Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 36

Qîmetê Bide Xwişk û Birayên Ciwan

Qîmetê Bide Xwişk û Birayên Ciwan

“Qeweta xortan rûmeta wan e” (METHELOKÊN SILÊMAN 20:29, NWT).

KILAM 88 Rêyên Xwe Nîşanî Me Bide

PÊŞGOTIN a

1. Gava em kal û pîr dibin, em dikarin ji xwe re çi hedefê deynin?

 GAVA em kal û pîr dibin, em belkî ditirsin ku rojekê, emê êdî nikaribin wek berê xizmet bikin. Rast e, qeweta me wê belkî kêmtir bibe, lê em dikarin bi destê hîkmet û tecrûbeya xwe alî ciwanan bikin ku ew bi pêş ve herin û mesûliyetên nû bistînin. Rîspiyekî bitecrûbe wisa dibêje: “Wexta ku ez hêdî hêdî kal dibûm û qeweta min kêmtir dibû, ez şa bûm ku di civatê de xortên jîr û jêhatî hene, yên ku hazir in ku îşê civatê li şûna min bikin.”

2. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

2 Li meqaleya berê, me dîtibû ku kesên ciwan çawa dikarin ji hevaltiya bi xwişk û birayên extiyar re feydeyê bistînin. Li vê meqaleyê jî, emê bibînin ku gava kesên extiyar bi kesên ciwan re hevkariyê dikin, wê çima bifeyde be ku ew dilnizm bin, sînorên xwe bizanibin, şikurdar bin û destvekirî bin.

DILNIZM BE

3. Li gor Filîpî 2:3, 4, dilnizmî çi ye, û ev sifet ji bo me çima muhîm e?

3 Ji bo ku kesên extiyar karibin alî kesên ciwan bikin, lazim e ku ew dilnizm bin. Mirovên dilnizm û nefsbiçûk kesên din ji xwe bilindtir dibînin (Filîpî 2:3, 4 bixwîne). Kesekî dilnizm qebûl dike ku li gor Kitêba Pîroz îzin heye ku hin îşên civatê bi cure cure metodan bên pêkanîn. Loma, wê baş be ku kesên extiyar dilnizm bin û nefikirin ku gerek her kes van îşan bi metodên wan ên berê bikin (Waiz 7:10). Her çi qas tecrûbeya wan hebe jî, gerek ew fehm bikin ku “sehneya vê dinyayê diguhere” û lazim e ku mirov hînî şertên nû bibe (1. Korîntî 7:31, NWT).

Kesên extiyar dikarin tecrûbeya xwe ji bo xêra kesên din bi kar bînin (Li paragrafên 4 û 5an binêre) b

4. Wê çima baş be ku nazirên herêman Lêwiyan ji xwe re emsal bigirin?

4 Kesên extiyar gerek bi dilnizmî qebûl bikin ku qeweta wan êdî wek ya berê nîne. Mesela, nazirên herêman bîne ber çavê xwe. Gava ew dibin 70 salî, ew tayîneke din distînin. Ev yek li kesên ku ji vê xizmetê pir hez dikir, zor tê. Wan bi kêfxweşî alî xwişk û birayan dikir, lê ew fehm dikin ku wext hatiye ku ew vê mesûliyetê bidin destê kesên ciwantir. Loma, gerek ew nêrîna Lêwiyan ji xwe re emsal bigirin: Gava Lêwî dibûn 50 salî, wan dev ji xizmeta li konê îbadetê berdida. Dilşadiya van Lêwiyan ne tenê bi yek îmtiyazê ve girêdayî bû. Wan ji îmtiyazên xwe yên din jî kêf distand, û wan bi dil û can piştgiriya kesên ciwantir dikir (4. Mûsa 8:25, 26). Îro, gava nazirên herêmê dibin 70 salî, ew dev ji vî îşî berdidin, lê ew bi dil û can piştgiriya civata xwe dikin.

5. Tu ji serpêhatiya Dan û Katie’yê çi dersê distînî?

5 Serpêhatiya birayê me Dan, ê ku bi zêdetirî 23 salan wek nazirê herêmê xizmet kiribû, bîne ber çavê xwe. Gava Dan bû 70 salî, ew û pîreka wî Katie wek pêşengên xisûsî hatin tayînkirin. Gelo ew ji tayîna xwe ya nû kêfê distînin? Belê! Dan hem îşên civatê dike hem jî alî birayên din dike ku ew bi pêş ve herin û bibin alîkarên xizmetê. Wekî din, ew xwişk û birayan perwerde dike ku çawa li merkeza bajaran û li hebsan xizmet bikin. Ferq nake ku kesên extiyar li xizmeta tamrojî bin yan na, ew hemû dikarin alî kesên din bikin. Wê baş be ku ew hînî rewşa xwe ya nû bibin û ji xwe re hedefên nû deynin. Li şûna ku çavê wan li ser îmtiyazên berê bimîne, wê baş be ku ew bala xwe bidin tiştên ku ew niha dikarin bikin.

SÎNORÊN XWE BIZANIBE

6. Çima muhîm e ku em sînorên xwe bizanibin? Mîsalekê bide.

6 Kesên bihîkmet sînorên xwe dizanin. Loma, eger ew êdî nikarin hin tiştan bikin jî, ew dilxweşiya xwe winda nakin. Halê wan dişibe halê mirovekî ku dixwaze hilkişe çiyayekî. Ew belkî nikare zû bimeşe, lê hêdî hêdî, ewê bigihîje serê çiyê. Mîna vê, kesên ku sînorên xwe dizanin fehm dikin ku carinan lazim e ku ew “hêdî hêdî bimeşin”, da ku ew karibin bi dewamî ji Yehowa re xizmet bikin û alî kesên din bikin (Filîpî 4:5).

7. Barzîllay çawa nîşan da ku ew sînorên xwe dizane?

7 Carekê, Dawid Padîşah ji mirovekî bi navê Barzîllay re got ku bila ew bi wî re here Orşelîmê û li cem wî bimîne. Lê belê, Barzîllay êdî 80 salî bû, û ji ber ku wî sînorên xwe dizanibûn, wî teklîfa Dawid Padîşah red kir û got ku bila xortekî bi navê Kîmham li şûna wî here (2. Samûyêl 19:35-37). Wek Barzîllay, wê baş be ku birayên extiyar fersendê bidin birayên ciwan ku ew mesûliyetan hildin.

Dawid Padîşah qerara Xwedê qebûl kir ku gerek perestgeh ji aliyê kurê wî ve bihata avakirin (Li paragrafa 8an binêre)

8. Gava lazim bû ku perestgeh bihata avakirin, Dawid Padîşah çawa sînorên xwe qebûl kirin?

8 Dawid Padîşah jî sînorên xwe qebûl dikirin. Wî pir dixwest ji bo Yehowa perestgehekê ava bikira. Lê gava Yehowa ji wî re got ku kurê wî Silêman wê vî îşî hilde destê xwe, Dawid qerara Yehowa qebûl kir û bi dil û can piştgiriya vê projeyê kir (1. Dîrokan 17:4; 22:5). Dawid nedifikirî ku madem ku Silêman hê “xort e û cahil e”, wê baştir be ku ew vî îşî xwe bi xwe bike (1. Dîrokan 29:1). Dawid dizanibû ku serkeftîbûna projeya avakirinê bi bereketa Yehowa ve girêdayî ye, ne bi vê yekê ve ku serkar çend salî ye yan çi qas bitecrûbe ye. Wexta ku rola kesên extiyar diguhere û êdî lazim e ku ew îşên civatê emanetî birayên ciwantir bikin, ew dîsa jî bi îşên din ên civatê mijûl dimînin, û ew emîn in ku Yehowa wê xîreta birayên ciwan bibereket bike.

9. Endamekî Komîteya Buroyekê çawa nîşan da ku ew sînorên xwe dizane?

9 Wekî din, serpêhatiya birayê me Şîgeo bîne ber çavê xwe. Di sala 1976an de, gava ew 30 salî bû, ew wek endamê Komîteya Buroyekê hatibû tayînkirin. Di sala 2004an de, ew bû Koordînatorê Buroyê. Paşê, wî fehm kir ku qeweta wî êdî wek ya berê nîne, û li wî êdî zor dihat ku mesûliyetên xwe bîne cih. Loma, wî dua kir û fehm kir ku wê baştir be ku ew mesûliyetên xwe teslîmî birayekî ciwantir bike. Şîgeo êdî koordînator nîne, lê ew hê jî wek endamê Komîteya Buroyê xizmet dike. Wek me ji serpêhatiyên Barzîllay, Dawid Padîşah û Şîgeo fehm kiriye, kesên ku dilnizm in û sînorên xwe dizanin aciz nabin ji ber ku kesên ciwan bi qasî wan bitecrûbe nînin, lê ew bala xwe didin hunerên wan. Ew wan ne wek reqîbên xwe, lê wek hevalkarên xwe dibînin (Methelokên Silêman 20:29).

ŞIKURDAR BE

10. Gerek kesên extiyar li xwişk û birayên ciwan çawa binêrin?

10 Kesên extiyar xwişk û birayên ciwan wek hediyeyên ji Yehowa dibînin, û ew ji bo van hediyeyan şikurdar in. Her ku qeweta kesên extiyar kêmtir dibe, ew şa ne ku kesên ciwan hazir in ku li şûna wan îşên civatê bikin.

11. Li gor Rût 4:13-16, qebûlkirina alîkariya kesên ciwan çima bifeyde ye?

11 Kitêba Pîroz behsa jinebiyeke bi navê Naomî dike. Gava ew pîr bû, ew hazir bû ku ji kesekî ciwantir alîkariyê qebûl bike, û ew ji bo vê alîkariyê şikurdar bû. Pêşî, Naomiyê ji bûka xwe Rûtê re got ku bila ew vegere miletê xwe. Lê Rûtê israr kir ku tevî Naomiyê here Beytlehemê, û Naomiyê alîkariya Rûtê qebûl kir (Rût 1:7, 8, 18). Di netîceyê de, her du jinan jî bereketên mezin standin (Rût 4:13-16 bixwîne). Wê baş be ku kesên extiyar bi dilnizmî wek Naomiyê alîkariyê qebûl bikin.

12. Pawlos şikurdariya xwe çawa dianî zimên?

12 Pawlosê şandî ji bo alîkariya ku wî ji kesên din distand, şikurdar bû. Mesela, wî ji xwişk û birayên li bajarê Filîpyayê re ji bo hediyeyên ku wan ji wî re şandibûn, spas kir (Filîpî 4:16). Ew ji bo desteka Tîmotêyos jî şikurdar bû (Filîpî 2:19-22). Wekî din, gava Pawlosê şandî wek girtî diçû Romayê û çend bira hatin pêşiya wî, wî ji Xwedê re şikur kir (Karên Şandiyan 28:15). Pawlos birayekî jîr û jêhatî bû, yê ku bi hezaran kîlometre rê çûbû ku mizgînê belav bike û civatan xurt bike. Dîsa jî, ew nedifikirî ku ew hewceyî alîkariya xwişk û birayan nîne.

13. Kesên extiyar çawa dikarin nîşan bidin ku ew ji bo xwişk û birayên ciwan şikurdar in?

13 Gelo tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ji bo xwişk û birayên ciwan şikurdar î? Mesela, eger ew ji te re teklîf bikin ku te bi erebeyê bibin cihekî yan ji bo te herin sûkê, alîkariya wan bi şikurdarî qebûl bike. Bi eslê xwe, desteka wan nîşan dide ku Yehowa ji te hez dike û xema te dixwe. Bi ser de, kesên ku alî te dikin wê belkî bi zeman re bibin dostên te yên nêzîk. Wekî din, tu dikarî alî wan bikî ku ew nêzîktirî Yehowa bibin. Ji wan re bibêje ku ev yek ku ew xizmeta xwe berfirehtir dikin, dilê te çi qas şa dike. Bi wan re wext derbas bike û ji wan re behsa serpêhatiyên xwe bike. Bi vî awayî, tu dikarî nîşan bidî ku tu ji bo xwişk û birayên ciwan şikurdar î, yên ku Yehowa kişandine ba civatê (Kolosî 3:15; Yûhenna 6:44; 1. Selanîkî 5:18).

DESTVEKIRÎ BE

14. Dawid Padîşah comerdiya xwe çawa nîşan da?

14 Wê baş be ku kesên extiyar wek Dawid Padîşah destvekirî bin. Mesela, Yehowa îşê avakirina perestgehê da destê Silêman, lê Dawid dîsa jî bi comerdî piştgiriya vî îşî kir (1. Dîrokan 22:11-16; 29:3, 4). Eger qeweta me êdî nagihîje ku em di projeyên avakirinê de bixebitin, em dîsa jî dikarin bi destê bexşên xwe piştgiriya van projeyan bikin. Wekî din, em dikarin bi tecrûbeya xwe alî ciwanan bikin.

15. Pawlosê şandî çi xezîne dan Tîmotêyos?

15 Ji xeynî vê, bala xwe bidê ku Pawlosê şandî comerdiya xwe çawa nîşan dida. Wî Tîmotêyos bi xwe re dibir xizmetê û metodên hînkirinê û belavkirina mizgînê rêyî wî didan (Karên Şandiyan 16:1-3). Bi saya perwerdeya ku Tîmotêyos ji Pawlos stand, ew bû mizgînvan û mamosteyekî baş (1. Korîntî 4:17). Tîmotêyos jî metodên ku ew ji Pawlos hîn bûbû rêyî kesên din didan.

16. Şîgeo çima kesên din perwerde dikirin?

16 Îro jî, kesên extiyar nafikirin ku eger ew kesên ciwan perwerde bikin ku îşên civatê bikin, ewê êdî bêkêr bin. Mesela, birayê me Şîgeo bi salan endamên ciwantir ên Komîteya Buroyê perwerde dikirin. Bi vî awayî, wî îşê Padîşahiyê bi pêş dixist, û gava wext hat, birayekî perwerdekirî dikaribû li şûna wî bibe koordînator. Şîgeo zêdetirî 45 salan wek endamê Komîteya Buroyê xizmet kiriye, û bi saya vê tecrûbeyê, ew bi dewamî alî birayên ciwantir dike. Em çi qas şa ne ku di nav me de birayên wisa hene!

17. Li gor Lûqa 6:38, kesên extiyar dikarin çi bikin?

17 Serpêhatiyên xwişk û birayên extiyar bi zelalî nîşan didin ku jiyaneke li gor daxwaza Yehowa jiyana herî baş e. Bawerî û dilrastiya wan eşkere dike ku prensîpên Kitêba Pîroz çi qas biqîmet in, û hêja ye ku em van prensîpan hîn bibin û li gor wan bijîn. Birayên bitecrûbe metodên berê dizanin, lê ew fehm dikin ku carinan lazim e ku ew êdî hînî rewşên nû bibin. Extiyarên ku nû hatine binavkirin jî pir biqîmet in. Ew şa ne ku piştî emreke dirêj, wan Yehowa êdî nas kiriye. Xwişk û birayên ciwan dikarin ji guhdarîkirina tecrûbe û serpêhatiyên wan pir feydeyê bistînin. Eger kesên extiyar ji xezîneya tecrûbeya xwe bi comerdî “bidin”, ewê ji Yehowa gelek bereketan bistînin (Lûqa 6:38 bixwîne).

18. Kesên extiyar û kesên ciwan çawa dikarin alî hevdû bikin?

18 Her ku kesên extiyar û kesên ciwan bi hev re hevaltiyê bikin, ewê karibin piştgiriya hev bikin (Romayî 1:12). Ba her kesî tiştekî biqîmet heye, ku ba kesên din tune ye. Mesela, kesên extiyar bi salan pir hîkmet û tecrûbe bi dest xistine. Ba kesên ciwan jî qewet û enerjî heye. Hevkariya di nav kesên ciwan û kesên extiyar de hem li Yehowa xweş tê hem jî ji bo civatê pir bifeyde ye.

KILAM 90 Hevdû Teşwîq Bikin

a Di civatên me de gelek xwişk û birayên ciwan hene, yên ku bi dil û can piştgiriya teşkîlata Yehowa dikin. Kok û kultura kesên extiyar her çi be jî, ew dikarin alî ciwanan bikin ku ew qeweta xwe ji bo xizmeta Yehowa bi kar bînin.

b RESIM: Gava nazirekî herêmê bû 70 salî, wî û pîreka wî tayîneke nû stand. Bi saya tecrûbeya xwe, ew dikarin xwişk û birayên li civata xwe perwerde bikin.