Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 48

“Pîroz Bin”

“Pîroz Bin”

“Di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin” (1. PETRÛS 1:15).

KILAM 34 Her Tim Dilrast Bimîne

PÊŞGOTIN *

1. Petrûsê şandî çi şîret da şagirtên Îsa Mesîh, û ev şîret çima wek tiştekî nemumkin xuya dike?

ŞÎRETA ku Petrûsê şandî li sedsala yekê dabû şagirtên meshkirî ji bo hemû xizmetkarên Yehowa bifeyde ye. Petrûs wisa gotibû: “Çawa yê ku gazî we kiriye pîroz e, hûn jî di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin. Ji ber ku hatiye nivîsîn: ‘Pîroz bin, çimkî ez pîroz im’” (1. Petrûs 1:15, 16). Ji aliyê pîroziyê ve, Yehowa emsala herî mezin e, û li gor vê ayetê, lazim e ku em jî di rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin. Ji ber ku em qisûrdar in, em belkî difikirin ku ev yek nemumkin e. Petrûsê şandî bi xwe jî çend şaşî kiribûn. Lê dîsa jî, emsala Petrûs nîşan dide ku em dikarin “pîroz bin”.

2. Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

2 Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin: Pîrozî çi ye? Kitêba Pîroz di heqê pîroziya Yehowa de çi rêyî me dide? Em çawa dikarin di rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin? Dostaniya me ya bi Yehowa re çawa bi pîrozbûnê ve girêdayî ye?

PÎROZÎ ÇI YE?

3. Gelek kes di heqê pîroziyê de çi difikirin, lê em dikarin li ku derê melûmata rast bibînin?

3 Hin mirov difikirin ku kesên pîroz tu caran nakenin, her tim cidî disekinin û kincên xisûsî li xwe dikin, da ku dîndariya wan eşkere be. Ma ev yek rast e? Na! Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa hem pîroz e hem jî “Xwedayê dilşad” e (1. Tîmotêyos 1:11, NWT). Xizmetkarên wî jî dilşad in (Zebûr 144:15). Îsa Mesîh kesên ku kincên xisûsî li xwe dikirin û xêr dikirin ku bikevin çavan, mehkûm dikirin (Metta 6:1; Marqos 12:38). Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, ev yek ku Kitêba Pîroz di heqê Yehowa de çi dibêje li ser nêrîna me ya di heqê pîroziyê de tesîr dike. Em emîn in ku Xwedayê meyî pîroz û dilovan tiştên nemumkin ji me naxwaze. Loma, madem ku Yehowa ji me re dibêje ku gerek em pîroz bin, em dizanin ku ev yek mumkin e. Helbet, ji bo ku rabûn û rûniştina me pîroz be, gerek em fehm bikin ku pîrozî çi ye.

4. Maneya peyvên “pîroz” û “pîrozî” çi ye?

4 Gelo pîrozî çi ye? Di Kitêba Pîroz de, peyvên “pîroz” û “pîrozî” tên maneya paqijiya exlaqî û dînî. Wekî din, ev peyv tên maneya cihêbûna ji bo xizmeta Xwedê. Yanî, ji bo ku em wek kesên pîroz bên hesibandin, gerek em ji aliyê exlaqê ve paqij bin, ji Yehowa re bi awayekî meqbûl îbadetê bikin û nêzîkî wî bibin. Yehowa bi temamî pîroz e, lê em qisûrdar in. Dîsa jî, Yehowa hazir e ku me wek dostên xwe qebûl bike. Ma em ji bo vê şikurdar nînin?

“XUDANÊ ARTÊŞAN PÎROZ E, PÎROZ E, PÎROZ E”

5. Melekan di heqê Yehowa de çi got?

5 Yehowa ji her aliyî ve pak û paqij e. Hin serafan, yanî melekên ku nêzîkî textê wî ne, wisa got: “XUDANê artêşan pîroz e, pîroz e, pîroz e” (Îşaya 6:3). Helbet, ji bo ku melek nêzîkî Xwedayê pîroz bin, lazim e ku ew jî pîroz bin, û ew bi rastî jî wisa ne. Carinan, gava melekekî Yehowa li cihekî disekinî, ev cih wek cihekî pîroz dihat hesibandin. Mesela, gava Mûsa li ber deviya biêgir disekinî, melek jê re got: “Cihê ku tu pê lê dikî, erdê pîroz e” (2. Mûsa 3:2-5, Mizgînî; Yêşû 5:15).

Nivîsa li ser lewheya zêrîn, a ku li ser şaşika serokkahîn dihat girêdayîn, wisa digot: “Pîrozî aîdî Yehowa ye” (Li paragrafên 6 û 7an binêre)

6-7. (a) Li gor 2. Mûsa 15:1, 11, Mûsa çawa bala mirovan kişand ser pîroziya Xwedê? (b) Îsraêliyan ji ku dizanibû ku Xwedê pîroz e? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

6 Piştî ku Mûsa pêxember Îsraêlî ji Behra Sor derbas kirin, wî ji wan re got ku Xwedayê wan Yehowa pîroz e (2. Mûsa 15:1, 11 bixwîne). Îbadeta Misrî û Kenaniyan qet ne pîroz bû. Mesela, Kenaniyan di îbadeta xwe de bêexlaqî dikir û zarokên xwe ji pûtan re qurban dikirin (3. Mûsa 18:3, 4, 21-24; 5. Mûsa 18:9, 10). Yehowa qet nedixwest ku xizmetkarên wî tiştên wisa bikin, çimkî ew bi temamî pîroz e. Nivîsa li ser lewheya zêrîn, a ku li ser şaşika serokkahîn dihat girêdayîn, wisa digot: “Pîrozî aîdî Yehowa ye” (2. Mûsa 28:36-38, NWT).

7 Vê nivîsê dianî bîra mirovan ku Yehowa bi rastî jî pîroz e. Lê belê, Îsraêliyên ku nikaribû ev nivîsa li ser şaşika serokkahîn bidîta ji ku dizanibû ku Yehowa pîroz e? Gava Qanûn li ber xelkê dihat xwendin, her mêr, jin û zarok ev rastiya muhîm dibihîst (5. Mûsa 31:9-12). Eger em li wê derê bûna, meyê jî ev gotin bibihîstana: “Xwedayê we Xudan ez im. ... Pîroz bin, çimkî ez pîroz im.” “Hûnê ji bo min pîroz bin, çimkî ez Xudanê pîroz im” (3. Mûsa 11:44, 45; 20:7, 26, Mizgînî).

8. Em ji 3. Mûsa 19:2 û ji 1. Petrûs 1:14-16 çi hîn dibin?

8 Ka em bala xwe bidin gotineke 3. Mûsa 19:2 (Mizgînî), ya ku li ber xelkê dihat xwendin. Yehowa ji Mûsa re wisa got: “Bi tevahiya civata Îsraîl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Pîroz bin, çimkî ez Xwedayê we Xudan pîroz im.’” Gava Petrûsê şandî ji şagirtên Îsa Mesîh re got ku bila ew “pîroz bin”, dibe ku wî ji vê ayetê îqtibas dikir (1. Petrûs 1:14-16 bixwîne). Em helbet ne di bin hikmê Qanûna Mûsa de ne. Dîsa jî, em ji gotinên Petrûs fehm dikin ku wek 3. Mûsa 19:2 dibêje, Yehowa pîroz e, û lazim e ku hemû xizmetkarên wî xîret bikin ku pîroz bin – hem kesên ku ji bo jiyana li ezmanan hatine hilbijartin hem jî yên ku li benda jiyana li ceneta li rûyê erdê ne (1. Petrûs 1:4; 2. Petrûs 3:13).

“DI HEMÛ RABÛN Û RÛNIŞTINA XWE DE PÎROZ BIN”

9. Wê çima baş be ku em beşa 19an a kitêba 3. Mûsa bixwînin?

9 Madem ku em dixwazin dilê Xwedayê xweyî pîroz şa bikin, wê baş be ku em hîn bibin ku em çawa dikarin pîroz bin. Li Kitêba Pîroz, Yehowa nîşanî me dide ku em çawa dikarin pîroz bin. Mesela, li beşa 19an a kitêba 3. Mûsa, şîretên pir bifeyde hene. Li gor zimannasekî zimanê Îbranî yê bi navê Marcus Kalish, “beşa 19an a kitêba 3. Mûsa beşa herî berfireh û ji hin aliyan ve beşa herî muhîm a vê kitêbê û belkî jî ya hemû kitêbên Mûsa ye”. Ka em bala xwe bidin çend ayetên ji vê beşê, yên ku ji bo jiyana me çend dersên muhîm nîşan didin. Wexta ku em van şîretan dixwînin, gerek em ji bîr nekin ku ev ders gişt bi van gotinan ve girêdayî ne: “Pîroz bin.”

Qanûna di heqê dê û bavan de, ya ku li 3. Mûsa 19:3 derbas dibe, çi dersa muhîm rêyî me dide? (Li paragrafên 10 heta 12an binêre) *

10-11. Li gor beşa 19an a kitêba 3. Mûsa, pîrozî bi çi ve girêdayî ye, û gerek em li vê rêberiyê çawa binêrin?

10 Piştî ku Yehowa ji Îsraêliyan re gotibû ku gerek ew pîroz bin, wî wisa got: “Hûnê ji dê û bavê xwe re hurmetê nîşan bidin .... Xwedayê we Xudan ez im” (3. Mûsa 19:2, 3, Mizgînî).

11 Belê, Xwedê dixwaze ku em hurmetê nîşanî dê û bavê xwe bidin. Carekê, zilamekî ji Îsa Mesîh wisa pirsîbû: “Mamoste, divê ez çi qenciyê bikim, da ku ez jiyana herheyî bi dest bixim?” Yek ji tiştên ku Îsa Mesîh ji wî re gotin ev bû ku gerek ew qedrê dê û bavê xwe bigire (Metta 19:16-19). Heta, Îsa Mesîh Fêrisî û Şerîetzanên ku ji vê mesûliyetê direviyan û bi vî awayî “peyva Xwedê rakir”, rexne dikirin (Metta 15:3-6). Di “peyva Xwedê de” hem emrê pêncan a Deh Emiran hem jî gotinên 3. Mûsa 19:3 hebûn (2. Mûsa 20:12). Ji bîr neke ku gotinên 3. Mûsa 19:3 – ku gerek mirov ji dê û bavê xwe re hurmetê nîşan bide – hemen piştî van gotinan tên: “Pîroz bin, çimkî ez Xwedayê we Xudan pîroz im.”

12. Em çawa dikarin li gor şîreta ji 3. Mûsa 19:3 hereket bikin?

12 Madem ku Yehowa dixwaze ku em ji dê û bavê xwe re hurmetê nîşan bidin, wê baş be ku em ji xwe bipirsin: “Gelo ez bi rastî qedrê dê û bavê xwe digirim?” Eger tu fehm dikî ku te heta niha rind guh nedaye vî emrî, wê baş be ku tu xwe serrast bikî. Tu helbet nikarî rojên çûyî vegerînî, lê tu dikarî ji niha û pê ve bi dê û bavê xwe re zêdetir wext derbas bikî û ji aliyê madî û manewî ve alî wan bikî. Bi vî awayî, tu dikarî li gor şîreta ji 3. Mûsa 19:3 hereket bikî.

13. (a) Li 3. Mûsa 19:3 kîjan emrê din heye? (b) Li gor Lûqa 4:16-18, Îsa Mesîh çi dikir, û em çawa dikarin wî ji xwe re emsal bigirin?

13 Wekî din, ji bo ku kesek pîroz be, 3. Mûsa 19:3 dibêje ku gerek ew roja Sebtê bigire. Ji ber ku şagirtên Îsa Mesîh ne di bin hikmê Qanûna Mûsa de ne, helbet êdî ne lazim e ku em roja Sebtê bigirin. Dîsa jî, em dikarin ji vê ku Îsraêliyan roja Sebtê çawa digirt û çawa jê feyde distand, hin dersên muhîm bistînin. Li roja Sebtê, lazim bû ku ew dev ji îşên rojane berdin û bi îbadeta Xwedê mijûl bin. * Ji ber vê yekê, Îsa Mesîh li roja Sebtê diçû kenîşteya li gundê xwe û Peyva Xwedê dixwend (2. Mûsa 31:12-15; Lûqa 4:16-18 bixwîne). Ev yek ku Xwedê li 3. Mûsa 19:3 ji Îsraêliyan re gotibû ku bila ew rojên Sebtê bigirin nîşanî me dide ku gerek em jî ji bo îbadeta Xwedê wext veqetînin. Gelo lazim e ku tu hê zêdetir bala xwe bidî vî emrî? Eger tu bi dewamî ji bo îbadeta Xwedê wext veqetînî, tuyê nêzîktirî Yehowa bibî, û ev yek pir muhîm e ji bo ku tu pîroz bibî.

DOSTANIYA XWE YA BI XWEDÊ RE XURTTIR BIKE

14. Beşa 19an a kitêba 3. Mûsa bala me dikişîne ser kîjan rastiya esasî?

14 Beşa 19an a kitêba 3. Mûsa çend caran behsa rastiyeke esasî dike, ya ku dikare alî me bike ku em pîroz bimînin. Ayeta 4an wisa dibêje: “Xwedayê we Xudan ez im.” Li vê beşê, ev hevok 16 caran derbas dibe. Ev hevok emrê pêşîn ê Deh Emiran tîne bîra me: “Ez Xwedayê te Xudan im .... Wê ji min pêve tu îlahên te tunebin” (2. Mûsa 20:2, 3, Mizgînî). Her şagirtê Îsa Mesîh, ê ku dixwaze pîroz bibe, gerek hay ji xwe hebe ku tu tişt û tu kes dostaniya wî ya bi Xwedê re xera neke. Em Şahidên Yehowa ne. Madem ku navê Xwedê li ser me ye, gerek em xwe ji hemû kirinên ku dikarin leke bînin ser vî navê pîroz, dûr bigirin (3. Mûsa 19:12; Îşaya 57:15).

15. Gotinên beşa 19an a kitêba 3. Mûsa yên li ser qurbanan me dehf didin ku em çi bikin?

15 Gava Îsraêliyan guh dida qanûnên Xwedê, wan nîşan dida ku ew Yehowa wek Xwedayê xwe qebûl dikin. 3. Mûsa 18:4 (Mizgînî) wisa dibêje: “Li gorî rê û rêbazên min, hûnê tevbigerin. Hûnê qanûnên min pêk bînin. Ez Xwedayê we Xudan im.” Hin ji van “rê û rêbazên” Xwedê li beşa 19an derbas dibin. Mesela, ayetên 5 heta 8an û 21 û 22yan behsa qurbanan dikin. Lazim bû ku mirovan qurbanên minasib pêşkêş bikirana û “tiştê ji Xudan re pîroz e, mirdar” nekira. Xwendina van ayetan dikare daxwaza me zêde bike ku em dilê Yehowa şa bikin û “qurbaniyên pesnahiyê” pêşkêşî wî bikin (Îbranî 13:15, KP).

16. Kîjan prensîpa ji kitêba 3. Mûsa tîne bîra me ku gerek xizmetkarên Xwedê ji kesên din cuda bin?

16 Ji bo ku em pîroz bin, gerek mirovên li derdora me bibînin ku em ji kesên din cuda ne. Ev yek carinan hêsan nîne. Dibe ku hevalders, hevalkar, merivên nebawermend û kesên din zorê li me bidin ku em bi fealiyetên ku me ji îbadeta Yehowa dûr dixin, mijûl bin. Gava tiştekî wisa diqewime, gerek em qerarê bidin ku emê çi bikin. Gelo çi dikare alî me bike ku em qerara rast bidin? Ka bala xwe bide vê prensîpa ku li 3. Mûsa 19:19 (Mizgînî) derbas dibe: “Kincên ji du tayên cuda hatine çêkirin li xwe nekin.” Bi saya vê qanûnê, Îsraêliyan ji miletên din cuda xuya dikir. Îro, helbet problem nîne ku em kincên ji qumaşa tevlihev li xwe bikin, mesela kincên ji pembû û polyesterê. Lê belê, gerek em ji mirovên ku bawerî û kirinên wan li dijî Kitêba Pîroz in, cuda bin – her çi qas ev mirov hevalders, hevalkar yan merivên me bin jî. Em helbet ji merivên xwe û ji însanên din hez dikin. Lê belê, çi dibe bila bibe, qerara me ev e ku em guh bidin Yehowa, û em hazir in ku ji kesên din cuda xuya bikin. Ji bîr neke ku pîrozbûn tê maneya cihêbûna ji bo xizmeta Xwedê. Loma, ji bo ku em pîroz bin, pir muhîm e ku em ji kesên din cuda bin (2. Korîntî 6:14-16; 1. Petrûs 4:3, 4).

Gerek xizmetkarên Xwedê ji 3. Mûsa 19:23-25 çi ders bigirta, û te ji van ayetan çi ders girtiye? (Li paragrafên 17 û 18an binêre) *

17-18. 3. Mûsa 19:23-25 çi dersên muhîm rêyî me dide?

17 Hevoka “Xwedayê we Xudan ez im” gerek alî Îsraêliyan bikira ku ew qîmetê bidin dostaniya xwe ya bi Yehowa re. Gelo çawa? 3. Mûsa 19:23-25 bala wan dikişand ser tiştekî ku gerek ew bikira (bixwîne). Bîne ber çavê xwe ku ev qanûn ji bo Îsraêliyên ku ketin Welatê Sozdayî dihat çi maneyê. Gava kesekî darek daçikand, lazim bû ku ew bi sê salan dest nede mêweyên vê darê. Di sala çaran de, lazim bû ku mêwe bê dayîn perestgehê. Xwediyê darê ancax di sala pêncan de dikaribû mêweya darê bixwara. Vê qanûnê rêyî Îsraêliyan dida ku menfaeta wan tiştê herî muhîm nîne. Lazim bû ku ew îbadeta Yehowa bixista cihê pêşîn û bawer bûna ku Xwedê wê hewcedariyên wan tedarek bike. Yehowa wê ew birçî nehiştana. Wekî din, Xwedê dixwest ku ew bi comerdî piştgiriya perestgehê bikin.

18 Qanûna li 3. Mûsa 19:23-25 van gotinên Îsa Mesîh tîne bîra me: “Xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin, an çi vexwin. … Bavê we yê li ezmanan dizane ku hûn hewcedarê van hemû tiştan in.” Belê, çawa ku Xwedê çivîkan têr dike, ewê hewcedariyên me jî tedarek bike (Metta 6:25, 26, 32). Em bawer in ku Yehowa wê li me xwedî derkeve. Wekî din, em bêyî ku dinya alem pê bihese xêrê li kesên hewcedar dikin. Ji xeynî vê, em hazir in ku bi bexşên xwe piştgiriya civatê bikin. Eger em destvekirî bin, Yehowa wê vêya bibîne, û ewê me xelat bike (Metta 6:2-4). Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku me dersên ji 3. Mûsa 19:23-25 rind fehm kirine.

19. Te ji lêkolîna van ayetên ji kitêba 3. Mûsa çi feyde dîtiye?

19 Li vê meqaleyê, me bala xwe da çend dersên ji beşa 19an a kitêba 3. Mûsa, û me dîtiye ku em çawa dikarin Xwedayê xweyî pîroz ji xwe re emsal bigirin. Bi vî şeklî, em dikarin “di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin” (1. Petrûs 1:15). Gelek kesên ku ne Şahidên Yehowa ne vê “rabûn û rûniştina” baş dibînin, û bi saya vê, hin ji wan pesnê Yehowa didin (1. Petrûs 2:12). Lê belê, li beşa 19an a kitêba 3. Mûsa çend dersên din jî hene. Li meqaleya din, emê bala xwe bidin ayetên din ên vê beşê, yên ku nîşanî me didin ku gerek em li kîjan warên din jî “pîroz bin”.

KILAM 80 Bibîne ku Yehowa Çi Qas Qenc e

^ par. 5 Em ji Yehowa pir hez dikin, û em dixwazin dilê wî xweş bikin. Yehowa pîroz e, û ew dixwaze ku xizmetkarên wî jî pîroz bin. Gelo însanên qisûrdar bi rastî dikarin pîroz bin? Belê! Li vê meqaleyê, emê şîretên ku Petrûsê şandî dabû xwişk û birayan û rêberiya ku Yehowa dabû miletê Îsraêlê di ber çavan re derbas bikin û bibînin ku em çawa dikarin di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin.

^ par. 13 Ji bo zêdetir melûmata li ser roja Sebtê û dersên ku em dikarin jê bistînin, li meqaleya bi navê “Wexta Karkirinê û Wexta Îstirhetê” binêre (Birca Çavdêriyê, Kanûn 2019).

^ par. 57 RESIM: Zilamek tevî pîrek û qîza xwe diçe ziyareta dê û bavê xwe û bi wan re wext derbas dike.

^ par. 59 RESIM: Zilamekî Îsraêlî li mêweyên dareke ku wî daçikandibû, mêze dike.