Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 43

Neweste!

Neweste!

“Em ji qencîkirinê newestin” (GALATÎ 6:9).

KILAM 68 Çandina Toximên Padîşahiyê

PÊŞGOTIN a

1. Em çima dilşad û serbilind in?

 EM PIR şa ne û serbilind in ku em Şahidên Yehowa ne! Navê Xwedê li ser me ye, û em vî navî bi dil û can îlan dikin û alî mirovan dikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh. Gava em alî kesekî ku “dilê wî ji bo jiyana herheyî hazir” e dikin ku ew were ser riya rastiyê, em pir şa dibin (Karên Şandiyan 13:48, NWT). Wexta ku şagirtên Îsa Mesîh ji xizmetê vegeriyan û behsa serpêhatiyên xwe kir, “Îsa bi Ruhê Pîroz gelek şa bû”. Mîna wan, em jî ji xizmetê pir kêfê distînin (Lûqa 10:1, 17, 21).

2. Em çawa dikarin nîşan bidin ku xizmet ji bo me muhîm e?

2 Xizmet ji bo me pir muhîm e. Pawlos ji Tîmotêyos re wisa gotibû: “Hay ji xwe û ji hînkirina xwe hebe. Di nav wan de berdewam bike, çimkî eger tu wisa bikî, tê hem xwe û hem jî guhdarên xwe xilas bikî” (1. Tîmotêyos 4:16). Jiyana însanan bi îşê me ve girêdayî ye. Ji ber ku em welatiyên Padîşahiya Xwedê ne, gerek em her gav hay ji xwe hebin, da ku em bi hal û hereketên xwe rûmetê bidin Yehowa û nîşan bidin ku em baweriya xwe bi mizgînê tînin (Filîpî 1:27). Bi vê yekê ku em xwe ji bo xizmetê rind hazir dikin û bereketa Yehowa dixwazin berî ku em mizgînê bidin kesên din, em nîşan didin ku em “hay ji xwe û ji hînkirina xwe” hene.

3. Gelo her kes wê guh bide mizgînê? Mîsalekê bide.

3 Lê belê, em her çi qas bi dil û can xizmet bikin jî, dibe ku yên ku guh didin mizgîna Padîşahiyê hindik bin yan qet tune bin. Serpêhatiya birayê Georg Lindal, ê ku ji sala 1929an heta sala 1947an bi tena serê xwe li Îzlendayê xizmet dikir, bîne ber çavê xwe. Wî bi hezaran weşan belav kirin, lê tu kes nebû Şahidê Yehowa. Wî wisa nivîsî: “Hin kes li dijî rastiyê ne, lê piraniya mirovan xemsar in.” Piştî ku mizgînvanên wezîfedar, ên ku Mekteba Gîleadê xelas kiribû, hatin Îzlendayê, dîsa neh sal derbas bûn heta ku hin mirovên Îzlendayî bûn Şahidên Yehowa.

4. Gava mirov mizgînê qebûl nakin, dibe ku em xwe çawa hîs bikin?

4 Gava mirov guh nadin mizgînê, em helbet xemgîn dibin. Em xwe belkî wek Pawlosê şandî hîs dikin, ê ku wisa got ji ber ku piraniya Cihûyan Îsa wek Mesîhê sozdayî qebûl nedikir: “Xemgîniyeke min a mezin û di dilê min de êşeke bêrawestin heye” (Romayî 9:1-3). Ferz bike ku xwendekarekî te heye. Tu ji bo pêşveçûna wî xîret dikî û dua dikî, lê ew di riya rastiyê de bi pêş ve naçe, û lazim e ku tu dev ji kursê berdî. Yan jî, dibe ku heta niha qet xwendekarekî te nehatiye binavkirin. Ma lazim e ku tu xwe sûcdar bikî û bifikirî ku Yehowa xizmeta te bibereket nekiriye? Li vê meqaleyê, emê cewabên du pirsan bistînin: (1) Çi nîşan dide ku xizmeta me berdar e? (2) Gava em mizgînê belav dikin, gerek em çi ji bîr nekin?

ÇI NÎŞAN DIDE KU XIZMETA ME BERDAR E?

5. Xizmet çima her tim li gor dilê me nameşe?

5 Kitêba Pîroz li ser kesên ku daxwaza Xwedê pêk tînin wisa dibêje: “Di her karên ku dike de serfiraz e” (Zebûr 1:3, KP). Dîsa jî, ev yek nayê maneya ku her tiştê ku em ji bo Yehowa dikin wê li gor dilê me bê serî. Ji ber ku her kes qisûrdar e, jiyan “têrî tengasiyê” ye (Eyûb 14:1). Wekî din, carinan seba muxalefetê zor e ku em bi rihetî xizmet bikin (1. Korîntî 16:9; 1. Selanîkî 2:18). Gelo Yehowa çawa qerarê dide ku xizmeta me berdar e yan na? Ka bala xwe bide çend prensîpên Kitêba Pîroz, ên ku alî me dikin ku em cewaba vê pirsê bistînin.

Gava em mizgînê rû bi rû, bi destê nameyan yan bi telefonê belav dikin, Yehowa qîmetê dide xîreta me (Li paragrafa 6an binêre)

6. Gelo Yehowa çawa qerarê dide ka xîreta me berdar e yan na?

6 Yehowa bala xwe dide xîret û sebata me. Ji bo Yehowa, tiştê herî muhîm ev e ku em îşê wî bi dil û can bikin, ne ev e ku mirov guh bidin yan na. Pawlos wisa nivîsî: “Çimkî Xwedê ne bê dadperwerî ye ku kirinên we, xizmeta ku we ji pîrozan re kiriye û hûn dikin û ew hezkirina ku we ji bo navê wî nîşan daye, ji bîr bike” (Îbranî 6:10). Eger netîceyên baş neyên meydanê jî, Yehowa xîret û hezkirina me tu car ji bîr nake. Wek Pawlosê şandî gotibû, netîceyên îşê me her çi bin jî, “bi Xudan re keda [me] ne badîhewa ye” (1. Korîntî 15:58).

7. Ji vê ku Pawlos di heqê xizmeta xwe de çi got, em dikarin çi hîn bibin?

7 Pawlosê şandî mizgînvanekî pir bixîret bû, û wî li gelek bajaran civatên nû saz kirin. Dîsa jî, gava hin kesan ew rexne dikir û digot ku ew mamosteyekî baş nîne, wî bala wan nekişand ser vê yekê ku wî çend mirov kirin şagirtên Îsa Mesîh, lê wî wisa got: “Min zêdetir ked daye” (2. Korîntî 11:23). Wek Pawlos, ji bîr neke ku ji bo Yehowa, tiştê herî muhîm ev e ku em çi qas xîret û sebat dikin.

8. Di heqê xizmetê de, gerek em çi ji bîr nekin?

8 Xizmeta me li Yehowa xweş tê. Îsa Mesîh 70 şagirt şandin ku mizgînê belav bikin, û piştî vê, ew “bi şahî vegeriyan”. Gelo sebeba dilşadiya wan çi bû? Wan got: “Cin jî bi navê te bi ya me dikin.” Lê belê, Îsa Mesîh nêrîna wan serrast kir: “Bi vê şa nebin ku cin bi ya we dikin, lê bi vê şa bin ku navên we li ezmanan hatine nivîsîn” (Lûqa 10:17-20). Îsa Mesîh dizanibû ku xizmet wê her tim ew qas xweş derbas nebe. Heta, em nizanin ku kesên ku di serî de guh dabû şagirtên Îsa Mesîh paşê bûn kesên bawermend yan na. Loma, lazim bû ku şagirt ne tenê bi serkeftinên xwe, lê herî zêde bi vê yekê şa bin ku Yehowa ji xîreta wan razî ye.

9. Li gor Galatî 6:7-9, eger em li xizmetê sebat bikin, netîce wê bibe çi?

9 Eger em di xizmetê de sebat bikin, emê jiyana bêdawî bistînin. Gava em toximên mizgîna Padîşahiyê diçînin, em di eynî wextê de ‘li ruh diçînin’, yanî em îznê didin ku ruhê Xwedê li ser me tesîr bike. Ferq nake ku me alî kesekî kiriye ku bibe Şahidê Yehowa yan na, eger em “newestin” û “sist nebin”, Yehowa wê jiyana bêdawî bide me (Galatî 6:7-9 bixwîne).

GEREK EM ÇI JI BÎR NEKIN?

10. Ev yek ku mirov wê guh bidin me yan na, bi çi ve girêdayî ye?

10 Ev yek ku mirov wê rastiyê qebûl bikin yan na bi dilê wan ve girêdayî ye. Li mesela Îsa Mesîh a di heqê toximên ku ketin cure cure erdan de, tenê toximê ku ket erdê qenc mezin bû (Lûqa 8:5-8). Toxim “peyva Xwedê” temsîl dike, erd jî mirovan temsîl dike (Lûqa 8:11-15). Mîna cotkar, netîceyên îşê me ne di destê me de ne, lê bi dilê mirovan ve girêdayî ne. Mesûliyeta me tenê ev e ku em toximên mizgîna Padîşahiyê bi dewamî bireşînin. Wek Pawlosê şandî gotibû, her kes wê ne li gor netîceyên keda xwe, lê “li gor keda xwe” xelatê bistîne (1. Korîntî 3:8).

Nûh pêxember xebera Xwedê bi gelek salan îlan dikir, lê tenê malbata wî bi wî re ket gemiyê. Dîsa jî, Xwedê ew wek xizmetkarekî serkeftî didît. (Li paragrafa 11an binêre)

11. Gelo Nûh pêxember di xizmeta xwe de serkeftî bû? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

11 Li demên berê jî, gelek kesan guh nedida xizmetkarên Yehowa. Mesela, Nûh pêxember “peyvbêjê rastdariyê” bû, û bi îhtimaleke mezin, wî ev îş bi dehan salan berdewam kir (2. Petrûs 2:5). Wî bê şik hêvî dikir ku mirov guh bidin gotinên wî, lê Yehowa ji wî re soz nedabû ku mirov wê guh bidin wî. Gava Xwedê ji Nûh pêxember re emir kir ku bila ew gemiyekê çêke, wî got: “Tu bi kurên xwe, bi jina xwe û bi bûkên xwe re li gemiyê siwar bibe” (1. Mûsa 6:18, Mizgînî). Li dema ku Nûh gemî çêdikir, dibe ku wî jixwe fehm dikir ku gemî ne ew qas mezin e ku her kes karibe tê de bi cih bibe (1. Mûsa 6:15). Di netîceyê de, tu kesî guh neda xebera ku Nûh belav dikir (1. Mûsa 7:7). Ma Yehowa difikirî ku Nûh serkeftî nîne? Helbet na! Bi dîtina Xwedê, Nûh pêxember yekî serkeftî bû, çimkî wî mesûliyeta xwe bi dilsozî anîbû cih (1. Mûsa 6:22).

12. Yêremya pêxember li gel muxalefet û xemsariya mirovan çawa ji xizmeta xwe kêf distand?

12 Li gel muxalefet û xemsariya mirovan, Yêremya pêxember jî xebera Xwedê bi dehan salan belav kir. Carekê, ew seba qerfên muxalifan ew qas li ber xwe ket ku wî dixwest dev ji wezîfeya xwe berdaya (Yêremya 20:8, 9). Lê belê, Yêremya dev ji îşê Yehowa berneda. Gelo çi alî wî kir ku ew ji fikrên negatîf bifilite û ji xizmeta xwe kêfê bistîne? Yêremya pêxember bala xwe da du tiştên muhîm: A yekê, xebera Xwedê hêvî dida mirovan (Yêremya 29:11). A diduyan, navê Xwedê li ser wî bû (Yêremya 15:16). Mîna Yêremya pêxember, em jî hêviyê didin mirovan, û navê Xwedê li ser me ye. Loma, eger mirov guh nedin me jî, em dikarin dîsa jî ji îşê xwe kêfê bistînin.

13. Em dikarin ji mesela Îsa Mesîh a di heqê cotkarê razayî de çi hîn bibin?

13 Wext lazim e ku kesek ji aliyê ruhî ve bi pêş ve here. Li mesela di heqê cotkarê razayî de, Îsa Mesîh bala me dikişîne ser vê rastiyê (Marqos 4:26-29 bixwîne). Piştî ku cotkar toxim reşand, lazim bû ku ew li bendê bisekine ku toxim şîn bibe. Mîna vê, dibe ku gerek em jî sebir bikin ku xwendekarên me ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin. Çawa ku cotkar nikare zorê li toximan bide ku ew zûtir mezin bibin, em jî nikarin zorê li xwendekarên xwe bidin ku ew zûtir bi pêş ve herin. Loma, eger xwendekarê te zû bi pêş ve naçe, cesaret û hêviya xwe winda neke. Çawa ku ji bo îşê cotkariyê sebir lazim e, ji bo îşê şagirtkirinê jî sebir lazim e (Aqûb 5:7, 8).

14. Serpêhatiya Gladys û Ruby’yê çawa nîşan dide ku carinan wext lazim e ku netîceyên xizmeta me derkevin meydanê?

14 Li hin deran, pir wext derbas dibe heta ku kesek dibe Şahidê Yehowa. Mesela, serpêhatiya xwişkên me Gladys û Ruby Allen bîne ber çavê xwe. Di sala 1959an de, ev du xwişk wek pêşengên daîmî hatin şandin bajarekî li Quebecê (Kanada). Seba tirsa derdorê û bandora dêra Katolîk, mirovan nedixwest guh bidin mizgîna Padîşahiyê. Gladys dibêje: “Em du sal her roj heşt saet mal bi mal diçûn. Mirov dihatin ber derî, lê wan derî venedikir. Dîsa jî, me dev ji xîreta xwe berneda.” Bi zeman re, dilê mirovan nermtir bû, û hin kesan guh da wan. Li wî bajarî niha sê civat hene (Îşaya 60:22).

15. 1. Korîntî 3:6, 7 di heqê îşê şagirtkirinê de çi rêyî me dide?

15 Ji bo ku kesek bibe şagirtekî Îsa Mesîh, hevkariya gelek kesan lazim e. Bi eslê xwe, temamiya civatê dikare alîkariyê bike ku kesek ber bi binavbûnê ve bi pêş ve here (1. Korîntî 3:6, 7 bixwîne). Mesela, ferz bike ku mizgînvanek belavok yan kovarekê dide kesekî. Paşê, wexta vî mizgînvanî tune ku bi vî mirovî eleqedar bibe, loma ew ji mizgînvanekî din rica dike ku vî kesî ziyaret bike. Mizgînvanê din dest bi kursa Kitêba Pîroz dike. Bi zeman re, ew gazî çend xwişk û birayan dike ku bi wî re werin kursê, û her yek ji wan vî xwendekarî ji aliyekî din ve teşwîq dike. Her xwişk û her birayê ku rastî xwendekar tê alî wî dike ku ew Yehowa baştir nas bike. Gava xwendekar bin av dibe, her kesê ku alî wî kiribû şa dibe (Yûhenna 4:35-38).

16. Eger sihet û qeweta me êdî têra me nake ku em mizgînê wek berê belav bikin, em çima dîsa jî dikarin şa bibin?

16 Eger sihet û qeweta te êdî têra te nake ku tu mizgînê wek berê belav bikî, gelo tu dîsa jî dikarî ji vî îşî kêfê bistînî? Belê! Serpêhatiyeke Dawid Padîşah bîne ber çavê xwe. Piştî ku mal û malbatên Dawid û leşkerên wî ji aliyê Amalekiyan ve hatibûn talankirin, Dawid tevî leşkerên xwe ket pey wan. Lê belê, 200 leşker pir westiyayî bûn, û wan nikaribû şer bikira. Loma, ew li ber eşyayan man. Piştî şer, Dawid emir kir ku xenîmet di nav hemû leşkeran de wekîhev bê parvekirin (1. Samûyêl 30:21-25). Îşê şagirtkirinê jî wisa ye. Her kes nikare bi qasî hev xizmet bike. Tiştê herî muhîm ev e ku em çi ji destê me tê bikin. Hingê, gava kesekî nû tê ser riya jiyanê, em dikarin bi hev re şa bibin.

17. Em çima ji Yehowa re spasdar in?

17 Em pir spasdar in ji ber ku Yehowa ji xizmeta me razî ye. Ew dizane ku netîceyên keda me ne di destê me de ne. Dîsa jî, ew bala xwe dide xîreta me, û ew dizane ku em ji wî çi qas hez dikin, loma ew me xelat dike. Wekî din, ew rêyî me dide ku em çawa dikarin ji para ku em di îşê şagirtkirinê de dilîzin, kêfê bistînin (Yûhenna 14:12). Em dikarin bawer bin ku heta ku em newestin, Xwedê wê ji me razî be!

KILAM 67 “Peyva Xwedê Bide Bihîstin”

a Wexta ku mirov guh didin mizgînê, em şa dibin, lê gava ew guh nadin, em xemgîn dibin. Eger xwendekarekî te li riya rastiyê bi pêş ve naçe, yan eger te heta niha alî tu kesî nekiriye ku bin av bibe, gelo ev yek tê maneya ku xîreta te badîhewa ye? Li vê meqaleyê, emê bibînin ku netîce her çi be jî, em çawa dikarin ji xizmetê kêfê bistînin û serkeftî bibin.