Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 35

Qîmetê Bide Xwişk û Birayên Extiyar

Qîmetê Bide Xwişk û Birayên Extiyar

“Porên sipî taca rûmetê ne” (METHELOKÊN SILÊMAN 16:31).

KILAM 138 Porê Spî Taca Rûmetê ye

PÊŞGOTIN a

1-2. (a) Li gor Methelokên Silêman 16:31, gerek em xwişk û birayên extiyar çawa bibînin? (b) Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

 BERÎ ku elmas tên biriqandin, qîmeta wan eşkere nabe. Loma, gava mirov elmasan li tebîetê li ser erdê dibînin, ew carinan fehm nakin ku qîmeta wan çi qas mezin e.

2 Xwişk û birayên me yên extiyar jî dişibin elmasan. Ew bi rastî jî xezîne ne. Li gor Kitêba Pîroz, porên wan ên spî, wek “tac” in (Methelokên Silêman 16:31 bixwîne; Methelokên Silêman 20:29). Çi heyf e ku qîmeta wan carinan bi eşkereyî nakeve ber çavan. Lê belê, eger em têderxin ku ew çi qas biqîmet in, em dikarin ji tecrûbeya wan pir feydeyê bistînin. Li vê meqaleyê, emê cewabên van sê pirsan bistînin: Gelo Yehowa xizmetkarên xwe yên extiyar çima wek xezîne dibîne? Teşkîlata Yehowa çima qîmetê dide xwişk û birayên extiyar? Em çawa dikarin ji tecrûbeya kesên extiyar feydeyê bistînin?

YEHOWA XIZMETKARÊN XWE YÊN EXTIYAR ÇIMA WEK XEZÎNE DIBÎNE?

Xwişk û birayên extiyar ji bo Yehowa pir biqîmet in (Li paragrafa 3yan binêre)

3. Wek Zebûr 92:12-15 nîşan dide, Yehowa çima qîmetê dide xizmetkarên xwe yên extiyar?

3 Yehowa pir qîmetê dide xizmetkarên xwe yên extiyar. Ew wan rind nas dike û sifetên wan ên baş dizane. Xwedê dixwaze ku ew hîkmeta ku wan bi salan bi dest xistiye, bi ciwanan re parve bikin (Eyûb 12:12; Methelokên Silêman 1:1-4). Wekî din, Yehowa qîmetê dide dilsoziya wan (Maleyaxî 3:16). Li gel cure cure derd û tengasiyan, wan baweriya xwe tu car winda nekiriye. Hêviya wan her ku diçe qewîtir dibe. Ji xeynî vê, Yehowa ji wan hez dike ji ber ku ew “di pîrbûna xwe de” jî navê wî îlan dikin (Zebûr 92:12-15 bixwîne).

4. Yehowa xizmetkarên xwe yên extiyar çawa dibîne?

4 Eger tu êdî kal yan pîr bûyî, bawer be ku Yehowa îşê ku te di ciwantiya xwe de dikir, ji bîr nekiriye (Îbranî 6:10). Bavê meyî ezmanî ji te razî ye ji ber ku te mizgîna Padîşahiyê bi dil û can belav kiriye. Te li hemberî tengasiyan sebir kiriye, te her tim guh daye qanûnên Xwedê û te mesûliyetên giran anîne cih. Te çi ji destê te dihat kiriye ku li gor rêberiya nû ya teşkîlata Yehowa hereket bikî. Te dilê xwişk û birayan xurt kiriye ku ew xizmeta xwe ya tamrojî berdewam bikin. Belê, Yehowa ji te pir hez dike ji ber ku tu ji wî re dilsoz mayî. Xwedê soz dide ku ewê xizmetkarên xwe yên dilsoz bernede (Zebûr 37:28). Ew wisa dibêje: “Heta ku porên we sipî bibin, ez ê we hilgirim” (Îşaya 46:4). Lê belê, nefikire ku ji ber ku tu êdî kal yan pîr bûyî, di teşkîlata Yehowa de rola te êdî nemaye. Wek emê li vê meqaleyê bibînin, rola te pir muhîm e.

TEŞKÎLATA YEHOWA QÎMETÊ DIDE XWIŞK Û BIRAYÊN EXTIYAR

5. Xwişk û birayên extiyar gerek çi ji bîr nekin?

5 Xwişk û birayên extiyar dikarin gelek tiştên bifeyde bikin. Belê, qeweta wan êdî ne wek ya berê ye, lê tecrûbeya wan pir zêde bûye. Loma, Yehowa dikare wan bi cure cure awayan bixebitîne. Ka em bala xwe bidin çend mîsalan.

6-7. Kitêba Pîroz behsa kîjan kesên extiyar dike, yên ku seba dilsoziya xwe hatin bibereketkirin?

6 Li Kitêba Pîroz, çend serpêhatiyên kesên dilsoz hene, yên ku di kal û pîrbûna xwe de jî bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikir. Mesela, gava Mûsa bû pêxember û serokê miletê Îsraêl, ew weke 80 salî bû. Gava emrê Danîêl bi îhtimaleke mezin ji 90 salî zêdetir bû, Yehowa ew hê wek pêxember dixebitand. Wekî din, li dema ku Yûhennayê şandî bi îlhama Xwedê kitêba Peyxamê dinivîsî, emrê wî jî bi îhtimaleke mezin ji 90î zêdetir bû.

7 Gelek kesên din ên dilsoz jî hebûn, ên ku ne ew qas bi nav û deng bûn. Dîsa jî, Yehowa ew didîtin û xelat dikirin ji ber ku wan bi dilsozî ji wî re xizmet dikir. Mesela, zilamekî bi navê Şimûn hebû. Kitêba Pîroz tenê carekê behsa wî dike, lê Yehowa dizanibû ku ew zilamekî “rast û xwedêtirs” e. Ji ber vê yekê, Yehowa fersend da wî ku ew Îsayê zarok bibîne û di heqê wî û diya wî de pêxemberiyê bike (Lûqa 2:22, 25-35). Wekî din, Hanayê bîne ber çavê xwe. Kitêba Pîroz dibêje ku ev jinebî pêxember bû, û gava ew 84 salî bû jî, “wê dev ji Perestgehê bernedida”. Ji ber ku Hana bi dewamî diçû perestgehê, wê jî Îsayê zarok dît. Belê, Yehowa qîmet dida Şimûn û Hanayê (Lûqa 2:36-38).

Xwişka me Lois, a ku êdî ji 80 salî mezintir e, hê bi dilsozî xizmet dike (Li paragrafa 8an binêre)

8-9. Gerek em çima qîmetê bidin jinebiyan?

8 Li rojên me jî, gelek xwişk û birayên extiyar ji kesên ciwan re emsalên baş in. Mesela, ka em li serpêhatiya xwişka me Lois Didur binêrin. Gava ew 21 salî bû, ew û zilamê wê John li Kanadayê bûn pêşengên xisûsî. Paşê, John wek nazirê herêmê hat tayînkirin. Çend sal bi şûn de, Lois tevî zilamê xwe ket Beytela Kanadayê, û wan zêdetirî 20 salan li wê derê xizmet kir. Gava Lois 58 salî bû, Beytela Ûkraynayê gazî wan kir. Gelo wanê li wê derê çi bikira? Gelo ew difikirîn ku ew êdî kal û pîr bûne û nikarin li welatekî din xizmet bikin? Na! Wan ev teklîf qebûl kir, û John wek endamê Komîteya Buroyê hat tayînkirin. Heft sal bi şûn de, John mir, lê Loisê qerar da ku li Beytela Ûkraynayê bimîne. Lois niha 81 salî ye. Ew hê jî bi dil û can li wê derê dixebite, û Beytelvanên din ji wê pir hez dikin.

9 Jinebiyên wek Loisê belkî êdî wek berê nakevin ber çavan. Dîsa jî, ev yek ku ew bî mane qîmeta wan kêm nake. Yehowa pir qîmetê dide xwişkên ku bi gelek salan piştgiriya zilamên xwe dikir û niha jî bi dilsozî ji wî re xizmet dikin (1. Tîmotêyos 5:3). Bi ser de, xwişk û birayên ciwan dikarin ji emsala wan gelek tiştan hîn bibin.

10. Tony çi emsaleke baş hişt?

10 Hin xwişk û birayên êdî li mala extiyaran dimînin, û ew jî xezîneyên ruhî ne. Mesela, li Amerîkayê, birayekî bi navê Tony niha li cihekî wisa dijî. Di sala 1942an de, gava Tony 20 salî bû, ew hatibû binavkirin. Wexteke kin piştî vê, ordiya Amerîkayê gazî wî kir, û ji ber ku ew neçû ordiyê, ji wî re du sal û nîv cezaya hebsê hat dayîn. Paşê, Tony û pîreka wî du zarokên xwe li rastiyê mezin kirin. Tony bi îşê Yehowa jî pir mijûl bû. Mesela, wî li çend civatan wek koordînatorê koma rîspiyan û wek nazirê civîna herêmê xizmet dikir. Wekî din, ew diçû girtîgehekê ku li wê derê civînan û kursên Kitêba Pîroz îdare bike. Tony niha 98 salî ye, lê ew hê jî bi dil û can ji Yehowa re xizmet dike û bi civata xwe re hevkariyê dike.

11. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin xwişk û birayên ku li mala extiyaran dimînin?

11 Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin xwişk û birayên ku li mala extiyaran dimînin? Wê baş be ku rîspî alî wan bikin ku ew heta ku ji bo wan mumkin be li civînan temaşe bikin û mizgînê tevî civatê belav bikin. Ji xeynî rîspiyan, em jî dikarin wan ziyaret bikin yan bi destê Înternetê bi wan re sohbet bikin. Bi xisûsî muhîm e ku em bi kesên extiyar, ên ku li cihekî dûr dimînin, eleqedar bibin û wan ji bîr nekin. Li hin kesên extiyar belkî zor tê ku behsa jiyan û xizmeta xwe bikin. Lê eger em bi wan re wext derbas bikin û ji wan rica bikin ku ew behsa serpêhatiyên xwe bikin, emê pir feydeyê bistînin.

12. Xwişk û birayên extiyar çima wek xezîneyên ruhî ne?

12 Di civata me de jî belkî hin xwişk û birayên extiyar hene, yên ku bi gelek salan bi dilsozî xizmet kiriye. Li Amerîkayê, xwişkeke bi navê Harriette bi dehan salan li civateke li New Jersey’yê bi xîret xizmet kiribû. Lê belê, gava ew pîr bû, ew derbasî mala qîza xwe û civateke din bû. Xwişk û birayên li civata wê ya nû bi wê re wext derbas dikir ku wê nas bikin, û wan fehm kir ku ew zêrê zer e. Harriette’ê di sala 1925an de cara pêşîn di heqê rastiyê de bihîstibû, û wê ji xwişk û birayan re behsa serpêhatiyên xizmeta li demên berê dikir. Mesela, Harriette’ê ji wan re got ku gava ew diçû xizmetê, wê her tim firçeya diranan bi xwe re dibir, çimkî wê dizanibû ku polîs dikare wê bigire û bavêje hebsê. Di sala 1933an de, ew du caran bi heftiyekê li hebsê ma. Zilamê wê ne Şahidê Yehowa bû, lê wî dîsa jî piştgiriya wê dikir û li sê zarokên wan dinêrî. Belê, xwişk û birayên dilsoz wek Harriyette’ê ji bo me pir biqîmet in, ne wisa ye?

13. Di teşkîlata Yehowa de, xwişk û birayên extiyar çima biqîmet in?

13 Xwişk û birayên me yên extiyar bi rastî jî ji bo Yehowa û teşkîlata wî pir biqîmet in. Wan ji Yehowa gelek bereket standine, û wan gelek caran dîtiye ku Yehowa teşkîlata xwe çawa bibereket dike. Wekî din, wan ji şaşiyên xwe yên berê ders girtiye. Loma, wê baş be ku em wan wek “kaniya zaniyariyê” bibînin, û ji hîkmet û tecrûbeya wan feydeyê bistînin (Methelokên Silêman 18:4). Eger em xîret bikin ku wan nas bikin, baweriya me wê xurttir bibe û emê gelek tiştên nû hîn bibin.

JI EMSALA XWIŞK Û BIRAYÊN EXTIYAR FEYDEYÊ BISTÎNE

Çawa ku Elîşa ji hevaltiya bi Êlyas pêxember re feyde distand, em jî dikarin ji tecrûbeya xwişk û birayên extiyar feydeyê bistînin (Li paragrafên 14 û 15an binêre)

14. Li gor 5. Mûsa 32:7, wê baş be ku em çi bikin?

14 Gava pêşîn bavêje ku bi xwişk û birayên extiyar re sohbet bikî (5. Mûsa 32:7 bixwîne). Belkî çavê wan êdî rind nabîne, ew êdî nikarin zû bimeşin û dengê wan êdî qewî nîne, lê wek tê gotin, dil pîr nabe. Bi ser de, wan li cem Yehowa ‘navekî baş’ qazanc kiriye (Waiz 7:1, Mizgînî). Ji bîr neke ku Yehowa çima qîmetê dide wan. Qedrê wan bigire. Wek Elîşa bike. Ew heta dawiyê li cem Êlyas ma, û wî sê caran ji wî re got: “Ez te bernadim” (2. Qiralan 2:2, 4, 6).

15. Em dikarin ji xwişk û birayên extiyar çi bipirsin?

15 Bi kesên extiyar re ji dil eleqedar be û ji wan bi nezaket pirsan bipirse (Methelokên Silêman 1:5; 20:5; 1. Tîmotêyos 5:1, 2). Mesela, tu dikarî pirsên wisa bipirsî: “Gava tu ciwan bûyî, tu çawa emîn bûyî ku riya Yehowa, riya rast e? Serpêhatiyên te tu çawa nêzîktirî Yehowa kirî? Bi dîtina te, mirov çawa dikare bi dewamî di xizmeta Yehowa de dilxweş bimîne?” (1. Tîmotêyos 6:6-8). Paşê, rind guh bide cewabên wan.

16. Kesên extiyar û kesên ciwan çawa dikarin ji sohbeta bi hev re feydeyê bistînin?

16 Wexta ku kesekî extiyar û kesekî ciwan bi hev re sohbet dikin, her du jî feydeyê distînin (Romayî 1:12). Kesê ciwan wê hê baştir fehm bike ku Yehowa xizmetkarên xwe yên dilsoz çawa xwedî dike, û yê extiyar wê şa bibe ji ber ku xwişk yan birayê ciwan qîmetê dide wî. Kesê extiyar wê bi kêfxweşî behsa serpêhatiyên xwe û bereketên Yehowa bike.

17. Xwişk û birayên extiyar çima her ku diçe hê xweşiktir dibin?

17 Sal derbas dibin, lê xizmetkarên dilsoz ên Yehowa li ber çavê wî hê û hê xweşiktir dibin (1. Selanîkî 1:2, 3). Gelo çima? Çimkî wan bi gelek salan îzin daye ku ruhê Xwedê wan perwerde bike û alî wan bike ku ew sifetên baş bînin meydanê. Her ku em van xwişk û birayên ezîz nas bikin, rûmetê bidin wan û ji wan hîn bibin, emê bibînin ku ew bi rastî jî xezîneyên pir biqîmet in.

18. Li meqaleya din, emê di heqê çi de xeber bidin?

18 Çawa ku muhîm e ku kesên ciwan qedrê kesên extiyar bigirin, ji bo pêşveçûna civatê pir muhîm e ku kesên extiyar jî qîmetê bidin xwişk û birayên ciwan. Li meqaleya din, emê bibînin ku yên extiyar çawa dikarin nîşan bidin ku ew qîmetê didin xwişk û birayên ciwan.

KILAM 144 Xelata ku Xwedê wê Bide Me

a Xwişk û birayên me yên extiyar ji bo me wek xezîne ne. Ev meqale nîşanî me dide ku em çawa dikarin zêdetir qîmetê bidin wan û ji hîkmet û tecrûbeya wan feydeyê bistînin. Wekî din, ev meqale rêyî xwişk û birayên extiyar dide ku rola wan a di teşkîlata Xwedê de çi qas muhîm e.