Methelokên Silêman 11:2; Karên Şandiyan 20:35).

15. Kîjan hedef dikarin dilxweşiya te zêde bikin?

15 Gelo tu dikarî ji xwe re kîjan hedefan deynî? Ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu fehm bikî ku kîjan hedef ji bo te maqûl in (Methelokên Silêman 16:3; Aqûb 1:5). Mesela, gelo tu dikarî bibî pêşengê alîkar yan pêşengê daîmî? Gelo tu dikarî li Beytelê yan li projeyên avakirinê bixebitî? Yan jî, ji bo ku tu mizgînê zêdetir belav bikî, gelo tu dikarî zimanekî nû hîn bibî yan derbasî deşteke din bibî? Ji bo ku tu bigihîjî hedefên wisa, wê baş be ku tu li weşanên me binêrî û bi rîspiyan re xeber bidî. d Her ku tu xîret bikî ku bigihîjî hedefên wisa, pêşveçûna te wê eşkere bibe, û dilxweşiya te wê zêde bibe.

16. Eger em nikarin bigihîjin hedefekê, wê baş be ku em çi bikin?

16 Eger tu nikarî bigihîjî hedefên ku paragrafa berê behsa wan dike, gelo tu dikarî çi bikî? Îcar ji xwe re hedefeke din deyne! Pir muhîm e ku hedefên ku tu ji xwe re datînî, maqûl bin. Niha emê di heqê hin hedefên wisa de xeber bidin.

Tu dikarî ji xwe re kîjan hedefê deynî? (Li paragrafa 17an binêre) f

17. Li gor 1. Tîmotêyos 4:13, 15, ji bo ku birayek bibe mamosteyekî hê baştir, wê baş be ku ew çi bike?

17 1. Tîmotêyos 4:13, 15 bixwîne. Eger tu birayekî binavkirî yî, wê baş be ku tu xîret bikî ku bibî gotarvan û mamosteyekî hê baştir. Bi vî awayî, xwendekar û guhdarên te wê ji xwendin, xeberdan û hînkirina te zêdetir feydeyê bistînin. Mesela, ji xwe re bike armanc ku tu hemû şîretên ku li broşûra Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe tên nîşankirin, yek bi yek bixwînî û pêk bînî. Li malê rind prova bike û xîret bike ku gotarên xwe li gor van şîretan pêşkêş bikî. Ji rêberê alîkar e yan ji rîspiyên din, “ên ku di ber peyivîn û hînkirinê de zehmet dikişînin”, şîretê bixwaze (1. Tîmotêyos 5:17). Helbet ne bes e ku tu metodên ku li broşûrê tên nîşankirin, fehm bikî. Armanca te gerek ev be ku tu baweriya guhdaran xurttir bikî yan daxwaza wan ku ew tiştên ku ew dibihîzin, pêk bînin, zêde bikî. Bi vî awayî, tuyê hem dilxweşiya wan hem jî dilxweşiya xwe zêde bikî.

Tu dikarî ji xwe re kîjan hedefê deynî? (Li paragrafa 18an binêre) g

18. Çi dikare alî me bike ku em bigihîjin hedefên ku me ji bo xizmetê ji xwe re danîne?

18 Ji me hemûyan re wezîfe hatiye dayîn ku em mizgînê belav bikin û mirovan bikin şagirtên Îsa Mesîh (Metta 28:19, 20; Romayî 10:14). Eger tu dixwazî di vî îşê muhîm de hunerên xwe bi pêş bixî, ji xwe re hedefan deyne ku tu şîretên ku li broşûra Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe tên nîşankirin, bixwînî û pêk bînî. Wekî din, li bernameya Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike û li vîdeoyên sohbetên emsal gelek fikrên bifeyde hene. Biceribîne ka kîjan fikir ji bo deşta te herî kêrhatî ne. Her ku tu li gor van tewsiyeyan hereket bikî, tuyê bê guman bibî mamosteyekî hê baştir, û ev yek wê dilê te şa bike (2. Tîmotêyos 4:5).

Tu dikarî ji xwe re kîjan hedefê deynî? (Li paragrafa 19an binêre) h

19. Em çawa dikarin sifetên baş bi pêş bixin?

19 Gava tu ji xwe re hedefan datînî, hedefa herî muhîm ji bîr neke: Hedefa ku tu sifetên baş bi pêş bixî (Galatî 5:22, 23; Kolosî 3:12; 2. Petrûs 1:5-8). Gelo çawa? Mesela, eger tu dixwazî baweriya xwe xurttir bikî, tu dikarî li weşanên me li tewsiyeyan bigerî. Wekî din, tu dikarî li hin vîdeoyên li JW Broadcasting® temaşe bikî, yên ku nîşan didin ku xwişk û birayên din çawa li hemberî zehmetan dilsoz man. Paşê, bifikire ku tu çawa dikarî baweriya wan ji xwe re emsal bigirî.

20. Em çawa dikarin dilxweşiya xwe zêde bikin?

20 Ma em gişt naxwazin ji Yehowa re hê jî zêdetir xizmet bikin? Li dinyaya nû, emê bikaribin bi awayekî herî baş ji wî re xizmet bikin. Heta wê demê, wê baş be ku em fersendên ku dikevin destê me bi kar bînin. Bi vî awayî, dilxweşiya me wê zêde bibe, û emê bi zêdeyî li ber xwe nekevin. Bi ser de, emê pesnê Yehowa bidin, ê ku “Xwedayê dilşad” e (1. Tîmotêyos 1:11, NWT). Loma, bila em bi îmtiyazên xwe dilxweş bibin!

KILAM 82 Roniyê Bidin!

a Em ji Yehowa pir hez dikin, û em dixwazin çi qas ji destê me tê ji wî re xizmet bikin. Loma, em belkî dixwazin xizmeta xwe zêde bikin yan di civatê de hin îmtiyazên nû bistînin. Lê belê, eger em pir hewl didin, lê dîsa jî nagihîjin hin hedefan, gerek em çi bikin? Gelo em çawa dikarin xîret û dilxweşiya xwe xwedî bikin? Di vî warî de, mîsala Îsa Mesîh a di heqê telantan de dikare alî me bike.

b Hin nav hatine guherandin.

c NOT: Qîmeta telantekê bi qasî pereyê ku karkerekî dikaribû di hundirê 20 salan de qazanc bikira, bû.

d Wê baş be ku birayên binavkirî xîret bikin ku bibin alîkarên xizmetê û rîspî. Ji bo zêdetir melûmatê, li beşên 5 û 6an a kitêba Organized to Do Jehovah’s Will (bi zimanê Îngilîzî) binêre.

e NOT: Gava hewce dibe, rîspiyê ku wek rêberê alîkar hatiye tayînkirin, li ser gotarên ku rîspî û alîkarên xizmetê pêşkêşî civatê dikin, şîretê dide wan.

f RESIM: Birayekî ku dixwaze bibe mamosteyekî hê baştir weşanên me dixwîne.

g RESIM: Xwişkeke ku dixwaze fersendên ji bo xizmeta neresmî baştir bi kar bîne li restoranê karta jw.org dide garsonê.

h RESIM: Xwişkeke ku dixwaze sifetên baş bi pêş bixe hediyeyekê dide xwişkeke din.