Here Naverokê

Here naverokê

1921 – Sed Sal Berê

1921 – Sed Sal Berê

“GELO emê îsal çi îşî bikin?” Ev pirs, li kovara Watch Tower a 1 Çile 1921 derbas bû. Cewaba vê pirsê anî bîra Lêkolînerên Kitêba Pîroz ku gerek ew mizgînê belav bikin û bala wan kişand ser van gotinên Kitêba Pîroz: “Xudan ez kifş kirim. Wî ez şandim ku mizgîniyê bidim bindestan ... sala razîbûnê ya Xudan û roja tolstandinê ya Xwedayê me” (Îşaya 61:1, 2, Mizgînî).

MIZGÎNVANÊN BÊTIRS

Ji bo ku Lêkolînerên Kitêba Pîroz karibin wezîfeya xwe bînin cih, lazim bû ku ew bêtirs bin, çimkî wanê ji kesên dilnizm re “mizgîn”, lê ji kesên xerab re “roja tolstandinê” îlan bikira.

Li Kanadayê, birayê John Henry Hoskin mizgîn li gel muxalefetê bê tirs belav dikir. Li bihara sala 1921ê, ew rastî keşîşekî Metodîst hat. Birayê Hoskin bi van gotinan dest bi sohbetê kir: “Bila em bi zarşîrînî li ser Nivîsarên Pîroz sohbetê bikin, û eger fikrên me ji hev cuda bin jî, were em aştiya di nav xwe de xera nekin.” Lê belê, wisa derneket. Birayê Hoskin wisa got: “Piştî çend deqeyan, [keşîş] derî ew qas sert girt ku hindik ma ku cam wê biketa erdê.”

Keşîş wisa kir qîrîn: “De here ba pûtperestan û bi wan re xeber bide!” Birayê Hoskin dengê xwe nekir, lê piştî ku ew ji wê derê çû, wî ji xwe re got: “Min jixwe bi pûtperestekî re xeber dida!”

Rojek bi şûn de, gava keşîş li dêrê xeber dida, wî dîsa hicûmî birayê me kir. Birayê Hoskin got: “Keşîş ji mirovan re got ku bila ew guh nedin min. Wî got ku ez mirovekî pir xerab im, û bi dîtina wî, gerek ez bihatama kuştin.” Birayê me qet netirsî. Wî xizmeta xwe berdewam kir û netîceyên baş bi dest xistin. Wî got: “Xizmet pir baş diçû. Hin kesan digot: ‘Ez dizanim ku tu xizmetkarê Xwedê yî!’ Wekî din, wan ji min dipirsî ka hewcedariya min bi tiştekî heye yan na.”

LÊKOLÎNA ŞEXSÎ Û LÊKOLÎNA MALBATÊ

Ji bo ku kesên eleqedar bi pêş ve herin, Lêkolînerên Kitêba Pîroz li kovara The Golden Age a bernameyên ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz diweşandin. Li bernameya Lêkolîna Kitêba Pîroz ji bo Zarokan, pirs dihatin nîşandayîn, ên ku dê û bavan dikaribû bi zarokên xwe re muzakere bikirana. Ji dê û bavan re dihat gotin ku bila ew “van pirsan ji zarokên xwe bipirsin û alî wan bikin ku ew cewaban li Kitêba Pîroz bibînin”. Hin pirs – mesela pirsa “Di Kitêba Pîroz de çend kitêb hene?” – bala wan dikişand ser rastiyên esasî. Pirsên wek “Gelo her Mesîhiyê rastîn wê rastî zilmê bê?” alî zarok û ciwanan dikir ku ew bibin mizgînvanên bêtirs.

Wekî din, ji bo xwişk û birayên bitecrûbe jî bernameya lêkolînê dihat weşandin. Cewabên pirsên vê bernameyê li cîlda yekê ya Studies in the Scriptures derbas dibûn. Bi hezaran xwendevanan ji van bernameyan feyde distand, lê di kovara The Golden Age a 21 Kanûn 1921 de hat îlankirin ku her du bername wê bên qedandin. Gelo çima?

KITÊBEKE NÛ

Kitêba The Harp of God

Karteke bi wezîfeya xwendinê

Kartên bi pirsan

Birayên ku rêberî dikir fehm kir ku xwendekarên nû gerek rastiyên esasî bi awayekî sîstematîk hîn bibin. Ji bo vê, li meha Mijdarê ya sala 1921ê, kitêbeke bi navê The Harp of God hat weşandin. Wekî din, kesên eleqedar, ên ku ev kitêb qebûl dikir, dest bi kurseke lêkolîna şexsî dikir. Vê kursê alî xwendekaran dikir ku ew fehm bikin ku mexseda Xwedê ev e ku însan heta bi hetayê bijîn. Gelo ev kurs, kurseke çawa bû?

Gava kesekî ev kitêb qebûl dikir, ji wî re wezîfeyeke xwendinê dihat dayîn, a ku li ser karteke biçûk nivîsî bû. Heftiyek bi şûn de, wî karteke bi çend pirsan distand, ên ku bi wezîfeya xwendinê ve girêdayî bû. Wekî din, li ser karta ji bo heftiya din dîsa wezîfeyeke xwendinê hebû.

Di nav 12 hefteyan de, civatan her hefte ji xwendekaran re karteke nû dişand. Carinan, xwişk û birayên extiyar yan nexweş ev îş dikir. Mesela, xwişka Anna Gardner, a ku li Millvale’ê (Pennsylvaniya, DYA) dijiya, wisa got: “Gava kitêba The Harp of God derket, fersend ket destê xwişka min a nexweş Thayle’ê ku her hefte kartan bişîne û bi vî şeklî zêdetir xizmet bike.” Wexta ku kurs xelas bû, xwendekar dihat ziyaretkirin, da ku ji Kitêba Pîroz zêdetir melûmatê bistîne.

Thayle Gardner li erebeya seqetan

ÎŞEKÎ MEZIN

Li dawiya sala 1921ê, birayê Joseph Rutherford ji hemû civatan re nameyek şand. Wî got ku “şahidiya ku îsal di heqê Padîşahiyê de hat dayîn li gor hemû salên berê berfirehtir û tesîrdartir bûye.” Wekî din, wî got: “Îş hê pir e. Loma, dilê kesên din xurt bikin ku ew jî vê xizmeta pîroz pêk bînin.” Eşkere ye ku Lêkolînerên Kitêba Pîroz guh da vê şîretê, çimkî di sala 1922yan de, wan mizgîna Padîşahiyê bê tirs bi awayekî xisûsî îlan kir.

a Navê kovara Golden Age di sala 1937an de wek Consolation û di sala 1946an de wek Awake! hat guherandin.