Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 48

“Pîroz Bin”

“Pîroz Bin”

“Pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda” (1 PETRÛS 1:15).

KILAMA 34 Bêqisûrtiya Xweda Here

VÊ GOTARÊDA *

1. Petrûsê şandî çi şîret da Mesîhiya, û çima dikare bê kifşê, wekî ev yek ji qewata me der e?

ŞÎRETA ku Petrûsê şandî qirna yekêda dabû şagirtên bi ruhê pîroz kifşkirî, bona hemû xizmetkarên Yehowa kêrhatî ne. Petrûs usa gotibû: “Mîna wî Pîrozê ku gazî we kir, hûn jî pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda. Çawa nivîsar e: ‘Pîroz bin, çimkî ezî pîroz im’” (1 Petrûs 1:15, 16). Ji van giliya em divînin, wekî em dikarin çev bidin Xwedayê pîroz Yehowa. Em dikarin rabûn-rûniştina xweda pîroz bin. Ji bo wê yekê ku em gunekar in, em dibeke difikirin, wekî ev yek ji qewata me der e. Petrûsê şandî xwexa jî gelek şaşî dikirin. Dîsa jî mesela Petrûs nîşan dike, wekî em dikarin “pîroz bin”.

2. Vê gotarêda, emê cabên kîjan pirsa bistînin?

2 Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin: Pîrozî çi ye? Kitêba Pîroz derheqa pîroziya Yehowa çi me hîn dike? Em çawa dikarin rabûn-rûniştina xweda pîroz bin? Dostiya me tevî Yehowa çawa pîrozbûnêva girêdayî ye?

PÎROZÎ ÇI YE?

3. Gelek kes derheqa pîroziyê çi difikirin, lê em dikarin kîderê înformasiya rast bivînin?

3 Hine kes difikirin wekî kesên pîroz tu car nakenin, hertim xwe giran digirin û kincên mexsûs xwe dikin. Lê bi rastî ev yek nayê hesabê pîrozî. Kitêba Pîroz dibêje wekî Yehowa him pîroz e, him jî “Xwedêyê xwezilî” ye, dêmek yekî dilşa ye (1 Tîmotêyo 1:11). Xizmetkarên wî jî dilşa ne (Zebûr 144:15). Îsa wan kesa înkar dikir, yên ku kincên mexsûs xwe dikirin û qenciyê tenê bona wê yekê dikirin, ku bikevine çeva (Metta 6:1; Marqos 12:38). Nihêrandina Mesîhiyên rast derheqa pîroziyê ser hîmê Kitêba Pîroz e. Em bawer in, wekî Xwedayê meyî pîroz û dilovan, tiştên usa ji me dewa nake, çi ku ji qewata me der e. Lema jî çaxê Yehowa mera dibêje: “Pîroz bin”, ev tê hesabê, wekî qewata me digihîje wê yekê. Hilbet, seva ku rabûn-rûniştina me pîroz be, gerekê em fem bikin ku pîrozî çi ye.

4. Xeberên “pîroz” û “pîrozî” çi têne hesabê?

4 Gelo pîrozî çi ye? Kitêba Pîrozda xeberên “pîroz” û “pîrozî” têne xebitandinê hindava nav-namûsiyê û hebandina rast. Usa jî ev xeber têne hesabê başqekirî bin, seva ku Xwedêra xizmet kin. Dêmek, seva ku em pîroz bêne hesabê, gerekê em ji aliyê nav-namûsiyêva temiz bin, Yehowa rast bihebînin û nêzîkî wî bin. Yehowa bi temamî pîroz e, lê em gunekar in. Dîsa jî, Yehowa hazir e me ça dostên xwe qebûl bike. Gelo em bona vê yekê şêkirdar nînin?

“PÎROZ E, PÎROZ E, PÎROZ E” YEHOWA XWEDÊ

5. Meleka derheqa Yehowa çi got?

5 Yehowa her aliyava pîroz û paqij e. Hine seraf, dêmek melekên ku nêzîkî textê Xwedê ne, digot in wekî “pîroz e, pîroz e, pîroz e” Yehowa Xwedê (Îşaya 6:3). Hilbet, seva ku melek nêzîkî Xwedayê pîroz bin, lazim e ku ew jî pîroz bin, û ewana bi rastî jî pîroz in. Carna, gava melekekî Yehowa cîkî disekinî, ev cî pîroz dihate hesabê. Mesele, gava Mûsa ber tûma bi agir sekinîbû, melek wîra got: “Cîyê ku tu li ser sekinîyî erdê pîroz e” (Derketin 3:2-5; Yêşû 5:15).

Li serê serekkahîn papaxê bi berenîka zêrîn e, ser kîjanî nivîsar e, “Pîroz Xudanra” (Abzasa 6 û 7 binihêre)

6-7. (a) Li gora Derketin 15:1, 11, Mûsa çawa dîna meriva kişand ser pîroziya Xwedê? (b) Îsraêliya ji ku zanibûn, wekî Xwedê pîroz e? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

6 Paşî ku Mûsa pêxember cimeta Îsraêl bera Sorra derbaz kir, ewî wanra got wekî Xwedayê wan, Yehowa, pîroz e (Derketin 15:1, 11 bixûne). Hebandina Misiriya û Kenaniya qet pîroz nîbû. Mesele, Kenaniya hebandina xweda bênamûsî dikirin û zarên xwe pûtara qurban dikirin (Qanûna Kahîntiyê 18:3, 4, 21-24; Qanûna Ducarî 18:9, 10). Yehowa tiştên usa nefret dike. Ew bi temamî pîroz e. Ser berenîkê ji zêrê xalis, ya ku li ser papaxa serekkahîn dihat girêdanê, usa nivîsî bû: “Pîroz Xudanra” (Derketin 28:36-38).

7 Vê nivîsarê dianî bîra meriva ku Yehowa bi rastî jî pîroz e. Lê Îsraêliyên ku ev nivîsar nedidîtin, ji ku zanibûn wekî Yehowa pîroz e? Gava Qanûn ber cimetê dihate xwendinê, her mêr, jin û zar ev rastiya ferz dibihîst (Qanûna Ducarî 31:9-12). Heger em wêderê bûna, meyê jî ev gotin bibihîsta: “Ez Xudan Xwedêyê we me, . . . pîroz bin, çimkî ezî pîroz im”. “Hûn bona min pîroz bin, çimkî ez Xudan pîroz im” (Qanûna Kahîntiyê 11:44, 45; 20:7, 26).

8. Em ji Qanûna Kahîntiyê 19:2 û ji 1 Petrûs 1:14-16 çi hîn dibin?

8 Were em dîna xwe bidin gotineke ji Qanûna Kahîntiyê 19:2, ya ku ber cimetê dihate xwendinê. Yehowa Mûsara usa got: “Tevî temamîya civîna zarên Îsraêl xeber de û bêje wan: ‘Pîroz bin, çimkî ez Xudan Xwedêyê we pîroz im’”. Gava Petrûsê şandî şagirtên Îsara got, wekî ewana “pîroz bin”, dibeke ewî ji vê rêzê ev gilî wekiland (1 Petrûs 1:14-16 bixûne). Em bin hukumê Qanûna Mûsada nînin. Lê dîsa jî, em ji gotinên Petrûs, yên ku li gora Qanûna Kahîntiyê 19:2 ne, fem dikin wekî Yehowa pîroz e û hemû xizmetkarên wî gerekê xîret bikin, wekî pîroz bin, him kesên ku bona jîyîna ser ezmana hatine bijartinê, him jî yên ku hîviya jîyîna ser erdê cinetê ne (1 Petrûs 1:4; 2 Petrûs 3:13).

“PÎROZ BIN NAVA HEMÛ RABÛN-RÛNIŞTINA XWEDA”

9. Wê çima baş be serê 19 ya kitêba Qanûna Kahîntiyê bixûnin?

9 Em dixwazin dilê Xwedayê xweyî pîroz şa bikin, lema jî em dixwazin hîn bin ku ça em dikarin pîroz bin. Kitêba Pîrozda Yehowa nîşanî me dike ça em dikarin pîroz bin. Mesele, Qanûna Kahîntiyê serê 19-da şîretên gelek kêrhatî hene. Markûs Kalîş, zimannasekî zimanê Îbranî, nivîsî wekî kitêba Qanûna Kahîntiyê serê 19, serê herî mexsûs û serê herî ferz e ji vê kitêbê û dibeke ji hemû kitêbên Mûsa. Were em dîna xwe bidin çend rêzên ji vê seriyê, yên ku bona jîyîna me çend dersên ferz nîşan dikin. Çaxê em van şîreta dixûnin, gerekê em bîr nekin wekî ev ders vê gotinêva girêdayî ne: “Pîroz bin”.

Ev yek ku Qanûna Kahîntiyê 19:3 derheqa dê-bava çi dibêje, me hêlan dike çi bikin? (Abzasa 10 heta 12 binihêre) *

10-11. Li gora Qanûna Kahîntiyê serê 19, pîrozî çiva girêdayî ye, û gerekê em ser vê rêberiyê ça binihêrin?

10 Paşî ku Yehowa Îsraêliyara gotibû wekî ewana gerekê pîroz bin, ewî usa got: “Ji we her kes qedirê dê û bavê xwe bigire . . . ez Xudan Xwedêyê we me” (Qanûna Kahîntiyê 19:2, 3).

11 Zelal e, ku Xwedê dixwaze wekî em qedirê dê û bavê xwe bigirin. Carekê, mêrekî ji Îsa usa pirsî: “Dersdar! Ez çi qenciyê bikim, wekî jîyîna heta-hetayê war bim?” Yek ji van tişta, çi ku Îsa wîra got, ev bû ku gerekê ew qedrê dê-bavê xwe bigire (Metta 19:16-19). Îsa hela hê Fêrisa û qanûnzana jî vê yekêda neheq dikir ku ewana “xebera Xwedê dikine xwelî”, çimkî ewana ji vê cabdariyê direviyan (Metta 15:3-6). “Xebera Xwedêda” him temiya pênca ji Deh Temiya hebû, him jî gotinên ji Qanûna Kahîntiyê 19:3 hebû (Derketin 20:12). Bîr nekin wekî gotinên Qanûna Kahîntiyê 19:3 – ku gerekê meriv qedirê dê-bavê xwe bigire – derbêra paşî van gotina tên: “Pîroz bin, çimkî ez Xudan Xwedêyê we pîroz im”.

12. Em ça dikarin li gora şîreta ji Qanûna Kahîntiyê 19:3 bijîn?

12 Yehowa dixwaze, wekî em qedirê dê-bavê xwe bigirin, lema jî wê baş be em ji xwe bipirsin: “Gelo ez bi rastî qedrê dê û bavê xwe digirim?” Heger tu fem dikî ku te heta niha guh nedaye vê temiyê, wê baş be ser xwe bixebitî ku bêy guhastinê. Tu hilbet nikarî rojên derbazbûyî vegerînî, lê tu dikarî îroda diha zêde wede tevî dê-bavê xwe derbaz kî û aliyê matêriyalî û ruhanîva alî wan bikî. Bi vî cûreyî tuyê li gora şîreta ji Qanûna Kahîntiyê 19:3 bijîyî.

13. (a) Qanûna Kahîntiyê 19:3-da kîjan temîke din heye? (b) Li gora Lûqa 4:16-18, Îsa Mesîh çi dikir, û em çawa dikarin çev bidine wî?

13 Usa jî, seva ku kesek pîroz bihata hesabê, Qanûna Kahîntiyê 19:3 dibêje ku gerekê ew roja Şemiyê xwey kira. Şagirtên Îsa bin hukumê Qanûna Mûsada nînin û îda ne lazim e ku em roja Şemiyê xwey kin. Dîsa jî, em dikarin ji vê yekê ku Îsraêliya ça roja Şemiyê xwey dikirin û ji vê çi kar distandin, hine dersên ferz bistînin. Roja Şemiyê lazim bû wekî ewana şixulên herrojî nekin û bi temamî şixulên ruhanîva mijûl bin. * Lema jî Îsa Şemiya diçû kinîştê û wêderê Xebera Xwedê dixwend (Derketin 31:12-15; Lûqa 4:16-18 bixûne). Ev yek ku Xwedê Qanûna Kahîntiyê 19:3-da Îsraêliyara gotibû wekî ewana rojên Şemiyê xwey kin, nîşanî me dike ku gerekê em jî bona şixulên ruhanî wede veqetînin. Gelo tu texmîn dikî, wekî vî alîva tu gerekê hê zêde bikî, seva ku vê temiyê bînî sêrî? Heger tu berdewam kî bona şixulên ruhanî wede veqetînî, tuyê hê nêzîkî Yehowa bî, û ev yek gelek ferz e seva ku tu pîroz bêy hesabê.

DOSTIYA XWE TEVÎ YEHOWA DIHA QEWÎ KE

14. Qanûna Kahîntiyê serê 19 dîna me dikişîne ser kîjan rastiya sereke?

14 Kitêba Qanûna Kahîntiyê serê 19 çend cara besa rastiya sereke dike, ya ku dikare alî me bike pîroz bimînin. Rêza 4 usa dibêje: “Ez Xudan Xwedêyê we me”. Vî serîda, ev gilî 16 cara derbaz dibe. Ev gilî temiya pêşin ji Deh Temiya tîne bîra me: “Ez Xudan Xwedêyê te me . . . Pêştirî min xwedêyên teye mayîn tune bin” (Derketin 20:2, 3). Her şagirtê Îsa, yê ku dixwaze pîroz be, gerekê haş ji xwe hebe wekî tu tişt û tu kes dostiya wî tevî Xwedê xirab neke. Em Şedên Yehowa ne. Navê Xwedê li ser me ye, lema gerekê em xwe ji hemû kirên usa dûr bigirin, yên ku dikarin leke bînin ser navê wîyî pîroz (Qanûna Kahîntiyê 19:12; Îşaya 57:15).

15. Gotinên derheqa qurbana ji Qanûna Kahîntiyê serê 19, me hêlan dikin çi bikin?

15 Gava Îsraêliya gura qanûnên Xwedê dikirin, bi vê yekê wana dida kifşê wekî Yehowa ça Xwedayê xwe qebûl dikin. Qanûna Kahîntiyê 18:4 usa dibêje: “Qirarên min biqedînin û qeydeqanûnên min xwey kin pê wan herin, ez Xudan Xwedêyê we me”. Hine ji van “qeyde-qanûnên” Xwedê serê 19-da nivîsar in. Mesele, rêzên 5 heta 8 û 21 û 22 besa qurbana dikin. Lazim bû ku meriva qurbanên layîq pêşkêş kirana, wekî “tiştên Xudane pîroz” neherimînin. Xwendina van rêza dikare xwestina me zêde bike, wekî dilê Yehowa şa bikin û “qurbana pesindayînê” pêşkêşî wî bikin (Îbranî 13:15).

16. Kîjan prînsîpa ji kitêba Qanûna Kahîntiyê tîne bîra me wekî xizmetkarên Xwedê gerekê ji kesên din cude bin?

16 Seva ku em pîroz bin, gerekê merivên der-dora me bivînin ku em ji kesên din cude ne. Ev yek carna hêsa nîne. Dibeke hevalders, hevalxebatkar, merivên meyî nebawermend û kesên din, zorê me bikin wekî em tiştên usa bikin, çi dilê Yehowa nayê. Gava tiştekî usa diqewime, gerekê em safîkirina rast bikin. Lê çi dikare alî me bike? Hela dîna xwe bide vê prînsîpa ku Qanûna Kahîntiyê 19:19-da tê gotinê: “Kinca bi du cûre têla çêkirî xwe neke”. Bi saya vê qanûnê, Îsraêlî ji merivên miletên din cude dibûn. Îro, hilbet problêm nîne wekî kincên ji cûre-cûre kudura li xwe bikin, mesele kincên ji pembû û polyesterê. Lê em naxwazin bibine mîna merivên ku bawerî û kirên wan miqabilî Kitêba Pîroz in, firqî tune ewana kê ne, hevalders, hevalxebatçî yan merivên me. Em hilbet merivên xwe hiz dikin, û em cînarên xwe jî hiz dikin. Lê çi jî hebe, nêta me ev e ku em guh bidin Yehowa, û hazir in ku ji kesên din cude bin. Bîr neke ku pîrozbûn tê hesabê bona xizmeta Xwedê başqekirî bin. Lema jî seva ku em pîroz bin, gelek ferz e wekî em ji merivên din cude bin (2 Korintî 6:14-16; 1 Petrûs 4:3, 4).

Gerekê Îsraêlî ji Qanûna Kahîntiyê 19:23-25 çi ders hîn bûna, û tu ji van rêza çi ders hîn bûyî? (Abzasa 17 û 18 binihêre) *

17-18. Qanûna Kahîntiyê 19:23-25 çi dersên ferz me hîn dike?

17 Ev gilî “Ez Xudan Xwedêyê we me” gerekê alî Îsraêliya bikira, wekî dostiya xwe tevî Yehowa qîmet bikin. Gelo çawa? Qanûna Kahîntiyê 19:23-25 dîna wan dikişand ser tiştekî ku gerekê wana bikira (bixûne). Bifikire wekî ev qanûn bona Îsraêliyên ku ketine Erdê Sozdayî çi dihate hesabê. Gava kesek darek dadiçikand, lazim bû ku ewî sê sala dest neda berên vê darê. Sala 4, lazim bû ku xweyê darê berên vê bona paristgehê qurban kira. Xweyê darê ancax sala pêncada dikaribû berê vê darê bixwara. Vê qanûnê Îsraêliya hîn dikir, wekî hewcên wan tiştê herî ferz nîne. Lazim bû ku wana hebandina Yehowa daniya ciyê pêşin û bawer bûna ku ewê bona hewcên wan xem bike. Yehowa wê ew birçî nehîştana. Usa jî, Xwedê dixwest ku ewana bi merdanî piştgiriya paristgehê bikirana.

18 Ev qanûna ku Qanûna Kahîntiyê 19:23-25-da nivîsar e van gotinên Îsa tîne bîra me: “Xema nekin, ku hûnê çi bixwin û çi vexwin . . . Bavê weyî ezmana zane ku hûn hewcê wan hemû tişta ne”. Belê, çawa ku Xwedê çivîka têr dike, ewê bona hewcên me jî xem bike (Metta 6:25, 26, 32). Em bawer in ku Yehowa wê mera bibe Xweyî. Usa jî, gava em kesekîra qenciyê dikin, em pêşiya xwe boriyê naxin. Xêncî vê yekê, em hazir in ku xwexa jî piştgiriya civatê bikin. Gava em destvekirî ne, Yehowa vê yekê divîne û wê eseyî me bona vê yekê xelat ke (Metta 6:2-4). Bi vî cûreyî, emê nîşan kin ku me dersên ji Qanûna Kahîntiyê 19:23-25 rind fem kiriye.

19. Te ji lêkolîna van rêzên ji kitêba Qanûna Kahîntiyê çi kar stand?

19 Vê gotarêda, me dîna xwe da çend dersên ji Qanûna Kahîntiyê serê 19, û me dît em ça dikarin çev bidine Xwedayê xweyî pîroz. Bi vî cûreyî, em dikarin “nava hemû rabûn-rûniştina xweda” pîroz bin (1 Petrûs 1:15). Gelek kesên ku ne Şedên Yehowa ne, gava “rabûn-rûniştina” meye baş bi çevê xwe divînin, pesnê Yehowa didin (1 Petrûs 2:12). Lê Qanûna Kahîntiyê serê 19-da çend dersên din jî hene. Gotara dinda emê dîna xwe bidine rêzên din yên vê serî, ku nîşanî me dikin, wekî em dîsa kîjan aliyava gerekê “pîroz bin”.

KILAMA 80 Were cem Yehowa û Rema Wî Bivîne

^ abz. 5 Em gelek Yehowa hiz dikin û em dixwazin dilê wî şa bikin. Yehowa pîroz e û ew dixwaze wekî xizmetkarên wî jî pîroz bin. Gelo merivên gunekar bi rastî dikarin pîroz bin? Erê! Vê gotarêda, emê şîretên ku Petrûsê şandî dabû xûşk-bira û rêberiya ku Yehowa dabû miletê Îsraêlê şêwir kin, û bivînin hela em ça dikarin hemû rabûn-rûniştina xweda pîroz bin.

^ abz. 13 Bona hê zêde elametî derheqa roja Şemiyê û dersên ku em dikarin jê bistînin, gotara bi navê “‘Wextê’ Xebatê û Rihetiyê Heye” binihêre (“Birca Qerewiliyê”, Kanûna Pêşin 2019).

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Mêrek tevî jin û qîza xwe diçe teseliya dê-bavê xwe bike û tevî wan wext derbaz dike.

^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Mêrekî Îsraêlî berên dareke ku ewî daçikandibû, dinihêre.