Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 40

Çi ye bi Rastî Tobekirin?

Çi ye bi Rastî Tobekirin?

“Ez nehatime gazî yên rast kim, lê gazî gunekara bona tobeyiyê” (LÛQA 5:32).

KILAMA 36 Dilê Xwe Xwey ke

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Firqiya nav Ahab û Minaş çi bû, û emê caba kîjan pirsa bistînin?

KITÊBA PÎROZ besa du padşa dike: Yek ji wan, padşê Îsraêlê bû, yê din jî padşê Cihûdayê bû. Ewana cûre-cûre wededa dijîtin, lê ewana gelek aliyava mîna hev bûn. Herdu jî miqabilî Yehowa rabûn û xizmetkarên wî ji riya rast derxistin. Herdu jî ketine nava pûtparistiyê û xûn dirijandin. Lê nav wanda firqîke mezin hebû: Yek ji wan heta xilaziya emrê xwe terka xirabiyê neda, lê yê din gunê xwe anî rûyê xwe û hate baxşandin. Gelo ew kê bûn?

2 Yek ji wan padşê Îsraêlê Ahab bû, yê din jî padşê Cihûdayê Minaş bû. Em dikarin ji firqiya nav van du padşada derheqa tobekirinê gelek tişta hîn bin (Karên Şandiya 17:30; Romayî 3:23). Tobekirina ji dil çi ye û çawa eyan dibe? Em gerekê vê yekê bizanibin, çimkî gava em gune dikin, em dixwazin baxşandina Yehowa bistînin. Seva ku em caba van pirsa bistînin, emê dîna xwe bidin jîyîna Ahab û Minaş, û emê ji serhatiyên wan hine dersa hîn bin. Paşê emê bivînin wekî Îsa derheqa tobekirinê çi got.

DERSÊN JI SERHATIYA AHAB PADŞA

3. Ahab padşakî ça bû?

3 Ahab, padşê hefta ya padşatiya Îsraêlê bû, ya 10 berekî. Ewî qîza padşê Saydayê Îzabêl xwera jintî anî. Sayda welatekî dewlemend bû, ji Îsraêlê aliyê bakurê bû. Dibeke welatê Îsraêlê bi saya vê zewacê diha dewletî bû. Lê ev zewac ji aliyê hebandina rastda safîkirineke xirab bû, çimkî Îzabêl pûtparist bû. Dînê wêda qavên paristgehê hebûn û hela hê zar jî pûtara qurban dikirin. Ahab jî kete ber bayê jina xwe û piştgiriya dînê wêye xirab kir. Serda, Îzabêlê gelek pêxemberên Yehowa da kuştinê (1 Padşatî 18:13). Ahab ji padşên berê zêdetir xirabî dikir (1 Padşatî 16:30). Yehowa çevê xwe ser kirên Ahab û Îzabêlê nedigirt. Ew haş ji hemû kirên wan hebû. Dîsa jî Yehowa bi dilovanî pêxemberê xwe Êlyas şand bal wan, wekî wana bîne ser hişê xwe, pêşiya ku bela bihata serê wan. Lê Ahab û Îzabêlê guh nedane wî.

4. Fermana Yehowa derheqa Ahab çi bû, û Ahab çi kir?

4 Rojekê, sebra Yehowa îda xilaz bû. Lema, ewî Êlyas şand wekî fermana xwe Ahab û Îzabêlêra elam bike. Mala Ahab gerekê kokêva bihata qirkirinê. Ahab seva gotinên Êlyas gelek xemgîn bû. Lema, Ahabê babax xwe ber Xwedê şkênand (1 Padşatî 21:19-29).

Ahab Padşa ji dil tobe nekiribû, lema ewî pêxemberê Xwedê avîte kelê (Abzasa 5 û 6 binihêre) *

5-6. Ji çi tê kifşê wekî Ahab ji dil tobe nekir?

5 Rast e Ahab xwe ber Xwedê nimiz kir, yeke kirên wî nîşan dikirin ku ewî ji dil tobe nekiribû. Mesele, ewî tiştekî nedikir wekî welatê xwe ji pûtparistiyê paqij ke. Usa jî, ewî piştgiriya hebandina Yehowa nedikir. Xêncî vê yekê, Ahab bi cûrekî mayîn jî nîşan dikir wekî ewî ji dil gunê xwe neanî rûyê xwe.

6 Rojekê, Ahab gazî Yehoşefat Padşa kir, wekî tevî wî miqabilî Sûryayê şer bike. Yehoşefat padşakî baş bû, yê ku xwe dispart Yehowa, lema ewî Ahabra got ku bira ew pêşiyê ji pêxemberekî Yehowa rêberiyê bixwaze. Sêrîda, Ahab ev yek qebûl nekir. Ewî got: “Yekî din jî heye. Em dikarin ji Mîkaya kurê Yîmla, bi riya wî jî ji Xudan bipirsin. Lê ez jê hiz nakim, çimkî li ser min qet pêxembertiya xêrê nake, lê pêxembertiya xirab dike”. Dîsa jî, wana ji Mîkaya pirsî û ewî bi rastî jî pêxembertiya xirab Ahabra got. Dewsa ku baxşandina Yehowa bixwaze, Ahab Padşa Mîkaya pêxember avîte kelê (1 Padşatî 22:7-9, 23, 27, ÎM). Lê Ahab nikaribû ji cezaya Yehowa bireviya, ku jêra pêşda hatibû gotinê, û Ahab şerda hate kuştinê (1 Padşatî 22:34-38).

7. Paşî mirina Ahab, Yehowa derheqa wî çi got?

7 Paşî mirina Ahab, Yehowa eşkere kir, wekî ber çevê wî Ahab yekî ça bû. Ev yek ku Yehoşefat tevî Ahab hevkarî kiribû, Yehowa xweş nehat. Lema, gava Yehoşefat vegeriya malê, Yehowa bi saya Yehû pêxember wîra usa got: “Bona te, gelo alîkariya xiraba û ji yên ku Xudan dikerihin [nefret dikin] hizkirin hewce ye?” (2 Dîrok 19:1, 2). Hela bifikire: Heger Ahab ji dil tobe kira, gelo pêxember wê bigota wekî Ahab yekî xirab e û Yehowa nefret dike? Pêşda Ahab çiqas poşman bû jî, eşkere ye, ewî bi temamî tobe nekir.

8. Serhatiya Ahab derheqa tobekirinê çi me hîn dike?

8 Em dikarin ji serhatiya Ahab çi hîn bin? Gava Ahab fermana Yehowa bihîst, ewî xwe ber Xwedê nimiz kir. Ev yek hilbet gaveke baş bû. Lê paşê, ewî pê kirên xwe nîşan kir, wekî ji dil tobe nekiribû. Eyan e ku tobekirin tenê ev nîne, gava meriv seva kirên xwe poşman dibe, lê hê zêde tişt lazim e. Were em niha serhatîke din binihêrin, ya ku nîşanî me dike wekî tobekirina rast çi ye.

DERSÊN JI SERHATIYA MINAŞ PADŞA

9. Minaş Padşa yekî ça bû?

9 Weke 200 sal şûnda, Minaş bû padşê Cihûdayê. Ça tê kifşê, ew ji Ahab xirabtir bû. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Bona ku Xudan hêrs bike, çevên wîda zef xirabiya çêkir” (2 Dîrok 33:1-9). Mesele, Minaş gorîgehên bona pûta ava dikir. Serda jî, ewî paristgeha Yehowada stûneke pîroz danî, ya ku ça tê kifşê sîmbola xudanê berdariyê bû. Usa jî, ewî sêrbazî dikir, û ewî “zef xûna bêsûc rijand”. Ewî hela hê kurên xwe jî “agirva derbaz kir”, dêmek pûtara qurban kir (2 Padşatî 21:6, 7, 10, 11, 16, ÎM).

10. (a) Yehowa ça Minaş ceza kir? (b) Gelo Minaş ji Yehowa ceza qebûl kir?

10 Mîna Ahab, Minaş jî yekî serhişk bû, û ewî guh nedida pêxemberên Yehowa. Xilaziyê, Yehowa serokên ordiya padşê Asûrê miqabilî Cihûdayê şand, û Minaş “li hesin xistin û bi du qatî zincîrêva girêdan û wî birin Babîlê”. Kifş e, paşî ku Minaş welatekî xerîbda kete kelê, ew li ser kirên xwe kûr fikirî û “xwe li ber Xwedayê bapîrên xweva zef nimiz kir”. Usa jî, ewî “ji Xwedayê xwe Xudanra lava kir” û “jêra dua kir”. Belê, ev mêrê xirab îda dihate guhastinê. Ewî destpêkir Yehowa ça “Xwedayê xwe” hesab ke, û ewî berdewam dikir ji dil Xwedêra dua ke (2 Dîrok 33:10-13).

Minaş Padşa ji dil tobe kiribû, lema ewî miqabilî pûtparistiyê şer dikir (Abzasa 11 binihêre) *

11. Li gora 2 Dîrok 33:15, 16, Minaş çawa îzbat kir wekî ewî ji dil tobe kiribû?

11 Wede şûnda, Yehowa guh da duayên Minaş. Ewî dît ku Minaş hate guhastinê û ev yek ji duayên wî eşkere bû. Lema, Yehowa guh da wî û ew vegerand ser textê padşatiyê. Belê, Minaş pê kirên xwe îzbat kir, wekî ewî ji dil tobe kiribû. Bi vê yekê ew ji Ahab cude bû, çimkî ewî jîyîna xwe guhast. Ewî destpêkir pûtparistî bide hildanê û piştgiriya hebandina rast kir (2 Dîrok 33:15, 16 bixûne). Minaş bi deha sala ser malbeta xwe, ser esilzada û ser cimeta xwe xirab hukum kiribû. Lema, wîra mêrxasî û bawerî lazim bû, wekî şaşiyên xwe rast ke. Diqewime, neviyê wî Yoşiya bi saya mesela wîye baş, bû padşakî gelek baş (2 Padşatî 22:1, 2).

12. Serhatiya Minaş derheqa tobekirinê çi me hîn dike?

12 Em dikarin ji serhatiya Minaş çi ders hîn bin? Ewî qurebûna xwe şkênand, xwe ber Yehowa nimiz kir û duakirinêda baxşandin ji wî xwest. Serda, ewî kirên xwe jî rast kir. Minaş gelek xîret kir wekî zirara ku ewî anî, bide hildanê, û bi dil û can Yehowa diheband. Usa jî ewî alî kesên din kir, wekî ewana jî Yehowa bihebînin. Serhatiya Minaş dikare dilbîniyê bide kesên ku gunên giran kirine, çimkî ev serhatî zelal nîşan dike, wekî Yehowa qenc e û hazir e bibaxşîne meriva (Zebûr 86:5). Belê, heger kesek ji dil tobe bike, ew dikare bê baxşandinê.

13. Gelo bes e ku kesê gunekar poşman be? Meselê bîne.

13 Minaş ne tenê poşman bû bona gunên xwe, lê ewî gavên din jî avîtin. Ev yek derheqa tobekirinê tiştekî ferz nîşan dike. Vê meselê bide ber çevê xwe: Tu diçî dikanekê wekî totik bikirî, lê dikançî dewsê hêk dide destê te. Gelo tuyê vê yekê qebûl bikî? Hilbet na! Lê heger dikançî tera bigota, wekî totikêda hêk îngrêdîênta sereke ye, ew yek wê te xweş bihata û teyê dewsa totik hêk hilda? Hilbet na! Mîna vê yekê, Yehowa dixwaze ku kesên gunekar tobe bikin. Heger ewana seva gunên xwe poşman bin, ev yek hilbet baş e. Lê çiqas ew poşman bin jî, ev yek bes nîne. Dêmek çi lazim e? Em dikarin caba vê pirsê ji meteloka Îsa Mesîh bistînin.

ÇI EYAN DIKE HELA KESEKÎ BI RASTÎ TOBE KIRIYE YAN NA?

Gava kurê undabûyî hate ser hişê xwe, ewî safî kir vegere malê (Abzasa 14 û 15 binihêre) *

14. Meteloka Îsada, kurê undabûyî destpêkêda ça nîşan kir, wekî ew tobe dike?

14 Lûqa 15:11-32-da, Îsa Mesîh besa xortekî kir, yê ku miqabilî bavê xwe rabû û çû “welatekî dûr”. Wêderê ewî bi jîyîneke xirab û bênamûs dijît. Gava serê wî kete belayê, ew ser kirên xwe kûr fikirî. Ewî fem kir, wekî jîyîna mala bavê wîda çiqas xweş bû. Îsa got ku “ew ser hişê xweda hat”. Axiriyêda, ewî safî kir vegere mala bavê xwe û ji bavê xwe baxşandinê bixwaze. Ev yek ku ewî fem kir, wekî çiqas xirabî kiriye, hilbet ferz bû. Lê gelo ev yek bes bû? Na. Lazim bû ku ew emrê xwe biguhêze!

15. Kurê undabûyî ça nîşan kir wekî bi rastî tobe kiriye?

15 Kurê undabûyî seva kirên xwe ji dil tobe kir. Lema, ew rabû û vegeriya malê. Gava ew rastî bavê xwe hat, ewî got: “Bavo, min ber te û ezmên gune kir. Ez îdî ne hêjayî kurtiya te me” (Lûqa 15:21). Tobekirina vî xortî eşkere dikir, wekî ewî dixwest dostiya xwe tevî Yehowa vegerîne. Usa jî, ewî fem kir ku kirên wî dilê bavê wî êşandibûn. Ew hazir bû xebateke giran jî bike, wekî bavê wî dîsa ji wî razî be. Ew hela hê hazir bû cem bavê xwe ça palekî bixebite! (Lûqa 15:19) Vê metelokêda çend dersên ferz hene. Gava rûspiyên civatê dixwazin fem bikin, hela xûşk yan birakî ku gunekî giran kiriye, bi rastî tobe dike yan na, wê baş be ewana dîna xwe bidin prînsîpên ji vê metelokê.

16. Carna çira rûspiyara çetin e têderxin hela kesek bi rastî tobe dike yan na?

16 Bona rûspiya hêsa nîne têderxin hela kesekî ku gunekî giran kiriye ji dil tobe dike yan na. Gelo çira? Rûspî nikarin bivînin ku dilê merivada çi heye, lema jî wanra îzbatî lazim in, yên ku eşkere dikin hela kesê gunekar kirên xwe bi rastî nefret dike yan na. Carna, dibeke kesê gunekar tiştekî haqas xirab kiriye, ku rûspiyara çetin e bawer kin wekî ew ji dil tobe dike.

17. (a) Çira tenê berxweketin bona tobekirina rast bes nîne? Meselê bînin. (b) Li gora Metta 3:8 kesê ku bi rastî tobe dike, gerekê çi bike?

17 Vê meselê bide ber çevê xwe. Birak gelek sala bênamûsiyê dike. Dewsa alîkariyê bixwaze, ew bênamûsiya xwe ji jina xwe, ji hevalên xwe û ji rûspiya vedişêre. Axiriyêda, kirên wî eyan dibin. Gava rûspî wîra dibêjin, wekî cem wan îzbat hene ku ewî gune kiriye, ew gunê xwe qebûl dike û hela hê ser rûyê wî jî tê kifşê ku ew gelek poşman dibe. Lê gelo ev yek bes e? Bona rûspiya hilbet bes nîne ku kesê gunekar seva kirên xwe berxwe keve. Ew ne tenê carekê şaş bû û gune kir, lê ewî gelek sala gunên giran dikir. Ew xwexa neçû bal rûspiya wekî gunê xwe bide rûyê xwe, lê ser gunê xwe hate girtinê. Lema jî rûspî gerekê îzbat bin, hela ewî him fikirên xwe him jî rabûn-rûniştina xwe bi rastî guhastiye yan na (Metta 3:8 bixûne). Dibeke êpêce wext lazim be ku ew bê guhastinê. Diqewime, ew wedelû ji civatê bê derxistinê (1 Korintî 5:11-13; 6:9, 10).

18. (a) Kesê ku ji civatê hatiye derxistinê, ça dikare îzbat ke ku ji dil tobe kiriye? (b) Heger ew bi rastî tobe bike, axiriya vê yekê wê çi be?

18 Heger kesê ku ji civatê hatiye derxistinê dixwaze nîşan ke, wekî ew ji dil tobe dike, gerekê ew here hemû civîna û li gora şîreta rûspiya timê dua bike û Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Usa jî, gerekê ew xwe ji tiştên usa dûr bigire, yên ku dikarin wî dîsa berbi guna bivin. Heger ew xîret bike dostiya xwe tevî Yehowa tezeda ava bike, Yehowa wê bi temamî bibaxşîne wî û rûspî wê wî vegerînin civatê. Hilbet lazim e ku rûspî bîr nekin, wekî dereca her kesî ji hev cude dibe û gerekê ewana sert dîwanê nekin.

19. Tobekirina rast çi tê hesabê? (Hezeqêl 33:14-16)

19 Ça me dît, tobekirina rast ne tenê ev e gava meriv bona gunê xwe poşman dibe. Xêncî vê yekê, lazim e wekî ew dilê xwe û hiş-aqilê xwe biguhêze û pê kirên xwe vê yekê eyan ke. Bona vê yekê, gerekê ew riya xirab bihêle û vegere bal Yehowa (Hezeqêl 33:14-16 bixûne). Nêta wîye sereke gerekê ew be, wekî ew tezeda bibe dostê Yehowa.

ALÎ GUNEKARA BIKIN WEKÎ EW TOBE BIKIN

20-21. Em ça dikarin alî kesê ku gunekî giran kiriye, bikin?

20 Îsa derheqa xizmeta xwe tiştekî ferz got: “Ez nehatime gazî yên rast kim, lê gazî gunekara bona tobeyiyê” (Lûqa 5:32). Wê baş be wekî xwestina me jî ev be. Bide ber çevê xwe, te bihîst wekî dostekî te gunekî giran kiriye. Tu gerekê çi bikî?

21 Heger tu gunê dostê xwe veşêrî, ev yek wê zirarê bide wî, çimkî Yehowa her tiştî divîne, û em nikarin tiştekî ji wî veşêrin (Metelok 5:21, 22; 28:13). Lema jî wê baş be dostê xwera bêjî, wekî ew ji rûspiya alîkariyê bixwaze. Lê heger ew derheqa gunê xwe rûspiyara nebêje, gerekê tu xwexa rûspiyara bêjî ku çi qewimiye. Bi vê yekê tuyê nîşan kî wekî dixwazî alî wî bikî. Ev yek gelek ferz e, seva ku ew dostiya xwe tevî Yehowa unda neke!

22. Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

22 Lê heger gunê wî gelek giran e û gelek wext berdewam dike, û rûspî safî kirin wî ji civatê derxin, gelo ev yek tê hesabê wekî rûspî bêrem in? Gotara dinda emê bivînin ku Yehowa çawa gunekara bi dilremî şîret û rast dike û em ça dikarin çev bidine wî.

KILAMA 103 Şivanên Me Pêşkêş in

^ abz. 5 Tobekirina rast ne tenê ev e, gava meriv dibêje wekî ew seva gunê xwe poşman dibe. Bi saya serhatiyên Ahab Padşa, Minaş Padşa û kurê undabûyî, ev gotar wê mera nîşan ke hela tobekirina rast çi ye. Usa jî emê bivînin wekî rûspiyên civatê dîna xwe didin çi, seva têderxin hela tobekirina xûşk yan birakî, ku gunekî giran kiriye, ji dil e yan na.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Ahab Padşa bi hêrsê nobedarên xwera dibêje, wekî Mîkaya pêxember bavêjine kelê.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Minaş Padşa temî dide, wekî pûtên ku ewî paristgehêda danîbû, wêran kin.

^ abz. 64 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Paşî rêwîtîke dirêj kurê undabûyî kesirî ye, lê dilê wî rihet dibe, gava dûrva mala bavê xwe divîne.