Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Ez Jîyîneke bi Nêt Digeriyam

Ez Jîyîneke bi Nêt Digeriyam

GAVA ez bi qeyika xweye kevn ser Bera Navberêra diçûm, min nişkêva dît ku qeyika min bi avê tije dibû. Paşê, firtonek rabû. Ez gelek tirsiyam, û vê demê paşî gelek sala min cara pêşin dua kir. Gelo ez çawa ketim vî halî? Were ez ji destpêkêva serhatiya xwe gilî kim.

Gava ez 7 salî bûm, ez û malbeta min, em Brazîlyayêda dijîtin

Ez sala 1948-da Nîdêrlandêda hatim bûyînê. Salek şûnda, malbeta min derbazî Sao Paûlo (Brazîlya) bû. Dê û bavê min her hefte diçûn dêrê, û me her roj paşî şîvê tevayî Kitêba Pîroz dixwend. Sala 1959-da, me dîsa mala xwe bar kir. Îjar, em derbazî Amêrîkayê bûn, û em li Mesaşûsetsê cîwar bûn.

Malbeta meda em 8 kes bûn, lema lazim bû ku bavê min gelek bixebite seva ebûra malbetê bike. Ew car-cara ça firoşe, avakarê rê, û kompanya hemdinyayêda ya teyara, ça wekîl dixebitî. Gava ew xebat kete destê wî, em gelek şa bûn, çimkî bi saya vê xebatê me dikaribû hêsa herin cûre-cûre welata.

Mektebêda, ez gelek car difikirîm: “Gelo ezê paşî mektebê çi bikim?” Hine hevalên min safî kiribûn, wekî herin zanîngehê, hineka jî safî kiribûn wekî bibin esker. Ez bawer bûm ku ezê tu car nebim esker, çimkî ez ne yekî şerok bûm. Lema, seva ku neçim eskeriyê, ez çûm zanîngehê. Lê min hertim dixwest alî meriva bikira, çimkî min dixwest wekî jîyîna min pûç nîbe û ezê usa diha bextewar bim.

JÎYÎNA ZANÎNGEHÊDA

Ez gelek sala nêta jîyînê digeriyam

Zanîngehêda, dersên antropolojiyê min xweş dihatin, çimkî min dixwast pêbihesiya hela jîyîn ça destpêbû. Dersdarên me têoriya êvolûsyayê em hîn dikirin û dixwestin me bidine bawerkirinê wekî eva rast e. Lê bona min, hine hînkirinên wan nelogîkî bûn, û lazim bû min çevgirtî van têoriya bawer kira. Bi rastî jî ev yek ne li gora mêtoda zandariyê ye.

Dersdara prînsîpên nav-namûsiyê em hîn nedikirin. Wana mera digot ku jîyînêda tiştê herî ferz ev e, wekî meriv her tiştî bike ku pêşdaçûyî be. Gava min tevî hevalên xwe wext derbaz dikir û narkotîk dida xebatê, kêfa min xweş bû, lê ev yek zû derbaz dibû. Min xwera pirs dida: “Gelo jîyîneke bi nêt ev e?”

Paşî demekê, ez derbazî zanîngeha bajarê Bostonê bûm. Seva ku ez bikaribim perê hînbûna zanîngehê bidim, ez havînê dixebitîm. Ser vê xebatê, ez cara pêşin rastî Şedên Yehowa hatim. Hevalkarê min besa pêxembertiya derheqa ‘heft wexta’ kir, ya ku kitêba Daniyêl serê 4-da nivîsar e, û got ku em rojên axiriyêda dijîn (Daniyêl 4:13-17). Min zû fem kir ku heger ez berdewam kim tevî wî xeber dim û ser kûr bifikirim, wê lazim be ku ez jîyîna xwe biguhêzim. Lema, min her tişt dikir ku rastî wî neyêm.

Zanîngehêda, ez wan kûrsa derbaz bûm, yên ku wê min hazir kirana bona xebata rezedilî Amêrîkaya Başûrêda. Ez difikirîm ku heger ez alî merivên hewcedar bikim, jîyîna min wê bi nêt be. Lê min paşê fem kir ku ev yek bes nîne. Lema ez xilaziya sêmêstrê ji zanîngehê derketim.

EZ WELATÊN DINDA JÎYÎNEKE BI NÊT DIGERIM

Meha Gulanê ya sala 1970, ez derbazî Amstêrdamê (Nîdêrland) bûm, wekî vê kompanya teyarada bixebitim, kîderê bavê min dixebitî. Bi saya vê xebatê, mecala min hebû ku ez herim welatên Afrîka, Amêrîka, Ewropa û Asyayê. Min zû fem kir wekî hemû welatada problêmên mezin hene, û minra usa dihate kifşê, wekî tu kes nikare wana safî bike. Xwestina min ku alî meriva bikim diha zêde bû, lema ez vegeriyam zanîngeha Bostonê.

Lê min têderxist ku zanîngeh cabên ser pirsên jîyînê nade. Min nizanibû ez çi bikim, lema min ji dersdarekî xwe şîret xwest. Ji caba wî ez metal mam. Ewî got: “Qe hêja ye tu hînbûnê berdewam kî? Zanîngeh bihêle!” Ev şîret bona min bes bû. Min guh da wî û ez ji zanîngehê derketim.

Jîyîna min hê bê nêt bû, lema min safî kir wekî tevî komeke cahila bibime yek, yên ku ça dihate kifşê dixwestin edilayî û hizkirinê pêşda bivin û miqabilî edetên sosyal derdiketin. Ez û hine hevalên min, em bi avtostopê ji Amêrîkayê heta Akapûlkayê (Meksîka) çûn. Jîyîna van cahila aza û bêderd dihate kifşê. Lê wede şûnda, min têderxist ku jîyîna wan jî bê nêt e û şabûna wan wedelû ye. Usa jî, gelek ji wan merivên qelp û neamin bûn.

LÊGERÎNA MIN BI QEYIKÊ BERDEWAM DIBE

Ez tevî hevalê xwe girava cinetê digeriyam

Wî çaxî, tiştekî ku min ji biçûktayê dixwest bikira, dîsa kete dilê min. Min dixwest ça kapîtan bi gemiyê rêwîtî bikira. Lê bona vê yekê, lazim bû ku ez xwera gemîkî bikirim. Hevalekî min bi navê Tom jî vê yekê dixwest, lema me safî kir tevayî rêwîtiya temamiya dinyayê bikin. Nêta min ev bû ku giraveke wek cinet bivînim, wekî ez ji qeyd û qanûnên sosyalî xilaz bim.

Pêşiyê, ez û Tom, em çûn Arenys de Marda, nêzîkî Barsêlonayê (Îspanya). Wêderê me xwera gemî bi navê “Llygra”, ya ku dirêjaya wê 9.4 mêtir bû, kirî. Me ev qeyik teze kir, wekî em bikaribin pê rêwîtiyê bikin. Ji bo vê yekê ku em lez nediketin cîkî zû herin, me motora qeyikê derxist û vî cîyî bi ava vexwarinê tije kir. Seva ku em bikaribin portên biçûkda gemiya xwe bidine sekinandinê, me bêrikên 5 mêtirî kirîn. Paşî hemû haziriyên xwe, em rê ketin û çûn Seyşelê, Okyanûsa Hindî. Plana me ev bû ku em der-dora Afrîkayê bigerin. Me riya xwe bi alîkariya haceta gemîvana û li gora steyrk, xerîtên steyrka û kitêba didît. Ez ecêbmayî dimam ku me çawa riya rast didît.

Gelek wext derbaz nebû ku me fem kir, wekî qeyika me bi zêdeyî kevn e seva okyanûsêda rêwîtiyê bike. Her sihet, weke 22 lîtir av diket hundurê qeyika me! Çawa min sêrîda gotibû, firtoneke mezin rabû, û ez usa tirsiyam ku paşî gelek sala, min cara pêşin Xwedêra dua kir. Min wîra soz da ku heger em sax bimînin, ezê xîret bikim ku wî nas bikim. Firtone sekinî û min soza xwe anî sêrî.

Gava em berêda bûn, min destpêkir xwendina Kitêba Pîroz. Bînin ber çevê xwe ku Bera Navberê çiqas xweş bû. Der-dora qeyikê mesî û delfîn banz didan, û xilaziya horîzontê tune bû. Şev, gava min dîna xwe dida Riya Kadizê, ez heyran dimam û ez îda bawer bûm ku Xwedê heye û ew bona însanetê xem dike.

Paşî ku em çend hefte berêda bûn, em gihîştin porta Alîkantê (Îspanya), û wêderê me qeyika xwe dixwest bifirota wekî ya diha baş bikirin. Hilbet ne hêsa bû ku qeyika xweye kevn, rizî û bêmotor bifiroşin. Lê aliyê dinva, gelek baş bû ku wexta min hebû Kitêba Pîroz bixûnim.

Her çiqas min Kitêba Pîroz dixwend, min hê zelal fem dikir ku rêberiya vê kitêbê bona jîyînê gelek kêrhatî ye. Min xweş dihat ku Kitêba Pîroz eşkere dibêje ku çima ferz e meriv bi jîyîneke pak û nav-namûs bijîn. Min fem nedikir ku piraniya meriva, hela hê ez jî, xwe ça Mesîhî hesab dikin, lê gotinên Kitêba Pîroz davêjin pişt guhê xwe.

Min xwera qirar kir wekî jîyîna xwe bi temamî biguhêzim, lema min terka narkotîka da. Ez difikirîm ku gerekê hebin merivên usa, yên ku li gora prînsîpên Kitêba Pîroz dijîn, û min dixwest ew nas kirana. Min dîsa carek Xwedêra dua kir û xwest ku ew alî min bike wekî ez wana bivînim.

EZ RÊLÎGIYA RAST DIGERIM

Min plan çêkir, wekî heta ku ez rêlîgiya rast bivînim, ez hemû rêlîgiya û baweriya yek bi yek bicêribînim. Gava ez li kûçên Alîkantê dimeşiyam, ez rastî gelek avayên rêlîgî hatim. Lê çimkî gelek avayada pût û şikil hebûn, min derbêra fem kir ku ew ne rêlîgiyên rast in.

Ledekê, ez paşî nîvro ser tepekî rûniştî bûm, û min Aqûb 2:1-5 dixwend. Ev rêz dibêjin ku gerekê meriv ne tenê kesên dewletî hiz bike. Gava ez vedigeriyam qeyikê, min dîna xwe da avayîke rêlîgî. Ser vê avayê, “Oda Civata ya Şedên Yehowa”, nivîsî bû.

Min xwera got: “Ka ez van meriva bicêribînim. Gelo ewê min qebûl bikin yan na?” Lema jî ez pêxas û bi şalê dirandî ketim Oda civatê. Birakî cabdar minra got wekî ez kêleka pîrikekê rûnêm. Ewê rêzên ku gotarvan besa wan dikir, minra nîşan dikir. Paşî civînê, gelek kes hatin û bi dilgermî ez silav dikirim. Birakî ez gazî mala xwe kirim, wekî em tevayî xeber din, lê çimkî min Kitêba Pîroz heta xilaziyê hê nexwendibû, min jêra got: “Gava ez hazir bim, ezê tera bêjim”. Lê heta wê demê, ez dîsa jî diçûm hemû civîna.

Çend hefte şûnda, ez çûm mala vî birayî, û ewî cabên pirsên min derheqa Kitêba Pîroz da. Heftêk şûnda, ewî çend kincên rind da min. Ewî minra got ku xweyê van kinca kelêda ye, çimkî ewî guh daye vê temiya Kitêba Pîroz ku gerekê şagirtên Îsa Mesîh “hevdu hiz bikin” û “hînî şer nebin” (Îşaya 2:4, ÎM; Yûhenna 13:34, 35). Vê yekê ez dame bawerkirinê ku min riya rast dîtiye! Van meriva bi rastî guh dida qanûnên nav-namûsiyê yên Kitêba Pîroz. Xwestina min îda ne ev bû ku ez xwera giraveke wek cinet bivînim, lê ku Kitêba Pîroz kûr lêkolîn bikim. Lema ez vegeriyam Nîdêrlandê.

EZ XEBATEKÊ DIGERIM

Ez bi avtostopê rê ketim û paşî çar roja gihîştim bajarê Gronîngênê (Nîdêrland). Wêderê, minra xebat lazim bû, wekî ebûra xwe bikim. Dikana necartiyêda, min forma xebatê tije kir. Yek ji pirsên formêda ew bû ku ez kîjan rêlîgyayêda me. Min nivîsî: “Şedê Yehowa”. Gava xweyê dikanê vê yekê xwend, ewî rûyê xwe tirş kir. Ewî got: “Ezê paşê tera têlê xim”. Lê ewî qe minra têlê nexist.

Îjar ez çûm dikana necartiyêye din, û min xweyê dikanêra pirsî hela wîra alîkarî lazim e yan na. Ewî dîploma min xwest û dokûmêntên kîderê ez dixebitîm. Min got ku min qeyikên dar çêdikirin. Ewî got: “Tu dikarî paşî nîvro xebatê destpêkî, lê tenê bi şertekê. Ez Şedê Yehowa me, û ez li gora prînsîpên Kitêba Pîroz dijîm, lema ez dikana xweda problêm naxwazim”. Ez şaş û metal mam, û min got: “Ez jî Şedê Yehowa me!” Porê min dirêj bû, û riyê min hebû, lema ewî fem kir ku ez bi rastî Şedê Yehowa nînim. Ewî got: “Baş e, ezê tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bikim”. Ez gelek şa bûm, û ez qayîl bûm. Hingê min fem kir çira xweyê dikana din minra têlê nexist, Yehowa duayê min bihîst lema (Zebûr 37:4). Ez salekê tevî vî birayî dixebitîm. Ewî tevî min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, û meha Çileyê ya sala 1974, ez hatime nixumandinê.

JÎYÎNEKE BI NÊT DESTPÊDIBE

Mehek şûnda, min pêşengtî destpêkir. Min ji vê xizmetiyê gelek şabûnê distand. Meha din, ez derbazî Amstêrdamê bûm ku piştgiriya komeke ser zimanê Îspanî bikim, ya ku teze hatibû sazkirin. Min tevî gelek meriva ser zimanên Îspanî û Portûgalî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Meha Gulanê ya sala 1975, ez ça pêşengê mexsûs hatime kifşkirinê.

Rojekê, pêşengeke mexsûs bi navê Înek hat ser civîna meye ser zimanê Îspanî, wekî jinikeke Bolîvyayî mera bide naskirin, ya ku Kitêba Pîroz hîn dibû. Înek û ez, me safî kir wekî hevdu bi saya nema nas bikin, û gelek wext derbaz nebû ku me fem kir wekî nêtên me wek hev in. Lema em sala 1976-da zewicîn, û me heta sala 1982 ça pêşengên mexsûs xizmet kir. Vê salê, me teglîfî Mekteba Gîledê kirin. Paşî xilazkirina mektebê, teşkîletê em şandin Mombasayê (Kenya), û em pênc sala wêderê man. Sala 1987-da, teşkîletê em şandin Tanzanyayê, çimkî qedexeya ser şixulê me wêderê hate hildanê. Em 26 sala wêderê man û paşê vegeriyan Kenyayê.

Ez û jina min, em gelek şa dibûn gava me Afrîkaya Başûrêda alî meriva dikir ku ewana rastiya Kitêba Pîroz pêbihesin

Gava em rastî merivên dilsax tên, yên ku rastiya Kitêba Pîroz qîmet dikin, em gelek şa dibin. Mesele, gava em teze hatibûn Mombasayê, ez xizmetiyêda rastî mêrekî hatim. Min du jûrnal dane wî, û ewî min pirsî: “Paşî ku ez wana xilaz bikim, ezê çi bikim?” Heftêk şûnda, min bi alîkariya kitêbeke ku bi zimanê Swahîlî teze derketibû, tevî wî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Salek şûnda, ew hate nixumandinê û bû pêşengê hertim. Ji wî wedeyî heta îro, ewî tevî jina xwe alî weke 100 kesî kirine ku bibin Şedên Yehowa.

Ez û Înek, me dîtiye ku Yehowa xizmetkarên xwe çawa kerem dike û jîyîneke bi nêt dide wan

Îsa besa bazirganekî kiribû, yê ku “gava durekî pir qîmet dibîne, diçe hemû hebûka xwe difiroşe û wî durî dikire”. Gava min nêta jîyînê dît, min jî xwe mîna wî bazirganî texmîn kir (Metta 13:45, 46). Min dixwest alî kesên din jî bikira ku ew nêta jîyînê bivînin. Belê, ez û jina mine delal, me bi çevê xwe dîtiye ku Yehowa xizmetkarên xwe çawa kerem dike û jîyîneke bi nêt dide wan.