Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 38

Nêzîktirî Yehowa û Xwişk û Birayan Bibe

Nêzîktirî Yehowa û Xwişk û Birayan Bibe

“Ez derdikevim ba Bavê xwe û Bavê we” (YÛHENNA 20:17).

KILAM 3 Stara Me, Hêza Me Tu yî

PÊŞGOTIN a

1. Însanên dilsoz dikarin çi qas nêzîkî Yehowa bibin?

 ÎSA MESÎH, ê ku “nixuriyê hemû afirînê” ye, û bi milyonan melek para malbata Yehowa ne (Kolosî 1:15; Zebûr 103:20). Wexta ku Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî got ku mirovên dilsoz dikarin Yehowa wek Bavê xwe bibînin. Gava wî ji şagirtên xwe re behsa Yehowa kir, wî ew wek “Bavê xwe û Bavê we” bi nav kir (Yûhenna 20:17). Li dema ku em jiyana xwe didin destê Yehowa û bin av dibin, em dibin para malbateke dilgerm (Marqos 10:29, 30).

2. Li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

2 Li hinekan zor tê ku Yehowa wek Bavekî dilovan bibînin. Hinek jî nizanin ku hezkirina xwe ji xwişk û birayan re çawa nîşan bidin. Li vê meqaleyê, emê hîn bibin ku Îsa Mesîh çawa alî me dike ku em Yehowa wek Bavê xweyî dilovan bibînin û em çawa dikarin nêzîktirî wî bibin. Wekî din, emê hîn bibin ku di minasebetên bi xwişk û birayan de, em çawa dikarin Yehowa ji xwe re emsal bigirin.

YEHOWA DIXWAZE KU EM NÊZÎKÎ WÎ BIBIN

3. Duaya emsal me çawa nêzîktirî Yehowa dike?

3 Yehowa otorîteya herî bilind e, lê ew yekî sert û dilsar nîne. Îsa Mesîh rêyî me daye ku Yehowa Bavekî dilgerm û dilovan e. Ev yek ji duaya emsal eşkere ye, ya ku Îsa Mesîh nîşanî şagirtên xwe dabû. Îsa bi van gotinan dest bi vê duayê kir: “Bavê me” (Metta 6:9). Îsa Mesîh dikaribû ji me re bigota ku bila em Yehowa wek “Xudanê xudanan”, wek “Xwedayê ku her tişt afirandiye” yan wek “Padîşahê herheyî” bi nav bikin, çimkî ev sernavên Xwedê jî minasib in û di Kitêba Pîroz de derbas dibin (5. Mûsa 10:17; Efesî 3:9; 1. Tîmotêyos 1:17). Lê belê, Îsa Mesîh Yehowa wek “Bav” bi nav kir.

4. Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze ku em nêzîkî wî bibin?

4 Li hinekan zor tê ku Yehowa wek Bavekî dilovan bibînin, çimkî bavên wan mirovên sert bûn. Çi baş e ku Yehowa hîsên me fehm dike. Ew dixwaze nêzîkî me be. Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8). Belê, Yehowa ji me hez dike, û ew dixwaze ji me re bibe Bavekî baş.

5. Li gor Lûqa 10:22, Îsa Mesîh çawa dikare alî me bike ku em nêzîktirî Yehowa bibin?

5 Îsa Mesîh dikare alî me bike ku em nêzîktirî Yehowa bibin. Îsa Mesîh Yehowa zehf rind nas dike û hemû sifetên wî ji xwe re emsal digire. Loma, wî got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhenna 14:9). Wek birayekî mezin, Îsa Mesîh me hîn dike ku gerek em çawa qedrê Bavê xwe bigirin, guh bidin wî û dilê wî şa bikin. Bi ser de, wî nîşanî me daye ku Yehowa çi qas nazik û dilovan e (Lûqa 10:22 bixwîne). Ka em li çend mîsalan binêrin.

Yehowa bi destê melekekî dilê Kurê xwe xurt kir (Li paragrafa 6an binêre) c

6. Yehowa çawa guh dida Îsa Mesîh?

6 Yehowa guh dide zarokên xwe. Ka bala xwe bidê ku Yehowa çawa guh dida Kurê xwe Îsa Mesîh. Gava Îsa li dinyayê bû, wî gelek caran dua dikir, û Yehowa guhdariya duayên wî dikir (Lûqa 5:16). Gava Îsa Mesîh di heqê qerarên muhîm de dua dikir, mesela di heqê hilbijartina 12 şandiyan de, Xwedê guh dida wî (Lûqa 6:12, 13). Wekî din, wexta ku Îsa Mesîh ji Yehowa re behsa xemên xwe dikir, Yehowa guh dida wî. Berî ku Îsa Mesîh hat dayîn dest, wî di heqê çetinahiyên ku wê bihatana serê wî de dua kir. Yehowa hem guh da vê duayê hem jî melekek şand, da ku ew dilê Kurê wî yê hêja xurt bike (Lûqa 22:41-44).

7. Ev yek ku Yehowa guh dide duayên te li ser te çawa tesîr dike?

7 Îro jî Yehowa guh dide duayên xizmetkarên xwe, û ew li wexta rast û bi awayê herî minasib cewabê dide (Zebûr 116:1, 2). Serpêhatiya xwişkeke ji Hindistanê vêya rind nîşan dide. Wê bi zêdeyî xem dixwar, loma wê di heqê vê problemê de ji Yehowa re dua kir. Ew wisa dibêje: “Bernameya JW Broadcasting® a meha Gulanê ya sala 2019an nîşanî min da ku ez çawa dikarim ji xem û endîşeyên xwe bifilitim. Bi rastî jî ev bername cewaba duayên min bû!”

8. Yehowa çawa nîşan dida ku ew ji Îsa Mesîh hez dike?

8 Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, Yehowa hezkirina xwe jê re eyan dikir û xema wî dixwar, û ew ji me jî hez dike û xema me dixwe (Yûhenna 5:20). Wî hemû hewcedariyên Îsa yên madî û manewî tedarek dikirin. Wekî din, Yehowa rasterast nîşan dida ku ew ji Kurê xwe hez dike û ji wî razî ye (Metta 3:16, 17). Îsa Mesîh dizanibû ku Bavê wî li ba wî ye, loma wî xwe tu caran tenê hîs nedikir (Yûhenna 8:16).

9. Em ji ku dizanin ku Yehowa ji me hez dike?

9 Wek Îsa Mesîh, me jî hezkirina Yehowa gelek caran dîtiye, ne wisa ye? Ka bifikire: Yehowa em kişandine ba xwe, û wî em kirin para malbateke dilgerm, da ku em dilşad bibin û karibin di rojên teng de destekê bistînin (Yûhenna 6:44). Wekî din, Yehowa têr û tije xwarina ruhî dide me. Bi ser de, ew alî me dike ku em hewcedariyên xwe yên madî tedarek bikin (Metta 6:31, 32). Her ku em tînin ber çavê xwe ku Yehowa ji me çi qas hez dike, em ji wî zêdetir hez dikin.

WEK YEHOWA JI XWIŞK Û BIRAYAN RE BAŞ BE

10. Ji bo ku hezkirina di nav malbata me ya ruhî de xurttir bibe, gerek em çi bikin?

10 Yehowa ji xwişk û birayên me hez dike. Lê belê, ji ber ku kok û kulturên me ji hev cuda ne, em hevdû car caran bi şaşiyên xwe aciz dikin. Loma, li me carinan hêsan nayê ku em ji xwişk û birayan hez bikin û hezkirina xwe nîşan bidin. Gelo em çawa dikarin hezkirina di nav malbata xwe ya ruhî de xurttir bikin? Ji bo vê, gerek em hezkirina Bavê xweyî ezmanî ji xwe re emsal bigirin (Efesî 5:1, 2; 1. Yûhenna 4:19). Niha emê hin sifetên xweş ên Yehowa yek bi yek di ber çavan re derbas bikin.

11. Îsa Mesîh sifetên Yehowa çawa ji xwe re emsal digirtin?

11 Yehowa yekî “keremdar û dilovan” e (Zebûr 145:8). Gava kesekî keremdar û dilovan dibîne ku kesên din êşê dikişînin, ew dixwaze alî wan bike û dilê wan rihet bike. Îsa Mesîh bi hal û hereketên xwe nîşan dida ku Yehowa çawa xema mirovan dixwe (Yûhenna 5:19). Carekê, “gava wî elalet dîtin, dilê wî bi wan şewitî. Çimkî ew mîna miyên bê şivan ên şaşbûyî û belavbûyî bûn” (Metta 9:36). Loma, ew hazir bû ku alî wan bike. Mesela, wî kesên nexweş qenc dikirin û rihetî dida “yên westayî û bargiran” (Metta 11:28-30; 14:14).

Wek Yehowa ji xwişk û birayan re dilovan û destvekirî be (Li paragrafên 12 heta 14an binêre) d

12. Em çawa dikarin dilovaniyê nîşan bidin? Mîsalekê bide.

12 Ji bo ku em karibin xema xwişk û birayan bixwin, gerek em bizanibin ku derdên wan çi ne. Mesela, ferz bike ku xwişkek giran nexweş e. Ew tu caran gilî û gazinên xwe nake, lê ew bê şik hewceyî alîkariya me ye. Gelo li wê zor tê ku îşê malê bi tena serê xwe bike? Gelo ji bo hazirkirina xwarinê yan ji bo paqijkirina malê jê re alîkarî lazim e? Yan jî, ferz bike ku birayekî îşê xwe winda kiriye. Gelo em dikarin hinek pere bidin wî – belkî bêyî ku ew bizanibe ku ev pere ji kê ye – da ku ew karibe îdare bike heta ku ew ji xwe re îşekî bibîne?

13-14. Em çawa dikarin wek Yehowa destvekirî bin?

13 Yehowa yekî destvekirî ye (Metta 5:45). Li şûna ku em li bendê bisekinin heta ku kesek ji me alîkariyê bixwaze, wê baş be em alîkariyê teklîf bikin. Bila em mîna Yehowa bin, ê ku tavê li ser me dertîne bêyî ku em vêya dixwazin. Bi ser de, ne tenê kesên şikurdar, lê her kes ji germiya tavê feydeyê distîne. Ma ev yek ku Yehowa hewcedariyên me tedarek dike, hezkirina wî nîşan nade? Em pir şa ne ku Yehowa ew qas nazik û destvekirî ye!

14 Gelek xwişk û birayên me wek Bavê meyî ezmanî destvekirî ne. Mesela, di sala 2013an de, teyfûneke mezin rabû û li Filîpînê zerareke mezin da. Gelek xwişk û birayên me her tiştê xwe winda kir, lê çi baş e ku xwişk û birayên li welatên din bi bexşên xwe alî wan kir. Wekî din, wan di hundirê salekê de nêzîkî 750 xanî tamîr kirin yan ji nû ve ava kirin! Li dema pandemiya COVID-19 jî, Şahidên Yehowa bi dil û can piştgiriya xwişk û birayên xwe kir. Belê, gava em zû diçin hawara xwişk û birayan, em nîşan didin ku em ji wan hez dikin.

15-16. Li gor Lûqa 6:36, wê baş be ku em Bavê xweyî ezmanî çawa ji xwe re emsal bigirin?

15 Yehowa yekî dilrehm û efûkar e (Lûqa 6:36 bixwîne). Em rehma Bavê xweyî ezmanî her roj dibînin (Zebûr 103:10-14). Mirovên ku li pey Îsa Mesîh diçûn qisûrdar bûn; dîsa jî, wî ew bi dilrehmî efû dikirin. Bi ser de, Îsa hazir bû ku canê xwe di oxira me de feda bike, da ku gunehên me bên efûkirin (1. Yûhenna 2:1, 2). Ma dilrehmî û efûkariya Yehowa û Îsa Mesîh dilê me germ nakin?

16 Gava em hevdû ji dil efû dikin, hezkirina di nav me de xurttir dibe (Efesî 4:32). Helbet carinan ne hêsan e ku em kesên din efû bikin, loma bi rastî jî xîret lazim e. Xwişkeke me ji melûmata li meqaleyeke b di heqê efûkirinê de pir feyde dît. Ew dibêje: “Bi saya vê meqaleyê, min fehm kir ku wê ji bo min çi qas bifeyde bibe ku ez kesên din efû bikim. Ev meqale nîşan dide ku efûkirin nayê maneya ku em şaşiyên kesên din yan zerara ku seba van şaşiyan tê meydanê nabînin. Na, efûkirin tê maneya ku em kînê najon û hizûra xwe winda nakin.” Gava em xwişk û birayan ji dil efû dikin, em nîşan didin ku em ji wan hez dikin û Bavê xwe Yehowa ji xwe re emsal digirin.

QÎMETÊ BIDE MALBATA XWE YA RUHÎ

Saliya me çi qas be jî, em dikarin nîşan bidin ku em ji xwişk û birayan hez dikin (Li paragrafa 17an binêre) e

17. Li gor Metta 5:16, em çawa dikarin pesnê Yehowa bidin?

17 Li seranserê dinyayê xwişk û birayên me hene, yên ku ji hevdû hez dikin, û em şa ne ku em aîdî vê malbatê ne. Em dixwazin ku kesên din jî tevî me ji Yehowa re îbadetê bikin. Loma, gerek em hay ji xwe hebin ku em bi hal û hereketên xwe leke neynin ser navê Yehowa û teşkîlata wî. Em dixwazin ku mirov bi saya kirinên me yên qenc bixwazin Yehowa nas bikin û ji wî re xizmet bikin (Metta 5:16 bixwîne).

18. Çi dikare alî me bike ku em bê tirs behsa rastiyê bikin?

18 Hin kes qerfên xwe bi me dikin yan zilmê li me dikin ji ber ku em guh didin Bavê xweyî ezmanî. Dîsa jî, ne lazim e ku em bitirsin ku ji kesên din re behsa baweriya xwe bikin, çimkî Yehowa û Îsa Mesîh wê alî me bikin. Îsa ji şagirtên xwe re wisa got: “Xeman nexwin ku hûnê çi bêjin û çawa bêjin.” Gelo çima? Îsa wisa şîrove kir: “Di wê demê de wê ji we re bê dayîn ku hûn çi bêjin. Çimkî yê dipeyive ne hûn in, lê Ruhê Bavê we wê bi devê we bipeyive” (Metta 10:19, 20).

19. Robert çawa bi mêrxasî behsa rastiyê kir?

19 Serpêhatiya birayê me Robert, ê ku li Afrîkaya Başûr dijî, bîne ber çavê xwe. Gava wî hê Kitêba Pîroz lêkolîn dikir û zanîna wî hê kêm bû, lazim bû ku ew ji hakimekî re zelal bike ku ew çima naxwaze xizmeta leşkeriyê bike. Wî bi mêrxasî jê re got ku ew ji xwişk û birayan hez dike û ji ber vê yekê dixwaze bêteref bimîne. Eşkere ye ku wî qîmet dida malbata xwe ya ruhî! Hingê hakim wisa pirsî: “Ma xwişk û birayên te kî ne?” Robert li hêviya pirseke wisa nebû, lê ayeta wê rojê – yanî Metta 12:50 – hat bîra wî: “Kî ku daxwaza Bavê min ê li ezmanan bike, birayê min, xwişka min û diya min ew e.” Robert her çi qas xwendekarekî nû bû jî, ruhê Yehowa alî wî dikir ku ew cewaba vê pirsê û çend pirsên din ên nehêvîkirî bide. Yehowa bê şik ji Robert razî bû. Belê, gava em xwe dispêrin Yehowa û di rewşên zor de jî bi mêrxasî behsa rastiyê dikin, ew ji me razî dibe.

20. Gerek qerara me çi be? (Yûhenna 17:11, 15)

20 Em serbilind in ji ber ku em aîdî malbateke ruhî ne. Bavê me, bavê herî baş e, û xwişk û birayên me ji me pir hez dikin. Gerek em ji bo vê keremê her tim şikurdar bin. Îblîs û alîgirên wî dixwazin şik bixin dilê me ku Yehowa ji me hez dike, û ew xîret dikin ku yekîtiya me xera bikin. Loma, Îsa Mesîh ji Yehowa rica kir ku bila ew yekîtiya malbata me biparêze (Yûhenna 17:11, 15 bixwîne). Bavê me bi rastî jî li gor vê duayê alî me dike. Wek Îsa Mesîh, bila em tu caran şik nebin ku Bavê meyî ezmanî ji me hez dike û piştgiriya me dike. Bila em her ku diçe nêzîktirî malbata xwe ya ruhî bibin!

KILAM 99 Xwişk û Birayên Biqîmet

a Em pir qîmetê didin xwişk û birayan, û em dixwazin hezkirina di nav xwe de hê jî xurttir bikin. Ji bo vê, wê baş be ku em Yehowa, Îsa Mesîh û xwişk û birayan ji xwe re emsal bigirin.

c RESIM: Gava Îsa li baxçeyê Gêtşemaniyê bû, Yehowa melekek şand ba wî ku dilê wî xurt bike.

d RESIM: Li dema pandemiya COVID-19, gelek Şahidên Yehowa ji xwişk û birayên xwe re erzaq dişand.

e RESIM: Dayikek alî qîza xwe dike ku ji birayekî hebskirî re nameyekê binivîse.