Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dostiya Tevî Yehowa Tezeda Ava Bike

Dostiya Tevî Yehowa Tezeda Ava Bike

HER sal, gelek berxên qîmet vedigerin nav keriya Yehowa. Heger tu jî yek ji wan î, bawer be ku gava kesek vedigere civatê, Yehowa, Îsa Mesîh û melek gelek şa dibin (Lûqa 15:7, 10). Dîsa jî, gava tu vedigerî civatê û dixwazî dostiya tevî Yehowa tezeda ava bikî, dibeke tu rastî hine çetinaya bêyî. Gelo ev çi çetinayî ne, û çi dikare alî te bike?

ÇETINAYÎ

Gelek kes paşî ku ew vedigerin civatê tevî fikrên nêgatîv şer dikin. Dibeke halê Dawid Padşa tera nas e. Gunên wî çiqas hatin baxşandinê jî, ewî usa got: “Neheqîyên min xwe minra gîhandin” (Zebûr 40:12; 65:3). Paşî ku kesek vedigere bal Yehowa, ew dibeke dîsa jî bi sala şerm bike yan xwe sûcdar bike. Îsabêl * 20 sala zêdetir venedigeriya civatê. Ewê got: “Min bawer nedikir ku Yehowa wê bibaxşîne min”. Heger tu jî usa berxwe kevî, tu dikarî ruhanîda dîsa sist bî (Metelok 24:10). Îznê nede ku ev yek bê serê te.

Hine kes xemgîn dibin, wekî ewê nikaribin her tiştî bikin ku dostiya xwe tevî Yehowa tezeda ava bikin. Paşî ku birê me Antonî vegeriya civatê, ewî usa got: “Min gelek tiştên ku ça Şedê Yehowa zanibû yan dikir, bîr kiribû”. Lema jî hine kes xwe paş dixin wekî hemû şixulên ruhanîda kar bikin.

Mesele, bîne ber çevê xwe ku mala kesekî ji bo firtonê hilşiya. Gava ew difikire ku çiqas wext û qewat lazim e wekî ew mala xwe tezeda ava bike, ew dilteng dibe. Mîna vê yekê, heger dostiya te tevî Yehowa seva gunekî giran xirab bûye, tu jî dibeke dilteng dibî gava difikirî wekî çiqas xîret û qewat lazim e ku halê xweye ruhanî rast bikî. Lê bawer be, tu tenê nînî.

Yehowa mera dibêje: “Niha werin û em li doza xwe binihêrin” (Îşaya 1:18). Te aliyê xweda gelek tişt kiriye ku ‘li doza xwe binihêrî’, wekî tevî Yehowa li hev bêyî. Seva vê xîreta te, Yehowa te hiz dike. Belê, ev yek ku tu vegeriyayî bal Yehowa, mecalê dide wî, wekî ew îzbat bike ku Mîrê-cina derewîn e! (Metelok 27:11).

Te îda gava pêşin avîtiye wekî nêzîkî Yehowa bî, û ew soz dide ku ewê jî nêzîkî te be (Aqûb 4:8). Ev yek ku xûşk-bira şa ne wekî tu vegeriyayî civatê, hilbet tiştekî xweş e. Lê belê, ev yek ne bes e. Gerekê tu hizkirina xwe hindava Bav û Dostê xwe Yehowa, çiqas diçe diha qewî bikî. Gelo ça?

XWERA NÊTÊN RÊALÎ DAYNE

Wê baş be tu xwera nêtên rêalî daynî. Dibeke hînkirinên sereke – rastiyên derheqa Yehowa û sozên wî – hê bîra teda nin. Lê belê, gerekê tu tezeda bi jîyîna Mesîhîtî bijîyî. Dêmek, gerekê tu mizgînê bela kî, herî civîna û tevî xûşk-bira wede derbaz kî. Hela dîna xwe bide van nêta:

Her gav Yehowara dua bike. Yehowa rind fem dike wekî îsafa nerihet dikare riya te bigire wîra dua bikî (Romayî 8:26). Dîsa jî, “her gav” dua bike û Yehowara bêje wekî tu dixwazî bibî dostê wî (Romayî 12:12). Birê me Andrêî tîne bîra xwe: “Îsafa min ez gelek diçerçirandim û min zef şerm dikir. Lê paşî dua, ev hestên nêgatîv cem min kêm dibûn û edilayî dikete dilê min”. Heger tu nizanî ku duayên xweda çi bêjî, gotinên Dawid Padşa, yê ku tobe dikir, Zebûrên 51 û 65-da bixûne.

Hertim Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Ev yek wê alî te bike ku baweriya te û hizkirina te hindava Yehowa diha qewî be (Zebûr 19:7-11). Birakî me bi navê Fîlîp dibêje: “Menî ku çira ez ruhanîda sist bibûm û dilê Yehowa êşand, ev bû ku min Kitêba Pîroz hertim lêkolîn nedikir. Ez naxwazim dîsa vê şaşiyê bikim, lema ez xîret dikim wekî lêkolîna şexsî bernedim”. Tu jî dikarî usa bikî. Heger tu nizanî ku bona lêkolîna xweye şexsî kîjan têma bijbêrî, tu dikarî ji dostekî cêribandî alîkariyê bixwazî.

Dostiya tevî xûşk-bira tezeda ava bike. Hine kes ku vedigerin civatê, ditirsin wekî xûşk-bira wê xwe ji wan dûr bigirin. Larîsa usa dibêje: “Min gelek şerm dikir. Ez difikirîm ku min nemamiya civatê kiribû. Wexteke dirêj, min nikaribû van fikra ji hişê xwe derxista”. Bawer be ku rûspiyên civatê û kesên din hazir in alî te bikin, wekî tu dîsa bibî dostê Yehowa (Çargoşe “ Rûspiyên Civatê Dikarin Çi Bikin?” binihêre). Ewana gelek şa ne ku tu vegeriyayî civatê, û ewana qenciya te dixwazin! (Metelok 17:17)

Çi dikare alî te bike wekî diha nêzîkî xûşk-bira bî? Civîna bernede û tevî xûşk-bira derkeve xizmetê. Ev yek wê çawa alî te bike? Birê me Fêlîks usa got: “Xûşk û bira hîviya min bûn ku ez vegerim civatê. Min hizkirina wan texmîn dikir. Wana hemûya jî alî min kir, wekî ez tezeda bibim pareke vê malbeta ruhanî, texmîn bikim wekî Yehowa baxşande min û xizmeta xwe berdewam bikim” (Çargoşe “ Wê Baş be ku Tu Çi Bikî?” binihêre).

XÎRETA XWE UNDA NEKE!

Mîrê-cina wê berdewam ke “firtonên mezin” bişîne ser te, wekî tu nikaribî dostiya xwe tevî Yehowa tezeda ava bikî (Lûqa 4:13). Lema nihada dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî bike.

Yehowa vê sozê dide pezên xwe: “Ez . . . yê ku unda bûye bigerim û yê ku hatiye ajotin şunde bînim û ez yê şikestî bipêçim û yê ku nexweş e xwurt [qewî] bikim” (Hezeqêl 34:16). Yehowa alî gelek kesa kiriye, wekî ewana dostiya xwe tevî wî tezeda ava bikin. Bawer be ku ewê alî te jî bike!

^ abz. 4 Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.