Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 42

Qayîm Xwe li Riya Rastiyê Bigirin

Qayîm Xwe li Riya Rastiyê Bigirin

“Her tiştî bicêribînin, tiştên qenc qewîn bigirin” (1 TÊSALONÎKÎ 5:21).

KILAMA 142 Xwe Qewî li Baweriyê Digirin

VÊ GOTARÊDA *

1. Gelek kes çi dipirsin?

BI HEZARA dîn û bawerî hene, yên ku dibêjin wekî hebandina wan, ya rast e. Lema jî, gelek kes usa dipirsin: “Gelo dînê rast tenê yek e, yan jî gelo Xwedê ji hemû dîn û baweriya razî ye?” Gelo em bawer in wekî em ser riya rastiyê ne û Yehowa hebandina Şedên Yehowa qebûl dike? Gelo eseyî ye em vê yekêda bawer bin? Werên em cabên van pirsa binihêrin.

2. Li gora 1 Têsalonîkî 1:5, Pawlosê şandî çima bawer bû ku baweriya wî rast e?

2 Pawlosê şandî bawer bû wekî ew ser riya rastiyê ye (1 Têsalonîkî 1:5 bixûne). Baweriya wî ne ku ser hîmê êmosiya bû, lê ser hîmê îzbatkirina bû. Pawlos Xebera Xwedê hûr û kûr lêkolîn dikir, û bawer dikir ku “temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye” (2 Tîmotêyo 3:16). Gelo Pawlosê şandî, ji lêkolîna Nivîsarên Pîroz çi hîn bû? Mesele, ewî îzbatên eşkere dîtin wekî Îsa bi rastî jî Mesîhê sozdayî bû. Serokê dînê Cihûya çevên xwe ser van îzbatiya digirtin. Wana xwe ça bijartiyên Xwedê hesab dikir, lê bi kirên xwe Xwedê înkar dikir (Tîto 1:16). Pawlos mîna wan nîbû. Ewî ne tenê hine tişt ji Xebera Xwedê, lê “temamiya qirara Xwedê” hîn dikir û pêk dianî (Karên Şandiya 20:27).

3. Seva ku em baweriya xwe rastiyê bînin, gelo lazim e wekî em cabên hemû pirsên xwe bistînin? (Çargoşe “ Kar û Fikrên Yehowa ‘Bêhesab in’” binihêre.)

3 Hine kes difikirin, wekî dînê rast gerekê caba her pirsê bide – heta pirsên usa jî, ku Kitêba Pîroz raste-rast cab nade. Gelo ev fikir rast e? Hela dîna xwe bidine mesela Pawlos. Ewî kesên bawermend hêlan dikir, wekî “her tiştî bicêribînin”, lê dîsa jî ewî qebûl dikir wekî ew gelek tişta fem nake (1 Têsalonîkî 5:21). Pawlosê şandî usa nivîsî: “Em ji pirî-hindikî zanin . . . Niha em çawa qeretûkî neynikêda dibînin” (1 Korintî 13:9, 12). Pawlos her tişt fem nedikir, û em jî her tiştî fem nakin. Lê Pawlos xwestin û nêta Yehowaye sereke fem dikir, lema jî bawer bû ku ew ser riya rastiyê ye.

4. Em çawa dikarin diha bawer bin, wekî em ser riya rastiyê ne, û vê gotarêda emê dîna xwe bidine çi?

4 Seva ku em bawer bin wekî em ser riya rastiyê ne, wê baş be em lêkolîn bikin hela Îsa Mesîh çawa Xwedê diheband, û vê yekê beramberî hebandina Şedên Yehowa bikin. Vê gotarêda emê bivînin, wekî Mesîhiyên rast (1) xwe ji pûtparistiyê dûr digirin, (2) qedrê navê Xwedê digirin, (3) rastiyê hiz dikin û (4) ji dil hevdu hiz dikin.

EM XWE JI PÛTPARISTIYÊ DÛR DIGIRIN

5. Îsa çawa Xwedê diheband, û em çawa dikarin çev bidine wî?

5 Îsa gelek Xwedê hiz dikir. Ewî tenê Yehowa diheband, him çaxê ew ser ezmana bû him jî çaxê ser erdê bû (Lûqa 4:8). Îsa Mesîh şagirtên xwera got wekî ewana jî usa bikin. Îsa û şagirtên wîye amin tu car pê pûta û şikla, Xwedê nedihebandin. Xwedê Ruh e, lema jî tu kes nikare tiştekî dilqê wîda çêke (Îşaya 46:5). Lê gelo îzin heye wekî em şiklên meriva, yên ku ça kesên pîroz hesab dikin, çêkin û wanra dua bikin? Qanûna dudada ji Deh Temiya, Yehowa usa gotibû: “Tu pûtî mîna dilqê tiştekîda xwera çênekî, ne jor li ezmên, ne jêr li ser erdê . . . Ber tu pûtî ta nebî û xulamtîya wan nekî” (Derketin 20:4, 5). Kesên ku dixwazin dilê Xwedê şa kin, van gotina rind fem dikin.

6. Şedên Yehowa ça Xwedê dihebînin?

6 Li gora lêkolînên terîxzana, Mesîhiyên pêşin tenê Xwedê dihebandin. Mesele kitêbek dibêje, heger ciyên hebandinêda pût hebûna, ev yek wê Mesîhiyên qirna yekê “gelek eciz bikira” (“History of the Christian Church”). Îro, Şedên Yehowa mîna Mesîhiyên pêşin tenê Yehowa dihebînin. Em şiklên merivên “pîrozra” yan melekara dua nakin. Em hela hê Îsa Mesîhra jî dua nakin. Usa jî, em serê xwe ber sîmbolên dewletê danaynin. Heger meriv zorê me bikin jî, emê dîsa jî guh bidin van gotinên Îsa Mesîh: “Serê xwe li ber Xudan [Yehowa, DT] Xwedêyê xwe dayne” (Metta 4:10).

7. Şedên Yehowa ça ji rêlîgiyên din cude dibin?

7 Gelek meriv pey serwêrên rêlîgiya û keşîşên nav-deng diçin. Ewana haqas wanara firnaq dibin, qey tê bêjî serê xwe ber wan datînin. Ew diçin dêrên wan, kitêbên wan dikirin û pê qurbankirinên qalim piştgiriya wan dikin. Gotinên wan bona meriva qanûn e. Meriv usa wan serwêrên rêlîgiyara şa dibin û wanra diricifin, tê bêjî Îsa ber wan sekiniye! Lê Şedên Yehowa usa nakin. Serok û keşîşên me tune ne. Em çiqas jî qedrê birên cabdar digirin, em van gotinên Îsa qebûl dikin: “Hûn hemû jî bira ne” (Metta 23:8-10). Em serê xwe ber serwêrên rêlîgiyayê û ber serwêrên polîtîkê danaynin. Em, Şedên Yehowa, piştgiriya nêtên wan nakin. Em tevnebûyînê xwey dikin û tevî şixulê vê dinyayê nabin. Bi wî cûreyî, Şedên Yehowa bi rastî jî ji rêlîgiyên, ku xwe ça Mesîhî nav dikin, cude dibin (Yûhenna 18:36).

EM QEDRÊ NAVÊ YEHOWA DIGIRIN

Mesîhiyên rast bi serbilindî merivara besa Yehowa dikin (Abzasa 8 heta 10 binihêre) *

8. Em ji ku zanin wekî Yehowa dixwaze ku navê wî bê rûmetkirinê û hemûşkara bibe nas?

8 Carekê, Îsa usa dua kir: “Bavo, navê xwe bilind ke”. Yehowa ji ezmana cab da û got wekî ewê navê xwe bilind û rûmet ke (Yûhenna 12:28). Îsa her tim navê Bavê xwe xizmetiyêda rûmet dikir (Yûhenna 17:26). Lema jî, Mesîhiyên rast navê Xwedê bi serbilindî didine xebatê û merivara elam dikin.

9. Mesîhiyên qirna yekê ça qedrê navê Xwedê digirtin?

9 Qirna yekê D.M.-da, wexteke kin paşî ku civata şagirtên Îsa Mesîh hatibû sazkirin, Yehowa “rema xwe li necihûya kiribû, ku ji nava wan cimetekê derxe, wekî navê wî hildine ser xwe” (Karên Şandiya 15:14). Mesîhiyên qirna yekê navê Xwedê bi serbilindî didane xebatê û merivara elam dikirin. Wana navê Xwedê xizmetêda û nivîsarên xweda didane xebatê. * Wana îzbat dikir, wekî ewana ev cimet in, ku navê Xwedê hildabûne ser xwe û merivara elam dikirin (Karên Şandiya 2:14, 21).

10. Çi îzbatî hene, wekî Şedên Yehowa cimeta bona rûmetkirina navê Yehowa ye?

10 Gelo Şedên Yehowa cimeta bona rûmetkirina navê Yehowa ye? Îro gelek serokên rêlîgiya çi ji destê wan tê dikin, wekî navê Xwedê veşêrin. Wana navê wî ji welgerandinên Kitêba Pîroz derxistine û hine ciya qedexe dikin dêrên xweda navê wî hildin. * Tenê Şedên Yehowa bi rastî qedrê navê Xwedê digirin. Em ji hemû rêlîgiya zêdetir dîna meriva dikişînin ser navê Xwedê. Em xwe nav dikin Şedên Yehowa û çi ji destê me tê dikin, wekî hêjayî vî navî bin (Îşaya 43:10-12). Heta niha me 240 mîlyon zêdetir Kitêba Pîroz ya “Welgerandina Dinya Teze” neşir kiriye. Vê welgerandinêda navê Yehowa gelek rêzada hatiye nivîsarê, kîderê ku welgerandinên dinda nedane xebatê. Xêncî wê yekê, em edebyetên ku navê Yehowa bilind dikin, ser 1 000 zimana zêdetir derdixin!

EM RASTIYÊ HIZ DIKIN

11. Mesîhiyên pêşin ça nîşan dikirin, wekî ewana rastiyê hiz dikin?

11 Îsa Mesîh rastiyê, dêmek rastiya derheqa Xwedê û qirarên Wî, hiz dikir. Îsa li gora vê rastiyê dijît û vê rastiyê kesên dinra jî elam dikir (Yûhenna 18:37). Peyçûyên Îsa jî rastiyê hiz dikirin (Yûhenna 4:23, 24). Petrûsê şandî baweriya Mesîhiya ça “riya rastiyê” nav kir (2 Petrûs 2:2). Ji bo wê yekê ku Mesîhiyên pêşin rastiyê gelek hiz dikirin, wana hemû erf-edetên rêlîgiya û nihêrandinên meriva, yên ku miqabilî rastiyê derdiketin, înkar dikirin (Kolosî 2:8). Îro jî Mesîhiyên rast hemû tiştî dikin, wekî “nava rastiyêda” bijîn. Bona wê yekê ewana qewatê didine xebatê, seva ku hemû hînkirinên wan û jîyîna wan li gora Kitêba Pîroz bin (3 Yûhenna 3, 4).

12. Gava birên ji Koma Rêberiyê têderdixin wekî hînkirinek bi cûrekî din gerekê bê femkirinê, ewana çi dikin û çima?

12 Xizmetkarên Xwedê nabêjin, wekî ewana rastiya Kitêba Pîroz bi temamî zanin. Carna wana hine hînkirinên Kitêba Pîroz şaş fem dikirin û civat nerast organîze dikirin. Ew yek me ecêbmayî nake, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku gerekê em zanebûnêda pêşda herin (Kolosî 1:9, 10). Yehowa rastiyê gav pey gav eyan dike, û gerekê em bi sebir hîviyê bisekinin, heta ku ronaya rastiyê hê zêde şewq bide (Metelok 4:18). Gava birên ji Koma Rêberiyê têderdixin, wekî hînkirinek bi cûrekî din gerekê bê femkirinê, ewana derbêra vê guhastinê dikin. Serwêrên rêlîgiya jî gelek guhastina dikin, lê nêta wan ew e, wekî dilê meriva bikirin yan jî seva ku ji vê dinyayê cude nebin. Lê teşkîleta Yehowa bi vê nêtê guhastina dike, wekî em diha nêzîkî Yehowa bin û mîna Îsa Mesîh Xwedê bihebînin (Aqûb 4:4). Em hine femkirinên Kitêba Pîroz diguhêzin ne ji bo wê yekê, ku fikrên merivên dinyayê têne guhastinê, lê ji bo wê yekê ku em Kitêba Pîroz diha zelal fem dikin. Belê, em rastiyê hiz dikin! (1 Têsalonîkî 2:3, 4)

EM JI DIL HEVDU HIZ DIKIN

13. Hunurê sereke yê Mesîhiyên rast kîjan e, û ev hunur nav Şedên Yehowada ça eyan dibe?

13 Ji hemû xeyset-hunurên şagirtên Îsa yên qirna yekê, ya herî ferz û bona hemûşka eşkere, hizkirin bû. Îsa Mesîh usa gotibû: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhenna 13:34, 35). Îro, ser temamiya dinyayê nav Şedên Yehowada hizkirin heye. Em ji hemû rêlîgiyên din cuda ne, çimkî nav meda yektî heye û em firqiyê nakin nav merivada ji bo milet, kûltûr, yan jî destê wanda çiqs heye. Mesele, em vê hizkirina rast civatên xweda divînin. Ev hizkirin baweriya me zêde dike ku Yehowa ji hebandina me razî ye.

14. Li gora Kolosî 3:12-14, em çawa dikarin nîşan kin, wekî em hevdu hiz dikin?

14 Kitêba Pîroz mera dibêje: “Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be” (1 Petrûs 4:8). Em hevdu hiz dikin, lema jî em hevdu dibaxşînin û kêmasiyên hevdu sebir dikin. Usa jî, em mecala digerin wekî hemû xûşk-birara, hela hê yên ku dilê me êşandine jî, destvekirî û mêvanhiz bin (Kolosî 3:12-14 bixûne). Belê, hizkirin bi rastî jî nîşana sereke ya Mesîhiyên rast e.

“BAWERÎ YEK E”

15. Em kîjan aliyava çev didine Mesîhiyên pêşin?

15 Hebandina me ji aliyên dinva jî mîna hebandina Mesîhiyên qirna yekê ye. Mesele, em mîna civata qirna yekê organîzekirî ne. Lema jî, teşkîleta meda berpirsiyarên mihalê, rûspî û berdestiyên civatê hene (Fîlîpî 1:1; Tîto 1:5). Mîna Mesîhiyên pêşin, em guh didin qanûnên Xwedê bona zewac, nav-namûsiyê û xûnê, û em wan Mesîhiyên ku gunê xwe nadine rûyê xwe, ji civatê derdixin, wekî civat temiz bimîne (Karên Şandiya 15:28, 29; 1 Korintî 5:11-13; 6:9, 10; Îbranî 13:4).

16. Gotinên Efesî 4:4-6 çi me hîn dikin?

16 Îsa pêşda gotibû, wekî gelek merivên ku xwe ça Mesîhî hesab kin, bi rastî wê şagirtên wî nîbin (Metta 7:21-23). Usa jî, Kitêba Pîroz pêşda gotibû wekî rojên axiriyêda, gelek meriv wê xwe ça kesên xwedênas bidine kifşê, lê bi rastî ji Xwedê dûr bin (2 Tîmotêyo 3:1, 5). Lê Kitêba Pîroz eşkere dibêje wekî Xwedê tenê bawerîk qebûl dike (Efesî 4:4-6 bixûne).

17. Îro kê pey Îsa Mesîh diçin û li gora baweriya rast dijîn?

17 Vê gotarêda, me dît wekî Îsa Mesîh û Mesîhiyên qirna yekê çawa Xwedê dihebandin. Li gora îzbatên ku me lêkolîn kir, gelo kê bi rastî li gora baweriya rast dijî? Cab eşkere ye: Şedên Yehowa! Em çiqas serbilind in ji bo wê yekê, ku em nav xizmetkarên Yehowada nin û rastiya derheqa Yehowa û nêtên wî zanin. Lema jî, were em çi ji destê me tê bikin, wekî xwe li riya rastiyê qayîm bigirin!

KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

^ abz. 5 Vê gotarêda, emê ji mesela Îsa Mesîh bivînin ku hebandina rast gerekê çi cûreyî be, û şagirtên wîye pêşin çawa çev didane wî. Usa jî emê bivînin ku îro, Şedên Yehowa çawa hebandina rastda çev didine Îsa.

^ abz. 9 Binihêre çargoşe “Gelo Mesîhiyên Qirna Yekê Navê Xwedê Didane Xebatê?” ji “Birca Qerewiliyê”, ya 1 Tîrmehê, sala 2010, rûp. 6

^ abz. 10 Mesele, sala 2008-da, Papa Benedîkt XVI got, wekî navê Xwedê gerekê xeberdan, kilam yan duayên Katolîkada “neyê xebitandinê û ne jî bê hildanê”.

^ abz. 63 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Teşkîleta Şedên Yehowa “Welgerandina Dinya Teze” ser 200 zimanî zêdetir derxistiye, wekî meriv bikaribin Kitêba Pîroz ser zimanê xwe bixûnin û navê Xwedê bidine xebatê.