Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 43

Newestin!

Newestin!

“Ji qencîkirinê . . . aciz nebin” (GALATÎ 6:9).

KILAMA 68 Biçînin Toximê Padşatiyê

VÊ GOTARÊDA *

1. Çi qedir û şabûn mera hatiye dayînê?

EM ÇIQAS şa ne û çiqas firnaq dibin, wekî em Şedên Yehowa ne! Navê Xwedê ser me ye û em vî navî bi dil û can elam dikin û meriva dikin şagirtên Îsa Mesîh. Gava em alî kesên dilpak dikin wekî ewana bêne ser riya rastiyê, em gelek şa dibin (Karên Şandiya 13:48). Çaxê şagirtên Îsa ji xizmetê vegeriyan û besa qewimandinên baş kirin, Îsa “bi ruhê pîroz şa bû”, û em jî ji xizmetê şabûneke mezin distînin (Lûqa 10:1, 17, 21).

2. Em ça dikarin nîşan kin, wekî xizmetî bona me gelek ferz e?

2 Xizmetkirin bona me gelek ferz e. Pawlos Tîmotêyora usa gotibû: “Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe. . . . bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kîjanên guhdariya te dikin” (1 Tîmotêyo 4:16). Dêmek, jîyîna meriva şixulê xizmetkirinêva girêdayî ye. Ji bo wê yekê ku em bineliyên Padşatiya Xwedê ne, em her gav dîna xwe didin rabûn-rûniştina xwe. Em dixwazin pê kirên xwe rûmetê bidine Yehowa û anegorî rastiyê bijîn (Fîlîpî 1:27). Bi vê yekê ku em bona xizmetê xwe rind hazir dikin û pêşiya ku mizgînê bela kin, em kerema ji Yehowa dixwazin, em nîşan dikin wekî em “haş ji xwe û hînkirina xwe” hene.

3. Gelo her kes wê guh bide mizgînê? Meselekê bîne.

3 Lê carna em çiqas bi dil û can xizmet dikin jî, dîsa jî tenê hine meriv guh didin mizgîniya Padşatiyê. Dîna xwe bidine serhatiya birê Corc Lîndal, yê ku ji sala 1929 heta sala 1947 Îslandyayêda tenê xizmet dikir. Ewî bi hezara edebyet bela kir, lê yeke tu kes nebû Şedê Yehowa. Ewî usa nivîsî: “Hine kes miqabilî rastiyê bûn, lê heçî zef meriv guh nedidane rastiyê û bêtalaş bûn”. Paşî wê yekê ça mîsyonêr, yên ku Mekteba Gîledê xilaz kiribûn, hatin Îslandyayê, dîsa neh sal derbaz bûn heta ku hine merivên Îslandî bûne Şedên Yehowa. *

4. Gava meriv mizgînê qebûl nakin, dibeke em xwe ça texmîn dikin?

4 Gava meriv guh nadin mizgînê, em hilbet xemgîn dibin. Em dibeke mîna Pawlosê şandî xwe texmîn dikin, yê ku berxwe diket, çimkî heçî zef Cihûya, Îsa ça Mesîhê sozdayî qebûl nedikirin. Ewî usa got: “Ez gelekî ber xwe dikevim û kula dilê min jî kûr e” (Romayî 9:1-3). Soz mesele, xwendekarekî te heye û tu bona pêşdaçûyîna wî her tişt dikî û dua dikî. Lê ew dîsa jî ruhanîda pêşda naçe û lazim e tu vê hînbûnê bidî sekinandinê. Yan jî, dibeke heta niha tu xwendekarê te nehatiye nixumandinê. Gelo lazim e tu xwe sûcdar bikî û bifikirî wekî Yehowa xizmeta te kerem nake? Vê gotarêda emê cabên du pirsa bistînin: (1) Çi nîşan dike wekî xizmeta me pêşdaçûyî ye? (2) Gava em mizgînê bela dikin, gerekê em hîviya çi bin?

ÇI NÎŞAN DIKE WEKÎ XIZMETA ME PÊŞDAÇÛYÎ YE?

5. Çima xizmetiya me carna pêşdaçûyî nîne?

5 Kitêba Pîroz derheqa kesên ku xwestina Xwedê pêk tînin, usa dibêje: “Çi jî dixwaze mîyaser dibe” (Zebûr 1:3). Dîsa jî, ev yek nayê hesabê, wekî her tiştê ku em xizmetêda bona Yehowa dikin, wê li gora dilê me bê serî. Ji bo wê yekê ku her kes gunekar e, jîyîn “têrî tengasiyê” ye (Îbo 14:1). Usa jî carna rûyê peyketinada çetin dibe rihet xizmet bikin (1 Korintî 16:9; 1 Têsalonîkî 2:18). Gelo ber çevê Yehowa xizmeta me çiçax pêşdaçûyî ye û çiçax na? Were em dîna xwe bidine çend prînsîpên Kitêba Pîroz, yên ku wê alî me bikin caba vê pirsê bistînin.

Gava em mizgînê rû bi rû, bi saya nema yan bi têlêfonê bela dikin, Yehowa xîreta me qîmet dike (Abzasa 6 binihêre)

6. Gelo ber çevê Yehowa xizmeta me çiçax pêşdaçûyî ye?

6 Yehowa dîna xwe dide xîret û sebra me. Bona Yehowa, tiştê herî ferz ev e, wekî em şixulê wî bi dil û can bikin, firqî tune meriv guh bidine me yan na. Pawlos usa nivîsî: “Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirên we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike, ya ku we cimeta Xwedêra xizmetkarî kir û dikin jî” (Îbranî 6:10). Heger xîreta me xizmetêda berên baş nayne, dîsa jî Yehowa xîret û hizkirina me tu car bîr nake. Çawa Pawlosê şandî gotibû, axiriya şixulê xizmetiyê çi be jî, hûn dikarin dudilî nebin, wekî “xebata we boş-betal nîne li ber Xudan” (1 Korintî 15:58).

7. Ji giliyên Pawlos derheqa xizmeta wî, em dikarin çi hîn bin?

7 Pawlosê şandî mizgînvanekî gelek xîret bû û ewî gelek şeherada civatên teze saz kirin. Dîsa jî, gava hine kes wî neheq dikirin wekî ew dersdarekî baş nîne, ewî dîna wan nedikişand ser vê yekê ku ewî çend meriv kirin şagirtên Îsa Mesîh. Dewsê ewî usa got: “Ji wan zeftir xebitîme” (2 Korintî 11:23). Mîna Pawlos, tu jî bîr neke wekî bona Yehowa xîret û sebra me, tiştê herî ferz e.

8. Em çi gerekê bîr nekin derheqa xizmetiyê?

8 Xizmeta me Yehowa xweş tê. Îsa Mesîh 70 şagirt şandin mizgînê bela kin û xilaziya vê xizmetê, ewana “şa vegeriyan”. Gelo sebeba şabûna wan çi bû? Wana got: “Cin jî saya navê te êlimî me dibûn”. Lê Îsa nihêrandina wan rast kir: “Bi wê yekê şa nebin ku cin êlimî we dibin, lê şa bin, ku navên we li ezmana nivîsar e” (Lûqa 10:17-20). Îsa Mesîh zanibû wekî xizmetî wê hertim haqas xweş û hewas derbaz nebe. Em nizanin çiqas meriv yên ku sêrîda guh dabûne şagirta, bûne bawermend. Lema jî, lazim bû wekî şagirt ne tenê vê yekêra şabûna, ku çiqas meriv mizgîniyê qebûl dikirin, lê herî zêde gerekê vê yekêra şa bûna, wekî Yehowa ji xîreta wan razî ye.

9. Li gora Galatî 6:7-9, heger em xizmetêda sebir bikin, ew yek wê çi axirî bîne?

9 Heger em xizmetêda sebir bikin, emê jîyîna heta-hetayê bistînin. Gava em toximên mizgîniya Padşatiyê diçînin, em usa jî ‘bona ruh diçînin’, dêmek em îznê didin wekî ruhê Xwedê ser me hukum bike. Firqî tune, me alî kesekî kiriye ku bibe Şedê Yehowa yan na, heger em “aciz nebin” û newestin, Yehowa wê jîyîna heta-hetayê bide me (Galatî 6:7-9 bixûne).

GEREKÊ EM HÎVIYA ÇI BIN?

10. Ev yek ku meriv wê guh bidine me yan na, çiva girêdayî ye?

10 Ev yek ku meriv rastiyê qebûl bikin yan na, dilê wanva girêdayî ye. Îsa meselêda derheqa toximên ku ketin cûre-cûre erda, got wekî tenê toximê ku kete erdê qenc, mezin bû (Lûqa 8:5-8). Toxim tê hesabê “xebera Xwedê”, erd jî tê hesabê dilê meriva (Lûqa 8:11-15). Mîna şixulê cotkar, axiriya şixulê me jî destê meda nîne, lê dilê merivava girêdayî ye. Cabdariya me tenê ev e ku em toximên mizgîna Padşatiyê berdewam kin bireşînin. Çawa ku Pawlosê şandî gotibû, “her kesê heqê xwe bistîne, weke xebata xwe” (1 Korintî 3:8).

Nuh xebera Xwedê gelek sala bela dikir, lê tenê malbeta wî tevî wî kete gemiyê. Dîsa jî, Nuh hertim guh dida Xwedê! (Abzasa 11 binihêre)

11. Nuh pêxember çima pêşdaçûyî bû? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

11 Wedê berê jî, her kesî guh nedida xizmetkarên Yehowa. Mesele, Nuh pêxember “rastî dannasîn dikir”, û ewî ev yek weke 40 yan 50 sala dikir (2 Petrûs 2:5). Bêşik ew bawer bû wekî meriv wê guh bidin gotinên wî, lê Yehowa wîra negotibû ku meriv wê guh bidine wî. Gava Xwedê gote Nuh wekî gemiyê çêke, ewî got: “Tu tevî kurên xwe û tevî jina xwe û bûkên xwe bikevî gemîyê” (Destpêbûn 6:18). Çaxê Nuh gemî çêdikir, dibeke ewî fem dikir wekî gemî ne haqas mezin e ku gelek meriv bikaribin têda cîh bin (Destpêbûn 6:15). Axiriyêda, tu kesî guh neda xebera Nuh (Destpêbûn 7:7). Gelo Yehowa difikirî ku Nuh xizmetiyêda pêşdaçûyî nîbû û cefê wî boş-betal bû? Hilbet na! Bi nihêrandina Xwedê, Nuh dannasînkarekî pêşdaçûyî bû, çimkî ewî cabdariya xwe bi aminî anî sêrî (Destpêbûn 6:22).

12. Yêremya çawa hela hê wedê peyketin û bêtalaşbûna meriva jî, ji xizmeta xwe şabûnê distand?

12 Yêremya pêxember jî, xebera Xwedê bi deha sala wan merivara bela dikir, yên ku hindava rastiyê bêtalaş bûn û pey wî diketin. Carekê, ew seva qerfên wan meriva haqas berxwe ket ku dixwest xizmetiya xwe bida sekinandinê (Yêremya 20:8, 9). Lê Yêremya dilteng nebû! Gelo çi alî wî kir fikrên nêgatîv ji hişê xwe derxe û ji xizmeta xwe şabûnê bistîne? Yêremya dîna xwe da du tiştên ferz: Ya yekê, elametiya ji Xwedê hêvî dida meriva (Yêremya 29:11). Ya duda, Yehowa Yêremya kifş kiribû, wekî ew pêş wîva elametiya wî derbazî cimetê ke (Yêremya 15:16). Mîna Yêremya pêxember, em jî hêviyê didine meriva, û navê Xwedê li ser me ye. Lema heger meriv guh nedin me jî, em dikarin ji xizmeta xwe şabûnê bistînin.

13. Em dikarin ji mesela Îsa derheqa cotkarê razayî, çi hîn bin?

13 Wext lazim e wekî kesek ruhanîda pêşda here. Meselêda ya derheqa cotkarê razayî, Îsa dîna me kişand ser vê rastiyê (Marqos 4:26-29 bixûne). Paşî ku cotkar toxim reşand, lazim bû ku ew hîviyê bisekine heta toxim şîn bibe. Mîna vê yekê, dibeke em jî gerekê sebir bikin heta xwendekarên me ruhanîda pêşda herin. Çawa ku cotkar nikare zorê li toxima bike wekî ew diha zû mezin bin, em jî nikarin zorê li xwendekarên xwe bikin wekî ewana diha zû pêşda herin. Lema jî, heger xwendekarê te zû pêşda naçe, dilteng nebe û hêviya xwe unda neke. Çawa ku bona şixulê cotkariyê sebir lazim e, bona şixulê hazirkirina şagirta jî sebir lazim e (Aqûb 5:7, 8).

14. Serhatiya Gladîs û Rûbîyê çawa nîşan dike wekî carna wext lazim e ku xizmetiya me berên baş bîne?

14 Hine têrîtoriyada, xizmeta me gelek sala, qe pêşda naçe. Mesele, werên em dîna xwe bidine serhatiya xûşkên me Gladîs û Rûbî Allên. Sala 1959-da, ev du xûşk ça pêşengên hertim, şandine bajarê Kwêbêkê (Kanada). * Ji bo tirsa ber meriva û hukuma dêra Katolîkî, geleka nedixwest guh bidin mizgîna Padşatiyê. Gladîs got: “Em du sala her roj heyşt sihet mal bi mal diçûn, lê tu kes derî venedikir. Meriv dihatin ber derî û çaxê didîtin ku em Şedên Yehowa ne, pişta xwe didane me diçûn. Dîsa jî, me xîreta xwe unda nekir”. Wede şûnda, dilê meriva hêdî-hêdî nerm dibû, û hine kesa guh da wan. Wî bajarîda niha sê civat hene (Îşaya 60:22).

15. 1 Korintî 3:6, 7 derheqa hazirkirina şagirta çi me hîn dike?

15 Seva ku kesek bibe şagirtekî Îsa Mesîh, hevkariya gelek kesa lazim e. Bi rastî temamiya civatê dikare alîkariyê bide, wekî kesek berbi nixumandinê here (1 Korintî 3:6, 7 bixûne). Hela bifikire: Mizgînvanek belavok yan jûrnalekê dide kesekî. Paşê, wedê wî mizgînvanî tune wekî serlêdana wî merivî bike, lema ew mizgînvanekî dinra dibêje ku serlêdana vî kesî bike. Ev mizgînvanê din hînbûna Kitêba Pîroz destpêdike. Wede şûnda, ew gazî cûre-cûre xûşk-bira dike, wekî tevî wî bêne ser hînbûnê. Her yek ji wan, ji cûre-cûre aliyava xwendekar hêlan dike. Her xûşk û bira ku rastî xwendekar tê, toximê rastiyê av dide. Gava xwendekar tê nixumandinê, her kesê ku alî wî kiribû, şa dibe (Yûhenna 4:35-38).

16. Heger sihet-qewata me îda nagihîjê mizgînê çawa berê bela bikin, em çira dîsa jî dikarin şa bin?

16 Heger sihet û qewata te îda têra te nake, wekî mizgînê ça berê bela kî, gelo tu dîsa jî dikarî ji vî şixulî şabûnê bistînî? Belê! Serhatiya Dawid Padşa bîne bîra xwe. Çaxê Amalêkiya hebûka Dawid û eskerên wî talan kirin û neferên wan jî revandin, Dawid tevî eskerên xwe kete pey wan. Lê 200 esker gelek westiyayî bûn, û wana nikaribû şer bikira. Lema, ewana ber hûr-mûra man. Paşî şer, Dawid temî da ku tiştên zeftkirî weke hev bêne parevekirin (1 Samûyêl 30:21-25). Şixulê hazirkirina şagirta jî usa ye. Gava kesek teze tê ser riya jîyînê, her kesê ku çi ji destê wî hat kir wekî alî wî merivî bike, dikare şa be.

17. Em çira ji Yehowa razî ne?

17 Em gelek ji Yehowa razî ne, çimkî çi jî hebe ew xizmeta me dişêkirîne. Ew zane wekî axiriya cefê me xizmetêda, destê meda nîne. Dîsa jî, ew dîna xwe dide xîreta me û zane em çiqas wî hiz dikin, lema jî ew me xelat dike. Usa jî, ew me hîn dike wekî ça ji şixulê hazirkirina şagirta şabûnê bistînin (Yûhenna 14:12). Em dikarin bawer bin wekî Xwedê wê ji me razî be, serî ew e em dilteng nebin û newestin!

KILAMA 67 “Xizmet ke”

^ abz. 5 Çaxê meriv guh didin mizgînê, em şa dibin, lê gava ew guh nadin, em xemgîn dibin. Heger xwendekarekî te ruhanîda pêşda naçe, yan heger te heta niha alî tu kesî nekiriye wekî ew bê nixumandinê, gelo ev yek tê hesabê wekî cefê te badîhewa ye? Vê gotarêda emê bivînin wekî meriv guh bidine me yan na, dîsa jî ça em dikarin newestin û xizmetêda pêşdaçûyî bin.

^ abz. 14 Binihêrin serhatiya Gladîs Allên, “Minê Tiştekî Neguhasta!”, ji “Birca Qerewiliyê” ya 1 Îlonê, sala 2002.