Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 36

Xûşk-Birên Cahil Qîmet kin

Xûşk-Birên Cahil Qîmet kin

“Rewşa cahila qewata wanda ye” (METELOK 20:29).

KILAMA 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke

VÊ GOTARÊDA *

1. Gava em kal-pîr dibin, em dikarin çi nêtê xwera daynin?

GAVA em kal û pîr dibin, em dibeke ditirsin wekî rojekê, emê îda nikaribin ça berê xizmet kin. Rast e, diqewime qewata me wê diha kêm be, lê em dikarin bi saya bîlanî û emirê xweye cêribandî alî cahila bikin, wekî ewana ruhanîda pêşda herin û cabdariyên teze bistînin. Rûspîkî cêribandî usa dibêje: “Çaxê ez hêdî-hêdî kal dibûm û qewata min kêm dibû, ez şa bûm wekî civatêda cahilên jîr û serxwe hene, yên ku hazir in şixulên civatê dewsa min bikin”.

2. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

2 Gotara pêşiya vêda, me dît wekî kesên cahil ça dikarin ji hevaltiya tevî xûşk-birên emirda mezin karê bistînin. Lê vê gotarêda emê bivînin çawa hunurên usa ça milûktî, berbihêrî, şêkirdarî û merdanî dikarin alî kesên emirda mezin bikin wekî tevî kesên cahil hevkariyê bikin.

MILÛK BE

3. Li gora Fîlîpî 2:3, 4, milûktî çi ye, û ev hunur bona me çira ferz e?

3 Seva ku kesên emirda mezin bikaribin alî kesên cahil bikin, lazim e wekî ewana milûk bin. Merivên milûk kesên din ji xwe bilindtir hesab dikin (Fîlîpî 2:3, 4 bixûne). Kesê milûk qebûl dike ku li gora Kitêba Pîroz îzin heye wekî hine şixulên civatê bi cûre-cûre mêtoda bêne kirinê. Lema jî wê baş be wekî yên emirda mezin milûk bin û nefikirin ku gerekê her kes van şixula bi mêtodên berê bikin (Waîz 7:10). Ewana çiqas cêribandî bin jî, gerekê fem bikin ku “ev dinya eyan derbaz dibe” û lazim e wekî meriv hînî derecên teze be (1 Korintî 7:31).

Kesên emirda mezin dikarin bi emirê xweyî cêribandî karê bidine kesên din (Abzasa 4 û 5 binihêre) *

4. Wê çima baş be ku berpirsiyarên mihalê çev bidine Lêwiya?

4 Kesên emirda mezin gerekê bi milûktî qebûl kin ku qewata wan îda mîna ya berê nîne. Mesele, bifikirin derheqa berpirsiyarên mihalê. Gava ewana dibin 70 salî, ewana kifşkirineke din distînin. Bona hine berpirsiyara yên ku vê xizmetê gelek hiz dikin, zor tê vê kifşkirina xwe bihêlin. Wana bi dil û can alî xûşk-bira dikir, lê ewana fem dikin ku wext hatiye wekî vê cabdariyê bidin destê kesên ji wan cahiltir. Bi vê yekê ewana çev didine Lêwiyên Îsraêla berê: Gava Lêwî dibûn 50 salî, wana xizmeta xwe konê pîrozda dida sekinandinê. Yeke Lêwîya şabûna xwe unda nedikir, çimkî şabûna wan şixulekî yan kifşkirinekîva girêdayî nîbû. Çi destê wan dihat wana dikir, wekî bi dil û can piştgiriya cahila bikin (Jimar 8:25, 26). Îro, gava berpirsiyarên mihalê dibin 70 salî, ewana vê kifşkirinê dihêlin, lê ewana dîsa jî bi dil û can piştgiriya civata xwe dikin.

5. Tu ji serhatiya Dan û Katîyê çi dersê distînî?

5 Were bifikirin ser mesela birê me Dan, yê ku zêdetirî 23 sala ça berpirsiyarê mihalê xizmet dikir. Gava Dan bû 70 salî, ew û jina wî Katî ça pêşengên mexsûs hatine kifşkirinê. Gelo ewana ji kifşkirina xweye teze şabûnê distînin? Belê! Dan him şixulên civatê dike, him jî alî birên din dike wekî ew ruhanîda pêşda herin û bibine berdestiyên civatê. Usa jî, ew xûşk-bira hîn dike, çawa nava şeherda û kelada xizmet bikin. Firqî tune, kesên emirda mezin xizmeta hertimda bin yan na, ewana hemû dikarin alî kesên din bikin. Wê baş be wekî ewana hînî halê xweyî teze bin û xwera nêtên teze daynin. Dewsa ku dilê wan ser kifşkirinên wane berê bimîne, wê baş be ewana nêtên teze daynin pêşiya xwe û dîna xwe bidin tiştên ku qewata wan digihîjê bikin.

SÎNORÊN XWE BIZANIBE

6. Çira ferz e sînorên xwe bizanibin? Meselê bînin.

6 Merivên milûk sînorên xwe zanin (Met’elok 11:2). Lema, heger ewana îda nikarin hine tişta bikin jî, ewana şabûna xwe unda nakin. Halê wan mîna halê merivekî ye ku dixwaze hilkişe çiyakî. Ew dibeke nikare zû rê here, lê hêdî-hêdî ewê bigihîje serê çiyê. Mîna vê yekê, kesên ku sînorên xwe zanin, fem dikin wekî carna lazim e ewana “hêdî-hêdî bimeşin”, seva ku bikaribin berdewam kin Yehowara xizmet kin û alî kesên din bikin (Fîlîpî 4:5).

7. Barzîllay çawa nîşan kir wekî ew sînorên xwe zane?

7 Carekê, Dawid Padşa merivekî bi navê Barzîllayra got wekî ew tevî wî here Orşelîmê û cem wî bimîne. Lê Barzîllay îda 80 salî bû, û ewî sînorên xwe zanibû, lema teglîfa Dawid Padşa qebûl nekir. Dewsê ewî got wekî bira cahilekî bi navê Kîmham dewsa wî here (2 Samûyêl 19:35-37). Mîna Barzîllay, wê baş be wekî birên emirda mezin mecalê bidin birên cahil ku cabdariya hildin ser xwe.

Dawid Padşa qirara Xwedê qebûl kir wekî kurê wî paristgehê ava bike (Abzasa 8 binihêre)

8. Gava lazim bû ku paristgeh bihata avakirinê, Dawid Padşa çawa sînorên xwe qebûl kirin?

8 Dawid Padşa jî sînorên xwe qebûl dikir. Ewî gelek dixwest bona Yehowa paristgehê ava kira. Lê gava Yehowa wîra got wekî kurê wî Silêman wê vî şixulî bîne sêrî, Dawid qirara Yehowa qebûl kir û bi dil û can piştgiriya vê safîkirinê kir (1 Dîrok 17:4; 22:5). Dawid nedifikirî wekî Silêman hê “cahil e” û necêribandî ye, û wê diha baş be wekî ew xwexa vî şixulî bike (1 Dîrok 29:1). Dawid zanibû ku pêşdaçûyîna avakirinê kerema Yehowava girêdayî ye, ne ku vê yekêva ku serkar çend salî ye yan çiqas cêribandî ye. Çaxê cabdariya kesên emirda mezin tê guhastinê û îda lazim e wekî ewana şixulên civatê tesmîlî birên diha cahil bikin, ewana dîsa jî civatêda şixulên din dikin. Ewana bawer in wekî Yehowa wê xîreta birên cahil kerem bike.

9. Endemekî Komîtêya Fîlîalê çawa nîşan kir, wekî ew sînorên xwe zane?

9 Dîna xwe bide serhatiya birê me Şîgêo. Sala 1976-da, gava ew 30 salî bû, ew ça endemê Komîtêya Fîlîalê hatibû kifşkirinê. Sala 2004-da, ew bû koordînatorê Komîtêya Fîlîalê. Paşê, ewî fem kir ku qewata wî îda mîna ya berê nîne, û wîra îda çetin bû cabdariyên xwe bîne sêrî. Lema, ewî dua kir û fem kir wekî wê diha baş be cabdariyên xwe tesmîlî birakî diha cahil bike. Şîgêo îda koordînator nîne, lê ew dîsa jî ça endemê Komîtêya Fîlîalê xizmet dike. Ça me ji serhatiyên Barzîllay, Dawid Padşa û Şîgêo fem kir, kesên ku milûk in û sînorên xwe zanin, eciz nabin ku kesên cahil cêribandî nînin, lê dewsê ewana dîna xwe didin hunurên wan û qewata wan. Ewana cahilara nakevine lecê, û ça hevalkarên xwe hesab dikin (Metelok 20:29).

ŞÊKIRDAR BE

10. Gerekê kesên emirda mezin ser xûşk-birên cahil çawa binihêrin?

10 Kesên emirda mezin xûşk-birên cahil ça pêşkêşên ji Yehowa hesab dikin, û ewana bona van pêşkêşa razî ne. Çiqas qewata kesên emirda mezin kêm dibe, ewana şa ne wekî kesên cahil hazir in dewsa wan şixulên civatê bikin.

11. Li gora Rût 4:13-16, qebûlkirina alîkariya kesên cahil çira kêrhatî ye?

11 Kitêba Pîroz besa jinebîke bi navê Nahomî dike. Gava ew pîr bû, ew hazir bû alîkariyê ji kesê diha cahil qebûl ke, û ew bona vê alîkariyê şêkirdar bû. Pêşiyê, Nahomyê bûka xwe Rûtêra got, wekî ew vegere cem miletê xwe. Lê Rûtê safî kir wekî tevî Nahomyê here Beytlehmê, û ewê alîkariya Rûtê qebûl kir (Rût 1:7, 8, 18). Axiriyêda, her du jina jî keremên mezin standin (Rût 4:13-16 bixûne). Wê baş be ku kesên emirda mezin bi milûktî mîna Nahomyê alîkariyê qebûl bikin.

12. Pawlos razîbûna xwe ça da kifşê?

12 Pawlosê şandî bona alîkariya ku ewî ji kesên din distand, şêkirdar bû. Mesele, ewî xûşk-birên bajarê Fîlîpyayêda bona pêşkêşên ku wana wîra şandibûn, razîbûna xwe da kifşê (Fîlîpî 4:16). Ew bona alîkariya Tîmotêyo jî şêkirdar bû (Fîlîpî 2:19-22). Usa jî, gava Pawlosê şandî ça girtî diçû Romê û çend bira hatin pêşiya wî, ewî şikirî da Xwedê (Karên Şandiya 28:15). Pawlos birakî jîr û serxwe bû, yê ku bi hezara kîlomêtira rê diçû wekî mizgînê bela ke û civata qewî ke. Dîsa jî, ew nedifikirî wekî ew hewcê alîkariya xûşk-bira nîne.

13. Kesên emirda mezin ça dikarin nîşan kin ku ewana bona xûşk-birên cahil razî ne?

13 Gelo tu ça dikarî nîşan kî, wekî tu bona xûşk-birên cahil şêkirdar î? Mesele, heger ewana te teglîf kin bi erebê te bivin cîkî yan bona te herin dikanê, alîkariya wan bi razîbûnê qebûl ke. Bi rastî alîkariya wan nîşan dike, wekî Yehowa te hiz dike û bona te xem dike. Serda jî, kesên ku alî te dikin wê dibeke wede şûnda bibine dostên teye nêzîk. Usa jî, tu dikarî alî wan bikî, wekî ewana diha nêzîkî Yehowa bin. Wanra bêje wekî dilê te çiqas şa dike ev yek ku ewana xizmeta xwe zêde dikin. Tevî wan wede derbaz ke û besa serhatiyên xwe bike. Bi vî cûreyî tu dikarî nîşan kî, wekî tu bona xûşk-birên cahil şêkirdar î, yên ku Yehowa kişandine civatê (Kolosî 3:15; Yûhenna 6:44; 1 Têsalonîkî 5:18).

DESTVEKIRÎ BE

14. Dawid Padşa merdaniya xwe çawa nîşan kir?

14 Wê baş be wekî kesên emirda mezin mîna Dawid Padşa destvekirî bin. Mesele, Yehowa şixulê avakirina paristgehê da destê Silêman, lê Dawid dîsa jî bi merdaniyê piştgiriya vî şixulî kir (1 Dîrok 22:11-16; 29:3, 4). Heger qewata me îda nagihîje proêktên avakirinêda bixebitin, em dîsa jî dikarin bi saya qurbankirinên xwe piştgiriya van proêkta bikin. Usa jî, em dikarin tiştên usa cahila hîn kin, çi ku wê kêrî wan bê.

15. Pawlosê şandî çi xizne dan Tîmotêyo?

15 Xêncî vê yekê, dîna xwe bidê ku Pawlosê şandî merdaniya xwe ça nîşan dikir. Ewî Tîmotêyo tevî xwe dibir xizmetê û mêtodên hînkirinê û belakirina mizgînê wî hîn dikir (Karên Şandiya 16:1-3). Bi saya hînkirina ku Tîmotêyo ji Pawlos stand, ew bû mizgînvan û dersdarekî baş (1 Korintî 4:17). Tîmotêyo jî evê yekê çi ku ji Pawlos hîn bibû, kesên din hîn dikir.

16. Şîgêo çira kesên din hîn dikirin?

16 Îro jî, kesên emirda mezin nafikirin ku heger ewana kesên cahil hîn kin şixulên civatê bikin, ewana wê îda bêkêr bin. Mesele, birê me Şîgêo bi sala endemên diha cahil yên Komîtêya Fîlîalê hîn dikirin. Bi vî cûreyî, ewî şixulê Padşatiyê pêşda dibir, û gava wext hat, birakî hînkirî dikaribû dewsa wî bibe koordînator. Şîgêo zêdetirî 45 sala ça endemê Komîtêya Fîlîalê xizmet kiriye, û ew heta niha berdewam dike alî birên cahil bike. Em çiqas şa ne ku nav meda birên usa delal hene!

17. Li gora Lûqa 6:38, kesên emirda mezin dikarin çi bikin?

17 Xûşk-birên emirda mezin, hûn bi aminiya xwe zelal îzbat dikin, wekî jîyîna li gora qirara Yehowa, jîyîna herî baş e. Bawerî û bêqisûrtiya we eşkere dike ku prînsîpên Kitêba Pîroz çiqas qîmet in, û hêja ye ku em van prînsîpa hîn bin û li gora wan bijîn. Birên cêribandî, hûn mêtodên berê zanin, lê hûn usa jî fem dikin wekî carna lazim e îda hînî halê xweye teze bin. Hûn jî, yên ku emirê xweyî mezinda hatine nixumandinê, dikarin cahila gelek tiştên qîmet hîn kin. Hûn şa ne wekî we emirê xweyî mezinda Yehowa nas kir. Xûşk-birên cahil dikarin ji serhatiyên emirê we gelek karê bistînin. Heger hûn dersên ku we ji emirê xwe hîn bûne, bi merdanî cahilara gilî kin, hûnê ji Yehowa gelek kerema bistînin (Lûqa 6:38 bixûne).

18. Kesên emirda mezin û kesên cahil çawa dikarin alî hevdu bikin?

18 Çiqas yên emirda mezin û yên cahil hevra hevaltiyê bikin, ewana wê bikaribin piştgiriya hev bikin (Romayî 1:12). Bal her kesî tiştekî qîmet heye, ku bal kesên din tune ye. Mesele, kesên emirda mezin bi sala gelek bîlanî qazanc kirine. Bal kesên cahil jî qewat heye. Hevkariya kesên cahil tevî kesên emirda mezin him Yehowa xweş tê, him jî bona civatê gelek kêrhatî ye.

KILAMA 90 Hevdu Hêlan kin

^ abz. 5 Civatên meda gelek xûşk-birên cahil hene, yên ku bi dil û can piştgiriya teşkîleta Yehowa dikin. Kok û kûltûra kesên emirda mezin çi be jî, ewana dikarin alî cahila bikin wekî yên cahil qewata xwe bona xizmeta Yehowa bidine xebatê.

^ abz. 55 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Gava berpirsiyarekî mihalê bû 70 salî, ewî tevî jina xwe kifşkirineke teze standin. Bi saya emirê xweyî cêribandî ewana xûşk û birên ji civata xwe hîn dikin.