Here Naverokê

Here naverokê

Dostaniya bi Yehowa re ji Nû ve Ava Bike

Dostaniya bi Yehowa re ji Nû ve Ava Bike

HER SAL, gelek miyên biqîmet vedigerin keriya Yehowa. Gelo tu jî yek ji wan î? Bawer be ku gava kesek vedigere civatê, Yehowa, Îsa Mesîh û melek pir şa dibin (Lûqa 15:7, 10). Dîsa jî, gava tu vedigerî civatê û dixwazî dostaniya bi Yehowa re ji nû ve ava bikî, dibe ku tuyê rastî hin çetinahiyan bêyî. Gelo ev çetinahî çi ne, û çi dikare alî te bike?

ÇETINAHIYÊN MUHTEMEL

Gelek kes piştî ku vedigerin civatê ji fikrên negatîf zû nafilitin. Belkî halê Dawid Padîşah ji te re nas e. Gunehên wî her çi qas hatin efûkirin jî, wî wisa got: “Gunehan ez girtim” (Zebûr 40:12; 65:3). Piştî ku kesek vedigere ba Yehowa, ewê belkî dîsa jî bi salan şerm bike yan xwe sûcdar bike. Isabelle a bi zêdetirî 20 salan venedigeriya civatê. Wê got: “Min bawer nedikir ku Yehowa wê min efû bikira.” Eger tu cesareta xwe ji ber vê sebebê winda bikî, siheta te ya ruhî dikare dîsa sist bibe (Methelokên Silêman 24:10). Îznê nede ku ev yek bê serê te!

Hin kes ditirsin ku ewê nikaribin her tiştî bikin ku dostaniya xwe ya bi Yehowa re ji nû ve ava bikin. Piştî ku birayê me Antoine vegeriya civatê, wî wisa got: “Min gelek tiştên ku min wek şagirtê Îsa Mesîh dizanibûn yan dikirin, ji bîr kiribûn.” Ji ber vê yekê, hin kes xwe paş digirin ku bi hemû fealiyetên ruhî mijûl bibin.

Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Mala kesekî seba teyfûnekê xera bûye. Gava ew difikire ku çi qas wext û qewet lazim e ku ew mala xwe ji nû ve ava bike, ew dilteng dibe. Mîna vê, eger dostaniya te ya bi Yehowa re seba gunehekî giran zerar dîtiye, gava tu difikirî ku çi qas xîret lazim e ku halê xwe yê ruhî rast bikî, tu belkî dilteng dibî. Lê bawer be, tu di vê micadeleyê de tenê nînî!

Yehowa ji me re dibêje: “Niha werin û em li doza xwe binêrin” (Îşaya 1:18). Te jixwe gelek tişt kirine ku ‘li doza xwe binêrî’. Seba vê xîreta te, Yehowa ji te hez dike. Belê, ev yek ku tu vegeriyayî ba Yehowa fersendê dide wî ku ew îsbat bike ku Îblîs derewçîn e! (Methelokên Silêman 27:11).

Te êdî gava pêşîn avêtiye ku nêzîkî Yehowa bibî, û ew soz dide ku ewê jî nêzîkî te bibe (Aqûb 4:8). Ev yek ku xwişk û bira şa ne ku tu vegeriyayî civatê helbet tiştekî baş e. Lê belê, ev yek ne bes e. Gerek tu hezkirina ji Bav û Dostê xwe Yehowa her ku diçe xurttir bikî. Gelo çawa?

JI XWE RE HEDEFÊN MAQÛL DEYNE

Wê baş be ku tu ji xwe re hedefên maqûl deynî. Bi ihtîmaleke mezin, hîndariyên esasî – rastiyên di heqê Yehowa û sozên wî de – hê jî di bîra te de ne. Lê belê, gerek tu ji nû ve jiyaneke wek şagirtê Îsa Mesîh bajoyî. Yanî, gerek tu mizgînê belav bikî, herî civînan û bi xwişk û birayan re wext derbas bikî. Ka bala xwe bide van hedefan:

Her gav ji Yehowa re dua bike. Yehowa rind fehm dike ku seba wijdanê nerihet, belkî li te zor tê ku tu ji wî re dua bikî (Romayî 8:26). Dîsa jî, ‘di duayê de bi xîret be’ û ji Yehowa re bibêje ku tu dixwazî bibî dostê wî (Romayî 12:12). Birayê me Andrêy tîne bîra xwe: “Min xwe bi zêdeyî sûcdar dikir û zehf şerm dikir. Lê piştî ku min dua dikir, ev hîsên negatîf kêmtir dibûn û hizûr diket dilê min.” Eger tu nizanî ku di duayên xwe de çi bibêjî, li Zebûr 51 û 65 binêre. Li van Zebûran, tu dikarî bixwînî ku Dawid Padîşah tobeya xwe çawa anî zimên.

Her tim Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Ev yek wê alî te bike ku baweriya te xurttir bibe û ku tu zêdetir ji Yehowa hez bikî (Zebûr 19:7-11). Birayekî me yê bi navê Felipe wisa dibêje: “Ji ber ku min Kitêba Pîroz bi dewamî nedixwend û lêkolîn nedikir, ez ji aliyê ruhî ve sist bûm, û min dilê Yehowa êşand. Ez naxwazim dîsa eynî şaşiyê bikim, loma ez niha xîret dikim ku dev ji lêkolîna şexsî bernedim.” Tu jî dikarî wisa bikî. Eger tu nizanî ku ji bo lêkolîna xwe ya şexsî kîjan mijaran hilbijêrî, tu dikarî ji dostekî bitecrûbe alîkariyê bixwazî.

Dostaniya bi xwişk û birayan re ji nû ve ava bike. Hin kesên ku vedigerin civatê ditirsin ku xwişk û bira wê xwe ji wan dûr bigirin. Larissa wisa dibêje: “Min pir şerm dikir. Ez difikirîm ku min li civatê îxanet kiribû. Wexteke dirêj, min nikaribû dev ji vê fikrê berdaya.” Bawer be ku rîspiyên civatê û kesên din hazir in ku alî te bikin ku tu dostaniya Yehowa ji nû ve bi dest bixî (li çarçoveya “ Rîspiyên Civatê Dikarin Çi Bikin?” binêre). Ew pir şa ne ku tu vegeriyayî civatê, û ew xêra te dixwazin! (Methelokên Silêman 17:17).

Çi dikare alî te bike ku tu nêzîktirî xwişk û birayan bibî? Here hemû civînan, û bi xwişk û birayan re derkeve xizmetê. Ev yek wê çawa alî te bike? Birayê me Felix wisa got: “Xwişk û bira li benda min bûn ku ez vegerim civatê. Min hezkirina wan hîs dikir. Wan hemûyan jî alî min kir ku ez ji nû ve bibim pareke vê malbata ruhî, ku ez hîs bikim ku Yehowa ez efû kirime û ku ez xizmeta xwe berdewam bikim” (li çarçoveya “ Wê Baş Be ku Tu Çi Bikî?” binêre).

DEV JI XÎRETA XWE BERNEDE!

Îblîs wê bi dewamî “teyfûnên mezin” bişîne ser te, da ku tu nikaribî dostaniya xwe ya bi Yehowa re ji nû ve ava bikî (Lûqa 4:13). Loma xwe ji niha ve hazir bike û dostaniya xwe ya bi Yehowa re qewîtir bike.

Yehowa vê sozê dide miyên xwe: “Ez ê li yê ku winda bûye bigerim û yê ku hatiye ajotin şunde bînim û ez ê yê şikestî bipêçim û yê ku nexweş e xwurt bikim” (Hêzekîêl 34:16). Yehowa alî gelek kesan kiriye ku ew dostaniya xwe ya bi wî re ji nû ve ava bikin. Bawer be ku ewê alî te jî bike!

a Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.