Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 37

“Ezê Hemû Miletan Bihejînim”

“Ezê Hemû Miletan Bihejînim”

“Ezê hemû miletan bihejînim û wê tiştên hêja yên hemû miletan bên vir” (HAGAY 2:7, Mizgînî).

KILAM 24 Werin Çiyayê Yehowa

PÊŞGOTIN a

1-2. Hagay pêxember ji berê ve di heqê rojên me de çi gotibû?

 PIŞTÎ erdheja ku di sala 2015an de li Nepalê çêbû, hin kesan wisa got: “Di hundirê çend deqeyan de, dikan û avahiyên kevn hilweşiyan.” “Li her derê panîk hebû ... Hinekan digot ku zelzele weke du deqe dewam kir, lê ji bo min, ev wext zehf dirêj kişand.” Ma kî dikare tiştekî wisa ji bîr bike!

2 Niha, dinya bi awayekî din diheje. Ne tenê bajarek yan welatek, lê temamiya dinyayê tê hejandin, û ev hejandin bi gelek salan berdewam dike. Hagay pêxember ji berê ve gotibû ku tiştekî wisa wê biqewime. Wî gotibû: “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Ezê di demeke nêzîk de careke din erd û ezman, derya û bejahiyê bihejînim’” (Hagay 2:6, Mizgînî).

3. Ev hejandina mecazî çima naşibe zelzeleyên herfî?

3 Hejandina ku Hagay behsa wê kiribû naşibe zelzeleyên ku her tiştî xera dikin. Bi eslê xwe, ev hejandin dibe sebeba netîceyên baş. Yehowa wisa dibêje: “Ezê hemû miletan bihejînim û wê tiştên hêja yên hemû miletan bên vir. Ezê vê Malê bi rûmetê dagirim” (Hagay 2:7, Mizgînî). Gelo ev pêxemberî di rojên Hagay de dihat çi maneyê? Gelo maneya van gotinan ji bo me çi ye? Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin, û emê bibînin ku em bi xwe çawa tev li hejandina miletan dibin.

HEJANDINA LI ROJÊN HAGAY

4. Yehowa çima Hagay pêxember şand ba xizmetkarên xwe?

4 Hagay pêxember ji Yehowa Xwedê wezîfeyeke pir muhîm standibû. Bi îhtimaleke mezin, Hagay yek ji wan mirovan bû, yên ku di sala 537an a B.M. de ji sirgûna li Babîlê vegeriyabûn Orşelîmê. Wexteke kin piştî ku xizmetkarên Yehowa gihîştibûn welatê xwe, wan dest bi avakirina perestgehê kiribû (Esra 3:8, 10). Lê pir wext derbas nebû ku seba muxalefetê, wan cesareta xwe winda kir û dev ji îşê avakirinê berda (Esra 4:4; Hagay 1:1, 2). Loma, di sala 520an a B.M. de, Yehowa Hagay pêxember şand ba wan ku xîret û daxwaza wan zêde bike, da ku ew avakirina perestgehê xelas bikin b (Esra 6:14, 15).

5. Gotinên Hagay çawa cesaret da xizmetkarên Xwedê?

5 Armanca xebera Hagay ev bû ku baweriya xizmetkarên Yehowa xurttir bike. Pêxember ji Cihûyên dilşikestî re wisa got: “‘Ya gelê welêt, wêrek be!’ Ev e gotina Xudan. ‘Vî karî bidomînin. Ji ber ku ez bi we re me.’ Ev e gotina Xudanê Karîndar” (Hagay 2:4, Mizgînî). Belê, Yehowa “Xudanê Karîndar” e, yanî hêza wî têra her tiştî dike, û di bin fermandariya wî de bi milyonan melek hene. Loma, lazim bû ku Cihûyan xwe bisparta wî, da ku ew serkeftî bibin.

6. Netîceya hejandina ku Hagay ji berê ve behsa wê kiribû wê bibûya çi?

6 Bi îlhama Yehowa, Hagay ji berê ve got ku hemû milet wê bên hejandin. Li gor vê xeberê, Yehowa wê padîşahiya Farsê, ya ku li wê demê li ser gelek miletan hikum diajot, bihejanda. Gelo netîceya vê hejandinê wê bibûya çi? A yekê, xizmetkarên Xwedê wê îşê avakirina perestgehê xelas bikira. A diduyan jî, kesên ji miletên din wê li perestgeha nû tevî Cihûyan ji Yehowa re îbadet bikira. Vê xeberê bê guman dilê xizmetkarên Xwedê xurt dikir! (Zekerya 8:9).

HEJANDINA LI ROJÊN ME

Gelo tu bi dil û can tev li îşê hejandinê dibî? (Li paragrafên 7 û 8an binêre) e

7. Îro em çawa tev li îşê hejandinê dibin? Zelal bike.

7 Gelo maneya gotinên Hagay ji bo rojên me çi ye? Yehowa dîsa hemû miletan dihejîne, û îcar, em jî tev li vî îşî dibin. Ka bifikire: Di sala 1914an de, Yehowa Kurê xwe Îsa Mesîh kir Padîşahê Padîşahiya ezmanî (Zebûr 2:6). Destpêkirina Padîşahiya ezmanî ji bo serokên dinyayê xebereke reş bû. “Zemanê miletan” – yanî dema ku tu hikumdarekî ku Yehowa rasterast temsîl dike, tune bû – êdî temam bûbû (Lûqa 21:24). Bi xisûsî ji sala 1919an û pê ve, xizmetkarên Yehowa îlan dikin ku tenê Padîşahiya Xwedê dikare problemên dinyayê safî bike. Belavkirina vê “Mizgîniya Padîşahiyê” temamiya dinyayê dihejîne (Metta 24:14).

8. Li gor Zebûr 2:1-3, gelo piraniya miletan vê xeberê qebûl dikin?

8 Çi heyf e ku gelek însan vê xeberê red dikin (Zebûr 2:1-3 bixwîne). Miletên dinyayê Hikumdarê ku Yehowa tayîn kiriye, qebûl nakin, û ew xebera Padîşahiyê wek xebereke xêrê nabînin. Bi ser de, hin dewlet îşê belavkirina mizgînê qedexe kiriye. Gelek serok xwe wek mirovên xwedênas nîşan didin, lê ew naxwazin qudret û otorîteya xwe ji dest bidin. Loma, wek serokên li rojên Îsa Mesîh, serokên îroyîn jî li hemberî Padîşahê tayînkirî serî hildidin û hicûmî xizmetkarên Yehowa dikin (Karên Şandiyan 4:25-28).

9. Yehowa ji serokên miletan re çi dibêje?

9 Li gor Zebûr 2:10-12, Yehowa ji van serokan re wisa dibêje: “Ey padîşahno, êdî bi aqil bin! Ey serokên dinê, dersê hilînin! Bi tirs ji Xudan re bibin xizmetkar, bilerizîn, bibin bextiyar. Kur maç bikin, da ku hêrs nebe, kes ji we, li ser rê tune nebe. Çimkî bi derbekê radibe hêrsa wî, xwezî bi wan, ku xwe avêtine wî.” Yehowa bi dilovanî fersendê dide van muxalifan, da ku ew bên ser hişê xwe û Padîşahiya wî qebûl bikin. Lê belê, wext hindik maye. Em êdî gihîştine “rojên dawîn” ên vê sîstemê (2. Tîmotêyos 3:1; Îşaya 61:2). Lazim e ku her kes rastiyê bibihîze û zû qerarê bide!

NETÎCEYA BAŞ A ÎŞÊ HEJANDINÊ

10. Li gor Hagay 2:7-9, netîceya baş a îşê hejandinê çi ye?

10 Netîceyên baş ên îşê hejandinê jî hene. Hagay pêxember ji berê ve gotibû ku bi saya hejandinê, “wê tiştên hêja [însanên dilpak] yên hemû miletan bên” ku ji Yehowa re îbadetê bikin c (Hagay 2:7-9 ji wergera Mizgînî’yê bixwîne). Îşaya pêxember û Mîka pêxember jî ji berê ve gotibû ku “di rojên dawîn de”, tiştekî wisa wê biqewime (Îşaya 2:2-4; Mîka 4:1, 2).

11. Gava birayê me mizgîna Padîşahiyê cara pêşîn bihîstibû, wî çi kir?

11 Bîne ber çavê xwe ku xebera ku dinyayê dihejîne li ser birayê me Ken, ê ku li merkeza cîhanî ya teşkîlata Şahidên Yehowa xizmet dike, çawa tesîr kiriye. Ew tîne bîra xwe ku weke 40 sal berê, gava wî mizgîna Padîşahiyê cara pêşîn bihîst, wî çi hîs kiribû: “Wexta ku min rastiya ji Peyva Xwedê cara pêşîn bihîst, ez pêhesiyam ku em êdî gihîştine rojên dawîn ên vê sîstemê. Min fehm kir ku ji bo ku Xwedê ji min razî be û ji bo ku ez jiyana bêdawî bistînim, gerek ez ji vê dinyaya bêîstiqrar derkevim û li aliyê Yehowa bisekinim. Min dua kir û hemen ev gav avêt. Min dev ji dinyayê berda, û min xwe avêt bin siya Padîşahiya Xwedê, ya ku wê heta bi hetayê bimîne.”

12. Di van rojên dawîn de, perestgeha ruhî çawa bi rûmet ve tije bûye?

12 Eşkere ye ku Yehowa xizmetkarên xwe bibereket kirine. Li van rojên dawîn, hejmara xizmetkarên wî bi rastî jî pir zêde bûye. Di sala 1914an de, tenê çend hezar xizmetkarên Xwedê hebûn, lê niha li seranserê dinyayê zêdetirî 8 milyon Şahidên Yehowa hene, û çend milyon mirovên din jî her sal bi me re tên Bîranîna Mirina Îsa Mesîh. Bi vî awayî, hewşa perestgeha ruhî d ya li rûyê erdê bi “tiştên hêja yên hemû miletan” ve tije bûye. Wekî din, ev yek ku gelek kes jiyana xwe guherandiye û şexsiyeta nû li xwe kiriye, rûmetê dide navê Yehowa (Efesî 4:22-24).

Li seranserê dinyayê, xizmetkarên Xwedê bi dilşadî mizgîna Padîşahiya Xwedê belav dikin (Li paragrafa 13an binêre)

13. Kîjan pêxemberiyên din hatine cih? (Li rûyê kovarê binêre.)

13 Bi vî awayî, gotinên din ên Kitêba Pîroz jî hatine cih. Mesela, Îşaya pêxember ji berê ve wisa gotibû: “Wê malbata biçûk hezar kes be, ya herî biçûk wê bibe miletekî hêzdar. Ez Xudan, gava wext hat, ezê zûka pêk bînim” (Îşaya 60:22, Mizgînî). Niha, gelek însan li hev top dibin ku ji Yehowa re îbadetê bikin. Ev “tiştên hêja” hazir in ku hunerên xwe ji bo belavkirina mizgîna Padîşahiyê bixebitînin. Loma, wek Îşaya pêxember gotibû, xizmetkarên Yehowa “şîrê miletan” dimêjin (Îşaya 60:5, 16). Bi saya alîkariya van kesên hêja, îşê belavkirina mizgînê li 240 welat û herêmî, û xwarina ruhî bi zêdetirî 1.000 zimanî tê hazirkirin.

WEXTA QERARDAYÎNÊ

14. Lazim e ku her kes çi qerarê bide?

14 Li van rojên dawîn, hejandina miletan zorê li însanan dide ku ew riya xwe hilbijêrin. Gelo ewê piştgiriya Padîşahiya Xwedê bikin yan jî xwe bispêrin hikûmetên vê dinyayê? Lazim e ku her kes qerara xwe bide! Xizmetkarên Yehowa helbet guh didin qanûnên dewletê, lê ew tev li siyasetê nabin (Romayî 13:1-7). Ew rind dizanin ku tenê Padîşahiya Xwedê dikare hemû problemên me safî bike. Ev Padîşahî para vê dinyayê nîne (Yûhenna 18:36, 37).

15. Li gor kitêba Peyxam, dilsoziya xizmetkarên Yehowa wê çawa bê ceribandin?

15 Kitêba Peyxamê ji berê ve gotibû ku dilsoziya xizmetkarên Xwedê wê li rojên dawîn bê ceribandin, û ewê rastî zilm û muxalefetê bên. Dewletên dinyayê wê bixwazin ku em li ber wan “herin ser çokan”, û ewê zilmê li kesên ku li pey wan naçin, bikin (Peyxam 13:12, 15). Ewê zorê li “hemû biçûk û mezinan, dewlemend û belengazan, azad û xulaman” bidin ku dest yan eniya wan bê “deqkirin” (Peyxam 13:16). Li demên berê, xulam dihatin deqkirin, da ku eşkere be ku ew aîdî kê ne. Mîna vê, dewletên dinyayê wê bixwazin ku li dest yan eniya her kesî îşareteke mecazî hebe, yanî hal û hereketên wan wê eşkere bikin ku ew aîdî hêzên siyasî ne û piştgiriya wan dikin.

16. Çima muhîm e ku em dev ji dilsoziya xwe bernedin?

16 Gelo emê vê deq yan îşareta mecazî qebûl bikin û xwe bavêjin ber bextê hikûmetên dinyayê? Kesên ku vê îşaretê qebûl nakin wê rastî tengasî û talûkeyan bên. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Heçî kesê deqa cenawir, yanî navê wî an hejmara navê wî pê re nebe, nekaribe kirrîn û firotinê bike” (Peyxam 13:17). Lê belê, xizmetkarên Xwedê dizanin ku çi wê bê serê kesên ku vê deqê qebûl dikin (Peyxam 14:9, 10). Li şûna ku ew vê îşaretê qebûl bikin, ew qey li ser destê xwe dinivîsin “Aîdî Yehowa” (Îşaya 44:5, NWT). Eger em dev ji dilsoziya xwe bernedin, Yehowa wê bi serbilindî li me xwedî derkeve.

HEJANDINA DAWÎN

17. Gerek em di heqê sebra Yehowa de çi ji bîr nekin?

17 Li van rojên dawîn, Yehowa bi rastî jî sebreke mezin eyan kiriye. Ew naxwaze ku kesek helak bibe (2. Petrûs 3:9). Ew fersendê dide her kesî ku tobe bike û qerara rast bide. Lê belê, sînorê sebra Xwedê jî heye. Kesên ku vê fersendê bi kar neynin wê bikevin halê Fîrawûnê li rojên Mûsa. Yehowa ji wî re gotibû: “[Eger] min destê xwe dirêj bikira, bi kulê tu û gelê te ceza bikira, wê lingê te ji ser erdê bihata birîn. Lê ji ber van sedeman min destûr da ku tu bijî: Ji bo hêza xwe nîşanî te bidim û tevahiya dinyayê navê min bizanibe” (2. Mûsa 9:15, 16, Mizgînî). Rojekê, hemû milet wê bizanibin ku Xwedayê rastîn, Yehowa ye (Hêzekîêl 38:23). Gelo çawa?

18. (a) Hagay 2:6, 20-22 behsa çi hejandina din dike? (b) Em ji ku dizanin ku gotinên Hagay wê bi awayekî din bên cih?

18 Çend sedsal piştî rojên Hagay, Pawlosê şandî bi îlhama Xwedê zelal kir ku gotinên Hagay 2:6, 20-22 wê bi awayekî din jî bên cih (ji wergera Mizgînî’yê bixwîne). Pawlos wisa nivîsî: “Hingê dengê wî erd hejand, lê belê niha soz daye û gotiye: ‘Êdî careke din, ezê ne tenê erdê, lê ezmên jî vehejînim.’ Bi gotina: ‘Careke din’ jiholêrakirina tiştên ku vedihejin, yanî tiştên ku hatine afirandin, tê eşkerekirin; da ku tiştên ku venahejin mayîndar bin” (Îbranî 12:26, 27). Hejandina ku Pawlos li vê ayetê behsa wê kir, ji hejandina ku li Hagay 2:7 derbas dibe, cuda ye. Maneya vê hejandinê ev e ku kesên ku wek Fîrawûn serweriya Yehowa qebûl nakin wê heta bi hetayê ji holê bên rakirin.

19. Çi wê neyê hejandin, û em vêya ji ku dizanin?

19 Gelo çi wê neyê hejandin û ji holê neyê rakirin? Pawlos wisa got: “Em şikir bikin ku em padîşahiyeke ku nayê vehejandin distînin û bi vî awayî em bi tirs û hurmetê biperizin Xwedê, wek ku li wî xweş tê” (Îbranî 12:28). Belê, piştî hejandina dawîn, tenê Padîşahiya Xwedê wê li cihê xwe saxlem bisekine! (Zebûr 110:5, 6; Danîêl 2:44).

20. Lazim e ku mirov çi qerarê bidin, û em çawa dikarin alî wan bikin?

20 Wext hindik maye! Gerek her kes qerarê bide ka li riya vê dinyayê bimîne, ya ku diçe helakê, yan jî li gor daxwaza Xwedê bijî û jiyana bêdawî bistîne (Îbranî 12:25). Bi saya belavkirina mizgînê, em dikarin alî mirovan bikin ku ew qerara xwe bidin. Bila em alî gelek kesên dilpak bikin ku ew aliyê Padîşahiya Xwedê bigirin. Û bila em van gotinên Îsa Mesîh ji bîr nekin: “Ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê” (Metta 24:14).

KILAM 40 Em Aîdî Kê ne?

a Ev meqale fehmkirina me ya Hagay 2:7 serrast dike. Emê bibînin ku em çawa dikarin tev li îşekî mezin bibin, ê ku hemû miletan dihejîne. Wekî din, emê bibînin ku ev îşê hejandinê çawa dibe sebeba reaksiyonên pozîtîf û negatîf.

b Ev yek ku avakirina perestgehê di sala 515an a B.M. de xelas bû rêyî me dide ku wezîfeya Hagay serkeftî bû.

c Ev melûmat serrast dike ku gerek em vê ayetê çawa fehm bikin. Carinan, me digot ku ev yek ku kesên dilpak tên ba Yehowa netîceya hejandina miletan nîne. Li meqaleya “Pirsên Xwendevanan” a li kovara The Watchtower a 15 Gulan 2006 (bi zimanê Îngilîzî) binêre.

d Perestgeha ruhî, tertîba Yehowa ya ji bo îbadeta pak temsîl dike.

e RESIM: Hagay pêxember ji xizmetkarên Xwedê re got ku bila ew bi dil û can piştgiriya avakirina perestgehê bikin. Li rojên me jî, xizmetkarên Xwedê xebera wî bi xîret belav dikin. Jin û mêrek behsa hejandina dawîn dikin.