Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Ez li Jiyaneke Bimane Digeriyam

Ez li Jiyaneke Bimane Digeriyam

GAVA ez bi qeyîkê li Deryaya Navîn diçûm, min ji nişka ve dît ku qeyîka mine kevn bi avê ve tije dibû. Paşê, firtoneyek rabû. Ez pir tirsiyam, û piştî gelek salan min cara pêşîn dua kir. Gelo ez çawa ketim vî halî? Werin ez ji destpêkê ve behsa serpêhatiya xwe bikim.

Gava ez 7 salî bûm, ez û malbata min, em li Brezîlê dijiyan

Ez di sala 1948an de li Holendayê hatim dinyayê. Saleke piştî vê, malbata min derbasî São Paulo (Brezîl) bû. Dê û bavê min her hefte diçûn dêrê, û me her roj piştî şîvê bi hev re Kitêba Pîroz dixwend. Di sala 1959an de, me dîsa mala xwe bar kir. Îcar, em derbasî Amerîkayê bûn, û em li Massachusettsê cihwar bûn.

Li malbata me em 8 kes bûn, loma lazim bû ku bavê min pir bixebite ji bo ku debara malbatê bike. Ew car caran wek firoşer, wek avakerê kolanan û wek temsîlkarê şîrketeke navnetewî ya rêya ezmanî dixebitî. Gava wî dest bi îşê li şîrketa rêya ezmanî kir, em gelek şa bûn, çimkî vê yekê îzin dida me ku em bi hêsanî herin cure cure welatan.

Li dema lîseyê, ez gelek caran difikirîm: “Gelo ezê piştî lîseyê çi bikim?” Hin hevalên min qerar da ku herin zanîngehê, hinekan jî qerar da ku bibin leşker. Ez emîn bûm ku ezê tu caran nebim leşker, çimkî ez ne yekî şerok bûm. Loma, ji bo ku neçim leşkeriyê, ez çûm zanîngehê. Lê belê, min her tim dixwest alî mirovan bikira, da ku jiyana min bimane bibe.

JIYANA LI ZANÎNGEHÊ

Ez bi gelek salan li maneya jiyanê digeriyam

Li zanîngehê, dersên mirovnasî li min xweş dihatin, çimkî min pir meraq dikir ka jiyanê çawa dest pê kir. Mamosteyên me teoriya peresanê hînî me dikir û ji me dixwest ku em pê bawer bikin. Lê ji bo min, hin hîndariyên wan bêmantiq bûn, û ji bo qebûlkirina van hîndariyan bi eslê xwe baweriyeke kor lazim bû. Bi rastî jî ev yek ne li gor metoda zanistî ye.

Mamosteyên me prensîpên exlaqê hînî me nedikirin. Wan ji me re digot ku li jiyanê, tiştê herî muhîm ev e ku mirov serkeftî be. Gava min bi hevalên xwe wext derbas dikir û narkotîk diceribandin, kêfa min xweş bû, lê ev yek zû derbas dibû. Min meraq dikir: “Gelo jiyaneke bimane ev e?”

Piştî demekê, ez derbasî zanîngeha li bajarê Bostonê bûm. Ji bo ku ez karibim mesrefên zanîngehê bidim, min havînê îş dikir. Li vî îşî, ez cara pêşîn rastî Şahidên Yehowa hatim. Hevalkarê min behsa pêxemberiya di heqê ‘heft wextan’ de, ya ku li beşa 4an a kitêba Danîêl derbas dibe, kir û got ku em li rojên dawîn dijîn (Danîêl 4:13-17). Min zû fehm kir ku eger ez wan sohbetan berdewam bikim û li ser wan kûr bifikirim, wê lazim bibe ku ez jiyana xwe biguherînim. Loma, min her tişt dikir ku rastî wî neyêm.

Li zanîngehê, ez diçûm kursên ku ez ji bo alîkariya însanî ya li Amerîkaya Başûr hazir dikirim. Ez difikirîm ku eger ez alî mirovên hewcedar bikim, jiyana min wê bimane bibe. Lê belê, min paşê fehm kir ku ev yek bes nîne. Loma min li dawiya semesterê dev ji zanîngehê berda.

EZ LI WELATÊN DIN LI JIYANEKE BIMANE DIGERIM

Li meha Gulanê ya sala 1970î, ez derbasî Amsterdamê (Holenda) bûm ku wek bavê xwe li eynî şîrketa rêya ezmanî bixebitim. Bi navgîniya vê xebatê, fersenda min hebû ku ez herim welatên Afrîka, Amerîka, Ewropa û Asyayê. Min zû fehm kir li hemû welatan problemên mezin hene, û ji min re wisa xuya dikir qey tu kes nikare wan safî bike. Daxwaza min ku alî mirovan bikim dîsa zêde bû, loma ez vegeriyam zanîngeha li Bostonê.

Lê belê, min zû fehm kir ku zanîngeh cewabên li ser pirsên jiyanê nade. Min nizanibû ku ez çi bikim, loma min ji yek ji mamosteyên xwe aqil xwest. Cewaba wî ez şaş hiştim. Wî got: “Ma lazim e ku tu berdewam bikî? Dev ji zanîngehê berde!” Ev şîret ji bo min bes bû. Min guh da wî û dev ji zanîngehê berda.

Jiyana min hê bêmane xuya dikir, loma min qerar da ku tev li hîpiyan bijîm. Ez û hin hevalên min, em bi otostopê ji Amerîkayê heta Acapulcoyê (Meksîk) çûn. Jiyana hîpiyan serbest û bêderd xuya dikir. Lê piştî demekê, min têderxist ku jiyana wan jî bêmane ye û dilşadiya wan nedaîm e. Wekî din, gelek ji wan, mirovên nedurist û nedilsoz bûn.

LÊGERÎNA MIN BI QEYÎKÊ DEWAM DIKE

Ez tevî dostê xwe li cenetê digeriyam

Wê wextê, tiştekî ku min di zaroktiya xwe de dixwest bikira dîsa ket dilê min. Min dixwest wek kaptan bi qeyîkê rêwîtî bikira. Lê ji bo vê, lazim bû ku ez ji xwe re qeyîkekê bikirim. Hevalekî min ê bi navê Tom eynî tişt xeyal dikir, loma me qerar da ku bi hev re li seranserê dinyayê seyahatê bikin. Armanca min ev bû ku giraveke wek cenet bibînim, da ku ez ji qaîde û qanûnên civakî xelas bibim.

Pêşî, ez û Tom, em çûn Arenys de Mar, nêzîkî Barcelonayê (Spanya). Li wir, me ji xwe re qeyîkeke bi navê “Llygra”, ya ku dirêjahiya wê 9,4 metre bû, kirî. Me ev qeyîk tamîr kir, da ku em karibin pê rêwîtiyê bikin. Ji ber ku eceleya me tune bû ku bigihîjin derekê, me motora qeyîkê derxist û vî cihî bi ava vexwarinê tije kir. Ji bo ku em karibin di lîmanên biçûk de manevra bikin, me bêrikên 5 metreyan kirîn. Piştî hemû haziriyên xwe, em ketin rê û çûn Seyşelê, li Okyanûsa Hindê. Plana me ev bû ku em li derdora Afrîkayê bigerin. Me riya xwe bi alîkariya sekstanekê û li gor stêrk, xerîteyên stêrkan û kitêban didît. Ez ecêbmayî mam ku me çawa karibû riya rast bibînin.

Pir wext derbas nebû ku me fehm kir ku qeyîka me bi zêdeyî kevn e ku li okyanûsê rêwîtiyê bike. Her saet, weke 22 lître av diket hundirê qeyîka me! Wekî ku min di destpêkê de gotibû, firtoneyeke mezin rabû, û ez ew qas tirsiyam ku piştî gelek salan, min cara pêşîn ji Xwedê re dua kir. Min ji wî re soz da ku eger ez sax bimînim, ezê xîret bikim ku wî nas bikim. Firtone sekinî û min soza xwe anî cih.

Gava em li behrê bûn, min dest bi xwendina Kitêba Pîroz kir. Bînin ber çavan ku Deryaya Navîn çi qas xweş bû. Li derdora qeyîkê permasî û ûnisan baz dida, û aso bêsînor xuya dikir. Şevê, gava min li Riya Kadizê mêze dikir, ez heyran dimam û ez êdî bawer bûm ku Xwedê heye û ew bi me eleqedar e.

Piştî ku em çend hefte li behrê bûn, em gihîştin lîmana Alicanteyê (Spanya), û li wir me kir ku qeyîka xwe bifiroşin û yeke hê baştir bikirin. Helbet ne hêsan bû ku qeyîka xweye kevn, rizî û bêmotor bifiroşin. Lê ji aliyê din ve, pir baş bû ku wexta min hebû ku Kitêba Pîroz bixwînim.

Her çi qas min Kitêba Pîroz dixwend, min hê zelal fehm dikir ku rêberiya vê kitêbê ji bo jiyanê pir bifeyde ye. Li min xweş dihat ku Kitêba Pîroz bi eşkereyî dibêje ku çima muhîm e ku mirov jiyaneke pak û biexlaq bajo. Min fehm nedikir ku piraniya mirovan, heta ez jî, îdia dikin ku ew Mesîhî ne, lê bi eslê xwe gotinên Kitêba Pîroz davêjin pişt guhê xwe.

Ez biqerar bûm ku jiyana xwe bi temamî biguherînim, loma min dev ji bikaranîna narkotîkan berda. Ez difikirîm ku gerek mirovên ku li gor prensîpên Kitêba Pîroz dijîn hebin, û min dixwest ew nas bikirana. Min dîsa carek ji Xwedê re dua kir û xwest ku ew alî min bike ku ez wan bibînim.

EZ LI DÎNÊ RAST DIGERIM

Min plan çêkir ku heta ku ez dînê rast bibînim, ez hemû dîn û baweriyan yek bi yek biceribînim. Gava ez li kolanên Alicanteyê dimeşiyam, ez rastî gelek avahiyên dînî hatim. Lê ji ber ku di piraniya avahiyan de pût û resim hebûn, min hemen fehm kir ku ew ne dînên rast in.

Yekşemekê, ez piştî nîvro li ser tepeyekî rûniştî bûm, û min Aqûb 2:1-5 dixwend. Ev ayet dibêjin ku gerek mirov ne tenê ji kesên dewlemend hez bike. Gava ez vedigeriyam qeyîkê, min bala xwe da avahiyeke dînî. Li ser vê avahiyê, “Salona Îbadetê ya Şahidên Yehowa” nivîsî bû.

Min ji xwe re got: “Ka ez van mirovan biceribînim. Gelo ewê min qebûl bikin yan na?” Loma, ez ketim Salona Îbadetê – pêxas û bi şalê dirandî. Kesekî wezîfedar ji min re got ku bila ez li kêleka pîrikekê rûnim. Wê ayetên ku gotarvan behsa wan dikir, rêyî min didan. Piştî civînê, gelek kes hatin û bi germî silav da min. Zilamekî ez gazî mala xwe kirim ku em bi hev re sohbetê bikin, lê ji ber ku min Kitêba Pîroz heta dawiyê hê nexwendibû, min jê re got: “Gava ezê hazir bim, ezê ji te re bibêjim.” Lê heta wê demê, ez dîsa jî diçûm hemû civînan.

Çend hefte bi şûn de, ez çûm mala vî zilamî, û wî cewabên pirsên min ên li ser Kitêba Pîroz dan. Heftiyek bi şûn de, wî çend kincên xweşik dan min. Wî ji min re got ku xwediyê van kincan li hebsê ye ji ber ku ew guh dide emrê Kitêba Pîroz ku gerek şagirtên Îsa Mesîh “ji hevdû hez bikin” û “hînî şer nebin” (Îşaya 2:4; Yûhenna 13:34, 35). Vê yekê ez îqna kirim ku min riya rast dîtiye! Van însanan bi rastî guh dida qanûnên exlaqê yên Kitêba Pîroz. Daxwaza min êdî ne ev bû ku ez ji xwe re giraveke wek cenet bibînim, lê ku Kitêba Pîroz kûr lêkolîn bikim. Loma ez vegeriyam Holendayê.

EZ LI ÎŞEKÎ DIGERIM

Ez bi otostopê ketim rê û piştî çar rojan gihîştim bajarê Groningenê (Holenda). Li wê derê, ji min re îşek lazim bû ku debara xwe bikim. Li atolyeyeke xeratiyê, min forma miraceetê tije kir. Yek ji pirsên li formê dipirsî ka dînê min çi ye. Min nivîsî: “Şahidê Yehowa”. Gava xwediyê atolyeyê ev yek xwend, wî rûyê xwe tirş kir. Wî got: “Ezê paşê ji te re telefon bikim.” Lê belê, wî ji min re telefon nekir.

Îcar ez çûm atolyeyeke din, û min ji xwediyê atolyeyê pirsî ka ji wî re alîkarî lazim e yan na. Wî dîploma û referansên min xwestin. Min got ku min li qeyîkeke darîn îşên tamîrkirinê kiribûn. Wî got: “Tu dikarî piştî nîvro dest pê bikî, lê tenê bi şertekê. Ez Şahidê Yehowa me, û ez li gor prensîpên Kitêba Pîroz dijîm, loma ez di atolyeya xwe de problem naxwazim.” Ez şaş û metal mam, û min got: “Ez jî Şahidê Yehowa me!” Porê min dirêj bû, û riyê min hebû, loma wî fehm kir ku ez bi rastî Şahidê Yehowa nînim. Wî got: “Baş e, ezê bi te re kursa Kitêba Pîroz derbas bikim.” Ez pir şa bûm, û min teklîfa wî qebûl kir. Îcar min fehm kir ku sebeba ku xwediyê atolyeya din ji min re telefon nekir ev bû ku Yehowa duaya min bihîst (Zebûr 37:4). Ez bi salekê li atolyeya vî birayî xebitîm. Wî bi min re kursa Kitêba Pîroz derbas kir, û li meha yekê ya sala 1974an, ez hatim binavkirin.

JIYANEKE BIMANE DEST PÊ DIKE

Mehek bi şûn de, min dest bi pêşengiyê kir. Min ji vê xizmetê pir kêf distand. Meha din, ez derbasî Amsterdamê bûm ku piştgiriya komeke bi zimanê Spanî bikim, a ku nû hatibû sazkirin. Min bi gelek kesan re bi zimanên Spanî û Portekîzî kursa Kitêba Pîroz îdare kir. Li meha pêncan a sala 1975an, ez wek pêşengê xisûsî hatim tayîn kirin.

Rojekê, pêşengeke xisûsî ya bi navê Ineke hat civîna me ya bi zimanê Spanî, da ku jinikeke Bolîvyayî ji me re bide naskirin, a ku Kitêba Pîroz lêkolîn dikir. Ineke û ez, me qerar da ku hevdû bi destê nameyan nas bikin, û pir wext derbas nebû ku me fehm kir ku hedefên me wek hev in. Loma em di sala 1976an de zewicîn, û me heta sala 1982yan wek pêşengên xisûsî xizmet kir. Wê salê, em ji bo sinifa 73yan a Mekteba Gîleadê hatin dawetkirin. Piştî mezûniyetê, teşkîlatê em şandin Mombasayê (Kenya), û em pênc salan li wê derê man. Di sala 1987an de, teşkîlatê em şandin Tanzanyayê, çimkî qedexeya li ser îşê me li wê derê hat hildan. Em 26 salan li wê derê man û paşê vegeriyan Kenyayê.

Ez û pîreka min, em gelek dilxweş dibûn gava me alî mirovên li Afrîkaya Başûr dikir ku ew rastiya Kitêba Pîroz pêbihesin

Gava em rastî mirovên dilpak tên, ên ku qîmetê didin rastiya Kitêba Pîroz, em pir şa dibin. Mesela, gava em nû hatibûn Mombasayê, ez li xizmeta umûmî rastî zilamekî hatibûm. Min du kovar dan wî, û wî ji min pirsî: “Piştî ku ez wana xelas bikim, ezê çi bikim?” Heftiyek bi şûn de, min bi alîkariya kitêbeke ku bi zimanê Swahîlî nû derketibû, bi wî re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Sala din, ew hat binavkirin û bû pêşengê daîmî. Ji wê wextê û pê ve, wî tevî pîreka xwe alî nêzîkî 100 kesî kirine ku bibin Şahidên Yehowa.

Ez û Ineke, me dîtiye ku Yehowa xizmetkarên xwe çawa bibereket dike û jiyaneke bimane dide wan

Îsa Mesîh behsa bazirganekî kiribû, yê ku “durekî gelek giranbiha dît, çû hemû hebûna xwe firot û ew kirrî”. Gava min maneya jiyanê dît, min jî xwe wek vî zilamî hîs kir (Metta 13:45, 46). Min dixwest alî kesên din jî bikira ku ew maneya jiyanê bibînin. Belê, ez û pîreka min a delal, me bi çavê xwe dîtiye ku Yehowa xizmetkarên xwe çawa bibereket dike û jiyaneke bimane dide wan.