Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 47

Baweriya Te Çi Qas Xurt e?

Baweriya Te Çi Qas Xurt e?

“Bila dilê we teng nebe! Baweriyê bi Xwedê bînin” (YÛHENNA 14:1, KP).

KILAM 119 Em Hewceyî Îmanê ne

PÊŞGOTIN a

1. Dibe ku em ji xwe çi bipirsin?

 GAVA tu helakkirina dînê sexte, hicûma Gogê ji Magogê û cenga Harmegedonê tînî ber çavê xwe, ma dilê te carinan teng dibe? Ma te qet ji xwe pirsiye: “Gava tengasî dest pê bike, gelo ezê bikaribim dilsoz bimînim?” Eger tu carinan wisa difikirî, gotinên Îsa Mesîh, ên ku li ayeta sereke derbas dibin, wê alî te bikin. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Bila dilê we teng nebe! Baweriyê bi Xwedê bînin” (Yûhenna 14:1). Belê baweriyeke xurt wê alî me bike ku em ji pêşerojê netirsin.

2. Em çawa dikarin baweriya xwe xurttir bikin, û li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

2 Ev yek ku em li hemberî ceribandinên îroyîn çawa hereket dikin nîşanî me dide ku gerek em baweriya xwe ji çi aliyan ve xurttir bikin. Her ku em li hemberî ceribandinekê dilsoz dimînin, baweriya me xurttir dibe. Ev yek dikare alî me bike ku em li pêşerojê jî dilsoz bimînin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidinê ku şagirtên Îsa Mesîh rastî kîjan çar tengasiyan dihatin, ên ku baweriya wan diceriband. Emê bibînin ku em çawa dikarin rastî çetinahiyên wisa bên û ev çetinahî çawa dikarin me ji bo pêşerojê hazir bikin.

GAVA HEWCEDARIYÊN ME YÊN MADÎ HENE

Gava em rastî tengasiyên ekonomîk tên, baweriya me dikare alî me bike ku em bala xwe bidin îşê Padîşahiyê (Li paragrafên 3 heta 6an binêre)

3. Li gor Metta 6:30, 33, Îsa Mesîh di heqê baweriyê de çi zelal kir?

3 Serê malbatê helbet dixwaze debara malê bike û hewcedariyên madî yên pîrek û zarokên xwe tedarek bike. Li van rojên çetin, ev yek carinan hêsan nîne. Carinan, gava xwişk yan bira îşê xwe winda dikin, pir zor e ku ji xwe re îşekî nû bibînin. Carinan jî, îşên ku ji wan re tê teklîfkirin ji bo şagirtên Îsa Mesîh minasib nînin. Wexta ku tiştên wisa tên serê me, gerek em qayim bawer bikin ku Yehowa wê riya me veke, da ku em karibin debara malê bikin. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku eger em ji her tiştî zêdetir li Padîşahiya Xwedê bigerin, Yehowa wê hewcedariyên me tedarek bike (Metta 6:30, 33 bixwîne). Eger em ji sedî sed bawer bin ku Yehowa wê me tenê nehêle, emê karibin bala xwe bidin tiştê herî muhîm, yanî Padîşahiya Xwedê. Gava em destê Yehowa di jiyana xwe de dibînin, em nêzîktirî wî dibin, û baweriya me xurttir dibe.

4-5. Gava malbatekê di heqê hewcedariyên xwe de xem dixwar, çi alî wan kir?

4 Serpêhatiyên xwişk û birayên me nîşan didin ku Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dike. Mesela, ka binêre ku malbateke li Venezuelayê destê Yehowa çawa li ser xwe dît. Berê, Miguel û malbata wî li çewlikê xwe dijiyan û jiyaneke sade dajot. Rojekê, çeteyên çekdar milkê wan ji destê wan girt û ew ji wê derê qewirandin. Miguel wisa dibêje: “Niha em li zeviyeke biçûk, a ku ne aîdî me ye, cotkariyê dikin û pê debar dikin. Her roj, ez sibehê ji Yehowa re dua dikim ku bila ew hewcedariyên rojê tedarek bike.” Jiyan ji bo wan zehmet e, lê Miguel û malbata wî bawer dikin ku Yehowa dikare hewcedariyên wan ên rojane tedarek bike, loma ew bi dewamî diçin xizmet û civînan. Ew ji her tiştî zêdetir li Padîşahiya Xwedê digerin, û Xwedê wan birçî nahêle.

5 Li rojên teng, Miguel û jina wî Yuraiyê bala xwe dida vê yekê ku Yehowa ew çawa xwedî kirine. Car caran, Yehowa bi destê xwişk û birayan desteka madî daye wan yan jî alî Miguel kiriye ku ew ji xwe re îşekî minasib bibîne. Carinan jî, Yehowa hewcedariyên jiyanê bi destê buroyê tedarek kirine. Belê, Yehowa wan tu caran tenê nahêle. Bi saya alîkariya Yehowa, baweriya vê malbatê xurttir bûye. Qîza wan a mezin Yoselin li ser careke ku Yehowa alî wan kiribû, wisa dibêje: “Min destê Yehowa bi çavê xwe dît, û vê yekê dilê min girt. Ew dostê min e, û ez bawer im ku ewê her tim alî min bike. Çetinahiyên ku em rastî wan hatine em ji bo çetinahiyên girantir hazir kirine.”

6. Gava tu rastî tengasiyên ekonomîk têyî, tu çawa dikarî baweriya xwe xurttir bikî?

6 Gava tu ji aliyê ekonomîk ve dikevî tengasiyê, ev yek ji bo te helbet zor e. Dîsa jî, tu dikarî van rojên zor ji bo xurtkirina baweriya xwe bi kar bînî. Gotinên Îsa Mesîh ên li Metta 6:25-34 bixwîne û li ser van gotinan kûr bifikire û dua bike. Serpêhatiyên xwişk û birayan bîne ber çavê xwe, yên ku îsbat dikin ku Yehowa xema kesên ku bi îşê wî mijûl in, dixwe (1. Korîntî 15:58). Bi vî awayî, tuyê ji vê emîntir bibî: Çawa ku Bavê teyî ezmanî alî kesên din kiriye, ewê alî te jî bike. Ew dizane ku tu hewceyî çi yî, û ew dikare tiştên lazim tedarek bike. Her ku tu destê Yehowa bibînî, baweriya te wê xurttir bibe, û tuyê hazir bî ku li hemberî tengasiyên mezintir jî sebir bikî (Habaqûq 3:17, 18).

GAVA “BAGEREKE MEZIN” RADIBE

Bawerî dikare alî me bike ku em li hemberî “bagereke mezin” dilsoz bimînin (Li paragrafên 7 û 11an binêre)

7. Li gor Metta 8:23-26, “bagereke mezin” çawa baweriya şagirtan ceriband?

7 Wexta ku Îsa Mesîh tevî şagirtên xwe bi qeyîkekê diçû derekê û “bagereke mezin” rabû, Îsa Mesîh ji wan re zelal kir ku gerek ew baweriya xwe xurttir bikin (Metta 8:23-26 bixwîne). Firtone her ku diçû xerabtir dibû û qeyîk bi avê tije dibû, lê Îsa Mesîh di xewê de bû. Gava şandiyan ew hişyar kir û ji wî re got ku bila ew wan bifilitîne, Îsa Mesîh got: “Hey kêmîmanno, hûn çima ditirsin?” Şagirtan gerek fehm bikira ku Yehowa dikare wan biparêze. Gelo dersa ji bo me çi ye? Gava di jiyana me de “bagereke mezin” radibe, baweriyeke qayim dikare alî me bike ku em sebir bikin.

8-9. Baweriya Anelê çawa hat ceribandin, û çi alî wê kir?

8 Ka binêre ku baweriya xwişkeke azip a bi navê Anel, a ku li Puerto Ricoyê dijî, çawa li gel tengasiyekê xurttir bû. Di sala 2017an de, li wê derê bi rastî jî “bagereke mezin” rabû. Firtoneyeke bi navê “Maria” mala Anelê xera kir, û bi ser de, wê îşê xwe jî winda kir. Anel dibêje: “Li wan rojên çetin, min xem dixwar, lê ez hîn bûm ku gerek ez xwe bi destê duayê bispêrim Yehowa û îznê nedim ku tirsên min destê min sist bikin.”

9 Anel dibêje ku guhdarîkirinê jî alî wê dikir ku ew li hemberî tengasiyê sebir bike. Ew dibêje: “Vê yekê ku min guh dida rêberiya teşkîlatê alî min dikir ku ez sakîn bimînim. Yehowa bi destê xwişk û birayan alî min dikir. Wan ku ez teşwîq dikirim û hewcedariyên min ên madî tedarek dikirin. Yehowa ji daxwaza min zêdetir tişt didan min, û vê yekê baweriya min xurttir dikir.”

10. Eger tu rastî “bagereke mezin” bêyî, tu dikarî çi bikî?

10 Gelo di jiyana te de jî “bagereke mezin” rabûye? Dibe ku tu seba felaketeke tebîetê ketiyî tengasiyê. Yan jî, dibe ku te cesareta xwe seba nexweşiyekê winda kiriye û nizanî ku çi bikî. Eger tu carinan xeman dixwî jî, îznê nede ku xemên te baweriya te sist bikin. Bi destê duayê nêzîkî Yehowa bibe. Ji bo ku baweriya te xurttir bibe, bîne ber çavê xwe ku Yehowa heta niha çawa alî te kiriye (Zebûr 77:11, 12). Emîn be ku ewê te tu caran terk neke!

11. Çima muhîm e ku em guh bidin rêberiya kesên mesûl?

11 Wekî din, gelo çi dikare alî te bike ku tu li hemberî tengasiyan sebir bikî? Wek Anelê got, guhdarîkirin pir muhîm e. Îtibariya xwe bi kesên ku Yehowa û Îsa Mesîh îtibariya xwe bi wan tînin, bîne. Carinan, dibe ku rêberiya kesên mesûl li me bêmantiq xuya bike. Lê belê, eger em guhdariya wan bikin, Yehowa wê me xelat bike. Kitêba Pîroz û serpêhatiyên kesên dilsoz nîşan didin ku guhdarîkirin jiyanê diparêze (2. Mûsa 14:1-4; 2. Dîrokan 20:17). Li ser serpêhatiyên wisa kûr bifikire. Ev yek wê qerara te qayimtir bike ku tu her tim guh bidî rêberiya teşkîlatê (Îbranî 13:17). Îcar ne lazim e ku tu ji bagera hê mezintir, a ku wê di demeke nêzîk de rabe, bitirsî (Methelokên Silêman 3:25).

GAVA EM RASTÎ NEHEQIYÊ TÊN

Gerek em her gav dua bikin, da ku baweriya me xurttir bibe (Li paragrafa 12an binêre)

12. Li gor Lûqa 18:1-8, bawerî çawa bi sebirkirina li hemberî neheqiyê ve girêdayî ye?

12 Îsa Mesîh dizanibû ku şagirtên wî wê rastî neheqiyê bên, û ev yek wê baweriya wan biceribîne. Ji bo ku alî wan bike ku ew karibin li hemberî neheqiyê sebir bikin, Îsa Mesîh behsa jinebiyekê kir, a ku bi dewamî dihat ba hakimekî neheq û ji wî re digot ku bila ew heqê wê bide. Jinebî emîn bû ku eger ew sebat bike, zû dereng ewê heqê xwe bistîne. Li dawiyê, hakim li gor ricaya wê kir. Ji vê çîrokê em dikarin çi dersê bistînin? Yehowa ne yekî neheq e. Loma Îsa Mesîh got: “Ma Xwedê heqê bijartiyên xwe yên ku bi şev û roj hawara xwe digihînin wî, nade wan?” (Lûqa 18:1-8 bixwîne). Paşê, Îsa got: “Gava Kurê Mirov bê, gelo ewê baweriyê li ser rûyê erdê bibîne?” Gava em rastî neheqiyê tên, gerek em bi sebir û sebata xwe nîşan bidin ku baweriya me mîna baweriya vê jinebiyê qewî ye. Eger baweriya me wisa be, em dikarin emîn bin ku zû dereng, Yehowa wê alî me bike. Ji xeynî vê, gerek em bawer bin ku dua pir bitesîr e. Carinan, dibe ku duayên me netîceyên nehêvîkirî jî bînin.

13. Duayê çawa alî malbatekê kir?

13 Serpêhatiya xwişka me Vero, ya ku li Komara Demokratîk a Kongo dijî, bîne ber çavê xwe. Gava çeteyan hicûmî gundê wê kir, lazim bû ku ew tevî zilamê xwe, yê ku Şahidê Yehowa nîne, û qîza xwe ya 15 salî bireve. Li rê, çeteyan ew dan sekinandin û dixwest wan bikujin. Veroyê giriya, û qîza wê bi dengê bilind dua kir. Di duayê de, wê çend caran navê Yehowa anî zimên. Îcar fermandarê çeteyan pirsî: “Keçê, kê tu hîn kirî ku dua bikî?” Wê got: “Diya min ez hîn kirim ku ez li gor duaya ku li Metta 6:9-13 nivîsî ye, dua bikim.” Fermandar got: “Keçê, tevî dê û bavê xwe bi selamet here, bila Xwedayê we Yehowa we biparêze!”

14. Çi dikare baweriya me biceribîne, û çi dikare alî me bike ku em sebir bikin?

14 Serpêhatiyên wisa nîşanî me didin ku gerek em tesîra duayê biçûk nebînin. Lê eger daxwaza te zû neyê cih yan bi awayekî muhteşem neyê cih, gerek tu çi bikî? Mîna jinebiya ji çîroka Îsa Mesîh, dev ji duakirinê bernede û bawer be ku Xwedê wê te terk neke. Emîn be ku rojekê, ewê bi awayekî minasib cewaba duaya te bide. Bi dewamî ji Yehowa rica bike ku ew ruhê pîroz bide te (Filîpî 4:13). Di demeke nêzîk de, Yehowa wê bereketên ew qas mezin ser te bibarîne ku tuyê hemû kul û derdên berê ji bîr bikî. Her ku tu bi alîkariya Yehowa li hemberî tengasiyan dilsoz bimînî, tuyê xurttir bibî û tuyê ji bo tengasiyên pêşerojê hazir bî (1. Petrûs 1:6, 7).

GAVA EM RASTÎ ASTENGAN TÊN

15. Li gor Metta 17:19, 20, şagirtên Îsa Mesîh rastî çi çetinahiyê hatin?

15 Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku bi saya baweriyê, ewê karibin serî bi astengan re derxînin (Metta 17:19, 20 bixwîne). Carekê, wan nikaribû cinek ji zilamekî derxista. Berê, wan çend caran cin derxistibûn, lê îcar, wan nikaribû ev yek bikira. Gelo problem çi bû? Îsa Mesîh ji wan re zelal kir ku ew hewceyî zêdetir baweriyê ne. Wî ji wan re got ku eger baweriya wan hebe, ewê karibin astengên ku bi qasî çiyayekî mezin in, rakin. Belkî em jî carinan rastî tengasiyên mezin tên, ên ku wek çiyayekî bilind xuya dikin.

Gava em pir xemgîn in, bawerî dikare alî me bike ku em dîsa jî bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin (Li paragrafa 16an binêre)

16. Baweriyê çawa alî xwişkeke me kiriye ku ew li hemberî derdekî giran sebir bike?

16 Serpêhatiya xwişka me Geydi, ya ku li Guatemalayê dijî, bîne ber çavê xwe. Carekê, gava ew tevî zilamê xwe Edi ji civînê vedigeriya malê, zilamê wê hat kuştin. Gelo baweriya Geydiyê çawa alî wê kiriye ku ew li gel vî derdê giran sebir bike? Ew dibêje: “Dua alî me dike ku ez barê xwe ji Yehowa re bihêlim, û ev yek hizûrê dide min. Ez dibînim ku Yehowa min çawa bi destê merivên min û xwişk û birayan xwedî dike. Xizmeta Yehowa derdê min siviktir dike û alî min dike ku ez ji bo roja din bi zêdeyî xeman nekişînim. Min êdî fehm kiriye ku çi dibe bila bibe, bi alîkariya Yehowa, Îsa û teşkîlatê ez dikarim sebir bikim.”

17. Gava em rastî astengên mezin tên, em dikarin çi bikin?

17 Eger tu seba mirina hezkiriyekî xwe xemgîn î, wê baş be ku tu ayetên Kitêba Pîroz ên li ser rabûna miriyan bixwînî. Eger tu xemgîn î ji ber ku merivekî te ji civatê hatiye derxistin, wê baş be ku tu lêkolîn bikî ka terbiyeya Yehowa çima bifeyde ye. Problema te her çi be jî, vê problemê wek fersendekê bibîne ku tu baweriya xwe xurttir bikî. Dilê xwe ji Yehowa re veke. Xwe ji mirovan dûr negire, lê nêzîkî xwişk û birayan bimîne (Methelokên Silêman 18:1). Li te her çi qas zor bê jî, bi fealiyetên ku dikarin alî te bikin ku tu sebir bikî, mijûl be (Zebûr 126:5, 6). Dev ji xwendina Kitêba Pîroz, xizmet û civînan bernede, û bala xwe bide bereketên ku li hêviya te ne. Her ku tu dibînî ku Yehowa çawa alî te dike, baweriya te wê xurttir bibe.

“BAWERIYA ME ZÊDE BIKE”

18. Eger tu têderxî ku baweriya te ji hin aliyan ve sist e, tu dikarî çi bikî?

18 Eger tengasiyên ku tu rastî wan têyî nîşan bidin ku baweriya te ji hin aliyan ve sist e, cesareta xwe winda neke, lê xîret bike ku baweriya te xurttir bibe. Wek şandiyên Îsa Mesîh bibêje, yên ku wisa gotibû: “Baweriya me zêde bike” (Lûqa 17:5). Wekî din, serpêhatiyên ku me li vê meqaleyê dîtine, bîne ber çavê xwe. Wek Miguel û Yuraiyê, bîne bîra xwe ku li demên berê, Yehowa çawa alî te kiribû. Wek qîza Veroyê û wek Anelê, bi dil û can dua bike, bi xisûsî gava tu rastî tengasiyeke mezin têyî. Û wek Geydiyê, fehm bike ku Yehowa dikare bi destê meriv û hevalên te alî te bike. Gava tu îznê didî ku Yehowa alî te bike ku tu li hemberî tengasiyan sebir bikî, baweriya te wê xurttir bibe û tuyê emîn bî ku eger tu rojekê rastî tengasiyeke din bêyî, ewê alî te bike ku tu sebir bikî.

19. Îsa Mesîh ji çi emîn bû, û tu jî dikarî ji çi emîn bî?

19 Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re gotibû ku baweriya wan ji kîjan aliyan ve sist e, lê wî şik nedikir ku bi alîkariya Yehowa, ewê karibin li hemberî tengasiyên pêşerojê dilsoz bimînin (Yûhenna 14:1; 16:33). Îsa Mesîh emîn bû ku bi saya baweriyeke xurt, “elaleteke mezin” wê li “tengahiya mezin” sax bimîne (Peyxam 7:9, 14). Bi saya kerema Yehowa, eger tu xîret bikî ku baweriya xwe xurttir bikî, tu jî dikarî di nav wan de bî! (Îbranî 10:39).

KILAM 118 “Baweriya Me Zêde Bike”

a Em bi çar çavan li benda dawiya vê sîstemê ne. Lê carinan, em belkî meraq dikin ka baweriya me wê têra me bike ku em heta wê demê dilsoz bimînin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çend ders û serpêhatiyên ku dikarin alî me bikin ku em baweriya xwe xurttir bikin.