Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 44

Feydeyên ku Em ji Hezkirina Dilsoz a Yehowa Distînin

Feydeyên ku Em ji Hezkirina Dilsoz a Yehowa Distînin

“Hezkirina wî ya dilsoz her û her e” (ZEBÛR 136:1, NWT).

KILAM 108 Hezkirin û Dilsoziya Xwedê

PÊŞGOTIN a

1. Yehowa ji me çi dixwaze?

 HEZKIRINA DILSOZ ji bo Yehowa pir muhîm e (Hoşeya 6:6). Ew dixwaze ku em jî hezkirina dilsoz wek sifetekî muhîm bibînin. Bi destê Mîka pêxember, Xwedê ji me re dibêje ku bila em ji hezkirina dilsoz hez bikin (Mîka 6:8). Lê ji bo ku em karibin vêya bikin, lazim e ku em bizanibin ku hezkirina dilsoz çi ye.

2. Maneya peyva ku wek “hezkirina dilsoz” hatiye tercûmekirin, çi ye?

2 Peyva Îbranî, ya ku li Wergera Dinyaya Nû ya bi zimanê Îngilîzî wek “hezkirina dilsoz” hatiye tercûmekirin, bi eslê xwe tê maneya hezkirina sadiq, dilrast û wefadar. Xwedê vî sifetî ji însanan re eyan dike, û însan jî dikarin vî sifetî ji hevdû re eyan bikin. Ev peyv di tercûmeyên Kitêba Pîroz a bi zimanê Kurmancî de wek “qencî”, “xêr”, “dilovanî”, “dilsozî”, “hezkirin” yan “kerem” hatiye tercûmekirin. Yehowa ji aliyê van sifetan ve emsala herî mezin e. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Yehowa hezkirina dilsoz çawa nîşan dide. Li meqaleya din, emê bibînin ku em çawa dikarin Yehowa ji xwe re emsal bigirin û vî sifetî li hemberî hev nîşan bidin.

‘HEZKIRINA WÎ YA DILSOZ ZÊDE YE’

3. Yehowa di heqê xwe de çi eşkere kir?

3 Wexteke kin piştî ku miletê Îsraêlê ji Misrê derketibû, Yehowa sifetên xwe ji Mûsa pêxember re îlan kirin. Wî got: “Yehowa, Yehowa, Xwedayekî dilrehm û dilşewat, zû hêrs nabe, hezkirina wî ya dilsoz û rastiya wî zêde ye, hezkirina xwe ya dilsoz nîşanî hezaran dide, şaşî, sûc û gunehan efû dike” (2. Mûsa 34:6, 7, NWT). Bi van gotinên germ, Yehowa bala Mûsa pêxember kişand ser xisûsiyeteke muhîm a hezkirina xwe ya dilsoz.

4-5. (a) Yehowa xwe çawa tarîf dike? (b) Niha emê bala xwe bidin kîjan pirsan?

4 Yehowa ne tenê got ku hezkirina wî ya dilsoz heye, lê wî got ku ‘hezkirina wî ya dilsoz zêde ye’. Ev gotin li şeş ayetên din jî derbas dibe (4. Mûsa 14:18; Nehemya 9:17; Zebûr 86:15; 103:8; Yowêl 2:13; Yûnis 4:2). Ev ayet tenê behsa Yehowa dikin. Ma balkêş nîne ku Yehowa xwe bi vî awayî tarîf dike? Eşkere ye ku hezkirina dilsoz ji bo wî pir muhîm e. b Loma, Dawid Padîşah wisa got: “Ey Yehowa, hezkirina te ya dilsoz digihîje ezmanan ... Hezkirina te ya dilsoz çi qas biqîmet e, ya Xwedê! Kurên însanan xwe davêjin bin siya baskên te” (Zebûr 36:5, 7, NWT). Mîna Dawid, gelo em jî ji dil qîmetê didin hezkirina dilsoz a Xwedê?

5 Ji bo ku em fehm bikin ku hezkirina dilsoz çi ye, emê bala xwe bidin van du pirsan: Yehowa hezkirina xwe ya dilsoz ji kê re nîşan dide? Em çawa dikarin ji hezkirina dilsoz a Yehowa feydeyê bistînin?

YEHOWA HEZKIRINA XWE YA DILSOZ JI KÊ RE NÎŞAN DIDE?

6. Yehowa hezkirina xwe ya dilsoz nîşanî kê dide?

6 Gelo Yehowa hezkirina xwe ya dilsoz nîşanî kê dide? Li gor Kitêba Pîroz, mirov dikare ji cure cure tiştan hez bike, mesela ji cotkariyê, ji şerab û zeytê, ji terbiyeyê, ji zanînê, ji hîkmetê û ji tiştên din (2. Dîrokan 26:10; Methelokên Silêman 12:1; 21:17; 29:3). Lê belê, mirov nikare hezkirina dilsoz ji fikir yan ji tiştekî re nîşan bide. Mirov tenê dikare hezkirina dilsoz nîşanî kesekî bide. Yehowa hezkirina xwe ya dilsoz nîşanî dostên xwe dide. Ew ji wan hez dike û ji wan re dilsoz e. Ew wan tu caran terk nake. Bi ser de, Xwedê soz daye ku rojên xweş li benda wan in.

Yehowa tiştên baş dide her kesî, heta yên ku ji wî re xizmet nakin jî (Li paragrafa 7an binêre) c

7. Gelo Yehowa hezkirina xwe çawa ji temamiya însaniyetê re nîşan dide?

7 Yehowa hezkirina xwe ji temamiya însaniyetê re nîşan dide. Îsa Mesîh ji zilamekî bi navê Nîkodîmos re wisa got: “Xwedê wisa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe” (Yûhenna 3:1, 16; Metta 5:44, 45).

Gotinên Dawid Padîşah û Danîêl pêxember nîşan didin ku Yehowa hezkirina xwe ya dilsoz nîşanî kesên ku wî nas dikin, ji wî ditirsin, ji wî hez dikin û guh didin emrên wî, dide (Li paragrafên 8 û 9an binêre)

8-9. (a) Yehowa çima hezkirina xwe ya dilsoz ji xizmetkarên xwe re nîşan dide? (b) Niha emê di heqê çi de xeber bidin?

8 Wek me gotibû, Yehowa hezkirina xwe ya dilsoz tenê ji dostên xwe re, yanî ji xizmetkarên xwe re nîşan dide. Gotinên Dawid Padîşah û Danîêl pêxember vêya nîşan didin. Mesela, Dawid wisa gotibû: “Hezkirina xwe ya dilsoz nîşanî kesên ku te nas dikin bide.” “Hezkirina dilsoz a Yehowa her û her li ser wan e, yên ku ji wî ditirsin.” Danîêl jî wisa gotibû: “Ey Yehowa, Xwedayê rastîn, ê ku hezkirina xwe ya dilsoz nîşanî yên ku ji wî hez dikin û guh didin emrên wî dide” (Zebûr 36:10, NWT; 103:17, NWT; Danîêl 9:4, NWT). Li gor van gotinên îlhamkirî, Yehowa hezkirina xwe ya dilsoz nîşanî kesên ku wî nas dikin, ji wî ditirsin, ji wî hez dikin û guh didin emrên wî dide. Belê, ji bo ku em ji hezkirina dilsoz a Yehowa feydeyê bistînin, gerek em bi awayê rast ji wî re xizmet bikin.

9 Berî ku me dest bi xizmeta Yehowa kiribû, me ji hezkirina Xwedê, ya ku wî li temamiya însaniyetê nîşan dide, feyde didît (Zebûr 104:14). Lê ji ber ku em niha xizmetkarên wî ne, em ji hezkirina wî ya dilsoz jî feydeyê distînin. Yehowa soz dide xizmetkarên xwe: “Hezkirina min a dilsoz wê li ser te ranebe” (Îşaya 54:10, NWT). Belê, wek Dawid Padîşah bi çavê xwe dîtibû, “Xudan, yê dilsoz ji bo xwe veqetandiye” (Zebûr 4:3). Madem ku Yehowa bi me ew qas eleqedar e, wê baş be ku em hezkirina dilsoz a Yehowa her tim bînin bîra xwe (Zebûr 107:43). Gelo Yehowa hezkirina xwe ya dilsoz çawa nîşan dide? Niha emê bibînin ku xizmetkarên Yehowa li kîjan waran ji hezkirina wî ya dilsoz feydeyê distînin.

EM ÇAWA DIKARIN JI HEZKIRINA DILSOZ A YEHOWA FEYDEYÊ BISTÎNIN?

Yehowa xizmetkarên xwe zêdetir bibereket dike (Li paragrafên 10 heta 16an binêre) d

10. Ev yek ku hezkirina dilsoz a Xwedê her û her e çawa alî me dike? (Zebûr 31:7)

10 Hezkirina dilsoz a Xwedê her û her e. Zebûr 136an 26 caran behsa vê xisûsiyeta muhîm a hezkirina dilsoz a Xwedê dike. Mesela, ayeta pêşîn wisa dibêje: “Ji Yehowa re şikur bikin, çimkî ew qenc e; hezkirina wî ya dilsoz her û her e” (Zebûr 136:1, NWT). Li ayetên 2 heta 26an, neqerata “hezkirina wî ya dilsoz her û her e” tê dubarekirin. Gava em vê zebûrê dixwînin, em dibînin ku Yehowa hezkirina xwe ya dilsoz bi dewamî bi cure cure awayan nîşan dide. Neqerata “hezkirina wî ya dilsoz her û her e” me dide bawerkirin ku Yehowa wê her û her ji xizmetkarên xwe hez bike, û ewê wan tu caran terk neke. Ew nêzîkî xizmetkarên xwe dimîne, bi xisûsî gava ew dikevin tengasiyê. Em çawa feydeyê distînin: Ev yek ku em dizanin ku Yehowa wê nêzîkî me bimîne dilşadî û qeweta me zêde dike ku em li hemberî tengasiyê sebir bikin û dev ji riya jiyanê bernedin (Zebûr 31:7 bixwîne).

11. Li gor Zebûr 86:5 (NWT), Yehowa çima hazir e ku gunehkaran efû bike?

11 Seba hezkirina xwe ya dilsoz, Xwedê hazir e ku gunehkaran efû bike. Gava Yehowa dibîne ku mirovên gunehkar tobe dikin û dev ji gunehkirinê berdidin, ew hazir e ku wan efû bike. Dawid Padîşah di heqê Yehowa de wisa gotibû: “Ew li gor sûcên me bi me re nade û nastîne, li gor sûcdariya me heyfê ji me hilnayne” (Zebûr 103:8-11). Dawid rind dizanibû ku barê wijdanekî nerihet çi qas giran e, lê belê, wî efûkariya Yehowa li ser xwe dîtibû. Gelo Yehowa çima hazir e ku gunehan efû bike? Cewaba vê pirsê, li Zebûr 86:5 (NWT) heye: “Çimkî tu qenc î û hazir î ku efû bikî, ey Yehowa; hezkirina te ya dilsoz ji bo hemû kesên ku gazî te dikin zêde ye.” Belê, wek Dawid di duaya xwe de gotibû, ji ber ku hezkirina dilsoz a Yehowa zêde ye, ew hazir e ku mirovên ku ji wî efû dixwazin efû bike.

12-13. Eger em seba şaşiyên xwe yên berê li ber xwe dikevin, çi dikare alî me bike?

12 Gava em gunehan dikin, wê helbet baş be ku em seba kirinên xwe poşman bin. Poşmanbûn dikare me dehf bide ku em tobe bikin û şaşiyên xwe serrast bikin. Lê belê, hin xizmetkarên Xwedê xwe seba şaşiyên xwe yên berê bi zêdeyî sûcdar dikin. Ew difikirin ku ew her çi qas tobe bikin jî, Yehowa wê wan tu caran efû neke. Eger tu jî wisa difikirî, wê baş be ku tu hezkirina dilsoz a Xwedê bînî ber çavê xwe.

13 Em çawa feydeyê distînin: Em her çi qas qisûrdar in jî, em dikarin bi dilxweşî û bi wijdanekî paqij ji Yehowa re xizmet bikin, çimkî “xwîna Kurê wî Îsa, me ji her gunehî paqij dike” (1. Yûhenna 1:7). Gava tu seba kêmasiyeke xwe li ber xwe dikevî, bîne bîra xwe ku Yehowa ji dil hazir e ku gunehkarên tobedar efû bike. Ka binêre ku li gor gotinên Dawid, hezkirina dilsoz û efûkirin çawa bi hev ve girêdayî ne: “Çimkî ezman ji erdê çiqas bilindtir be, heskirina wî [ya dilsoz] ya ji yên ku ji wî ditirsin re ewqas mezin e. Rojhilat ji rojava çiqas dûr be, wî gunehên me ewqas ji me dûr kir” (Zebûr 103:11, 12). Belê, Yehowa hazir e ku “bi zêdebarî bibexişîne” (Îşaya 55:7).

14. Hezkirina dilsoz a Xwedê me çawa diparêze?

14 Hezkirina dilsoz a Xwedê me ji aliyê ruhî ve diparêze. Dawid Padîşah ji Yehowa re wisa dua kiribû: “Tu yî stara min, tu min diparêzî ji tengahiyan, bi îlahiyên rizgariyê dipêçî dora min. ... Belê hezkirin dipêçe, dora yên ku xwe dispêrin Xudan” (Zebûr 32:7, 10). Çawa ku li demên berê, bajar bi sûran dihatin parastin, Yehowa jî me bi hezkirina dilsoz dipêçe û me ji tiştên ku dikarin dilrastiya me xera bikin, diparêze. Wekî din, seba hezkirina dilsoz, Yehowa me dikişîne ba xwe (Yêremya 31:3).

15. Ev yek ku Yehowa “stargeha” me ye çawa bi hezkirina wî ya dilsoz ve girêdayî ye?

15 Dawid bi mîsaleke din jî zelal kir ku Xwedê xizmetkarên xwe çawa diparêze. Wî got: “Xwedê stara min e, Xwedayê ku hezkirina dilsoz nîşanî min dide. ... Ew e hezkirina dilsoz û kela min, stara min û xelaskarê min, mertalê min û stargeha min” (Zebûr 59:17; 144:2, NWT). Gelo ev yek ku Yehowa “stargeha” me ye çawa bi hezkirina wî ya dilsoz ve girêdayî ye? Em li ku derê bin jî, eger em dev ji xizmeta Yehowa bernedin, ewê me biparêze, da ku em dostaniya wî winda nekin. Zebûr 91 jî bala me dikişîne ser vê rastiyê: “Ez ji bo Xudan dibêjim, ‘Ew birc û stara min e, Ew Xwedayê min e, ez bi wî ewle me’” (Zebûr 91:1-3, 9, 14). Mûsa pêxember jî gotibû ku Yehowa “star” e (Zebûr 90:1). Wekî din, gava Mûsa êdî kal bû, wî got: “Xwedê ji demên berê ve star e, milên wî yên herheyî te hildidin” (5. Mûsa 33:27, NWT). Gelo gotina “milên wî yên herheyî te hildidin” di heqê Yehowa de çi rêyî me dide?

16. Yehowa çawa alî me dike? (Zebûr 136:23, NWT)

16 Ji ber ku Yehowa stargeha me ye, em xwe di emniyetê de hîs dikin. Dîsa jî, dibe ku em cesareta xwe carinan winda bikin. Wê çaxê, gelo Yehowa wê çawa alî me bike? Zebûr 136:23 (NWT) wisa dibêje: “Gava em ketin tengasiyê, wî em anîn bîra xwe, çimkî hezkirina wî ya dilsoz her û her e.” Ewê me bi milên xwe hilde û alî me bike ku em rabin ser piyan (Zebûr 28:9; 94:18). Em çawa feydeyê distînin: Em dizanin ku em her tim dikarin xwe bispêrin Xwedê. Ev yek du tiştan tîne bîra me: A yekê, em li ku derê bin jî, stargeha me heye. A diduyan, Bavê meyî dilovan xema me dixwe.

EM ÇIMA DIKARIN JI HEZKIRINA DILSOZ A XWEDÊ EMÎN BIN?

17. Em ji çi emîn in? (Zebûr 33:18-22)

17 Wek me dîtiye, gava em rastî tengasiyan tên, Yehowa Xwedê alî me dike, da ku em karibin ji wî re dilsoz bimînin (2. Korîntî 4:7-9). Yêremya pêxember wisa gotibû: “Bi saya hezkirina dilsoz a Yehowa em helak nebûn, çimkî dilovaniya wî xelas nabe” (Lawijên Yêremya 3:22, NWT). Em dikarin emîn bin ku hezkirina dilsoz a Yehowa wê li ser me be, çimkî wek Kitêba Pîroz dibêje, “çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin, li ser wan e ku hêviya xwe bi kerema wî [hezkirina wî ya dilsoz] ve girê didin” (Zebûr 33:18-22 bixwîne).

18-19. (a) Gerek em çi ji bîr nekin? (b) Li meqaleya din, emê di heqê çi de xeber bidin?

18 Gerek em çi ji bîr nekin? Berî ku me dest bi xizmeta Yehowa kiribû, me ji hezkirina ku Yehowa ji her kesî re nîşan dide, feyde didît. Lê niha, ji ber ku em xizmetkarên wî ne, em ji hezkirina wî ya dilsoz jî feydeyê distînin. Seba hezkirina wî ya dilsoz, ew me bi milên xwe diparêze. Yehowa wê her tim nêzîkî me bimîne, û ewê sozên ku wî dane me, bîne cih. Belê, ew dixwaze ku em serkeftî bin! (Zebûr 46:1, 2, 7). Loma, em rastî çi tengasiyan bên jî, Yehowa wê qewetê bide me, da ku em karibin ji wî re dilsoz bimînin.

19 Li vê meqaleyê, me dîtiye ku Yehowa hezkirina xwe ya dilsoz çawa nîşanî xizmetkarên xwe dide. Wekî din, ew dixwaze ku em jî hezkirina dilsoz nîşanî hevdû bidin. Gelo em çawa dikarin vêya bikin? Li meqaleya din, emê bala xwe bidin vê mijara muhîm.

KILAM 136 Xelateke ji Yehowa

a Hezkirina dilsoz çi ye? Yehowa vî sifetî ji kê re nîşan dide, û mirov ji vê xisûsiyeta Xwedê çawa feydeyê distînin? Li vê meqaleyê, emê di heqê van pirsan de xeber bidin. Meqaleya din di heqê vî sifetî de zêdetir melûmatê dide.

b Çend ayetên din jî dibêjin ku hezkirina dilsoz a Xwedê pir e (li Nehemya 13:22; Zebûr 69:13; 106:7; û Lawijên Yêremya 3:32 binêre).

c RESIM: Yehowa hezkirina xwe hem ji xizmetkarên xwe re hem ji însanên din re nîşan dide. Resmên biçûk, ên ku li ser mirovan xuya dikin, bala me dikişînin ser hin mîsalên hezkirina Xwedê. A herî muhîm ev e ku Xwedê fersendê dide mirovan ku ew ji fîdyeyê feydeyê bibînin.

d RESIM: Yehowa ji xizmetkarên xwe, yên ku baweriya xwe bi fîdyeyê tînin, hê jî zêdetir hez dike. Ji xeynî hezkirina ku Xwedê ji her kesî re nîşan dide, xizmetkarên Xwedê ji hezkirina wî ya dilsoz jî feydeyê distînin. Resmên biçûk bala me dikişînin ser hin ji van bereketan.