Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 40

Tobeya Rastîn Çi ye?

Tobeya Rastîn Çi ye?

“Ez nehatime, ku ji bo tobekirinê gazî rastan bikim, lê ez hatim ku gazî gunehkaran bikim” (LÛQA 5:32).

KILAM 36 Dilê Xwe Biparêze

PÊŞGOTIN a

1-2. Ferqa di nav Ahab û Manaşşe de çi bû, û emê cewaba kîjan pirsan bistînin?

 KITÊBA PÎROZ behsa du padîşahan dike: Yek ji wan, padîşahê Îsraêlê bû, yê din jî padîşahê Cihûdayê bû. Ew li demên cuda dijiyan, lê ew ji gelek aliyan ve wek hev bûn. Her diduyan jî li hemberî Yehowa serî hildida û xizmetkarên wî ji rê derdixistin. Her diduyan jî pûtperestî dikir û xwîn dirijand. Dîsa jî, di nav wan de ferqeke mezin hebû: Yek ji wan heta dawiya emrê xwe dev ji xerabiyê berneda, lê yê din tobe kir û hat efûkirin. Gelo em behsa kê dikin?

2 Yek ji wan padîşahê Îsraêlê Ahab bû, yê din jî padîşahê Cihûdayê Manaşşe bû. Em dikarin ji ferqa di nav van du padîşahan de li ser tobekirinê gelek tiştan hîn bibin (Karên Şandiyan 17:30; Romayî 3:23). Gelo tobeya rastîn çi ye û çawa tê nîşandayîn? Gerek em vêya bizanibin, da ku Yehowa gunehên me efû bike. Ji bo ku em cewaba van pirsan bistînin, emê bala xwe bidin jiyana Ahab û Manaşşe, û emê ji serpêhatiyên wan hin dersan bigirin. Paşê, emê bibînin ku Îsa Mesîh di heqê tobekirinê de çi got.

DERSÊN JI SERPÊHATIYA AHAB PADÎŞAH

3. Ahab padîşahekî çawa bû?

3 Ahab padîşahê heftan a padîşahiya Îsraêlê bû, ya ku ji 10 eşîran pêk dihat. Wî qîza padîşahê Saydayê Îzabel ji xwe re wek jin anî. Sayda welatekî dewlemend ê li bakurê Îsraêlê bû. Dibe ku welatê Îsraêlê bi saya vê zewacê zengîntir bûbû, lê ji aliyê ruhî ve, bandora vê zewacê pir xerab bû, çimkî Îzabel jinikeke pûtperest bû. Li gor dînê wê, fahîşeyên perestgehê û qurbankirina zarokan wek tiştên normal dihatin qebûlkirin. Ahab jî ket ber bayê jina xwe û piştgiriya vê dînê xerab kir. Bi ser de, Îzabelê gelek pêxemberên Yehowa dan kuştin (1. Qiralan 18:13). Ahab ji padîşahên berê zêdetir xerabî dikir (1. Qiralan 16:30). Yehowa çavê xwe li ser kirinên Ahab û Îzabelê nedigirt. Wî rind dizanibû ku ew çi dikin. Dîsa jî, Yehowa bi dilovanî pêxemberê xwe Êlyas şand ba wan, da ku ew wan hişyar bike berî ku felaket bihata ser serê wan. Lê belê, Ahab û Îzabelê guh neda wî.

4. Fermana Yehowa ya li ser Ahab çi bû, û Ahab çi kir?

4 Rojekê, sebra Yehowa xelas bû. Loma, wî Êlyas şand ku fermana xwe ji Ahab û Îzabelê re îlan bike. Mala Ahab wê ji kokê bihata rakirin. Ahab seba gotinên Êlyas pir xemgîn bû. Loma, vî zilamê pozbilind serê xwe li ber Xwedê daxist (1. Qiralan 21:19-29).

Ahab Padîşah ji dil tobe nekiribû, loma wî pêxemberê Xwedê avêt zindanê (Li paragrafên 5 û 6an binêre) b

5-6. Em ji ku dizanin ku Ahab ji dil tobe nekiribû?

5 Ahab her çi qas serê xwe li ber Xwedê daxist jî, hal û hereketên wî nîşan dida ku wî ji dil tobe nekiribû. Mesela, wî xîret nedikir ku pûtperestiyê ji welatê xwe paqij bike. Wekî din, wî piştgiriya îbadeta Yehowa nedikir. Ahab Padîşah bi awayên din jî nîşan dida ku ew ji dil tobedar nîne.

6 Rojekê, Ahab Padîşah gazî Yehoşafat Padîşah kir ku bi wî re li dijî Aramiyan şer bike. Yehoşafat padîşahekî baş bû, yê ku xwe dispart Yehowa, loma wî ji Ahab re got ku bila ew pêşî ji pêxemberekî Yehowa rêberiyê bistînin. Di serî de, Ahab ev yek qebûl nekir. Wî got: “Yekî din jî heye. Em dikarin ji Mîxayayê kurê Yîmla, bi riya wî jî ji Xudan bipirsin. Lê ez jê hez nakim, çimkî li ser min qet pêxemberiya xêrê nake, lê pêxemberiya xerab dike.” Dîsa jî, wan ji Mîxaya pirsî, û wî bi rastî jî xebereke xerab da Ahab. Li şûna ku efûkirina Yehowa bixwaze, Ahab Padîşah Mîxaya pêxember avêt zindanê (1. Qiralan 22:7-9, 23, 27, Mizgînî). Lê belê, Ahab Padîşah nikaribû ji pêkhatina gotinên Yehowa re bibûya asteng, û ew di cengê de hat kuştin (1. Qiralan 22:34-38).

7. Piştî mirina Ahab, Yehowa çi got?

7 Piştî mirina Ahab, Yehowa eşkere kir ku li ber çavê wî, Ahab yekî çawa bû. Ev yek ku Yehoşafat bi Ahab re hevkarî kiribû, li Yehowa xweş nehat. Loma, gava Yehoşafat vegeriya malê, Yehowa bi destê Yehû pêxember ji wî re wisa got: “Bona te, gelo alîkariya bi xeraban re û ji yên ku ji XUDAN ve dikerihin hezkirin hewce ye?” (2. Dîrokan 19:1, 2). Ka bifikire: Eger Ahab ji dil tobe bikira, ma pêxember wê bigota ku Ahab yekî xerab e, yê ku ji Yehowa dikerihe? Eşkere ye ku Ahab her çi qas heta dereceyekê poşman bûbû jî, wî bi temamî tobe nekiribû.

8. Serpêhatiya Ahab di heqê tobekirinê de çi rêyî me dide?

8 Em dikarin ji serpêhatiya Ahab çi hîn bibin? Gava Ahab fermana Yehowa bihîst, wî serê xwe li ber Xwedê daxist. Ev yek helbet gaveke baş bû. Lê paşê, wî bi hal û hereketên xwe nîşan da ku wî ji dil tobe nekiribû. Xuya ye ku tobe ne tenê ev e ku mirov seba kirinên xwe xemgîn be. Ka em li serpêhatiyeke din binêrin, a ku nîşanî me dide ku tobeya rastîn çi ye.

DERSÊN JI SERPÊHATIYA MANAŞŞE PADÎŞAH

9. Manaşşe Padîşah yekî çawa bû?

9 Weke 200 sal piştî rojên Ahab, Manaşşe bû padîşahê Cihûdayê. Wisa tê fehmkirin ku ew ji Ahab hê jî xerabtir bû. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bona ku XUDAN hêrs bike, di çavên wî de zehf xerabiyan çêkir” (2. Dîrokan 33:1-9). Mesela, Manaşşe gorîgehên ji bo pûtan ava dikirin. Bi ser de, wî li perestgeha Yehowa stûneke pîroz daçikand, a ku bi îhtimaleke mezin sembola îlaheyeke sexte bû. Wekî din, wî sêrbazî û falbazî dikir, û wî “zehf xwîna bêsûc rijand”. Heta, wî “lawên xwe di newala lawên Hînnom de ji agir ve derbas kir”, yanî ji pûtan re qurban kirin (2. Qiralan 21:6, 7, 10, 11, 16).

10. (a) Yehowa Manaşşe çawa terbiye kir? (b) Gelo Manaşşe terbiyeya Yehowa qebûl kir?

10 Wek Ahab, Manaşşe jî yekî serhişk bû, û wî guh nedida pêxemberên Yehowa. Ji ber vê yekê, Yehowa “serokên artêşa qiralê Asûrê bi ser wan ve anî û Manaşşe li hesin xistin û bi du qatî zincîrê ve girêdan û wî birin Babîlê”. Piştî ku Manaşşe li welatekî xerîb ket zindanê, xuya ye ku ew li ser kirinên xwe kûr fikirî, û wî “xwe li ber Xwedayê bapîrên xwe ve zehf nizm kir”. Wekî din, wî “ji Xwedayê xwe XUDAN re lava kir” û “jê re dua kir”. Belê, vî zilamê xerab xwe êdî diguherand. Wî Yehowa êdî wek “Xwedayê xwe” didît, û wî bi dewamî û ji dil ji Xwedê re dua dikir (2. Dîrokan 33:10-13).

Manaşşe Padîşah ji dil tobe kiribû, loma wî li dijî pûtperestiyê micadele kir (Li paragrafa 11an binêre) c

11. Li gor 2. Dîrokan 33:15, 16, Manaşşe tobeya xwe çawa îsbat kir?

11 Bi zeman re, Yehowa guh da duayên Manaşşe. Wî dît ku Manaşşe xwe serrast kiribû, û ev yek ji duayên wî eşkere bû. Loma, Yehowa guh da wî û ew vegerand ser textê padîşahiyê. Manaşşe ne wek Ahab bû. Wî bi hal û hereketên xwe îsbat kir ku wî ji dil tobe kiribû, û wî jiyana xwe guherand. Ji wê demê û pê ve, wî li dijî pûtperestiyê micadele kir û piştgiriya îbadeta rast kir (2. Dîrokan 33:15, 16 bixwîne). Manaşşe bi dehan salan li ser malbata xwe, li ser esîlzadeyan û li ser xelkê xerab bandor kiribû. Loma, ji wî re cesaret û bawerî lazim bû ku xerabiya xwe ya berê telafî bike. Bi îhtimaleke mezin, neviyê wî Yoşiya bi saya tesîra wî ya baş bû padîşahekî pir baş (2. Qiralan 22:1, 2).

12. Serpêhatiya Manaşşe di heqê tobekirinê de çi rêyî me dide?

12 Em dikarin ji serpêhatiya Manaşşe çi dersan bistînin? Wî hem serê xwe li ber Yehowa daxist hem jî dua kir û efûkirina wî xwest. Bi ser de, wî hal û hereketên xwe serrast kirin. Wî pir xîret kir ku zerara ku wî dabû, telafî bike, û wî bi dil û can ji Yehowa re îbadet kir û alî kesên din kir ku ew jî ji Yehowa re îbadetê bikin. Serpêhatiya Manaşşe dikare cesaretê bide kesên ku gunehên giran kirine, çimkî ev serpêhatî bi zelalî nîşan dide ku Yehowa qenc e û hazir e ku mirovan efû bike (Zebûr 86:5). Belê, eger kesek ji dil tobe bike, ew dikare bê efûkirin.

13. Gelo bes e ku kesekî gunehkar poşman be? Mîsalekê bide.

13 Manaşşe ne tenê poşman bû, lê wî gavên din jî avêtin. Ev yek di heqê tobekirinê de tiştekî muhîm nîşan dide. Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Tu diçî dikanekê ku nan bikirî, lê belê, dikançî ar dide te. Gelo tuyê razî bî? Helbet na! Lê eger dikançî ji te re bigota ku di nan de jixwe ar heye, ma teyê qebûl bikira? Helbet na. Mîna vê, Yehowa dixwaze ku kesên gunehkar tobe bikin. Eger ew seba gunehên xwe poşman bin, ev yek helbet baş e. Lê belê, di tobekirinê de her çi qas poşmanbûn jî hebe, ev yek ne bes e. Îcar çi lazim e? Em dikarin cewaba vê pirsê ji çîrokeke Îsa Mesîh bistînin.

EM JI KU DIZANIN KA KESEKÎ BI RASTÎ TOBE KIRIYE YAN NA?

Piştî ku aqlê kurê windabûyî hat serê wî, wî qerar da ku vegere malê (Li paragrafên 14 û 15an binêre) d

14. Li çîroka Îsa Mesîh, kurê windabûyî çawa nîşan da ku ew tobedar e?

14 Li Lûqa 15:11-32, Îsa Mesîh behsa xortekî kir, ê ku li dijî bavê xwe serî hilda û çû “welatekî dûr”. Li wê derê, wî jiyaneke xerab û bêexlaq dajot. Gava serê wî ket belayê, ew li ser kirinên xwe kûr fikirî. Wî fehm kir ku li mala bavê wî, jiyan çi qas xweş bû. Îsa Mesîh got ku “aqilê wî hat serê wî”. Di netîceyê de, vî xortî qerar da ku vegere malê û ji bavê xwe efû bixwaze. Ev yek ku wî fehm kir ku halê wî çi qas xerab e helbet muhîm bû. Lê belê, ma ev yek bes bû? Na! Lazim bû ku ew tobeya xwe bi hal û hereketên xwe îsbat bike.

15. Kurê windabûyî tobeya xwe çawa îsbat kir?

15 Kurê windabûyî seba kirinên xwe ji dil tobe kir. Loma, ew rabû û vegeriya malê. Gava ew rastî bavê xwe hat, wî got: “Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin” (Lûqa 15:21). Îtirafa vî xortî eşkere dikir ku wî dixwest dostaniya Yehowa ji nû ve bi dest bixista. Wekî din, wî fehm kir ku kirinên wî dilê bav êşandibû. Ew hazir bû ku bi dil û can bixebite, da ku bavê wî dîsa ji wî razî be. Heta, ew hazir bû ku wek yek ji paleyên bavê xwe kar bike (Lûqa 15:19). Di vê çîrokê de çend dersên muhîm hene: Wexta ku rîspiyên civatê dixwazin fehm bikin ka xwişk yan birayekî ku gunehekî giran kiriye bi rastî tobe kiriye yan na, wê baş be ku ew bala xwe bidin prensîpên ku li vê çîrokê tên nîşandayîn.

16. Carinan ji bo rîspiyan çima zor e ku ew têderxin ka kesekî bi rastî tobe kiriye yan na?

16 Ji bo rîspiyan hêsan nîne ku têderxin ka kesekî ku gunehekî giran kiriye ji dil tobe kiriye yan na. Gelo çima? Rîspî nikarin bibînin ku di dilê mirovan de çi heye, loma gerek ew li îsbatan bigerin, ên ku eşkere dikin ka kesê gunehkar ji kirinên xwe bi rastî nefret dike yan na. Car caran, dibe ku kesê gunehkar tiştekî ew qas xerab kiribe ku li rîspiyan zor bê ku bawer bikin ku wî ji dil tobe kiriye.

17. (a) Ji bo tobeya rastîn, çima ne bes e ku kesek xemgîn be? Mîsalekê bide. (b) Li gor Metta 3:8, kesekî ku bi rastî tobe dike gerek çi bike?

17 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe. Birayek bi çend salan zîna dike. Li şûna ku alîkariyê bixwaze, ew bêexlaqiya xwe ji jina xwe, ji hevalên xwe û ji rîspiyan vedişêre. Rojekê, kirinên wî derdikevin meydanê. Gava rîspî ji wî re dibêjin ku di destê wan de îsbat hene ku wî guneh kiriye, ew sûcê xwe qebûl dike û wisa xuya dike qey poşman e. Ma ev yek bes e? Ji bo rîspiyan, helbet ne bes e ku kesê gunehkar seba kirinên xwe xemgîn be. Vî birayî ne tenê carek bi şaşîtî guneh kir, lê wî bi gelek salan xerabî dikir. Ew xwe bi xwe neçû ba rîspiyan ku gunehê xwe îtiraf bike, lê ew li ser sûcê xwe hat girtin. Loma, rîspî gerek hin îsbatan bibînin ku wî hem fikrên xwe hem jî hal û hereketên xwe bi rastî guhertine (Metta 3:8 bixwîne). Dibe ku êpê wext lazim be ku ew xwe biguherîne. Bi îhtimaleke mezin, ewê heta demekê ji civatê bê derxistin (1. Korîntî 5:11-13; 6:9, 10).

18. (a) Kesekî ku ji civatê hatiye derxistin çawa dikare îsbat bike ku wî ji dil tobe kiriye? (b) Eger ew bi rastî tobe bike, netîce wê bibe çi?

18 Eger kesekî ku ji civatê hatiye derxistin dixwaze nîşan bide ku ew ji dil tobe dike, gerek ew here hemû civînan û li gor şîreta rîspiyan dev ji duakirinê û ji lêkolîna Kitêba Pîroz bernede. Wekî din, gerek ew xwe ji tiştên ku dikarin bibin sebeb ku ew dîsa guneh bike, dûr bigire. Eger ew xîret bike ku dostaniya xwe ya bi Yehowa re ji nû ve ava bike, Yehowa wê wî bi temamî efû bike, û rîspî wê wî li civatê qebûl bikin. Helbet lazim e ku rîspî ji bîr nekin ku halê her kesî ji hev cuda ye, û gerek ew wî bi sertî hikum nekin.

19. Tobeya rastîn çawa tê nîşandayîn? (Hêzekîêl 33:14-16)

19 Wek me dîtiye, tobeya rastîn ne tenê ev e ku mirov poşman be ji ber ku wî guneh kiriye. Ji xeynî vê, lazim e ku kesê gunehkar bi hal û hereketên xwe nîşan bide ku wî tobe kiriye. Ji bo vê, gerek ew dev ji gunehkirinê berde û vegere ba Yehowa (Hêzekîêl 33:14-16 bixwîne). Armanca wî ya sereke gerek ew be ku ew ji nû ve bibe dostê Yehowa.

ALÎ GUNEHKARAN BIKE KU EW TOBE BIKIN

20-21. Em çawa dikarin alî kesekî ku gunehekî giran kiriye, bikin?

20 Îsa Mesîh di heqê wezîfeya xwe de wisa got: “Ez nehatime, ku ji bo tobekirinê gazî rastan bikim, lê ez hatim ku gazî gunehkaran bikim” (Lûqa 5:32). Wê baş be ku daxwaza me jî ev be. Ferz bike ku tu dibihîzî ku dostekî te gunehekî giran kiriye. Îcar gerek tu çi bikî?

21 Eger tu gunehê dostê xwe veşêrî, ev yek wê zerarê bide wî. Jixwe, Yehowa her tiştî dibîne, loma em nikarin tiştekî ji wî veşêrin (Methelokên Silêman 5:21, 22; 28:13). Loma, wê baş be ku tu ji dostê xwe re bibêjî ku bila ew ji rîspiyan alîkariyê bixwaze. Lê eger ew sûcê xwe ji rîspiyan re nebêje, gerek tu bi xwe ji rîspiyan re bibêjî ku çi qewimiye. Bi vê yekê, tu dikarî nîşan bidî ku tu dixwazî alî wî bikî. Ev yek pir muhîm e ji bo ku ew dostaniya Yehowa winda neke.

22. Li meqaleya din, emê bala xwe bidin çi mijarê?

22 Lê eger gunehê wî ew qas giran e û bi demeke ew qas dirêj berdewam kiriye ku rîspî qerarê didin ku wî ji civatê derxin, gelo ev yek tê maneya ku rîspî bêrehm in? Li meqaleya din, emê bibînin ku Yehowa çawa gunehkaran bi dilrehmî terbiye dike, û em çawa dikarin Yehowa ji xwe re emsal bigirin.

KILAM 103 Şivanên Me Hediyeyên ji Xwedê ne

a Tobeya rastîn ne tenê ev e ku mirov bibêje ku ew seba gunehekî poşman e. Bi alîkariya serpêhatiyên Ahab Padîşah, Manaşşe Padîşah û kurê windabûyî, ev meqale wê rêyî me bide ku tobeya rastîn çi ye. Wekî din, emê bibînin ku rîspiyên civatê bala xwe didin kîjan faktoran, da ku ew têderxin ka tobeya kesekî ku gunehekî giran kiriye ji dil e yan na.

b RESIM: Ahab Padîşah bi hêrs ji nobedarên xwe re dibêje ku bila ew Mîxaya pêxember bavêjin zindanê.

c RESIM: Manaşşe Padîşah emir dide karkeran ku ew pûtên ku wî xistibû perestgehê, bişikînin.

d RESIM: Piştî rêwitiyeke dirêj, kurê windabûyî şa ye ku ew gihîştiye mala bavê xwe.